Skip to main content

Mirina Nebî Kesen bû sedema xemgîniyê | Zekî Özmen

Mirina aborînas û nivîskarê kurd Dr. Nebî kesen kurdên li Almanyayê dijînkir di nava xemgîniyê de. Nebî Kesen ku ji kurdên Anatolyaya Navîn e û di sala 1963an de li Cihanbeyliya girêdayî Konyayê hatibû dinyayê, piştî darbeya leşkerî ya 11ê êlûna 1980an ji ber sedemên siyasî ji Tirkiyeyê koç kir.

Nebî Kesen şevtira din piştî qiryana dil pê ket, birin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da. Di vê navberê de hevjîna Nebî Kesne, Irmgard Schaefer-Kesen û kurê wî Serko Schlichting bi rêya e-maîlê hem mirina wî ragihandin û hem jî tika kirin ku ji ber xemgîniya ew tê de ne tikes niha bi telefonê li wan negere. Hêjayî gotinêye ku Nebî kesen yek kêm ji nivîskarên kurd e ku bi taybetî di nivîsên xwe de cih dida pirsgirêkên kurdên li Almanyayê dijîn û di nava hewldana nêzîkirana saziyên kurdan ên li vî welatî de bû.

Yekîtiya saziyên kurdên Almanyayê daxwaza wî bû

Herî dawî di hejmara 41. a rojnameya Rûdawê ya çapa Ewropayê de Nebî Kesen di derbarê hevkariya saziyên kurdan ên li Almanyayê de wiha axifî bû: "Hevkariya YEK-KOM û Komakarê wê roleke pozîtîf li ser kurdên Almanya bilîze. Mimkûne ku li ser van rêxistinan û bi saziyên din re û bi piştgiriya kurdên li der rêxistinan li Almanya rêxistinek hemû kurdên li Almanya bê avakirin. Bo daxwazên kurdan rêxistinek wek Konseya Navend ya Yahudiyan (Zentralrat der Juden) yan jî Cîvata Tirk li Almanya (Türkische Gemeinde in Deutschland) pêwist e.

Bi hezaran kurdên li Almanya endamê YEK-KOM yan jî Komkarê ne. Eger vev federasyon bi hev re kar pêk bînin, kurdên li der wan jî wê piştgîriya vê yekê bikin. Bi vî awayî rêxistinek bo civata kurd li Almanya mimkûn e. Wê demê jî sîyaset û îdareya Almanya wê bizanibin ku civata kurd li Almanya xwedî rêxistinek e di nava yekitîyê de ye. Bandora koçberên kurd li ser hikûmetan û partiyan bi rêxistinek wisa mezin wê pirtir be. Belavbûna rêxistin û şexsîyetên kurd yek sedeme ku mîlyonek koçberên krd li Almanya hîn bi fermî nayên qebûl kirin."

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.