Skip to main content

Bûyerên rojevê - Roman & Jenosîda Ermenîyan û Dersimê | Îsamaîl BEŞÎKCÎ

LI SER HIN TIŞTÊN AKTUEL RAWESTIN

Di vê nivîsê de, li ser hin bûyerên aktuel tê rawestin. Di vê navê de li ser romanek jî hin raman hatine zimên.

“Bayê Wek Agir Dişewitand”

“Bayê Wek Agir Dişewitand” romana Metin Aktaş e. Roman, hin bûyer û peywendiyên ku di Îslamê de, di serdema çar xelîfeyan de û di serdema hikûmdariya Emewiyan de pêk hatine vedibêje. (Metin Aktaş, Ruzgar Ateş Gibi Yakıyordu, Fam Yayinlari, Stenbol Adar 2014)

Bûyer ji devê benî (kole)yek ku hatiye xesandin tên vegotin. Bûyer, peywendî wek serboriyên Aradê benî, Aradê xesandî têne vegotin.

Tê gotin ku bi hatina Îslamiyetê re, benîtî hatiye rakirin, di nava gelan de, wekhevî, ‘edalet pêk hatiye. Rewş bi rastî qet wiha nîne. Di serdema çar xelîfeyan de jî benîtî didome. Di serdema hikûmdariya Emewiyan de benîtî bi berfirehî hatiye sazkirin. Xesandina hin beniyan, bi taybetî jî xesandina beniyên zarok pêvajoyek balkêş e. Di romana Metin Aktaşî de, ev peywendî bi awayek berfireh hatine vegotin.

Dema ku ‘ereban, herêmên ne’ereb, wek mînak yên cihû, xiristiyan, kurd, tirkan û hwd. fetih dikirin, dîlên şer wek beniyan bikar dianîn. Jin, zarok û mêran li bazarên beniyan difirotin. Hinek ji dîlên şer, bi taybetî zarokan dixesandin. Aradê lehengê esasî yê romanê, di encama hêrîşek artêşa ‘ereb a ser gundê wan de, tê(dihê) desteserkirin. Zarokek 15-16 salî ye. Bi zarokên ku di dema hêrîşê de hatine desteserkirin re tê xesandin. Di dema hêrîşan de, diya wî û yara wî Ara jî ji aliyê artêşa ‘ereban ve hatine desteserkirin. Pêşî dibe beniyê serleşkeran, paşê jî yê xelîfeyan. Di dema ku bi artêşa ‘ereban re digere, li her cihê ku diçinê, hewl dide ku diya xwe û yara xwe Arayê bibîne.

Bi kurtî di raçavkirina pêvajoyên civakî û siyasiyên ku îro li erdnîgariya Rojhilata Navîn, têne jiyîn de, sûd heye. Şerê Îran-Iraqê ku di salên 1980yan de pêk hat, li her du dewletan (welatan) jî zerarên madî û manewî derxist holê. Ji her du aliyan jî ji milyonek zêdetir mirî-birîndar hene. Du civatên Musluman, rastirîn, li civatên ku piraniya wan Musluman in, li ser hebûna ermenan, suryaniyan, keldaniyan, ‘elewiyên ku xwe wek Rêya Heq bi nav dikin, Kurdên Êzîdî, cihûyan û hwd. helbet rawestin girîng e. Her du dewlet jî dewlemendê petrolê ne. Tiştê ku nayê parvekirin çi ye? Sedemê bingehînî yê nava ev du dewletan dibe ku çi be? Sedemê nakokiyên di navbera ‘erebên Şî’î û Sûnî de dibe çi be? Dema em romana “Bayê Wek Agir Dişewitand” dixwînin zelalkirina van şeran, têgihîştina wan hêsan dibe.

Midaxela DYAyê ya di 20ê Adara 2003an de li Iraqê, hilweşîna rejîma Sedam Huseyin, belavkirina el Mixaberatê, belavkirina Partiya Be’isê, belavkirina artêşê, îmhakirina çekên kîmyewî… bi xwe re anîn.

Piştî van operasyonan li Iraqê pêvajoyên gelek cuda pêk hatin. Di serî de sazbûna Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê geşedaneke pir girîng bû. Diyarkirina pêvajoyên dî jî wiha pêkan e.

Li Bexdad an bajarên wek wê, wek mînak Sûniyek ku bombeyan bi xwe ve girêdaye dikeve mizgeftek Şî’iyan û di nava merivên ku li ser nimêjê ne bombe diteqîne. 60-70 mirî, bi sedan birîndar… Çend roj an hinek paşê jî vê carê Şî’iyek dikeve mizgefta Sûniyan û dîsa di nava merivên ku îbadet dikin de, bombeya li ser xwe diteqîne… Tundiyek wiha ne tenê, di civata ‘erebên Misluman de, di civatên dî yên Misluman de, wek mînak, li Afganistan, Pakistanê jî tê dîtin. Sedemê van nakokiyên di nava ‘erebên Şî’î û Sûnî de gelo çi ye? Dema ku romana Bayê Wek Agir Dişewitand bê xwendin, merivek dikare di derbarê rabirduya dîrokî ya tundiyek bi vî awayî de jî bibe xwedî agahî. Dekên di dema hilbijartina xelîfeyan de pêk hatin, di dema şerên Şam-Mekke/Medîne/Bexdad/Besrayê de jî pêvajoyên wiha hatibûn jiyîn.

Ji Adara 2011an vir ve li Sûriyeyê şerê nav xwe yî heye. Ji 200 hezarî bêtir mirî hene. Hinek dibêjin 250 hezar mirî hene. 10ê Hezîrana 2014an bi milyonan Sûriyeyî cih û warê xwe terk kirine. Li welatên wek Tirkiye, Lubnan, Urdun, Iraq, Başûrê Kurdistanê penaber in. Di dema şerê Sûriye-Îsraîlê, a ‘Ereb-Îsraîlê de ew qas mirin pêk nedihat. Di romana Bayê Wek Agir Dişewitand de gelek bersivên pirsên çima ev dibin, çawa ev dibin hene.

Li Rojhilata Navîn, li tu dewletî, azadiya derbirînê, azadiya çapemeniyê saznebûye. Divê Îsraîl nekeve nava dewletên ku hatin îfadekirin. Şopandina rejîmên otorîter li hemû dewletên Rojhilata Navîn pêkan e. Li van civatan demokratîkbûn pêk nayê. Bihara ‘ereban, li qadên wek Tûnûs, Misirê, dîktatoriyan hilweşand, lê belê li wan deran rejîmên xwedî azadiya derbirînê, xwedî azadiya çepemeniyê nehatin avakirin.

Di romana Metin Aktaşî de tim behsa “bîat”ê tê kirin. Bîat çi ye? Xwe radestkirina Xweda, xwe radestkirina Xelîfeyê ku xwe wekîlê Xweda yê ser ruyê erdê dihesibîne… Ev esasê ramana Îslamê, esasê pratîka Îslama siyasî ye. Di tora peywendiyên wiha de, pêkhatin û pêknehatina demokrasiyê wek pirsek cidî li holê ye. Di rejîmek ku muxalefeta wê tune, bo ku muxalefet tunebe hewl bê dayîn de, demokrasî çê dibe?

Di Îslamiyetê de çarjinanîn heye. Xelîfe, serleşkerên ‘ereban bi pir jinan re dizewicin. Yên ku bi beniyên xwe re jî zewicîne hene. Ev, nîşan dide ku peywendiya ‘Elewîtiyê bi Muslumaniyê re tune ye. Lewre di ‘Elewîtiyê de yek hevserî bêtir e. Ji ber vê, gotina ‘Elewiyan a bi awayê “Em ‘Elewî ne lê Musluman in, an em Musluman in lê ‘Elewî ne” qet ne li cî ye.

Xelîfebûn an nexelîfebûna zarokê xelîfeyek ku ji jinek benî, cariye çê bûye, dîsa pirsek girîng e. Di romanê de li ser peywendiyên bi vê mijarê re eleqedar jî tê rawestin.

Romana Metin Aktaşî “Bayê Wek Agir dişewitand”, berhemek edebî ye. Şayesînên siruştê, wek mînak şayesa çolan, şayesa qadên daristanî pir serkeftî ye. Alîkî pir girîng yê nivîskar heye ku peywendiyê merivan têgihîştiye, ku kûrahiya ruhê merivan tîne ziman.

Li ser miliyetperweriyê

Mucahit Bilici, 30ê Nîsana 2014an di rojnameya Tarafê de, nivîsek bi navê “Feydeyên Miliyetperweriya îptîdayî” weşand.

Mucahit Bilici, 3yê Gulana 2014an jî di Tarafê de, nivîsa xwe ya“Miliyetperwerî:Koriya Bidilxwazî” weşand. Mamoste Mucahit Bilici, di nivîsa xwe ya duyem de, miliyetperweriyê bi têgehên wek ezîtî, xwedbîntî, hovîtî, koriya bidilxwazî daxuyand.

Ev têgehên han, miliyetperestiya tirk, ‘ereb, farisan nîşan didin. Ew nabin têgehên ku pêşketina kurdan, miliyetperweriya kurdan nîşandidin. Nêrîna li van peywendiyan girîng e.

Bi mercên wekheviyê di nava malbata netewên cîhanê de cih girtin divê girîng be. Di Okyanûsa mezin de, li der dorê Avustralya û Zelandaya Nû dewletên wek Tavulu, Vanuatu hene. Nifûsa van dewletan, li dor deh, pazdeh hezaran e. Ev dewletên han, endamên Netewên Yekbûyî ne jî. Bi tevî ku kurd, li Rojhilata Navîn, li Rojhilata Nêzîk, bi hindikî xwedî çil milyon nifûsî ne jî, di peywendiyên navnetewî de nexwedî statuyek piçûk in ku hatibe naskirin. Meriv dikare bibêje ku nifûsa kurdan a li Rojhilata Nêzîk, li Rojhilata Navîn 50 milyon e jî. Li gor qen’eta min nifûsa kurdan ji 50 milyonî jî zêdetir e. Lê belê, kirpandina nexwedîbûna statuyek a kurd, Kurdistanê girîng e. Rêveberiya Herêmiya Kurdistanê ku piştî midaxeleya DYAyê li Iraqê ya ku di 20ê Adara 2003yan de, kir, hatibû avakirin; divê ew jî cuda bê nirxandin.

Ramîna bo çi kurd, Kurdistan, li gor cîranên xwe, di mercên pir neyînî de ne; derxistina nirxên netewî û civakî yên kurdan ku dibin zor û zilmê de ne, berçavan; li hember hêzên ku zilm û zorê didomînin tekoşînkirin girîng e. Yên ku li hember zalim û dagirkeran tekoşîn dikin neteweperwerên kurd in.

Neteweperweriya kurd, li hember çewsandin, heqaret û piçûkxistinê bilind bûye. Naverokek neteweperweriya kurd wek dagirkirina xaka kesên dî, wek asîmîlekirina kesên dî, wek piçûkxistina gelên dî tune ye. Armanca wê ew e, ji çewsandin û zilmê rizgar bibe.

Di salên1920an de, bi polîtîkayên emperyal dabeşbûn, parçebûn û parvebûna kurd, Kurdistanê helbet pêvajoyek e ku divê li serê bê rawestin.

Neteweperestiya tirkan helbet egoîst e, xwedbîn e, kor e. Çunkî, dibêje: “Tirkek hêjayê dinyayê ye”, “Xwezî bi wî ku bêje ez tirk im”, “Tirk bipesine, bixebite ewlebe”, “Tirkê payebilind, bo te sînorê bilindiyê tune ye”. Kurd wiha dibêjin? Kurd, ji bilî parastina nirxên kurd/Kurdistanê ku di bin zilm û zorê de ne tiştek dî dikin? Bi ser de, gotinên aliyê tirkan wek gotin jî namînin, saziyên wan yên wek dibistan, unîversîte, saziyên perwerdeyê, burokrasiya dewletê, çapemenî, darêz amûrên îdeolojîk yên çewsandin û anîna rê kesên ku bi van dirûşmeyan bawernakin; amûrên çewsandinê, zorkar wek qereqol, emniyet, cendirme, artêş, polîs, dozgertî, dadgeh, girtîgeh jî hene. Çiyê kurdan heye?

Ev hemû, ji bo neteweperestiya ‘ereban ya ku di dîrokê de serdestiya nejada ‘ereb diparêze, ji bo neteweperestiya farsan a ku serdestiya wan diparêze jî dikare bê gotin.

Sloganên wek“Her cure netewperwerî pîs e”, “Ji her zimanî re dewlet nelazim e” sloganên dewletê ne. Ev sloganê heşê kurdan tevlîhavkirinê ne, aqilê wan ji serê wan birinê ne. Ev helwestek e ku zalim û mezlûman dike wek hev, piştgiriya dewletê dike, kurdan paşve davêje.

Bêguman Mücahit Bilici, kesek e ku tekoşîna ziman/çandê ya kurdan diparêze. Ji viya re nabêje “neteweperwerî”, dibêje“heqhezî”. Neteweperwerî têgeheke bi gelemperî berfirehtir e. Lê belê, divê ku geşedana neteweperweriya kurdan, bi têgehên sîstema siyasiya tirkan, îdeolojiya fermî neyê ramîn. Li ser mexdûriyeta kurdan, kêmaniya kurdan ramîn rastir e. Wek mînak, pesindana kurdek ku nikare bi kurdî biaxive, her bi tirkî diaxive û dibêje“Ez ne neteweperwerê kurd im” xemgîniyek e.

KomaraTirkiyeyê di 1923yan de, li ser înkara kurdan hatiye avakirin. Ne tenê li ser ya kurdan, li ser înkara ermenan, rûman , Pontûsan, Suryaniyan, kurdên Êzîdî, ‘Elewî û hwd. hatiye avakirin. Tunekirina gelên xiristiyan bi sirgûn û jenosîdan pêk hatiye. Dê tunekirina kurdan bi asîmîlekirina wan a ber bi tirkîtiyê ve, tunekirina ‘Elewiyan bi asîmîlekirina wan a ber bi Mislumaniyê ve bê pêk hatin. Li hember van polîtîka û sepandinan derketin, parastina nirxên Kurdistanî yên ku di bin zilmê de ne, bi raman û kirinek neteweperwerî pêkan e. Mamoste Mucahit jî vê dibêje.

Rexnekirina kurdan bi têgehên wek egoîst, xwedbîn, korîtiyê, ancax, bi van şertan dibe: Ku dewletek serbixwe ya kurdan hebe û ev dewlet wek mînak zilmê li suryanî, û ermenên nava sînorê xwe bike, bi kurdî asîmîle bike, kurdên ‘Elewî û Êzîdî jî asîmîleyê Mislumantiyê bike… A wî gavê.

“Jenosîda Ermenan, Jenosîda Dêrsimê”

Taner Akçam, 6ê Gulana 2014an di Rojnameya Tarafê de, bi navê “4ê Gulanê Terteleya Dêrsimê” nivîsek weşand. Di vê nivîsê de Mamoste Taner Akçam, îfadeyên“ Jenosîda Ermenan û Jenosîda Dêrsimê” bi hev re bikartîne.

Li gor qen’eta min, pênasînên wek “Jenosîda Dêrsimê”, “Jenosîda Zîlanê”, “Jenosîda Guewê” ne di cî de ne. îfadeya “Jenosîda Dêrsimê”, vegotineke ku nasnameya netewî ya kesên ku li Dêrsimê bi jenosîdê re rûbirû mane vedişêre. Dikare bê gotin li Dêrsimê jenosîda kurdan, li Zîlanê jenosîda kurdan, li Guewê jenosîda kurdan lê, pênasên wek“jenosîda Dêrsimê”, “jenosîda Zîlanê”, “jenosîda Guewê” ne diyar in.

Netewa ku bi jenosîda Dêrsimê re rûbirû maye kurd e. Lê belê Taner Akçam di nivîsa xwe de peyva kurdê qet bikar nayne. Dibêje “Jenosîda Dêrsimê”. Mamoste Taner, peyva kurdê, tenê, di îfadeya “Tirk û kurdan, li hember ermenên ku zûtir moderin bûbûn jenosîdê çê kirin”de bikartîne.

Kesên ku di jenosîda Dêrsimê de ji holê tên rakirin kî ne, nasnameya wan a etnîkî çi ye? Bersiva vê pirsê nayê dayîn.

Îro li Dêrsimê hin kes dibêjin, “Em ne kurd in, em ji Xorasanê hatine.” Hin kes dibêjin“Em ne kurd in, em ‘Elewî ne.” Hin kes jî hene, dibêjin: “Em ne kurd in, em Zaza ne.” Divê ev îfade çawa werin şîrovekirin. Diyar e ku ev dîtinên han, dîtinê dewleta tirkan, dîtinê kesên ku îdeolojiya fermî dipejirînin in.

Hin Dêrsimî, bi rabirduya xwe re, bi bapîrên xwe re ne lihev in. Îfadeya “Em ji Xorasanê hatin” bi maneya, “Em ne kurd in, em tirk in” tê bikaranîn.

Rêxistinên kurdan yên salên 1960, 1970yan hemû, bi angaşta rizgarkirina Kurdistanê, derdiketin rê. Vegotinên hin Dêrsimî yên li jorê, meriv dikare wek “ji Kurdistanê xelasbûn” jî fam bike. Îfadeya “jenosîda Dêrsimê” ji têgihîştineke wiha re piştgirî dike.

“Jenosîda ermenan”, “jenosîda Dêrsimê” ne têgehên wek hev in. Wek mînak dikare bêgotin “Jenosîda ermenan, jenosîda kurdan.” An, “jenosîda ermenan, jenosîda pontûsan, jenosîda sûryaniyan.” Lê belê, gotina “jenosîda ermenan, jenosîda Çeçenistanê” du têgehên xweş li hev hatî nînin.

Helbet li Dêrsimê jenosîd li ser kurdan tê kirin. Raporên veşanrtî yên ku ji aliyê sazî û hin burokratên payebilind ên serdema partiya CHPê ve hatibûn amadekirin, bi zelalî vê nîşan didin.

Pir zelal e ku li Dêrsimê li hember kurdan jenosîdek ber fireh hatiye kirin. Bi tevî vê, ji kurdîtiyê veqetîn û hetina hin kurdên Dêrsimî ber bi xeta dewletê ve, pejirandina wan a îdeolojiya fermî bi serê xwe pirsgirêkek e.

Jenosîda 1915an, Peywendiyên Kurd-Ermen/Suryaniyan

Recep Maraşli, Nuran Maraşli, 10ê Gulana 2014an, li Berlinê, sempozyumek bi navê “Jenosîda 1915an, Peywendiyên Kurd, Ermen, Asûrî/Suryaniyan; Berpirsiyarî û Rolên Civakî” li dar xistin. Teblîxên ku hatin pêşkêşkirin, di malpera gelawej.netê de hene. Ez dixwazim behsa hin teblîxên vê sempozyumê bikim.

Teblîxek Abut Canî bi navê “Çîroka tunekirinek, di dîrokê de û ji Seyfoyê ta roja me Suryanî” heye. Di vê teblîxê de, behsa rola kurdan a di jenosîda Suryaniyan de tê kirin. Dikirpîne ku ev rol nikare tenê wek “tetikvanî”yê bê hesibandin, belbî têgiha “hevkarîtî”yê têgiheke dicîdetir e.

Teblîxa Erdem Ozgulî bi navê “Fonksiyona jenosîdê ya siyasî û çandî di herêma Dêrsimê de” ye. Hovsep Hayreni, teblîxek bi mijara “Di rûbirûbûna bi 1915an re de, metirsiyên kurdan û kartêkirinên wê yên neyînî bo doza azadiyê” pêşkêş kiriye.

Peyama ku Fehmi Berkarnoyî, şandiye sempozyumê jî balkêş e: “Rûbirûbûna bi jenosîdê re, bi qasî ku di berpirsiyariya dewleta tirkan de ye, ew qas jî yek ji berpirsiyariyên girîng yên tevgera kurdan e.“

Khatching Mouradian bi rêya telekonferansê beşdarê sempozyumê dibe, wiha dibêje: “Ermeniyek bi navê Talat, gotiye ku ‘Rêya ‘edaletê di Diyarbekirê re derbas dibe.’”

Xxx

Di 12-15ê Gulana 2014an de, li ser vexwendina Universiteya Artukluyê em wek WÎByê çûn Mêrdînê. Li Mêrdînê me Manastira Mor Gabriel û Dêra Zehferanê jî ziyaret kir. Li Mor Gabrielê, me bi Metropolit Samuel Aktaş re, li Dêra Zehferanê bi Metropolit Saliba Ozmen hevdîtin pêk anî. Tiştên ku Metropolit Samuel Aktaşî gotin pir xemdar bûn. Dema ku ji kitêbxaneyê, ji kitêban behs dihat kirin, hat kirpandin ku manastir di serdemên cuda de hêrîş xwariye, kitêb, berhemên dest xetî hatine talankirin. Manastira Mor Gabrielê, di salên 1915-1919an de, çar sal, di kontrola êlên kurdan de maye. Xwediyên bingehîn ên manastirê hatine raqetandin, koçberkirin, kuştin, li manastirê, bi qasî çar salan, hin êlên kurdan yên li herêmê bi bandor in, bi cî bûne. Êl, di 1919an de, bi zora dewletê hatine derxistin, manastir ji rayedarên suryaniyan re hatiye radestkirin. Di pirtûka ku ji aliyê Yakup Bilge ve hatiye nivîsîn “Manastira Mor Gabriel a Kevneşopiya1600 Salî, GDK , Hezîran 2011, Stenbol,” de jî di vê mijarê de têra xwe agahî hene. (r. 41)

Em wek WÎByê çûbûn Mêrdînê. Îbrahîm Gurbuzê serokê weqfê, Endamên rêveberiya weqfê Îshaq Tepe û Ahmed Onal, endamê desteya şêwirmend Necip Yeşil… em hemû bi hev re çûbûn. Di dema sihbetê de, İshak Tepe got ku li hember neheqiyên Osmanî û Komara Tirkiyeyê kurd û suryaniyan bi hev re tekoşîn kirine, divê ji niha û pê ve jî wisa be. Metropolit Samuel Aktaşî got “Wan em qedandin hûn man…”

Xemgîniya di dengê Samuel Aktaşî de, melûliya dengê wî, tevgera bedena wî, îfadeyên ruyê wî… bi zelalî kûrahî û berfirehiya jenosîda suryaniyan der dixist holê. Melûliya dengê wî, tevgerên bedena wî, îfadeyên rûyê wî, tevgerên dest û piyên wî, ji peyvan diyarkertir bûn, bêtir bitesîr bûn.

Werger: Ahmed KANÎ

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.