Beriya Mêrdînê û qaçaxî
Dema nivîsandina vê gotarê min bi pirranî hêviyên xwe berdan ser bîra xwe a zaroktiyê, serwextiya xwe a niha û bîra hinek kalemêrên ku di nav bûyerên qaçaxê de bûn. Û bi wê zanebûna xwe a ezber û wek (şahidê) dîdevanê demekê a dîroka me Kurdên Binxetê, min beşek ji rastiya têkilî û pêwendiyên qedexe û qaçaxiya bi xwîn a ku di nabera xelkên me yên Serxet û Binxetê de dibû daniye ber çavan û ji xwendevanên zimanê Kurdî re pêşkêşî dikim.
***
Di zaroktiyê de, bi bîrbûn û naskirina derdora xwe re, ji min re hat diyar kirin ku gundê min Doda li ser sînor e, sînor bi mayîn û têldiryanan pêçayî ye, qedexeye ku em nêzîkî sînor û herdû şivên hesin bibin.. Mezinan ji me re digotin, nêzîkî sînor û xeta hesin nebin wê cendirmeyên tirka fîşekan berdin we û we bikujin û wê mayîn bi we de biteqin..
Erê di wê bîreweriya biçûkaniyê de, min tirên nas kir, ew tirêna ku xeta wê di serê erdê me re derbas dibû.. Hingê mezinan em şîret dikirin û digotin; nêzîkî tirênê nebin, dema tirên bê, xwe bidin paş, bayê wê mirov bi alî xwe de dikşîne û mirov di nav badokên lingê xwe diperçiqîne.. Ew tirên ji kû dihat, diçû kû me nizanîbû.. Di wê zaroktiyê de, çendî min dixwest, ez jî rojekê li wê tirênê siwar bim û wek rêwiyên wê li dinyayê bigerim û bibînim.. Car cara bi dizî, di hundirê besta Zorava re an besta Zixur re, min xwe digihand bin pira Zorava an Çûva, di ber û hesinê pirê de diponijîm û min ji xwe re digot; kê, kengî û çilo ev pira ha hatiye çêkirine.. Çima ev sînorê bi mayîn di nav me û mirovên me yên Serxetê de hatiye danîn û em nikarin herin bal wan..? Qet min nizanîbû ku ew pir Elmanan di sala 1917 an de çêkiriye û ew xeta tirênê, Berlîn bi Bexdayê ve girêdide..
Di wî heyamî de jî, hin caran ji xew şiyar dibûm, min didît ku hewşa me tijî pez û dewarin û ode ji mêvanan dagirtiye.. min ji diya xwe dipirsî ev kîne? Li min vedigerand û digot; Huş e, te çi ji waye, mêvanin.. Hingî min nas dikir ku Serxetî ne.. Gelek caran wan mêvanan Mewîj, bastêq, helîl û nokên daxlî ji me re tanîn.. Di wan rojên mêvanan de ez û birayê xwe di nav kar û barên malê de diwestiyan.. Gelek şevan jî xew li me diherimî, ji ber qupîna tevingan ku ta berê sibehê dûmdikir, nexasim ku me dengê teqîna mayînekê bibihîsta, hingê xew û tebat li bavê min nedibûn mêvan, çixare di pey çixarê re vedixwar, ta ku dibû sibe û di ber xwe de digot; gelo kî ye evê ku mayîn pêde teqya ye? Hatiye kuştin an birîndar e..
***
Ji destpêka çerxê 20 an, ta berî ku sînor bi mayîn û têldiryanan di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bê danîn û pêçan, çûn û hatina Serxet û Binxetê hêsan bû, Xelkên Beriya Mêrdînê ji sûka bajarê Mêrdînê bêtir ji sûka bajarê Mûsilê, lazimî û alavên xwe yên malê dikirîn –Ji kevin ve Beriya Mêrdînê bi van herdu bajaran ve girêdayî bû- û gelek caran ji ittar û bazirganên Mêrdînê, ewên ku li Beriya Mêrdînê, gund bi gund digeriyan, lazimiyên xwe pêk tanîn.. Jixwe xelkên gundên Beriya Mêrdînê ervanên xwe dibirin aşên Mêrdînê, Darê û Nisêbînê hur dikirin.. Lê piştî mirina Ibrahîm Paşayê Millî di sala 1908 an de, peymana Saykis-Bîko di sala 1916 an de, danîna sînor û bi bicîkirina qereqolên leşkerî yên tirkan di seranserî sînorê sûriyê û tirkiyê de, ew pêwendiyên Serxetiyan û Binxetiyan qels û lawaz bûn; her eşîrek bû du eşîr, her malek bû du mal, yek li Serxetê û yek li Binxetê û wiha bira ji bira, xal ji xwarzê, ap ji birazê qut bûn.. Lê gelê Kurd yê ku bi vîn û iradeya xwe a ku ji kevir hişktire, bi vê plana herdu dewletan nehat kedîkirin, bi tev şêweyên berxwedanê hewilda ku pêwendiyên herdu rexên xetê ji hev qut nebin û wiha dest bi rêkên qedexe kir.. Lê sed mixabin, ji encamên wan rêkan bi hezaran ji neferên gelê Kurd bi mayîn û guleyên cendirmên tirko hatin kuştin, ji bil yên ku lingekî wî an du lingên wî hatin jêkirin..
Wek ku min got, berî ku mayîn bêne danîn, xelkên Beriya Mêrdînê, lazimiyên xwe yên malê wek cil, caw û pêlavan, alavên cotkirinê wek; halet, gîsin, das, kurtan, melhêb, misas, hevsar, sing, tekelên ereban û lavên malê yên din wek; zembîl, mekeb, kevçiyên darî, misînên sifir, hesik û firaxên xwarinê yên têvel.. hem jî beşt, mircaq, komir û mewîj, bastêq, nokên daxlî, hejîr, helîl û.. ji ittar û bazirganên Mêrdînê dikirîn, ew Ittarên ku ev malê xwe bi rêkên qedexe û bertîlkirina leşkerên tirkan yên ku zêrevaniya sînor dikirin, derbasî bazara (sûka) Amûdê û Qamişlo dikirin û difrotin xelkê.. Lê bi danîna mayînan re, rê ji ber derbasbûna van lazimiyên rojane yên xelkên Beriya Mêrdînê hat birîn.. Û bi demê re ew rêkên çûn û hatinê bûn qedexe û wiha qaçaxiyê destpêkir..
***
Qaçax çiye? Qaçax ew malê ku li sûriyê heye, li tirkiyê nîne û bi dizî derbasî tirkiyê dibe û vajî vê yekê, anku ew malê ku ne bi rengekî fermî ji dewletekê derbasî dewleteke din dibe. Qaçaxçî ew mirovên ku wî malî bi dizî, bê destûra dewletê derbasî dewleteke din dikin. Rêber; ew kesên ku rê şanî qaçaxçiyan dikin..
Bi danîna mayînan re qaçaxê di Doda re jî destpêkir û qaçaxçî û rêberên qaçaxçiyan çêbûn.
Qaçaxiya ku di gundê min Doda re dibû, mîna qaçaxiya tavayî gundên Beriya Mêrdînê yên di ber sînor re bû. Ew mayînên ku di sala 1958 an de li seranserî sînor hatibûn çandin û guleyên cendirmên tirkan yên kujek, nikarîbûn hêza pêwendî û hebûn berdewamiya têkliyên Serxetiyan û Binxetyan qut bikin û bimrînin, nikarîbûn xal ji xwarzê, ap ji birazî bidûr bixînin.. Vêca çûn û hatina qedexe destpêkir, bi wê çûn û hatinê re jî qaçaxiyê serê xwe hilda..
Doda gundekî ava û sînorî ye, di navbera du bestan û du pirên ku tirên di ser wan re derbas dibe hatiye ava kirin. Di wî hayamî de Doda navenda van gundên derdora xwe bû; Xerabkortê, Gundik û Tilkêfê.. Qereqola wê di sala 1948 an de hatibûn ava kirin, piraniya xelkên van her çar gundên Binxetî û xelkên van gundên Serxetê yên himberî wan; Qesra (Qesra Serçixan), Çûva, Menderê, Zorava, Sirêçkê, Sarincê mirov û xizm û karên hev bûn.. Erê ta berî danîna mayînan pêwendî, çûn û hatina xelkên van gundan ji herdu rexên xetê ve hêsan bû, lê bi danîna mayînan re ew derfeta têkilî û pêwendiyan ji ber wan hat birîn. Vêca ji neçarî berê xwe dan hevdîtin û pêwendiyên qedexe û wiha çûn û hatina di nav mayînan re, bi bertîlkirina cendirmên sînor destpêkir.
Destpêka çûn û hatina qedexe û qaçaxî ji gundê Qesra yê Serxetê û gundê Gundik û Tilkêfê yên Binxetê destpêkir.. Nexasim ku xelkên van her sê gundan bira û pismamên hev bûn, hem jî ku Qesra li ser herdu şivên hesin bû, rewistgeha tirênê (stasiyon) lê hebû û mayîn lê nebûn, bi tenê têldiryan hebûn û bi sînorê Binxetê ve bû.. Ji ber çûn û hatin di nav erdên Tikêfyan û Gundikyan re bû, wana rêberiya qaçaxçiyan li Binxetê dikirin û ne dihiştin kesî din bike. Ji rêberên Tilkêfê; Mihemedê Elîka, Salihê Izzet û hin mirovên wan yên din hebûn û ji rêberên Gundikê Ehmê; Brehîmê Çelebî, Ismaîlê Çelebî, û Selîmê Şekir ji gundikê Şekir bû. Van kesan, bi razîbûna leşkerên Qereqola Doda, xelk derbasî vî aliyê xetê û wî alî dikrin, rêberên Qesriyan jî ku mirovên wan bûn, wan jî cendirmeyên xwe bi pera razî dikirin û xelk derbas dikirin.. Dodayî jî çav li wan ketin, dîtin ku karê rêberiya qaçaxçiyan ji karê danheva keviran ku ew ko kiribûn hesantir û bi sûdetire, vêca wan çend malên melakên gund xwe dan hev û destê xwe danîn ser rêka qaçaxê a besta Zixur, ewa ku Seyid Şerîf û Şêxmûsê Ibrahîmê Ehmedko ji gundê Xerabkortê bi xelkên gundê Çûva yê Serxetê re dikirin. Û wiha rêka qaçaxê ji destê Xerabkortiyan ket destê Dodayan de, bi têkilî, bi mirovên wan yên li gundê Çûva (Serxetê) û razîbûna leşkerên qereqola Doda.. Û van kesan rêberiya qaçaxê di nav Doda û Çûva de dikirin; Evdilhemîdê Melek, Silo Gilot, Hisênê Aliya, Hisênê Mencê, Şikrî Ezîz, Cemîlê Gedo û Xelîlê Hecî..
Mafê derbasbûna siwarî tevî bar 50 L. S, Nefer 20 L. S, Dewar 10 L. S û pez 5 S. T bû.
Kî bûn yên ku diçûn û dihatin? Mirov dikare wan li sê beşan par veke; yek jê xelkên wan gundên Serxetê û Binxetê bûn, ewên ku gundên wan bi ber sînor ve bûn û mirovên hev bûn; anku xwih û bira bûn, ap û birazî bûn, xal û xwarzê bûn, ji bo têkilî û hevdîtinê diçûn û dihatin gel hev. Yê din ew kesên ku di werzê havînan, werzê çinîna dexlan de ji çiyayê Omeriyan an ji Tora Mihelmiyan dihatin li Beriya Mêrdînê peleyî dikirin û dizîvirîn gundên xwe..û beşek ji wan, bo kar û xebatê di sûriyê re derbasî Beyrûtê dibûn.. Beşê din hebû, erê navê wan bi qaçaxçiyê derketibû, lê ew bixwe rêber bûn, rêberiya qaçaxçiyên mezin dikirin, ew derbasî vê alî û wî alî dikirin. Mebesta min jê, rêberên wan siwariyên ku ji Xurs û Licê tûtin tanîn û di gundê Botiyan re dibirin ta bi çiyayê Şingalê.. Mirov nikare di ser navê wan re derbas bibe, li bareşî Qamişlo ev kesanan bi qaçaxiya xwe navdar bûn: Muradê Sêvê, Fewziyo, Omerê Şernexî, Selîm, Çibîro, Aydîn, Ishano.. Li Hilêliyê Izzeddînê Mihemed Seîdkê, Salim, Mihemed Emînê Batûşî.. Li Amûdê Ebdilwehabê Reşwanî, Ibrahîmê Bilalo, Xelîlê Qorê, Şêxê Eyşokê, Sebriyê Elo, Bêrtî, Reşîdo, Ferecê Şêxo Koro..
***
Di salên 1961/2/3/4 de, rola qaçaxa ku di gundên ber sînor re dibû qube û mezin bû, leşkerên sûriyê û cendirmên tirkiyê bertîl dixwarin û yê bihata kuştin û birîndarkirin an girtin û zindankirin ji kîs xwe diçû.. û di encam de gelek zarok sêwî diman, lingê gelek zilaman jêdibû û derîkê gelekan dihat girtin.. Di eynî wan salan de, şoreşa Barzaniyê nemir li başûrî welat li dar bû, 49 rewşenbîrên Kurd li Bakur welat di zindanê debûn û li rojava piraniya endamên Partî di gel Dr. Nûreddîn Zaza û apo Osman Sebrî di zindanê debûn, vêca ji tirsa ku Kurd bi raperînek mezin di Kurdistanê de rabin, hikumeta tirkiyê neçar bû ku bêhinvedanekê bide Kurdan û kela dilê wan hinekî sar bike, ew bêhinvedan navê wê (Gorişme) bû, anku hevdîtina Serxetiyan û Binxetiyan, a li ser sînor bû. Ew hevdîtin (Gorişme) di rojên cejnan de li gundê Qesra Serçixan, di rewistgeha (stasiyon) wê de pêk dihat. Evara cejnê mala me tijî mêvan dibû, ji bajarê Hesekê û gundên beriya Mêrdînê dihatin, da ku sibeha cejnê karibin çav bi mirovên xwe yên Serxetê kevin. Dema ku li stasiyona Qesra Serçixan dibû Gorişme, dengê xelkên vî alî têlê û wî alî têlê digha esmana; bang hev dikirin, bi hev re dikeniyan û hin bi hev diaxifîn û digiriyan.. Wê Gorişmê çend salekî dirêj kir û betal bû..
Hêjaye gotinê, ku di eynê wan salan de hin kesên welatparêz hebûn, bi emrê Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê mayîn radikirin an ji qaçaxçiyên ku mayîn radikirin didan hev û ji şoreşa Barzaniyê menir dibirin wek; Oskê Zaxuranî, Letîfê Şêkir ji gundê Letîfiyê, Mehmûdê Hesenka ji gundê Dêrûna Qulinga, Ehmedê Sîno ji gundê Babasiyê.. Û Hisênê Ehmê ji gundê Qesra Serçixan a Bûbilana, ta ku vê paşiyê ev mirov bi lêdana cendirmên tirkan hat kuştin.. û Tewfîqê Cizîrî û Sebriyê Eliyê Ehmed.. Di gel re jî nameyên Partiya Sûriyê ji Partiya Iraqê re dibirin û didan destê Issa Siwar, Esed Xoşewî û Mirhac.. Ma nêhêjaye ku mirov wek van kesan bibîr bêne.. Hem jî hêjaye ku em bêjin; di wan salan de gelek ji Cihûyên Qamişlo di rêka wan qaçaxçiyan re derbasî tirkiyê bûn..
Dawî dibêjim; tevî kuştin, lingjêkirin, girtin û êşkencê, hêza berxwedana hebûn û berdewamiya têkilî û pêwendiyên Serxetyan û Binxetyan ji hêza mayîn û gulleyên tirkan mezintir bû. Ez jî bi vê hevoka ku li ser gora apê Mûsa Anter hatiye nivîsandin: Zulim ne qedere.
Konê Reş
Qamişlo, 22.08.2011