Cizîra Binxetê û Şêxên Oldariya Misilmantiyê
Dema ku Şêx Maşûqê Xiznewî hat revandin û kuştin, Qamişlo bi bûyera kuştina wî a trajîdî re li hev ket û hat hejandin.
Dema ku Şêx Maşûqê Xiznewî hat revandin û kuştin, Qamişlo bi bûyera kuştina wî a trajîdî re li hev ket û hat hejandin. Hingî kurê min yê biçûk Celadet (Mîro), ji min pirsî: Yabû! Şêx Maşûk kî bû?! Min lê vegerand, ji mala şêx Ehmedê Xiznewî bû.. Got: Mala Şêx Ehmedê Xiznewî kî ne..?! Di vir de ez mam sekinî û min ji xwe pirsî, çima ez na xepêrim û nivîsekê li dor şêxên Cizîrê û mala şêx Ehmedê Xiznewî berhev nakim..?
Berê jî, min di bîranînên xwe yên zaroktiyê de li gundê Doda, hin nivîs li dor vê yekê nivîsandibûn û misilmantiya Dodayan anîbû ziman. Vêca ji wê nivîsandinê ez ê dest pê bikim.
Di wê biçûkaniya min a gundê Doda de, li gor misilmantiya Dodayan, bandora sê şêxên olîtiya misilmaniyê li wan hebû, anku her beşek ji Dodayan murîdên şêxekî bûn. Hin ji wan murîdên Şêx Behyedîn bûn. Behyedîn birayê şêx Xalidê Zîla bû, yê ku piştî komkujiya geliyê Zîla, Kemalîstan ew sirgûnî Anadola rojava kirin, hingê ji neçarî, hin zarokên wî û ev birayê wî şêx Behyedîn Binxet bûn. Destpêkê, şêx Behyedîn hat Amûdê, Hazdê û dawî li Doda mizgeft û tekiyek avakir û dergehê tobe û tewacê vekir.. Murîdên wî bi pirranî Mehcir û Miqriyên Doda bûn, di gel xelkê gundên Gundik, Tilkêfê û Olçiya bûn. Xelîfeyê wî li Doda Xelîlê Hecî bû, li Gundik Ferhanê Çelebî bû û li Olçiya jî îzzeddîn bû.. Beşek jî murîdên Seydayê Hecî Mûsa bûn, yê ku tekî, hicrik û paytexta wî li gundê (Sîha Mivred) bû, dor 35 K. M başûrî Doda dikeve. Dikarim bibêjim ku malbata min bi tevayî murîdên Seydayê Hecî Mûsa bûn, di gel xelkên gundê Sada. Dodayên mayî bi pirranî murîdên mala Şêx Ehmedê Xiznewî bûn, yên ku paytext û Tekiya wan li gundê (Til Marûf) bû, dor 60 K.M li rojava û başûrî Doda dikeve.. Jixwe hin di gund de hebûn hay û bayê wan ji misilmantiyê qet nebû.
Her êvara înê hin ji murîdên van şêxan ji bo tobe û tewacê xwe kar dikirin û diçûn cem şêxên xwe. Herçî murîdên Seydayê Hecî Mûsa bûn, Hecî Derwêş serkêşiya wan dikir- Hecî Derwêş pismamê bavê min bû- bi pêyatî an bi ker û qantiran ji Doda diçûn ta bi Sîha Mivred. Şevekê diman û adinî rojê dizîvirîn.. Herçî murîdên mala şêx Ehmedê Xiznewî bûn, melayê gund serkêşiya wan dikir, ew jî bi pêyatî an bi ker û qantiran û an bi ereban diçûn Tilmarûf, hin caran diçûn Qamişlo tevlî kerwanê sofiyên mala şêx dibûn û bi wan re diçûn.. Jixwe ta ku şêx Behyeddîn li Doda bû, murîdên wî dihatin Doda, lê piştî ku çû Amûdê, camî û tekiya xwe lê avakir, murîdên wî her în ji Doda û gundên derdorê ji bo tobe û tewacê diçûn Amûdê.. Dema ku murîd ji mala şêx dizîvirîn, nanê Tiberkê ji me re tanîn. Dê û bavê me, ew nan didan me û ji me re digotin bixwin (Tiberka mala Şêx e). Tevî hişkbûna wî nanî, ew nan li ber dilê me zarokan nerm û xweş bû.
Gelek caran li ser bênderên gund an di odeyan de murîdên her sê şêxan diketin qirika hev û din de, hev aciz dikirin.. Her yekî rastî û duristiya şêxê xwe digot, her yekî pesnê şêxê xwe dida.. Me fam nedikir çima şerê hev dikin û her yek pesnê şêxê xwe didî.. Tevî ku şêxê tevan misilman in û tev wek hev yek nimêjê dikin û wek hev yek rojiyê digirin û Xweda li cem tevan yek e û pêxember, Mihemed e?!
Xweş li bîra min e, dema ku mele Xelîl ji gundê Nêf melayê Doda bû, hingî dor 13/14 feqeyên wî hebûn. Wî ji wan re digot Suxte, ew Suxte an Feqe li mizgeftê radizan. Mele Xelîl ew fêrî nehû, serif, tefsîr, mitiq, hedîs, tefsîr û beyan dikirin.. Wan feqeyan di biharî de li ser bênderên gund dixwendin, şopa çûn û hatina wan di nav gîha de wek şivîlekê xuya dikir.. Hin ji wan Feqeyan ji herêma Aliyan, hin ji a Aşîtan û hin ji Serxetê û Serheda bûn.. Xwarina wan li ser gundiyan bû, navê xwarina wan Tayîn bû û gelek caran, nexasim êvara înê wan feqeyan balûte digerandin û qesîde digotin, balûteyên wan wek reqsa hûrizî bûn.
Di wan salan de jî gelek caran Babaderwêş dihatin gund, qewil digotin, li erbana dixistin, di ber re Xelîle li hev dixistin û davêtin ber hev. Me zarokan jî dida pey wan, bi dûv wan de li gund digeriyan, me li wan temaşe dikir û me jî wek wan digot û em bi hev dikeniyan.. Ew Babaderwêş bi keran dihatin, geh cot bûn, geh sê kes û çar kes bûn. Babaderwêş bi rîh û şaşik bûn, şaşikên serê wan zer bû û her yek ji wan tûrek bi bejna wî ve daliqandî bû. Gelek caran di navtara gund de li erbanan û xelîlan dixistin, gundiyan jî, her malekê li gor dewlimendiya xwe tebsîk savar, nîsk an ard ji wan re tanîn û berdidan tûrê wan.. Gelek caran jî hin Seyid li ser keran dihatin gund, bi rih bûn, şaşika serê wan kesik bû, xiştek dirêj û serî tûj di destê wan de bû. Ew Seyid mal bi mal digeriyan, gundiyan jî xêr bi wan dikirin, her pere nebûn, ard û savar didan wan.. Mezinan ji hev re digotin; Xocayê Xizir xwe dike reng û kesmê yekî ji van Seyidan û mal bi mal digere, li hal û rewşa milet temaşe dike.. lê nayê naskirin. Bi tenê ku mirov tiliyên destê wî bigivêşe, eger bê hestî û tev nermik bin, ew Xocê Xizire, Xocê Xizir tiliyên destê wî tev nermikin, hestî di wan de nîne û yê ku wî nas bike, çi jê bixwaze, daxwazên wî pêktîne.
Carekê gundiyekî me ji Doda diçe gundê Xerbkortê, di navbera herdû gundan de newalek kûr bi navê newala Ademo heye. Wî gundiyê ji zilamên gund re digot; ta ku ez giham binê newala Ademo ez ji hawhaw ve ketim û min kes ne bi rêde û li dor xwe nedît. Ji westandinê min xwe da keviya rê, rûnştim û min qutiya xwe vekir ku çixareyekê ji xwe re bipêçim, ji nişka ve min sehkir ku yek ji min re dibêje Elselamueleykum.. Li paş xwe zîvirîm min dît, ku yekî Seyid e, bi şaşik û ciba xwe yê kesik li paş min, ji kera xwe dadikeve.. Hema dicîde min qutiya xwe girt, rabûm ser xwe û lêvegerand: Wey eleykumelselam we rehmetullahî we berekatihî.. Û ez bi ber ve çûm, min destê xwe dirêjî destî wî kir û di dilê xwe de got Xwedê wekîle ev Xocê Xizir e.. Va min ew li vê çolê zeftkir, ez feqîr û reben im, ez ê daxwazên xwe jê bikim.. Lê berî ku ez daxwazan jê bikim, min di dilê xwe de got, ka ez ê destê wî biguvêşim, eger tiliyên wî bê hestî û nermik bin, ew Xocê Xizir e, ez wî bernadim.. Û wiha min destê xwe ber bi destê wî ve dirêj kir, wî jî destê xwe ber bi yê min ve anî, lê hema wî serê tiliyên xwe gîhandin tilyên min û bixar destê xwe kişand, rê neda ku ez tiliyên destê wî biguvêşim.. Bi wê kişandina destê wî re, min jêre got: Ev tu ne Xocê Xizir bî..?! Wî li min vegerand û got: Ê ê ê na.. Min naskir ku ewe ne Xicê Xizire, min jî di derhal de lê vegeran: Willeh tu ne Xocê Xizirî.. Ji werê wê gumana ji min re çêke ku ew Xocê Xizir e. Erê di wî heyamî de min naskir ku Babaderwêş û Seyid jî bi misilmantiyek xurt ve girêdayî ne.
Piştî hilweşandina împeratoriya Osmanî û guhertina wê bi Cimhuriya Kemalî di sala 1923 an de û piştî serhildana şêx Seîdê Palo di sala 1925 an de û bidarvekirina wî û her 47 şêx û axayên Kurdan yên pêre, Kemalistan bi hovîtî berê xwe dan şêx û axayên Kurdan yên mayî; Ji berê ve, girtin, kuştin û sirgûnî Anadola rojava kirin û pêre jî tev tekî, hicrik û dibistanên olî yên wan şêxan girtin.. Vêca, ew şêx û ronakbîrên ku ji ber destê Kemalîstan filitîn û jiyana wan di metirsiyê debû, ji neçarî Kurdistana bakur li paş xwe hiştin û berê xwe dan nav Kurdên Binxetê û bi taybetî bajarê Amûdê yê ku ji kevntirîn bajarê Cizîrê ye û bajarê Qamişlo yê ku nû hatibû avakirin. Ev herdu bajar û Beriya Mêrdînê ji sedê salan ve bi bajarê Mêrdînê ve girêdayî bûn. Wê hingê Binxetê di bin desthilatdariya Fransîzan de bû. Vêca gelekan ji şêx, mele, zanyar, rewşenbîr û axayên Kurdan xwe li bajar û gundên Beriya Mêrdînê girtin û bîr û baweriyên xwe wek ku dixwestin berdewam kirin; Mizgeft, tekî û hicrik avakirin. Ji kesên ku hatin bajarê Amûdê û tevlî Şêx Ehmedê mala Bavê Kal, bira, zarok û pismamên wî bûn, Şêx Ehmedê Kesk (Şêx Ehmedê Qadirî), yê ku di sala 1860 ê de li Kurdistana bakur, wîlayeta Mêrdînê, gundê Darê çêbûye. Bi fermana şêx, mela û axayên Kurdan re hatiye bajarê Amûdê, mizgeft lê avakiriye û dawî di sala 1954 an de li Amûdê çûye ber dilovaniya Xwedê û ew di goristana Amûdê de hatiye veşartin. Seydayê mezin Ubêdellahê Seyda; ku yek ji damezrênerê dibistanên olî yên pêşî ye di Amûdê de, gelekan li ber destê wî xwendiye ku yek ji wan seydayê Cegerxwîn bixwe ye.. Ew bi koka xwe ji Kurdistana bakur, xelkên Hêzanê ye, di pey re, kurê wî Seydayê Fethillah cihê bavê xwe girtiye. Şêx Başîrê Hamidî û kurê wî Qutbeddînê Hamidî; ew jî ji Mêrdînê daketine Amûdê û têde şêxitiya xwe kirine, Şêx Mihemed Sedeqe.. Û ji rewşenbîran yên ku hatine Amûdê; Qedrî Can, Cegerxwîn, Reşîdê kurd, Elyas Efendî.. Her wiha gelek ji Şêx, mele û rewşenbîrên herêma Botan û deverên din jî di rêka Eyndîwerê û Nisêbînê re derbasî sûriyê û Qamişlo bûne wek; Şêx Evdulrehmanê Garisî, Mele Ehmedê Zivingî, Mele Ebdulselam Nacî, Mele Ehmedê Palo, Mele Ehmedê Namî, Mele Tahir, Mele Nûriyê Hesarî, Mele Ebdulqidûsê Cemîlê Seyda, Mele Mihemedê Mele Reşîd..
Şêx Mehmûdê Kalê: Ji mala Bûbê ye, mala Bûbê ji malbatên herî kevnarin di wîlayeta Mêrdînê de. Piştî ku sînor hatiye danîn, ew jî bûn du baş, beşek li Serxetê û yek li Binxetê. Yên Binxetê serokê wan şêx Mehmûdê Kalê bû, paytexta wî li gundê Gaguriyê ye û çend gundên wan yên din jî hene, Gaguriyê dor 25 K. M başûrî Derbasiyê dikeve. şêx Mehmûdê Kalê di sala 1868 an çêbûye û di sala 1961ê de li gundê Gaguriyê çûye ber dilovaniya Xwedê û lê hatiye veşartin. Niha kurê wî Hemîdê Kalê seroketiya malbata Kalê dike. Dibêjin Seyidin.. Di nav gel de cihê rêzgirtinê ne..
Şêx Mehmûdê Qere Qoyê: bi koka xwe ji gundê Qere Qoyê, qeza Varto, wîlayeta Mûşê ye. Ew di sala 1870 î de li gundê Qere Qoyê çêbibû, xwendina xwe a olîtiyê wek tevayî oldarên devera Mûşê di hicrik û dibistanên olî de xwendibû.. piştî serhildana şêx Seîd Efendî, fermanlî bûye û hatiye gundên derdorî bajarê Mêrdînê û di sala 1931 ê de Binxet bûye, hatiye gundê Tilêlûnê. Berî ku Derbasiyê ava bibe. Niha gundê Tilêlûnê, di rex Derbasiyê de ye. Li wir mizgeft û hicrka Feqeyan ava kiriye û li gor rêçika Neqişbendî misilmantî belav kiriye. Di sala 1952 an de li Şamê koça dawî kiriye û di goristana şêx Xalidê Neqişbendî, di beşekî taybet de ku bo wî û malbata wî hatiye terxankirin, hatiye veşartin.
Şêx Mihemed Îssa: Kurê Şêx Mehmûdê Qere Koyê ye, di sala 1924 an de li gundê Qere Koyê çêbûye, piştî serhildana Şêx Seîdê Kal bi diya xwe re hatiye girtin.. Di biçûkaniya xwe de li ber destê bavê xwe xwendiye û bi giyanê kurdperweriyê hatiye xwedîkirin û bi bavê xwe re hatiye gundên beriya Mêrdînê û Binxetî Sûriyê bûye. Li Binxetê dema ku çav bi welatparêzên kurdan wek Mîr Celadet Bedirxan, Hesenê Kurd, Osman Sebrî..dikeve Kurdewariya wî gurrtir dibe.. Berî ku Partî Demokratî Kurdî li Sûriyê damezirînin, wî, li gundê Gir Kundê mizgeft û hicrikek bo feqan ava kiribû û wek bavê xwe rêka Neqişbendiyê dimeşand. Gir Kundê dor 15 K. M başûrî Derbasiyê dikeve, dor 20 feqe an suxteyên wî hebûn, ew fêrî serif, tefsîr, mintiq, hedês û beyan dikirin û wiha nifşekî mezin ji melayên Kurdperwer ji ber destê wî hatine der.
Di gel ku Şêx Mihemed Îssa zanyarekî olî bû wiha jî tekoşer û siyasetmedarekî kurd yê bi rûmet bû, di sala 1957 an de, yek bû ji damezrênerên P.D.K.S (Alpartî) di sûriyê de. Di ber vê partiyê de gelek eş û ziyan dîtine.. Şêx Mihemed Îssa di roja 31.05.2001 ê de li bajarê Hesekî cûye ber dilovaniya Xwedê, li gor wesyeta wî, zarokên wî, termê wî rakirin Şamê û ew di rex bavê wî Şêx Memûdê Qere Qoyê de veşartin.
Yada Hazdê (Şêxa Yadê): Dibêjin; jina şêx Mihemed bû ji şêxên Serheda, piştî kuştina mêrê wê şêx Mihemed, ew binxet bibû û li gundê Hazda mala Cimea, şêxitiya xwe dikir.. Hazdê, nêzîkî Amûdê ye. Sê kurên wê hebûn ji wan re digotin; Şêx Omer, şêx Xetîb û şêx Dawud.
Seydayê Hecî Mûsa: Ji şêxên rêçika Neqişbendî yên naskirî ye, bi koka xwe ji malbata Seyidên Bêcirmanî ye, destpêkê wek xelîfê Şêx Ehmedê Xiznewî meletî li gundên beriya Mêrdînê kiriye, paşê ji ber hin probleman di navbera wî û mala Şêx Ehmed de, wî bi tena xwe rêçika Neqişbendî ji gundê Sîha Mivred belav kiriye û murîd û sofiyên wî bi pirrbûn çêbûne. Ew di sala 1883 an de li Kurdistana bakur çêbûye û di 13 sibata 1963 an de li gundê xwe Sîha Mivred koça dawî kiriye û lê hatiye veşartin. Seydayê Hecî Mûsa ji şêxên Kurdperwer bûn.
Şêx Îbrahîm Heqî: Ji şêxên rêçika Neqişbendî yên naskirî ye. Ew kurê şêx Hisênê Basret e. Bav û bapîrên wî şêxên mîrekên Botan bûn. Paytexta wan li Kurdistana bakur, herêma Botan gundê Basret bû. Şêx Îbrahîm Heqî, di sala 1893 an de li Basret çêbûye, piştî serhildana Şêx Seîd, ew jî wek gelek şêxên Kurdan ji Kurdistana bakur mehcir bûye û çûye Îraqê, gundê Til Ebû Zahir, li ser peravê çemê Dicle û kurê wî şêx Îdnan li wir çêbûye. Paşê di sala 1937 an de hatiye Binxetê, gundê Hilwa, li wir mizgeft û tekiya xwe ava kiriye. Şêx Şêx Îbrahîm Heqî di sala 1963 an de li Hilwa çûye ber dilovaniya Xwedê li lê hatiye veşartin. Di pey re kurên wî şopa wî berdewam kirine, ji wan Şêx Îdnan Heqî, yê ku di sala 1931 ê de li Îraqê, gundê Til Ebû Zahir çêbûye, xwendina xwe di zankoya Ezher de li Misrê bi dawî aniye û hêjî li ser şopa bav û bapîrên xwe dimeşe.
Seydayê Mele Îbrahîmê Sofî Evdo yê Tinatî: Bi navê şêx Îbrahîmê Tilşiîrê jî tê naskirin. Wî jî li Tilşiîra Aşîta hicrik ava kiribû, dor 34 feqeyên wî, ji gelek cihên Kurdistanê hebûn. Ew li ser rêka Neqişbendî diliviya, pêwendiyên wî bêtir bi mal şêx Îbrahîm Heqî re xweş bûn. Seydayê Mele Îbrahîm, di sala 1885 an de li Kurdistana bakur hatibû dinayê, di sala 1956 an de li Qamişlo çûye ber dilovaniya Xwedê û li goristana Qidûr Beg hatiye veşartin.
Şêx Reşîdê Dêrşewî: Şêx Reşîdê Mihemed Nûriyê Dêrşewî di sala 1897 an de li herêma Botan, gundê Şaxê, ku seyrangeha mîreên Botan bû çêbûye. Di gelek dibistanên olî yên herêma Botan û bajarê Mûsilê de xwendiye. Piştî serhildana şêx Seîd û fermana şêxan, ji neçarî herêma Botan li paş xwe hiştiye û di Eyndîwerê re derbasî sûriyê, qeza Dêrikê, gundê Rimêlana Şêx bûye û bûye ji akinciyên wê. Û ji gundê Rimêlana Şêx, şêxitiya xwe di herêma deşta Hesinan, Koçerên Mîran û Aliyan kiriye; problemên xelkê çareser kirine, mizgeft ava kirine û xêr û xweşiya xelkê xwestiye. Di sala 1976 an de çûye ber dilovaniya Xwedê û ew gundê wî Rimêlana Şêx, di goristana ku taybet bo wî hatiye çêkirin di bareşî gund de hatiye veşartin. Niha kurê wî Şêx Mihemed Nûrî şopa wî dimeşîne.
Dibêjin ku di sala 1961ê de berpirsyarên parêzgeha Hesekê civînek piştgiriyê bo rêjîma Abdulkerîm Qasim dijî şoreşa Barzaniyê nemir li gundê Rimêlana Paşê pêk anîne, di wê civîne de ji şêx Reşîdê Dêrşewî xwestine ku gotinekê di vê biwerê de bibêje.. Şêx wiha gotiye: Ezê wek Xwedê û pêxember gotiye bibêjim; Eger du beş ji misilmanan şer bikin, wan li hev bînin, eger yê xurt û zalim, lihevhatinê nexwaze û zulma xwe nesekinîne, li rex yê mezlûm bisekinin.. Mele Mustefa ne hinkûfê hikûmeta Îraqê ye, ew yê mezlûme.. Û gelek caran jî di nav mele, sofî û murîdên xwe de wiha digot: (Heçî li qewmiya xwe nepirse, bela ji îmana xwe bitirse).
Şêx Ehmedê Xiznewî: Ew damezrênerê malbata Xiznewî ya bi nav û deng e û pêşengê rêçika Neqişbendiye di nav kurdên sûriyê de. Bi koka xwe ji eşîra Elîka (Elîreşka) û Kurdên Binxetê ye. Di sala 1890 de li gundê Xizna a Binxetê çêbûye û xwe bi gundê xwe Xizna daye naskirin. Xwendina xwe li gelek deveran û li Nûrşîn, cem şêxê mezin (Hizret) xwendiye, paşê vegerya ye gundê xwe Xizna. Li Xizna, camî, tekî û hicrikên feqan avakirine û berpirsyariya rêçika Neqişbendî hilgirtiye ser milên xwe û belav kiriye.
Di salên piştî serhildana şêx Seîde de, gundê Xizna, bibû navend ji şêx, mela, feqîr û hejarên ku ji ber zul û zora Kemalîstan direviyan, hingê piraniya wan xwe li gundê Xizna û şêx Ehmedê Xiznewî digirtin.. Her wiha di eynî wan salan de pêwendiyên şêx Ehmed bi axa û welatparêzên Kurdan yên ku ji gundê Dugirê kar û xebat ji bo Xoybûnê û şoreşa Araratê re dikirin, xweş bû û serwextî birîn û kovanên welatiyê xwe yên Serxetê bû. Hin dibêjin ku bibû yek ji endamên Komela Xoybûnê jî. Vêca dema ku fransizan di havîna 1930 ê de, li ser daxwaza hikumeta tirkiyê welatparêzên Kurdan yên ku endamên Komela Xoybûnê bûn, sirgûnî Şamê kirin, hingî şêx Ehmed û çend melayên wî jî, di roja 23.08.1930 î de sirgûnî bajarê Dêrazorê kirin. Piştî pêlekê ji sirgûniyê şêx Ehmed a Dêrazorê, hikumeta fransî destûra vegera wî dan, bi şertê li gundê Xizna ne mîne, dûrî sînorê tirkiyê keve- Ev dûrbûna ji ber sînor, li ser daxwaza hikumeta tirkiyê bû. Hikumeta tirkiyê ji şêx Ehmed û murîdên wî bitirs bû- Vêca divîbû şêx Ehmed cihekî din bo xwe bibjêre, ew cihê nû girê (Til Beerûr) bû, yê ku dor 30 KM başûrî sînorê tirkiyê dikeve. Şêx Ehmed navê Gund ji Til Beerûr bi Til Marûf guhert û careke din ji wir rêçika Neqişbendiyê belav kir. Lê her bi navê şêxê Xizna ma naskirî. Ta ku di adara 1950 î de koça dawî kir û li Til Marûf hat veşartin. Dibêjin carekê Cegerxwîn û Dr. Ehmed Nafiz Zaza kovara Hawarê ji şêx Ehmed re birine û doza alîkariyê lê kirine, şêx Ehmed 700 lîreyên wê hingê daye wan. Bê guman ez şêx Ehmedê Xiznewî ji welatparêzan dibînim.
Ji xelîfeyên şêx Ehmedê Xiznewî:
Sêzdeh xelîfeyên şêx Ehmedê Xiznewî hebûn ew jî ev bûn: Şêx Masûm (kurê şêx Ehmed), Şêx Mihemed Maşûq (kurê şêx Masûm, biraziyê şêx Hizret ji gundê Nûrşîn / Tirkiye), Şêx Mihemed Sedîq (ji gundê Papevankê nêzîkî Elcewazê ye/ Tirkiye), Seydayê Hecî Mûsa (ji gundê Nicim, Tilfaris û Siha Mivred), Şêx Ebdulhekîm (ji Adîyemanê, bû xelîfe li Menzilê, Orfa/ Tirkiye), Seydayê Mele Ehmed (miftiyê Hesekê û xwediyê gundê Miftî), Seydayê Mele Ebdulletîf (ji Amûdê), Seydayê Mele Ebdulrizaqê Hilêlî (li gundê Xalid), Seydayê Mele Salih (li gundê Miêrîkê), Seydayê Hecî Hisên (ji gundê Kertiwênê/ Tirkiyê), Seydayê Mele Cinêdê Botî (xelîfê şêx bû li Heleb û Beyrûtê), Seydayê Mele îbrahîm (li gundê Girê Siwêr), Mele Mihemedê Mele Reşîd.
Piştî mirina şêx Ehmed, kurê wî Şêx Masûm cihê wî digre ta ku ew jî di sala 1958 an de diçe ber dilovaniya Xwedê û li Til Marûf, di kêleka bavê xwe de tê veşartin.
Di pey şêx Masûm re birayê wî Şêx Elaeddîn dibe Şêxê Til Marûf û barê rêçika Neqşebendî dikeve ser milên wî de û wiha ta ku ew jî di sala 1969 an de li Şamê koça dawî dike û li Til Marûf tê veşartin.
Di pey Şêx Elaeddîn re birayê wî Şêx Îzzeddîn bi barê rêçika Neqşibendî radibe. Şêx Îzzeddîn di sala 1925 an de li gundê Xizna çêbûye, di roja 31ê tîrmeha 1992 an de koça dawî kiriye, ew jî li Til Marûf di kêleka bav û birayên xwe de hatiye veşartin.
Di sala 1966 an de çendî hikûmeta sûriyê zor li Şêx Îzzeddîn kiriye ku beyannameyekê belav bike û têde bibêje; şoreşa Barzanî di rêka kufrê de ye û dûrî dînê îslamê ye, lê şêx îzzeddîn razî nebûye û wek wan nekiriye.
Piştî mirina Şêx Îzzeddîn, Til Marûf li hev dikeve, mala şêx dibin du bend û sê bend.. Bendek şêx Mihemed kurê şêx îzzeddîn, bendek şêx Ebdulxenî birayê wî û bendek yên mayî.. Mal û cah dibin problem di nav wan de.. Di wê hingê de rêjîmê jî destê xwe di nav wan de dirêj dike.. Gundiyên Til Marûf jî bi pirbûn dibin Komunist û Beesî û şerê mala şêx dikin.. Hikumetê jî pişta hina digire dijî hina.. Şêx Îzzeddîn jî di wesyeta xwe de kurê xwe Şêx Mihemed wek xelîfe li pey xwe bi nav dike, Şêx Ebdulxenî razî nebû, xwe ji biraziyê xwe heqtir dibîne.. dawî ji Til Marûf bardike diçe gundê Xizna, bal mala Xeyda û ji wir şopa bavê xwe şêx Ehmed dimeşe, lê di cemaweriya xwe de lawaz e. Bêguman destê emiyetê di jihevketina mala şêx Ehmedê Xiznewî de mezin bû.
Şêx Mihemed di sala 1949 an li Til Marûf çêbûye, di roja 22ê çêriya pêşîn 2005 an de li Siûdiya Erebî, di rûdanek trafîkê de koça dawî kiriye. Di wê rûdawê de diya wî, jina wî, keç û kurê wî jî pêre çûne berdilovaniya Xwedê. Bi koçkirina şêx Mihemd re, kurê wî şêx Mihemed Mûtaa cihê wî girtiye û wiha ji sala 2005 an û virde Şêx Mihemed Mutaa kurê şêx Mihemed kurê şêx Îzzeddîn şopa şêx Ehmed ji gundekî di rex Til Bêder de bi navê Til Erfan dimeşîne..
Û wiha ew pilana Mihemed Teleb Hilal pêk hat û niha Til Marûf di ser guhan re hatiye avêtin, bi tenê ew çend gorên mala şêx li Til Marûf mane. Mirov dikare bibêje ku ew festîvalên cemawerî, hevdîtinên mele, sofî û murîdên ku ji Serxet û Binxetê hev û din li Til Marûf didîtin êdî nema ne.
Hêjaye gotinê, di sala 1962 an de dema Mihemed Teleb Hilal serokê emniyeta parêzgeha Cizîrê bû, wî di wê salê de pirtûkek bi navê (Xwedinek di parêzgeha Cizîrê de di warê yasayî, civakî û siyasî de), derxist. Ev şovînist û nijadperestê ereb di vê pirtûka xwe de 12 bend bo bişaftin, erebkirin û nemana kurdan, hejmartine, benda şeşan taybet bi hilanîn û nemana Şêxên Kurda ye ji Cizîrê, dema dibêje:
(6 – Navê şêxîtiyê ji ser şêxên Kurdan rakin û hin şêxên ereb, ji herêmên ereban bînin nav herêmên Kurdan da şêxîtiya xwe di nav Kurdan de bikar bînin).
Erê, ji wê hingê ve wana, şêxên Kurdan bi tavayî û mala şêx Ehmedê Xiznewî bi taybetî wek kelem di nav çavên xwe de didîtin. Beşekî mezin ji hebûna Kurdan di sûriyê de, di hebûna şêxên wan de didîtin û bi hewildan bûn ku Kurdan di Cizîrê de nehêlin. Mala Şêx Ehmed jî xweş nîşan bûn ji hebûna Kurdan re, nexasim ku bi rêka wan Kurdên Serxet û Binxetê hev û din li Til Marûf didîtin û wiha pêwendiyên wan bi hev re berdewam dibûn.. Erê ji wê hingê ve, bi hewildan bûn ku kurdan û mala şêx nema bikin, ta ku vê paşiyê di rêka dubendî û sêbendiya ku ket nav mala şêx de û piştgiriya wan ji bendekê re li ser hesabê benda din, mala şêx ji hev belawela û tarûmar kirin û wek ku Hilal dixwest, ew di Til Bêder û Til Erfan re derxistin.
Şêxê şehîd Mihemed Maşûqê Xiznewî: Şêx Maşûq di salên xwe yên dawî de tekoşerekî kurd bû, wek oldarekî misilman bervedêrî di ber gelê xwe yê Kurd di sûriyê de dikir, bi hewildan bû ku zulm û zora rêjîmê a ku li ser gelê wî dihat meşandin nemîne.. Ew kurê Şêx Îzzeddîn e, di roja 25.01.1957 an de li Til Marûf hatibû dinyayê, di roja 10 gulana 2005 an de li Şamê hat revandin û nebedî bû.. Di roja 1 Hezîrana 2005 an termê wî, li Dêrazorê dane malbata wî.. Ew di goristana Qidur Beg de li Qamişlo hatiye veşartin.
Hêjaye gotinê; sebaretî Kurdên me yên bi ola xwe Êzidî ne, ku di wî heyamî de, gelek şêx, Qewal û Feqîrên wan li Cizîrê hebûn, mirov dikare navê Şêx Nasirê Mîrza, bavê şêx Meqbûl li gundê Otilce di pêşiya gişan de bîne ziman û navê Feqîr Hisê li gundê Til Xatûnkê di pey re.
Konê Reş
Qamişlo, 22.09.2011