Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 16 March 2009

Li Tirkiyeyê fikir, bi taybetî jî fikrên girêdayî pirsa Kurd û Kurdistanê wek tewan tên pejirandin; nivîskar, rewşenbîr û siyasetvanên Kurd, kovar û rojnameyên kurdî, rêxistinên sivîl û siyasî tên darizandin. Li wan cezayê peran û hepisê (hepisa sivik û giran); cezayê girtin û qedexekirinê tê birîn. Lê Tirkiye dîsa jî îddîa dike ku welatekî demokratîk e; ji maf û azadiyên kesayetî û grubî re jî rêzgiritî ye; dixwaze ku bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê.

Kovara Mizgînê jî, Kovareke ku bi kurdî û tirkî tê weşandin. Lê mirov dikare wek kovareke kurd binav bike. Naveroka Kovara Mizgînê jî, vî heqî dide wê. Di kovara Mizgînê de bi giranî nivîskarên ku aliyê wan ê olî giran û kurdperwer in, dinivîsînin. Li cem wan kesan, kesên din yên lîberal, demokrat, sekûler yên kurdperwer jî di kovarê de dinivîsînin.

Kovara Mizgînê, 5 sal e ku jiyana xwe didomîne û heta nûha 55 hejmarê wê hatine weşandin. Kovara Mizgînê li Kurdistanê û li bajarê Amedê jiyana xwe didomîne. Ji vî alî de jî, kovareke girîng e û kurdistanî ye. Hejmara yekem ya Kovara Mizgînê û hejmara wê ya dawî bê qiyas kirin, mirov gelek bi hêsanî dikare bibîne û tespît bike ku Kovara Mizgîne, ji aliyê naverok û teknîk de, di nav guhertineke gelek girîng de ye. Her ku çûye, naveroka wê ya kurdî û kurdistanî xurt buye.

Kovara Mizgînê, wek naverok di çapemeniya kurd de, rengekî cihê ye. Ev rengê Kovara Mizgînê, ji guhertina Tevgera Bakurê Kurdistanê tê. Wek tê zanîn Tevgera Bakurê Kurdistanê, piştî salên 1970-yî bi giranî rengekî çep û sosyalîst qezenç kir. Heta mirov dikare bibêje ku piştî salên 1977-an yek rengek qezenç kir. Tevgera Bakurê Kurdistanê û her rêxistineke Kurdistanê ya çep jî, gorî karaktera xwe ya îdeolojîk kovar û rojname weşandin. Tevgera Bakurê Kurdistanê piştî şerê sar her çiqas bi xurtî ne be jî rengekî nû yê de factoyî qezenç kir. Tevgera Bakurê Kurdistanê rengê lîberal, sosyal lîberal demokrat, sosyal demokrat, olî jî qezenç kir.

Kovara Mizgînê jî, di nav ev reng û karaktera nû ya Bakurê Kurdistanê de ciyekî taybetî dagîr dike. Kovara Mizgînê, kovareke “dîrokî, fikrî, edebî û çandî“ ye. Gorî ev karaktera xwe nivîsar û lêkolînên gelek girîng diweşîne.

Berpirsiyarên Kovara Mizgînê kovara xwe wusa terîf dikin û didin nasandin: “Beriya her tiştekî zimanê Kovara Mizgînê, her demê bûye zimanê çareseriyê. Kovara Mizgînê hîç demekê nebûye weşaneke partiyekê, dezgehekê û an jî rêxistinekê. Ev rastiya Kovara Mizgînê di jiyana wê ya 5 salî de û bi 55 hejmarên wê bi her awayî hatiye diyar kirin.

“Kovara Mizgînê, kovareke fikrî ye. Kovara Mizgînê bi azadiya fikir û xweîfadekirinê bawer dike. Kovara Mizgînê ev helwesta xwe bi nivîskarên xwe yên kirî mêvan û bi helwesta xwe ya bêtawîz jî di jiyanê de diyar kiriye.

“........

“Kovara Mizgînê girêdayî siyaseta xwe ya weşengerî, ji çareseriya pirsan re xizmet kiriye. Rastiya Kurdistanê ku bingeha pirsa Kurd e, xistiye rojeva xwe bîrûrey afirandiye û bi vê jî, ji siyasetvan û rewşenbîrên Kurdistanê re nexşeke rêya rast diyar kiriye. Kovara Mizgînê tu deman şidet nepesinandiye û ne jî şidet teşwîk kiriye..“

*****

Lê hezar mixabin hejmara 55-emîn ya Kovara Mizgînê dîsa jî bi biryara Dadgeha Cezayê Giran ya 4-emîn ya Diyarbekîrê di 05. 03. 2009-an de hat qedexe kirin. Di hejmara 55-emîn ya Kovara Mizgînê de bi gelek babetan nivîs hene û di gelek mijaran de lêkolîn û şirove hatine kirin. Sedema qedexekirina hejmara 55-emîn ya Kovara Mizgînê Nexşa Kurdistanê ya li ser kapaxa wê ye. Li ser kapaxê Nexşa Kurdistanê hatiye weşandin û di hundirê nexşê de “Kurdîstan“ hatiye nivîsandin. Li derûdora Nexşa Kurdistanê, Kurdistan bi çar rêzan û gelek bi zelalî hatiye terîf kirin. Ev çar rêzan ew in: Kurdistan, 1- “Weletekî ku her bostek erdê wê di bin dagîrkeriyê de ye“, 2- “Weletekî ku her terefeke wê hatiye talankirin“, 3- “Welatekî ku her bostek erdê wê bi xwîn û girî hatiye avdan“, 4- “Welatekî ku her bostek erdê wê bi kuştinê faîlên meçhûl dagîrtiye....“

Gelek aşkere ye ku Kovara Mizgînê bes Nexşa Kurdistanê diweşîne û Kurdistanê terîf dike. Kovara Mizgînê şidet bi kar neaniye û şidet teşwîk jî nekiriye. Lê dîsa jî hatiye qedexe kirin.

*****

Kovara Mizgînê, nexşa welatê kurdan di kovarê de weşandiye. Kurdistan welatekî dîrokî û kevn e. Li ser erdê Kurdistanê neteweya kurd û gelek grubên din yên etnikî, wek ermeniyan, cuhiyan, aşuriyan, suryaniyan, qeldaniyan, turkmeniyan, ereban dijîn. Kurdistan di sala 1639-an de ji aliyê împaratoriya Osmanî û Farsî de, encama Peymana Qesrı Şêrîne beş bû. Di sala 1923-an de dema ku Komara Tirkiyeyê ava bû, encama Peymana Lozanê bû çar parçe. Her parçekî Kurdistanê ket bin bandora Dewleta Tirk û Faris û Ereban. Di sedsala 21-an de jî ev çarparçebûna Kurdistanê hîn dom dike. Bes kurd li Başurê Kurdistanê desthilatdar in û mafên xwe yên neteweyî bi kar tînin.

Kurdistan û neteweya kurd 100 sal e ku tirsa Komara Tirrkiyeyê ye. Komara Tirkiyeyê ji bona ku neteweya kurd ji holê rake, tune qebûl kir û xwest ku bi tevayî kurdan bike tirk. Lê di vê siyaseta xwe de bi serneket. Di vê merheleyê de jî, her çiqas ji aliyê makezagonê û hiqûqê de nebe jî, hebûna kurdan dipejirîne, ji bona vê jî bi Kurdî televîzyoneke dewletê ava kiriye. Lê dîsa jî tirsa Dewleta Tirk ew e ku Kurdistan wek welatekî, azad û serbixwe bibe, neteweya kurd desthilatdar bibe. Ji bona pêşiya vê bêgirtin, plan û projeyan çêdike, ji bona xwe paradigmeyeke vala, ku nikare pêşiya kurdan bigre ava dike.

Qedexeye li ser Kovara Mizgînê, encama siyaseta kolonî ya dewletê ye. Dewleta unîter û neteweyî ya tirk, li ser bingeha dijiminitiya neteweya kurd, li dijî welatê kurdan Kurdistanê û hêjayiyên neteweyî yên kurd hatiye ava kirin. Ji bona vê jî di van salên dawî de, her çiqas komunîzm û fikrên din yên ji dewletê re mixalîf ji çarçeweya qedexebûnê derketibin jî, hemû fikrên kurdî û kurdistanî hatine qedexe kirin, hatine darizandin. Nivîskar, rewşenbîr, siyasetvan, kovar, berpirsiyarên dezgeh û partiyên siyasî hatine cezakirin. Partiyên siyasî ji aliyê Dadgeha Makezagonê de hatine girtin. Berpirsiyarên partiyên siyasî ji bona ku di kongreyan de, di kar û xebatên partiyê de, di hilbijartinan de kurdî qisekirine, hatine darizandin û hatine ceza kirin.

Qedexebûna Kovara Mizgînê jî encama ev siyaseta dewletê ya nîjadperest, nedemokrat, kolonyalîst e. Wek tê zanîn gelek caran jî di derheqê Kovara Mizgînê û nivîskarên wê de doz vebûne. Beşek dozên Kovara Mizgînê bir ceza dawî hatine û beşek dozên wê jî dom dikine.

Ev qedexeya Kovara Mizgînê, sergejî û siyaseta durû ya dewletê jî diyar dike. Ji aliyekî her çiqas hiqûqên nebe jî, de factoyî û fiîlên tê pejirandin ku neteweya kurd heye, lê welatê wan Kurdistan naye pejirandin. Li aliyekî bi kurdî televîzyonek û li unîversîteya beşa lêkolînê ya kurd tê ava kirin, lê li aliyê din jî ji bona ku kovar û rojnameyên pirsa Kurd û Kurdistanê tînin ser zimên tên qedexe kirin. Siyesetvan û rewşenbîrên kurd tên darizandin û cezakirin. Ev helwesta helwesteke durû ye jî. Ev helwesta jî derdixe holê ku desthilatdar û hikumeta Komara Tirkiyeyê di gavavêtina xwe ya pirsa kurd de ne dilsoz e.

*****

Qedexekirina Kovara Mizgînê di hemen dem de li dijî maf û azadiya fikir û xweîfadekirinê û kirîterên Yekîtiya Ewrupayê û demokrasiyê ye. Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê û biruyarên Dadgeha Ewrupayê gelek aşkere azadiya xweîfadekirinê terîf kiriye û gorî wê terîfê jî, mafê xweîfadekirinê tê parastin. Gorî Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê û biryarên Dadgeha Ewrupayê, nerînên ku li dijî nerînên dewletê ne, nerînên ku hejandin û şokçêdikin, nerînên ku şidet negrin hundirê xwe û şidetê teşwîk nekin, tên parastin.

Kovara Mizgînê jî, şidet bi kar neaniye û şidet teşwîk nekiriye, bes Nexşa Kurdistanê pêşkêşî xwendevanên xwe kiriye.

Li aliyê din tê gotin, ku Kurdistan wek welatekî nayê terîf kirin û Kurdistan tune ye. Gelo wê demê nexşa Kurdistanê çima bibe tewan û dewletê bitirsîne?. Ev jî derdixe holê ku rastî ne wusa ye. Kurdistan heye û Kurdistan di bin bandora kolonyalîst ya Dewleta Tirk de ye. Dewleta Tirk naxwaze ku Kurdistan ji bin desthilatdariya wê derkeve. Lê tiştekî gelek aşkere heye ku zû û an jî dereng Kurdistanê ji destê Dewleta Tirk û dewletên din yên kolonyalîst (Îranê û Suriyeyê) derkeve, azad û serbixwe bibe. Neteweya kurd jî li welatê xwe serwer û desthilatdar bibe.

Amed, 15. 03. 2009

(ibrahimguclu21@gmail.)

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.