Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 25 August 2008

SEROK MESÛD BARZANÎ VEGERA KURDİSTAN

Serok Barzanî piştî 14 Rojan ji seredana xweya Teybetî vegera Kurdistan. Lê ev seredan nehat diyarkirin jibona kîjan welatî yanjî welatan hate kirin. Wekî têt zanîn Ji terefên Serokê Emerîka Curş Buş bi resmî hatibu dawtkirin bo Emerîka. Serok Barzanî piştî seredana dîrokî bo Kerkûkê pêk anî û mesajên bo dostan dostanî û bo dijminan jî bi wî zimanî ragihand bo çapemeniyê, piştre seredana hindek welatan derket pêşiya wî. Wekî li jor min gotî Serok Barzanî bi resmî ji terefên Serokê Emerîka Buş ve hatibu vexwandin.

Ez vê seredanê bi tiştekêve girêdidim. Serok Barzanî pêşiya biçe Emerîka (ev bawerî û dîtina mine) seredana xweya dîrokî bo Kerkûk pêk anî û bo dinya jî ragihand Kerkuk Kurdistane û her jî didilê gelê Kurde dimîne. Kurdistan Bêyî Kerkûk ne mumkune gelê Kurd bi teybetî ez weko Mesûd Barzanî qebulbikim. Bêguman ev helwesta siyasî û dîrokî weko biriskekê liser kêlekên dewletên cîranjî da hejandin Baesûd Barzanî. Rastiya Kurdistanîbuna Kerkuk bi vê derketina xwe bo siyaseta Emerîka dubare kir . Pêşiya Buş bibîne ev diyarkir û seredana xweya resmî despêkir.

Liser dinyayê birîskên hişk û û cengê dinyayê dihejînin. Li Kafkasya şerê Federasyona Rusyay û Georgiya, Cûna Gemiyên Emerîka yên cengê bo behra reş û danîna Rakêtên duravêj yên Emerîka li Polonya û Endamitiya Ukraynya bo NATO. Serdejî îhtirazkirina Rusya û îlankirina cengê dijê rakêtan li Polonya werin danîn...

Serok Barzanî di evê çarcûva rewşa cîhanêde bo demê du hefteyan seredana welatên xwedî misyonên bi biryar dike. Bo dahatiya gelê Kurd û avakirina dewleta Kurdistan umîda min eweye ev seredan bibe cihê bingehê dîroka danîna gavekî dîtir bo dewleta Kurdistan. Ez vê çûna Barzanî holê dibînim bo seredana Emerîka.
Îsmaîl Girikî
25.8.2008

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.