Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 20 March 2010

Peyamner PNA – Bi boneya hatina cejna Newrozê û serê sala nû ya kurdî, serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî peyameka pîrozbayîyê, pêşkêşî gelê kurd kir. Ev jî teksta ewê peyamê ye:

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi boneya hatina serê sala nû ya kurdî û cejna dîrokîya neteweya me, cejna Newrozê, ew cejna ku di dîroka tije serwerîya gelê kurdistanê de bûye nîşana xebatê û berxwedanê, ez germtirîn pîrozbayîyê pêşkêşî binemalên serbilindên şehîdan, kes û karên qurbanîyên enfalan û kîmyabarankirinan, pêşmergeyên qehreman û hemû alîyên siyasî, cemawerî, pîşeyî û hemû gelê kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe yên neteweyî û ayînî ve dikim û pêşkêşî hemû ewan gelan jî dikim, ewên ku hersal wek kurdan evê cejnê pîroz dikin.

Ez hêvîdar im, ku sala nû ya kurdî sala serkevtinên bêtir be, sala pêkanîna hêvî û armancên gelê kurdistanê be, sala vegerandina bajêrên dabirrayîyên herêma kurdistanê be, sala bêtir rêxistina nava mala kurdistanê û sala avakirinê be.

Gelek rikberî li pêşîya gelê me û ezmona gelê me hene û niha em di qonaxeka giring de ne. Ev qonaxa han jî, weha ji me dixwaze ku em hemû hêz û şiyanên xwe bikin yek û bi yek dengî jî, daxwaza mafên xwe yên rewa bikin. Bi giyanekî mezinê berpirsyarîya dîrokî jî, em destkevtên xwe biparêzin û em pêngavên bêtir bihavêjin û xizmeta hemû çîn û tivêjên kurdistanê, li angora destûrê bikin û em karên bi cih jî bikin, da ku ezmona kurdistanê bi ser bikeve û ev ezmon, evroj bûye nimûneya jîyana bi hev re ya neteweyî, ayînî û firehpartayetî.

Herçende ku heta niha destkevtên giring pêk hatine, belê hinek pirsên stiratecîk bê çare mane, ku ez hêvîdar im piştî ragihandina encamên hilbijartinên evê dawîyê yên parliyamenta Iraqê, em dê wan bi hev re çareser bikin.

Niha em hemû çaverêyî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan in û heta niha, me ti biryar di bareya girêdana hevpeymanîyan de nedaye û ti xetên me yên sor jî, li ser ti alîyan nînin. Em dê hevpeymanîyê jî bi ewan hêz û alîyan re bikin, ewên ku nêzîkî nerîn û bernameya me ne.

Dubare cejna Newrozê û serê sala nû ya kurdî pîroz be û nemirî û serbilindî, ji şehîdên kurd û kurdistanê re bin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

29 ê reşmeha sala 2709 a Kurdî

20 ê adara sala 2010 a Zayînî

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.