Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 24 July 2009

PDK-Bakur (Daxuyanî): Hilbijartin li gelê me pîroz be!

GELÊ KURDISTANÊ AZMÛNA DEMOKRASIYÊ Û SERWERIYÊ BI SERKEVTÎ PÊŞDE DIBE

Derbarê hilbijartina 25ê temûzê de heta nuha gelek bîr û hizrên rast û bi rûmet hatin ragihandin. Hemî hêzên Kurd û Kurdistanî işaretê giringîya vê bûyerê kirin. Bi rastî jî ev hilbijartin, ji bo prosesa cîbecîhkirina demokrasiyê û pêşxistina prosesa dewletsaziyê zêde girîng e. çav û gohên hêzên demokrat yên navnetewî li ser van hilbijartinan e. Demokrasî li Rojhilata navîn hê nûh cîbecîh dibe. Tirkiye ne tê de, hilbijartinên li welatên dorber çêdibe, bi çi şêweyî derbas dibe, li ber çavan e. Jiber vê yekê serkevtina vê hilbijartinê dê bibe delîl û ispat (tekez) ku miletê Kurd û serkirdeyatiya siyasî ya Kurdistanê ji bo demokrasiyê û hemdemiyê amade ye xwediyê şiyan e.

Peyamên Serok Barzanî û Mam Celal ku dibêjin ev hilbijartin dê bibe ispata demokrasiyê û rojeka cejnê, işaretê vê rastiyê dikin. Helbet hê riyeke dûr û dirêj li pêşiya miletê me heye ji bo cîbecîhkirina sîstema demokrasiyeke têkuz û rêkûpêk. Lê miletê me di bin serokatiya siyasî ya îro de û bi rêvebiriya hevkariya stratejîk ya nabeyna PDK û YNKê de dê bi misogerî bikare bigîhe vê armanca pîroz. Helwestê PDK û YNKê di prosesa hilbijartinan de delîleke û vê hêviyê dide miletê Kurd û dostên doza Kurd û Kurdistanê.

Yek qezenceka herî girîng ya prosesa vê hilbijartinê jî ew bû ku peymana stratejîk nabeyna herdu partiyan de daket nav gel û piştgiriyeke xurt ji miletê Kurdistanê wergirt; ne tenê li başûrê welatê me, li hemî parçeyên Kurdistanê û li nav hemî Kurdan li cîhanê. Ev herdu partî stûnên dewleta federe ne û divê ev yekahengî hertim were parastin. Em wek PDK-Bakur ji vê hevxebata birayane gelekî keyfxweş in û hevpeymaniya stratejîk wek misogeriya serkevtinê dinirxînin. çav û gohên Kurdan li ser başûrê Kurdistanê ye û em hemî Kurdên dilsoz çavdêrên hevpeymaniya stratejîk nabeyna PDK û YNKê ne.

Bi vê munasebetê em dixwazin işaretê xususiyeteke gelek girîng vê hilbijartinê bikin. Ev hilbijartin, bedîl û bersiveke dîrokî ye ji bo hewldanên "Peymanên Xiyanetê" ku li dora têkdana dewleta Kurdistanê tê gêrandin, wekî ya peymana xiyanetê ya Cezayirê. Miletê Kurd hewce ye şiyar be. Em divê qet ji bîr nekin, dewletên dorber siyaseta xwe ya beramberê doza Kurd û Kurdistanê neguherîne. Siyaseta van dewletan ya esasî ew e ku miletê Kurd li ser axa bav û kalan nebe xwedî dewlet û serweriyê û desthilatê. Ev hêz kengî fersend bi destê wan bikeve, dê bi hevra peymanan daynin û bixwazin gora dewleta Kurdistanê bikolin. Dewleta Federe ya Kurdistanê li Iraqê "xezaleka Kurdan" e ku dora wê ji çeqel û ruvî û keftaran hatiye dorpêç kirin. Ev "xezal" dikare xwe tenê bi yekitiya neteweyî, xurtkirina demokrasiyê û bi hebûna serwerî û rêvebiriyeke paqij û bihêz biparêze û pêşbixe. Ev hilbijartin dê vê rê xweştir bikin. Demokrasî, rêvebiriyeke kêrhatî, dadwerî û serokatiyeke bihêz û birûmet paşeroja Kurdistanê dê ronî bike û hewldanên dijminane pûç derxe.

Hilbijartin li miletê Kurdistanê pîroz be. Em roja 26ê Temûzê li benda mizgîniyê ne ku miletê me bi rêjeyeke bilind Serokê xwe hilbijêrê, destê Serok Barzanî bike ji pola û rêvebirî û desthilateke xurt di bin ala hevpeymaniya PDK û YNKê de bîne ser hukm. Her wisa em hêvî dikin ku bi encameke adîl û maqûl muxalefeteke kêrhatî jî bê hilbijartin da ku ew jî li Parlamenta Kurdistanê bibin çav û gohên miletî û kontrola desthilatê bikin. Demokrasî bê muxalefet nabe, lê miletê me hêviya peydabûna muxalefetekî kêrhatî ye.

Bijî miletê Kurd û Kurdistanê!

Serkevtin ji bo Demokrasîyê!

PDK-Bakur

23.07.2009

Jibo peywendiyê:

www.pdk-bakur.com

[email protected]

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.