Skip to main content

DEWLET ÇÎYE ŞAMÎL TAYYAR Çİ DİBÊ?

Dewlet çawa derket holê? Îro çîye? Gelê Anatolîa û Kurdistanê bo çi tê xapandin? Mîrov dikarê pirsên xwe dirêj bike. Armanca min dirêjkirina pirsan nîne. Çawa tete gotin bona dewletek modern çend stun pewîstin; a-axek, b-neteweyek hun bêjin gêlek, c-aborîyek serbixwe, d-peywendîyên panavan ku gel bi hevra dişidirînin. Gor marksîstan dewlet; serdestîya çînekê ya ser çînên dine. Gor Bakunî dewlet; belayê sere gelekîye pewîste bona serbestî û azadîyê ji hole bête rakirin. Ji van hemu salixdanan mîrov dikare parçekî rasteyetîyê ji bona xwe hilgirê. Di vê cîhyetêda salixdanek sedarsed rast anjî şaş tune. Gor van hemu salixdanan û tecrubeyên xwe ez dikraim asan çend nişêtên dewletê yên din bidim dîyarkirin: li welatekî dewlet çiqas xwit û dest bi ço dibe gelê wî welatî ewqas dinalê, dewlet çiqas sist be gelê wî welatî ewqas azad dibe. Dewletên ku leşkerekî mezin xwedî dikin, xwedî gelekî neçar û belengazin, deweletên mezin hebuna xwe li ser tirs û xofê avakirine, zmanê dewletekî ji gel çiqas durbê advokat, parêzkerên dewletê û ruspîyên dewlete ewqas zede pere qezenc dikin, bona perwerdekirina wan jî komek serdestîra pewîstî dibe. Bona komekê jîyanek bê dewlet dibe feqet dewletek bê kom nabe. Dema dewlet qerz(deyn) dike ji gel napirse, dema kata şundadayîna qerz tê, dewlet barê qerz dihêrifînê ser pişta gel. Dema navê dewletê mîrovek tête kuştin zagon cîh tê, dema mîrovek alîyê mîrovekî din va tête kuştin dibe kuştdarî û xwînxwerî. Dapîra min dogot: „di jîyanê da yên ku ji destên wan tu tiştek nayê dibin mêşên derdora qwîna dewletê“. Ji bi damezrandina Komara Tirkîyayê heta îro li Anataolîa û Kurdistana Bakur dewlet; leşker bi xwe bu, hemu organên din ji leşkerîyêra aksesuar bun. Gotînên Süleyman Demîrel bona dewletê, ji binî da ne rast bun, wî digot “ destdarî digorin, tên û diçin feqet dewlet her tim dimîne”. Min dibêjim dewlet jî weku mîrovekî ne; tên dinyayê û diçin, dema kata mirina wan hat qe tu quwetek nikare wan rizgar bike, ew jî dimirin. Hemu dewlet li ser xwîn rijandin û barbarîyê avabune vî awayîva hemu dewletxwez “barbarin”, ez bi xwe jî nava wan barbaran dame. Rindîyê ra rindî barbarîyêra barbarî…………

Rojnemevan û endamê Parlemena Tirkîya Şamîl Tayyar li ser ser rêxirawa “Ergenekonê” pirtukek neşîr kir. Mixabin pirtuk hîna negîhişt destên min, hinek bêşên pirtukê hatin neşîrkirin. Şamîl li vir gor xwe peywendîyên Rêxirawa Ergenekonê û Fişok tine serê zman. Parezkerê Dewletê yê leşkerî Bakî Tuğ li ser daxwezîya Serokleşkerê Giştî yê II. Turgut Sunalp yê wê katê çawa Fişok daye berdan tine sere zman. Gor wî di wî katî da Org. Turgut Sunalp Bakî Tuğra telafun dike û berdana Fişok ji wan dixwaze, dibêje Fişok mefeyê meye, wî berden. Li ser vê daxwezîya Org. Turgut Sunalp Fişok (Abdullah Öcalan) tete berdan. Gor wî eger wê katê da Fişok hemwelatîyekî normal buya, nidikarîya bête berdan berku suçê wî “mezin” bu. Mîrovê reş û tarî qartîpozê dojê Bakî Tuğ demek kwirt da bersiva Şamîl Tayyar da, gote ew gotin ne rastin, tiştekû wusa tune bu û nabejî, ew durajî rê nîşan dide rîya vekirina koçanên MÎT, Leşker û Polîs. Bi vî şiklî Qartîpozê Dojê Bakî Tuğ dixweze xwe bigehîjîne cîhyekî za. Şamîl Tayyar bi şiklekî weku mebusên BDP yê dewletê diparêze. Ew xirawîyan dike ser pişta Rêxirawa Ergenekonê, mebusên BDP yê hemu xirabîyan dikin li ser pişta Dara AKP. Eger mîrov qwûr dinerê; navîdarîya wan paraztina dewletêye. Dewleta dagirker ya Tirk bi şîwekî tête paraztin. Bo min ferqa Hesenê Keçel û Keçel Hesen tune. Yên ku paraztina dewleta Tirk ya dagirker dikin karê xapandina gelê Kurdistan û Anatolîyayê didin berdewamkirin.

Dewleta Tirk ya dagirker yekhemcar Leşkere, dura MÎT, Polîs, Parlemento û Partîyên Parlementoyêne. Di binda pîlên dewletê hene, ew dibistanin, danîşgahne, dadigehne, nexweşxwene, bacxwene û rêparêzxwenene. Dewlet ji Gwurvanekî bigirin heta serokdewletekî dikişe jor. Dewletên curebicur hene, hinekanda dar di destê destselayedarên hilbijartî û di destê parlementoyêdaye. Di Komara Tirkîyêda dar her tim destê leşkerîyêdabu, organên din yên weku parlemento, dadigeg, danîşgah… leşekrîyêra aksesuar bun. Leşkerîyê gor kefa xwe ew digorandin û reng dida wan. Ew hemu bi hevra sektorekin: Sektora Kemalê Selanîkî. Systema wan li ser tirs, xof ked û xwînmijîyê avabuye. Gel jî dixwezin gor mislehetên xwe perwerde bikin û di bin lepên xwe da bêlin. Ji damezrandina Komara Tirkîya heta îro gel bi psîkolojîya berlepîtîyê hatîye perwerdekirin. Li Ewropa faşîzmê 1933 şûnda gav bi gav dara xwe avakir. Ji 1938-1945 Dara Faşîstên Alamanya Ewropa girt bin bandura xwe, êrişek mezin berda ser Dewleta Yekitîya Sovyetê. Dura wan şikestik mezin xwerin û dara wan bu hurûhewar. Ji 1945 virda gelên Ewropa her alîva dijî felsefa faşîzm û nijadparezîyê şerekî dijwar dan. Dixwezin îdeolojîyek wusa carek din serî nede û nebe bela serê wan. Mixabin bingehya Komara Tirkîya bi îdeolojîya nijadparezîyê hate danîn, ango hevîrê wan serî da faşîzm bi xwe bu. Lê belê gor Alamanya û Dewletên Ewropa yên din ferqek wan heye. Faşîzm 1923 virda Anatolîa û Kurdistana Bakur li ser darêye. Gelên van welatana bi dara faşîzme tên îdarekirin. Hebuna parlementoyê û partîyên curebicur zede tiştekî nagore. Ew dune jî aksesuarê leşkerîyê bun îro jî disa aksesuarên leşkerîyêne. Berdên dewletê cîhyê xwe ne û heta naha tu darselayederêkê ew cîhyên xwe nelivandine. Li paş tekçuna Dewletên Yekitîya Sovyetê, avabuna Yektiya Ewropa û gorînen Rojhilata Naverast dubendiyêk mezin keti nava dewletê; perrekî dixwest dijî Emrîka û Ewropayê li gel Urizîstan û hinek Komarên Sovyeta kewnd polek sîyasî ya nu ava bike, perrê din dixwest nezîkî Yekitîya Ewropa bibe, Emerîka û Natoyê ra dost bimîne û pêşvigarîya Dewletên Îslam dest xwe bixîne. Îro ji perrên yêkhem hinek, bi navê Rêxirawa Ergenekonê sicinkirînê. Hinek ji van heta naha şik û sirrên mezin pey xwe hiştin û hundirda sicinkirî mirin. Di rojên ber meda jimara mirîyên perrên girtî zedetirîn bin. Ew mirin bi mirina Kaşif Kozinoğlu gîhiştin tiltilek nu. Fişok ji dikare bi vî şiklî ji holê bete rakirin. Ango dewleta dagirker perrekî xwe dixwe. Hinek ji „Kara Murat“an bona diwaroj û berdewamkirina dewletê tên kuştin, hun bêjin tên qurbankirin. Jimara yên ku bona kuştinê rêzêdane ne kême… Ew dikare bibe sedema şerekî navxweyî. Bona hinek xwendewanan dikarê paradoks dîyarbike; mixabin dî vî katî da gelek grubên Çep, CHP, MHP, BDP û gruben sîyasî yê netewî yên din yêk perrin, AKP serbixwe ji perreke. Her du per jî bi metodên xwe dixwezin jîyana dewleta dagirker ya Tirk berdewam bikin.

Şamîl Tayyar bi pirtuka xwe ya dawîyê nişterek piçuk peywendîyên dewletê û Bizuteweya Kurdistan xist. Tayyar dixweze xirab bun û qîrêjîya dewleta dagirker bi çen generalan û mîrovên tarî yên weku Fişok û Bakî Tuğ ron bike. Bi vî şiklî qe tu tiştek aşîkar nabe. Şamîl Tayyar û partîya wî naha serdarin, „destseleyadarên“ dewletê naha ewin eger pîçek mîrovetî lay wan heye ew hemu koçanên dewletê vedikin. Arşîvên leşkerîyê, MÎT, polîs û arşîvên rexirawen jêrzemînî yên dewletê vedikin. Heta naha li ser kirinên Rêxirawa Ergenekonê (dewlet bi xwe ye) gelek tişt hatin gotin feqet li ser pîlên wan yên nava Kurdan tiştek nehat gotin. Bi vî şiklî kirinên dewleta dagirker ya Tirk li Kurdistanê tên paraztin. Dara AKP perrê Ergeneokê ya nava Kurdan gor xwe dixweze nuva organîze bike û bona Kurdan alternatîvekî nu derxîne. Di dilê Şamîl Tayyar da çi heye ez nikarim weku remildarekî bizanim, feqet bi kirinên Dara AKP dîyare ku, dewleta Tirk bona Kurdan pey alternatîveki nuye. Anatolîa û Tirakyayê mîrovbun di daxwezîya cêhbuna Kurdan û dewletbuna wan va derbaz dibe. Qencîya herî mezin ji gelên Anataolîa ra cêhbuna Kurdan û dewletbuna wane. Balam eger bi kwirtî bete gotin Dara AKP û bi navê Kuran BDP bi polîtika xwe dijî gelên Kurdistana Bakur, Anatolîa û Tirakyayê namerdîyek mezin dikin. Berku ew bona berdewamkirina jîyana Komara Tirkîyayêne. Problema wan bi rastî bi navê dewletêra, ala dewletêra û bi „sînorên mîsak-i mîllî“ ra tune, ew jî bi şîvekî din dixwezin bixwin. Şamîl Tayyar bi qîrêjîya Fişok û hinek deq û dolabên leşkerîya Tirkîya nikare hemu xirabîyan bike ser pişta me. Ez bi xwe Kurdistanek serbixwe dixwezim û bawerîya min ewe ku; lasera (lehîya) azadîya Kurdistan hemu qîrejîyan bide ber xwe, bibe û Kurdistan pak bike. Ji bona pêçuna Kurdan li pey Fişokekî bila kesek nereqise û avê li ser dîlê xwe da bernede, hîna gotinên me hene…….

Bîşar Norşîn
23.11.2011

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.