Direkt zum Inhalt

VASÎYETA ZILKUF OZELÎ PÊK HAT: AXA JI MEZELÊ BERZANÎ HATIBÛ ANÎN LI SER MEZELÊ

VASÎYETA ZILKUF OZELÎ PÊK HAT: AXA JI MEZELÊ BERZANÎ HATIBÛ ANÎN LI SER MEZELÊ WÎ HAT REŞANDIN… Îbrahîm GUÇLU Lehengê Zîndanê Amedê û kurdperwerê bê tirs Zilkuf Ozelî beriya ku ji nav me koç bike, vasîyet kiribû ku “divê hûn li ser mezelê Serok Mele Mistefa Berzanî axê bînin û li ser mezelê min bireşînin.” Dost-heval û malbata wî duho (28. 03. 2010) ew vasîyeta wî li gundê wî Himbelê li ser ser mezelê wî pêk anîn. Li cem dost, heval, malbata wî, berpirsiyarê TEVKURDê, KADEPê û HAK-PARê jî beşdarî civîna vasîyetê bûn. Beriya ku em biçin ser mezelê Ziluf Ozelî, hemû çapemenî û bi taybetî jî KURDISTAN TV-ê jî hat agahdar/gazî kirin. Ji derveyî Rojnameya Cumhuriyetê beşdarnebûna çapemeniya tirk, ji bona ku civîn li derveyî Amedê bû dihat fahm kirin: Lê beşdarnebûna KURDISTAN TV-ê hîç nehat fahm kirin. Dema ku gorkirina ZiLkuf jî Kurdistan TV-ê beşdarî nekiribû. Li ser mezelê Zilkuf Ozelî, min û Seîd Aydogmuş axevtinek kir. Dr. Rifat Büyükkayayî jî ew çawa naskiribû anî ser zimên. Di axevtinê de nerînên li jêr hatin ser zimên. “Dostên Hêja, “Hûn bi xêr hatin ser mezelê Birayê Hêja Zilkuf Ozel. Ez di despêkê de silav û hirmetên xwe pêşkêşî we dikim. “Wek hûn jî dizanin: Me, beriya 46 rojan, di 12. 02. 2010-an de lehengê Zîndana Amedê, Kurdperwerê bêtirs, bavê hêja Zilkuf Ozelî wenda kir. Em nûha ji bona vasîyeta wî ya dîrokî û girîng pêk bînin, li ser mezelê wî nin. “Kek Zilkuf beriya ku ji nav me koç bike û biçe ser dilovaniya Xwedê, wî vasîyetek kiribû. Goti bû ku “divê hûn li ser mezelê Serok Mele Mistefa Berzanî axê bînin û li ser mezelê min birişînin.” “Ew helwesta cara yekem e ku li Bakurê Kurdistanê tê nîşan dan. Loma jî helwesteke gelek girîng e. “Zarok û malbata wî ew vasiyet û daxwaza wî ya dîrokî, qedirbilind bi serbilindî pêk anîn. “Ji bona ku ev vasîyeta dîrokî bêdeng ne, bi watedarî pêk bê em li ser mezelê wî nin. Vasiyeta Kek Zilkuf, çand û helwesteke Kurdistanî nîşan dide. Kek Zilkuf bi vasîyeta xwe diyar dike û ji me re rê nîşan dide ku “Kurdistan welatek e û Kurd netewek e. Parçebûna Kurdistanê û neteweya kurd bi destê dewletên kolonyalîst, bi deqûdolaban, bi zor û qetlîaman pêk hatiye. Divê em teslîmî ev siyaseta dewletên kolonyalîst nebin û siyaseta wan nepejirînin. Dema ku her kurdekî li parçaya xwe têkoşîna azadiyê û rizgariyê dimeşîne, divê yekîtiya neteweya Kurd û Kurdistanê ji bona xwe bike armanca mezin; gorî vê armancê xebata parçeya xwe rêxe. Zilkuf Ozel jî gorî vê stratejiyê tev digeriya. “Dîsa wî digot ku li cem ev armanca stratejîk, divê kurd ji têkoşîna hemû parçayan re piştgir û di nav pêwendiyekê de bin. Ji hêjayên kurdistanî re xwedî derkevin. Li ber hev astengî dernexin. Mudaxeleyî xebat û têkoşînahevûdu nekin, ji hevûdu re rêzgirtî bin. Loma jî li her parçeyeke Kurdistanê, tevgereke kurdistanî girîng e. “Mele Mistefa Berzanî, ne bes serokê Başurê Kurdistanê ye, di heman dem de serokekî Kurdistanê ye. Wî her demê ji bona her çar parçeyên Kurdistanê rola rêbertî pêk aniyê. ” “Heval û birayên Hêja, “Dema ku têkoşîna Kek Zilkuf bê şirove kirin, derdikeve holê ku ev daxwazên wî, çanda wî ya kurdperwerîyê bû. “Em hemû baş dizanin ku “jiyana wî, bi rêxistinîkirina gel, bi têkoşîna azadiya neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê derbas bû.” “Zilkuf Ozel, Dibistana Mamosteyî ya Erganiyê qedand. “Zilkuf Ozel, ji aliyekî de mamosteyetî kir, ji li aliyekî de jî, ji bona ku gelê kurd azad û Kurdistan serbixwe bibe, ew ket nav Tevgera KÎP-DDKDê. Wî, di nav rêxistinê de rolekî mezin lêhîst û karên hêja kirin û berpirsiyariyên mezin girtin ser milên xwe: Di Komîteya Herêmî ya KÎP-DDKDê de cîh girt û xebata xwe ya îllegal û legal bi serkeftî meşand.” “Wî di nav tevgera mamosteyên kurd de jî cîh girt û di TOB-DERê de jî aktîf xebat kir. “Dema Darbeya Leşkerî ya 12-ê îlonê pêk hat, ew jî wek hemû kurdperweran, hat binçav kirin. Wî di bin êşkenceyê de hîç tiştek qise nekir. Ji bona vê jî, ew wek lehengê Zîndana Amedê hat nas kirin. “Zilkuf Ozel, ew helwesta xwe ya li bin êşkenceyê, di hepisxaneyê de jî domand. Wî, li zîndanê jî wek hemû hevalên xwe eşkence dît û birçî ma. “Piştî hepsê jî, xebat û têkoşîna xwe domand. Xebata xwe di KÎP-Pêşengê de meşand. Di sala 1990-î de dîsa hat hepis kirin. Piştî hepsê sirgunî Zonguldakê bû. “Di sala 2005-an de jî, hem ji bona tevgereke nûjen û reformxwaz, hem jî ji bona yekîtiya kurdan û Tevgera Bakurê Kurdistanê bû damezrênêr û endamê Meclîsa TEVKURDê. “Beriya ku ji nav me koç bike, ji bona tevgereke nûjen, reformxwaz, hevdem, demokrat, kurd û kurdistanî ava bibe, xebat dikir. Wî, heta roja mirina xwe jî ew hewildana xwe domand. “Ew, qasî ku bêtawîzkar bû, ewqas jî humanîst û diltenik bû. “Ew kesekî xwediyê prensîban bû. Ew gorî prensîbên xwe dijiya. Nerîn û pratîka wî lihevkirî bû. “Ew rastego bû. “Xwediya riya xwe bû. “Wek paşnavê xwe yê tirkî kesekî “taybet/özel” bû. “Di jiyana civatî de centîlmen bû. “Wî, rastiyên xwe bi qerardarî diparastin. “Ew bavekî baş bû. Ew bi hevjîna xwe Xanim Mînê re gelek girêdayî û rêzgirtî bû. “Ew serokekî malbetê yê xwezayî bû. “Bila dîsa serê dost û malbata wî û gelê kurd sax be. “Pîran, 28. 03. 2010. “ ([email protected])

Destê te mejîyê te saxbê Kek Ibrahîm Güclü. Birastî kesên wekê kek Özel Kêmin di dîroka Kurdistan`êde wekî ku te jî anîye Zima yekemin care kü kesekî wilo ev wesîye anîya Ziman. ji bo wesyeta wî ji kesên kü wesyetê wi bi gorî pêk anîn siheta wan xwesh bê xizmete wan Qabulbê Rahme li gora wi nemirî bê ci hê wî bihisht bê Serê Gelê Kurd saxbê Özel bê mirine Ew shehîdê Doza Netewa gelê Kurde Bijî Kurdistaan Shehîd Namirin Bere Bimrin Dijminê Gelê Kurd, Faris Tirk Arab u Hecem Azad

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.