Piştî Roboskîyê
Li ser pêşnîyara hevalekî ji malpera Newroz.Comê min dixwest car û bar ji bo malpera navbirî bi Kurdî binivîsim..
Sala nû dikaribû, bibe destpêkeke baş ji bo min.
Lê sed heyf û mixabin sala nû ji bo Kurdan baş destpênekir.
Wisa jî ji bo min.
Du roj li pêş destpêka sala nû nûçeya tevkujîya 35 gundîyên Roboskîyê ji alîyê artêşa Tirk ve hat.
Tevkuşîyaa Roboskîyê bi plan û bi zanebûn hatibû lidarxistin û cihbicihkirin.
Tirkan hewl da tevkujîyê veşêrin û an jî bi şiklekî din nîşanî raya giştî bidin. Lê planên dewleta Tirk nemeşîyan û vala derketin.
Kurdên welatparêz ên hemû cîhanê dengê nerazîbûna xwe beramberî vê karesatê bilindkirin û dewleta Tirk tawanbar kirin.
Navê gundê Roboskîyê jî çû li nav navên tevkujîyên din ên Kurdan...
Pîştî vê karesatê gellek ji Kurdên me daxwaz ji hukumet û karbidestên Tirk kirin, ku ji bo vê tevkujîyê daxwaza lêborînê ji gelê Kurd bike..
Hukumet û artêşa Tirk bi yek dengî û pêkve li dij vê daxwazê rawestîyan...
Kuştarker, tawankar û Kurdkujên Tirk wekî hertim tawanên xwe parastin û qurbanîyên karesatê wekî tawanbar nîşandan..
Heke wisa nebûya, piştî tevkujîya Roboskîyê divîya serwezîrê Tirk û berpirsê yekem ê serpereştîya giştî a artêşê dest bi kar bikişandana...
Heke karesatek wisa li welatekî demokratîk bihata holê, karbidestên wî welatî yekser dest ji kar dikêşandin.
Lê, em li welatekî dagirkirî wekî Kurdistanê dijîn... Di dîroka me de bi hezaran Roboskî hene... Bi tenê di vî şerê dawîyê de hezaran gundên Kurd hatin wêrankirin.. Her rojên Kurd Roboskî bûn...
Sedsala bîstan, sedsala nijadkujî û olkujîyê bi destên Tirkan bû... Sedsala qir û terteleyan bû..
Heta niha ji bilî Kurdan ol û neteweyên din dikaribûn komkujî û tevkujîyên li dijî wan hatine kirin, bidin nasîn..
Di pêvajokê de gelleki jî pêşketine.
Lê sed heyf û mixabin Kurdan heta niha rêzên xwe yek nexisiye û hêj jî xwedanê bernameyeke netewî nînin.. Hêj jî Kurd dujminkarîya hevdu dikin. Dujminkarîyeke wisa ye, mêjûya wê diçe ji bo hezaran salan.. Piranîya hêz û kesên sîyasî ên Kurd hewl didin ligel dewleta Tirk rêkbikevin. Bi giştî jî sînorê dewleta Tirk, serwerîya wê û desthilata artêşa Tirk nasdikin.. Lê ligel hevdu wekî “agir û neft”in.
Hebûna dewleta Kurdkuj li Kurdistanê nasdikin, lê hebûna hevdu nasnakin.
Dewleta Tirk di sedsala dawîyê de li keleka komkujîya nijadî, çandî htd bîrkujî jî cihbicih kir.
Tirk di vê prosesê de heta radeyekê jî serketin.
Bîra hevbeş a Kurdan birîndar e.
Neteweyeke dabeşkirî û bê bîra hevbeş di destê reberên sîyasî ên kor û rewşenbîrên kerr û lal de nikare daxwaza mafên xwe ên rewa bike.
Heke serokê Kurdan bi navê Kurdan daxwaza lêborînê ji malbatên leşkerên xwînrêj ên Tirkan bike, di destpêkê de dewsa qurbanîyan û celadan hatîye guherin.
Me wisa bawer dikir ku, Kurdkujên Tirk daxwaza lêborînê ji Kurdan dikin û heke Kurd jî bixwazin û amadebin ên wan dibexşînin....
Lê wisa nîne.
Ez ditirsim, Kurdên me di demeke kin de gundê Roboskîyê û zarokên wê jî bîrbikin...
Hêvîdarim ku wekî berê nabe!!!