Skip to main content

Hêvî Group-Koma Hêvî ya Kurdewarî vebû

Ragihandin Hêvî Group di derbarê vebûna wê de.

Ragihandin:

Hêvî Group- Koma Hêvî ya Kurdewarî piştî xebatekî dirêj û giring hate avakirin.
Hêvî Group – Koma Hêvî ya Kurdewarî di encama kar û xebatekî bîst salan de, bi avakirina kar û projeyên Kurdewarî yên giring û nûjen di 20.01.2011 ê de hate avakirin.
Hêvî Group, komekî proje û karên Kurdewarî yên pêşketî û nûjen e. Kar û projeyên torê, yên çand û hunerî, yên çap û weşanê, yên birêkxistin û destekên aborî ji aliyê Hêvî Group ve têne meşandin û têne pêşvebirin. Her çend tekoşîna Kurdî û kurdewarî ya siyasî û çekdarî di hemî demên dîrokê de bi gelik reng û awayî xwe dabe der û di pelên dîrokê de cî girtibe jî, eve rastiyeke ku di galik aliyê dîtir, teknîkî, çand û hunerî, rewşenî û sazkariya projeyan û gelik aliyên dîtir de li gorî hebûn û çonayetiya Kurdan çendîn pêşketin û nûbûn çêbibin jî kême û valatiyek di vî warî de hertim hebûye. Mixabin wekî ku herkesek dizane û vê yekê di pejirîne, ji ber ku desthilatiyekî tekuz û bi rêk û pêk ya Kurdan çênebûye, di warê zanistî û akademîk de jî li ser van mijaran kurbûnekî mezin çênebûye. Her kesek ji aliyê xwe ve hewil dide ku hindek karên nû, projeyên nû bi afirîne, her kesek ji aliyê xwe ve hewil dide ku dilê xwe di warê welatperweriya xwe de aram bike. Yên ku bi siyasetê, yên ku bi karê nivîsê, yên ku bi karê çapê, yên ku bi karê huner û muzîkê, her kesek dixwaze bi rengekî xwe derbibire. Hêzên siyasî û leşkerî jî, ji ber rewşa xwe û barê xwe yê siyasî ji xwe nekarîne bi berfirehî li ser kar û projeyên dîtir yên çandî, hunerî, rewşenî û zanistî rawestin û pêşve bibin. Bê gûman ji ber ku komar û desthilatiyekî Kurdan ya demdirêj çênebûye jî, piranî mirov vî karî ji hêzên siyasî hêvî dikin û ji ber vê yekê jî afiranderiya kesan di warê kar û projeyên dîtir yên nû de qels dimîne. Eve jî dihêle ku herkesek gazincê xwe bike, û eve di hêle ku ev hêz an jî rêxistin an jî hikumet û desthilatên dîtir yên Kurdan têkevin nava hizirekî wisan de ku eve tenê karê wanaye. Bê gûman eve xelete. Di nava komarên serdema me yên cîhanê de jî, kesên jîr û jêhatî kar û projeyan pêş dixin, rêk û rêçikên wê hene ku komar destek û alîkarî bide. Ev xeletiyekî dûalî di nava gelê me de di nava karmend û rêvebirê me de hatiye jiyandin û tête jiyandin.
Piştî ku her kar û projeyên nû yên ku têne pêşxistin, ji vekirina malperekî hetanî vekirina weşanxaneyekî eger di bin xizmet û sûda gel û siyaseta gel de be, tiştê ku ji siyaseta Kurdî tête xwestin ewe ye ku tenê destek bidin û pîroz bikin. Lê mixabin ev qûtbûn ne tenê îro di gelek demên dîrokê de hatiye jiyandin. Gelik kar û projeyên hatî kirin an kesên ku afirandî bi navê siyasetan afirandiye an jî dema wekî karekî kesane hatiye kirin jî wekî dijberî siyaseta Kurdî derketiye pêş û ji gelik aliyan ve hatiye piştdestkirin. Hêvî Group dixwaze vê rewşê bigûhere. Hêvî Group dixwaze bi kar û projeyên nûjen ve, hevkariya tevayî karmend, dezgeh û kesên Kurdî bike. Bi tenê û bi xeyalên mezin bêgûman ne gengaze ku kesik karibe xizmeta gel bike û karên ku ava dike jî bike nirxê tevayî gel. Ji ber vê yekê jî em dixwazin her dem karên nû projeyên nû bi afirînin, derbênin û vêya jî bi herkesekî re parve bikin.
Hêvî Group-Koma Hêvî ya Kurdewarî kiye?
Em ji komek mirovên Kurd pêk tên. Em komekê azad ya avakirina kar û projeyên Kurdewarî ne. Hindek ji me eve bîst salin di nava proje û karên torê û bisporiya teknîkê de xwedî azmûnin û xwedan gelik berhem û karên mezin yê cîhanî û Kurdî ne. Hindek ji me jî eve bîst salin di nava kar û tekoşîna Kurdewarî de xwedan ked û xebatekî giranbûhane. Navê me navê Kurdî ye û naveroka me jî sedî sed bi Kurdî ye. Em bi taybet karên xwe yên kesane û malbatî jî di rêka karê Koma Hêvî de, di rêka Kurdewarî de bikar tînin. Koma me ne komekî bi sînor û pêşgirtî ye. Di nava demê de dikare bibe koma hezaran kes, ji ber ku ji neha ve karmendên me geheştine 40 kesî, saziyên hevkarê me gihiştine 5 saziyan. Em xebatkarên Hêvî Group ji nava hejariya Kurdîtiyê, ji nava êşkenceyên Kurdewarî, ji nava gûnd û bajarên Kurdistan, ji nava serhildan û raperînên Kurdan, ji nava şer û pevçûnên şevên giran hatine. Heya me ji êş û jan, kêf û şahîya mirovê Kurd heye, ji ber ku em bi xwe ewin. Em bi alîkariya tû rêxistinê, tû saziyê, tû dezgehê, tû komarê, tu hizirekî derveyî Kurdî ne ketine vê rêkê. Em tenê bi hêza dilê xwe yê Kurdewarî ketine rê, lê em hêvîdarin ku em dê di vê rêvingiyê de bi tenê nemînin û em dê karibin ji herkesekî destek bigrin û bibin hevkar. Hêvî Group ne tenê digotin de di kar û kiryarên xwe de jî dê rasterast bi Kurdên çardorê Kurdistanê ve kar bike. Hemî projeyên me dê bi herçar parçeyan ve be û di vî warî de em sînor nas nakin.
Hêvî Group dê çi bike?
Hêvî Group dê her dem projeyên giştî ku tevayî Kurdan peywendîdar dike ava bike û van projeyan bi bêdawî bide jiyandin. Gava yekem ya Hêvî Group an jî Koma Hêvî eweye ku di warê projeyan de bighêje astekî bilind û paşê jî karibe xwe wekî hêzekî aborî birêk bixe da ku karibe karên hîn mezintir rake ser şanê xwe û karibe destekê bide daxwazên karê Kurdewarî. Her kesek ji destekê bêpare, her hunermend, her nivîskar, her rewşenbîr, her helbestvan, her filmger pêwistiya xwe bi destekê heye, desteka teknîkî, desteka reklamê û desteka daringî(maddi). Em dê li gorî derfetên xwe bixwazin ku bibin bersiva van nirxan.
Hemî proje û karên ku em dê bi afirînin û pêşde bibin dê ji bo hemî kesên peywendîdar û kesên ku bala xwe didine ser bêne pêşkeşkirin, yê ku bixwaze dê beşdar bibe yê ku bixwaze dê destek bide yê ku bixwaze dê jê sûd wergirê.
Hêvî Grup hetanî neha çi kiriye?
Hêvî Goroup eve demeke dirêje bi karên parçe û ji hev qût beyî kom tev digeriya. Kombûna van karan bû Koma Hêvî.
Bi salane di warê malpersaziyê de em tevdigerin ku bi taybet karekî mezin û berfireh ji bo Kurdan û ji bo Kurdî pêşve bibin û karibin di warê torê de derfetekî mezin bidin herkesekî Kurd da ku karibe bi aramî malperên li gorî dilê xwe ava bikin û karibin bi zimanê xwe beyî ku li hêviya komar, rêxistin û dezgehan bimînin pêşve herin. Ji ber vê yekê jî berî bi demekê bi navê Kurdhosting me projeyek ava kiribû. Lê em vê projê bi vebûna Hêvî Group ve ji nûvde dest pê dikin û di demekî kin de dê derfet bo herekesekî bête dayîn ku karibin bi hesanî bibin xwedî hostîng û domainên Kurdewarî.
Karê me yê herî giring yek jê jî projeya ku qediyayî û bi salane di meşe, Firoşgeha Kurdî ya li ser torê ye. Firoşgeha me Kurdewari.com eve şeş sale karê xwe dimeşîne. Pirtûk, Muzîk, Film û gelik berhemên dîtir yên Kurdewarî bi rêka Kurdewari.com ji bo çardorê cîhanê têne şiyandin. Û ji sala nû pêve dê gelik muzîkên Kurdî û berhemên Kurdî bi rêka Kurdewarî bo firoşgehên dîtir jî bêne belavkirin. Kurdewarî di sala nû de bi navê KurdFM û Kurdewarî wekî şirketekê li Elmanya carekî ditir hate vekirin.
Karê me yê çand û hunerî an jî wêjeyî bi navê gelavej.com vê dawiyê jî bi navê rewanbej.com têne meşandin. Ev karana jî nûçegerî, wejevaniya li ser torê ye û dê bêhtir bêne pêşxistin.
Karê me yê herî giring ku eve saleke di rojeva raya giştî de û raya Kurdan de ye, Radyoya Kurdî KurdFM e. KurdFM di meha Sibata 2010 ê de li Elmanya dest bi weşana xwe ya ceribandinê kir. Di meha Hezîranê de jî cara yekem wekî bernameyekî Kurdî kete nav bernamegeriya App le û di telefonên App le iphone de bicî bû. Di demekî kin de nêzîkî 15 hezar kes li çardorê cîhanê KurdFm daxiste ser telefonên xwe û eve saleke li çardorê Kurdistan û cîhanê li ser torê tê gûdarkirin. Studioya KurdFm li Elmanyaye lê li her deverê cîhanê karmendên KurdFM hene. Bê gûman ev kare ji bo pêşerojê derfetê projeyên mezintir wekî ajans wekî tv jî çêdike.
Karê me yê ku di dawiya 2010 ê de dest pê kirî Amadekirina konserên Kurdî û danasîna hunermendên Kurd li gelik deverên cîhanê ye. Bi navê KurdFM konsera yekem li Elmanya hate amadekirin. Heşt hunermendên hilbijartî beşdarî konerê bûn û bi vî rengî bi sala nû ve destpêkirina bernameyên zindî yên KurdFM hate pîrozkirin. Hetanî neha nêzîkî 12 karmendên KurdFM li gelik deverên cîhanê hene û ev hejmar her diçe zêde dibe. Her demsal dê konserên KurdFM bêne amadekirin. Li gorî herêman, li gorî zaravayan, li gorî parçeyên Kurdistanê konser têne amadekirin.
Bi sala nû re me karekî nû dest pê kir. Ev jî ewe ye ku valatiyekî mezin di warê produktion û çêkirina muzîkê de heye. Erê mûzîk û sitiranbêjên Kurd pirin lê mixabin di warê produktion û birêkxistina wan de kêmasî û valatiyekî mezin heye. Ji ber vê yekê jî li ser mebesta ku em karibin çand û hunera Kurdî bêhtir pêşve bibin û derfetekî baş bo hunermendan çêbikin. Me Li Sitenbolê û Elmanya Baz Produktion vekir. Baz Produktion ji destpêkê hetanî dawî çêkirina albûma bi rengê professional digrê ser şanê xwe. Ji ketina studio hetanî çapkirina albûman, Baz Produktion pêk tîne. Wekî dîtir jî ji bo hunermendan derfetê çêkirina Kliban, bi taybet li Ewrûpa û paşê jî li Kurdistanê amadekirina konseran Baz Produktion pêk tîne. Yên ku bixwazin Baz Produktion ji wanre dibe Manajer û ji wanre, şahî, dawet, şahiyên taybet dibîne û arî wan dike. Her hûnermendê ku li cem Baz Produktion albûma xwe derîne, ji aliyê şirketa me ya malpersaziyê ve Malperekî professionel, bi rêvebirî û orjînal jêre bêyî tiştek tête amadekirin.

Karên ku emê di dema pêşde bikin jî bila bimînin, hun jî bibînin.
Lê em ji bo pêşerojê dikarin vêya vekirî bêjin ku em bi her kesekî Kurdhez û Kurdperwer re hevkarin û em dê karê xwe hertim bêyî ku em têxin bin xizmeta pevçûn û mebestên pûç de, ji bo gel û ji Kurdewarî bikar bînin.

Hêvî Group- Koma Hêvî ya Kurdewarî navê proje û karên nûjen yê Kurdewarî ye.
Hêvî Group –Hevkarê we tevane

Bi hêviya karên serkeftî û jiyanekî bextewer.

Hêvî Group
www.hevigroup.com
[email protected]

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.