Ji bo bîranîna şêhîd Mele Saîd “Qazîyê Kurdistanê”(3)
B. Nikitin di gotara xwe de dibêje dibe ku, reşbînîya Mele Saîd a di derheqa Şêxan de rast be. Şêx bi lez waz ji xebatên xwe olî tînin, destpêdikin dewlemend dibin û ferqa wan axayan namîne. Şêx wekî baron û keşîşên çerxa navîn dijîn.
B. Nikitin di dewama gotara xwe de li ser çalakîyên şoreşger ên Şêx Ubeydullah Nehrî (Bavê senator Şêx Abdulkadir)radiweste û dibêje Şêx ji bo Kurdistana serbixwe beşek ji Azerbeycanê dagirkir û di dawîyê de jî ji alîyê hevpeymanîya Tirk û Persan ve şikestin xwar. Şerên şêxan di nav xwe de û ligel Tirkan gellek caran Kurdistan dikir gola xwînê. B. Nikitin bala xwendekaran dikêşîne li ser çîrokek kurdan bi nave “Hikayeta Çakî Serê Kurdan Şikandîye”. Wisa dîyare , ku ev çîrok a
Mele Saîd e. Li gor agahdarîyên ku Mele Saîd dane B. Nikitin beşek ji Şêx û Axa xelkê welêt nînin û Kurdnijad jî nînin, lê ji naîftî û mêvanperwerîya xelkê sûd werdigirin û ji bo berjewendîyên xwe ên taybetî kartînin.
Di destnivîs an jî çîrokek Mele Saîd de qala Şerê Şêxên Nehrîyê û Şêxên Barzan wisa tête kirin : “Alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî roj bi roj zêde dibûn. Hozên Guîrdî, Mizûrî, Şîrwan û Zebarî desthilatê wî nasdikirin. Şêx Ubeydullah Nehrî ji hêzbûna Şêx Abdulselam Barzanî tirsîya. Şêx Ubeydullah Nehrî bi hêzek jî hemû hoz/eşîretan pêk hatibû komkir û êrîş bir li Guîrdîyan. Wî hemû alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî belawkirin û hinek jî ji wan kuştin. Ji wir çû li ser Şirwanîyan û ligel wan jî wekî Guîrdîyan helwest nîşan da û paşê jî çû li ser Mizûrîyan……………”
Di derheqa şerên di navbera Şêxên Nehrîyê û ên Barzan de heta niha min gellek tişt nebihîstibûn. Ligor agahdarîyên Mele Saîd, ku dabûn B. Nikitin şerên xwînavî peydabûne..!!!
Alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî roj bi roj zêdebibin û di dawîyê de Şêx Abdulselam wek Mehdî dibînîn û jê re dibêjin: “Ya Mehdî, rabe em êrîşê bibin li ser Şamê û tu ê li vir gellek alîgiran peydabikî.. Paşê em ê êrîşê bibin li ser Stenbolê û Stenbolê jî dagirbikin. Tu ê bibî Xalîfe!! Sultanên Osmanî mafên wan ên Xalîfetîyê nine û ew zordar û despot in.”
Piştî koça dawîyê a Şêx Abdulselamê Yekem, Şêx Mehemed bû cîgirê wî. Ligor agahdarîyên Mele Saîd Şêx Mehemed pir xwendewar nebû û peltek bû. Li Kurdistanê ji meleyên wisa re digotin “Nîvmele” . Şêx Mehemed jî destpêkir alîgirên xwe perwerde kir. Alîgirên wî jî roj bi roj zêdedibûn. Şêx Mehemed heftê du cara, roja sêşem û înîyê alîgirên xwe(jin û mêr) li gundê Barzanê komdikir û ji wan re tevecuh dikir. Li ba Kurdan ev kevnoşop wisa ye, ku şêx di nav alîgirên xwe de rûdine û destpêdike qala secera malbata xwe û olzaya xwe dike. Hemû alîgirên wî jî dest bi zikrê dikin.
Piştî ku Şêx Ubeydullah Nehrî ji alîyê Rumîyan ve jib o Hîcazê hate sûrgîn kirin, desthilata Şêx Mehemedê Barzanî jî hêzbû. Piranîya axayên hozên deverê desthilata wî naskirin. Alîgirên Şêx Mehemedî destpêkirin Şêx Mehemed wekî Mehdî ditîn. Ligor wan di Hadîsê de jî hatîye navê Mehdî Mehemed e. Ji bo vê yekê jî digotin “Şêxê me Mehdîyê rasteqîn e.” Li wê demê Şerê Pîroz li dijî Musilê destpêkirin û gellek kes jî hatin kuştin.
Di wextê de Meleyek hebû bi nave Mele Perrîss
ay, kesekî zana û têgihîştîbû. Mele Perrîssay di nava hoza Zebarîyan de wekî kesekî birûmet dihat nasîn. Peywandîyên xizmayetîyê ên Mele Perrîssay ligel Zebarîyan hebû.
Alîgirên Şêx Mehemedî Mele Perrîssay girtin û bi şiklekî hovane kuştin.
Di vê derê de B. Nikitin dibêje dab û nêrînên Kurdan ji sala 1885 ve heta niha gellek guherîn li ser da hatine.
Di navbera Şêxên Barzan û Şêxên Becîl de şerekî xwînavî destpêdike û Şex Mehemed Sidiqî Nehrî dikeve navbera wan ji bo aşitîyê. Wekî tê zanîn Şêx Mehemed Sidiq Kurê Şêx Ubeydullah Nehrî û brayê Şêx Ebdulqadirê şêhîd e..
Dom dike..