Mîtolojî û diroka „Kurdên resen“ wenda na be !
Weku ku hinek ji we xwandevanên rêzdar dizanin û wisa gelek dîroknivîs jî dibêjin, mîtolojî û dîroka heyî bi dîtin û karanîna nivîsê dest pêkiriye. Lê birastî, gava ez li ser afirandina mîtolojî û dîroka heyî difikirim, ez dibêjim, gelo çima gelek fîlozof, felsefevan, lêkolîner, ilimdar û dîroknivîs timî dibêjin, mîrê mîtolojî û dîroknivîsê pêşiyên gelê Misirî, Yunanî, Ewrûpî ûwd. ne? Û çima ew naxwazin bêjin, mîtolojî û diroka merivan û bi taybetî jî ya şaristaniya mirovatiya li Mezopotamiya yê di zanîn û batiniya di ilmê „Kurdên resen“ û dewlemendiya pêşiyên me “Arî-Mar-Medî” de xwanê dibe ?Belê, eger fersend û delîl di destên hinek dîroknas û lêkolînvanên me Kurd(Êzdî)an de hebûna û me jî bikarîbuna xwe bigihandina ser kûrayiya riknên afirandina cîhanê û şaristaniya mirovatiya li Mezopotamiya yê, me yê hingê bersiva van pirsên li jorê hatine kirin bi hesanî bidana û eşkere bikirina ku mîtolojiya me „Kurdên resen“ di her demê û heta vêga hêjî di nav ilmê xwe de dibêje, Xwedê û Milyaketan (Ezraîl, Derdayîl, Ezazîl, Îzrafîl, Mîkayîl, Cîbrayîl û Şimqayîl) dinya gelekî beriya afirandina Adem de xemilandine. Li goriya ku ez ji dewlemendiya zargotina me „Kurdên resen“ fahm dikim, dewlemendiya civak û ola Kurda ya kevn, serekaniya zanîna afirandina dinya yê, mîtolojiya hemû Xwedanên xwezayê û evdên ku xwe ji bo berjiwendî û hêza desthilatdariyê mîna dînê netewekê dane xwanê ye. Vêca ji bo ku hûn ji van hestên min fahm bikin, de kerembikin binêrin li van çend sebeqên „Qewlê afirandina dinyayê“ ka ew çeweha dibêje:„Qewlê afirandina dinyayê1. Yarebî dinya hebû tarîTê da tunebûn mişik û marîTe zindî kir taze halîÇû nema gul jê barîYa Rebî tu hostayê kerîmîTe vekir rê û derba tarîTu hostayê her tiştîBihuşt çêkir renge bî2. Erd û ezman tunebûn Dinya fireh bê bin bûÎnsan û heywan jî tunebûn Te xak saz kir3. Di behran de tenê hebû durNe dimeşiya,ne dipeşiyaTe xweşruh anî berNûra xakê peyda kir4. Goşt û ruh hatine berNûra çavan lê hate derDest û pê kire leşLê şêrîn kir got û bêj5. Xwedawendê me hostayê rehmanîRê û dergeyê dinyayê vekirHer tişt ji me re deranîBû buheşt erd û avanî6. Xwedawendê me tiştî dinas eDura kasê jêre kir esas eJê peyda kir mêrê xas eGot:"Eve heq nebes e"7. Dur ji heybeta Êzdan hincinîTaqet nekir hilgirîJi rengê însan xemilî Sor û sipî lê hêwirî8. Êzdanê me bi rehmanî Hisin û cemal ji me re anîDestûr da qelemê qudretêEm avêtin nav sira muhbetê9. Hêvên havête behrê,behir pê meyanîDûmanek jê derxwenîÇardeh tebeqên erd û ezman pê nijinîÊzdanê me dur deranî10. Muhbet avête nav eJê peyda kir du çav eJê herikî pir av eAv ji durrê herikîBû rê û bê derî11. Êzdanê me ser behrê gerîÊzdanê me gemî çêkir12. Însan,heywan,teyir û tûCot bi cot li sefînê siwar kir13. Xwedawendê me sefîne ser eSerekî digere çar kinar eSefîne qul bû, av kete ser eMarî dûvê xwe dana ber e14. Xwedawendê me gemî ajotJi kinar ço ber kinar eAjote Lalişe got."heq war e"Siltan Êzî xweşrêber eLalişkurkî beşer eNiha êzdî jê xeber e15. Ya Rebî bang dikim şêxê mezin Çavkanî av jê dizên16. Ya Rebî te dinya çêkir, dinya bixêrÎnsan têda dijîn bi têrşevên reş,şevên tarîCî nema gul jê barî17. Xwedawendê me kerîm û rehman Kire rikin erd û ezmanDa berme ruh û ziman18. Xwedawendê me rebil semed Afirandin heft milyaket Cuda kir dojeh û buheşt19. Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastinMicalê erdê birastin,Nobeta qeza guhastinLi guneh baran bû ruhistin20. Çiqas xwedawendê me dinya kir sefer eSixir dikir dar û ber ePê nijinî riknê mexiber eLalişjor de anî xwar eLalişbû xweşcî û war eLi erdê şîn bû nebat ePê zeyinî,zendî kinyat e21. Xwedawendê me rehmanîÇar qisim ji me re danîPê dilovan Adem nijinî22. Xwedawendê me rehmanî Çar qisim li rûyê dinê danîYek ave,yek nûreYek axe,yek jî Agire23. Xwedawendê me bi rehm eDiyar kir şaz û qidum eHêvênê Adem hevsûr zor tixûm eHevsûr geriya,hat hindave24. Qalibê Adem mabû bê gav eGo:"Ruho çima naçî nav e"25. Xwedawendê me qudret eZeyandî çiqas xuliyaqet eJêra çêkir doje û cinet e26. Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastinMecalê erdê birastin,nebeta qeza rastinJi însan qencîtî xwestin Lalişji ezman dihat eLi Erdê şîn dibû nebat ePê cêyiran çiqas qinyat e27. Xwedawendê me înê kir esas eşemiyê biriye kiras eÇarşemê kir xilase28. Heft sed sal paşhevsûr hat dira nikaseHeft sed salî berî Adem jimar eErdê xiyare negirtî şiyar eHeta Lalişa nûrîn di nav de hinar eÛ bang da ruh hedirî Hat û ço buhirîNûra muhbetê hingivte serîHat û di qalibê Adem de hêwirî29. Xwedawendê me rehmanîKasa sirê ji Adem re anîAv ji kasê vexwar,vejiyaCîda mest bû hejiyaGoşt jê xuwest wê ruhêXîret kete nav serî Xwîn li canê wî gerî30. Adem Xwar ji wê kasêSira kasê xweş lê tê Kerameta kasê gehişte buheştêMilyaketan bi milê wî girt û avêtin buheştê31. Adem ji kasê vedixwar eKerameta kasê pê ve diyar eXak pê nijinî,bû hişiyar eGot:"Ev erd çî xweşe"Giyayê şîn sergeşeRoj roja mêrê keleşe32. Xwedawendê me rehmanî Ji me re keremek anî Dem û dezgehê başdanî33. Hey Ademo rûdinêHer dem bike îmanêXwedawendî em xilas kirin ji tofanê 34. Gelî mirîdan bikin karîXêra qudretê ji jor barîXwe dûr bikin ji neyarî35. Kerameta xwedawendê me hate xwarêErd û ezman didinn xêrêHûn jî bibin xwedanê xêrêQet ji bîr neken vê xeberê “ (Çavkanî 1: Rûpel 15-21)Belê, weke ku di peyvên vî qewlê me Êzdiyan de( hîna gelek qewlên me yên mîna vî hene) jî dibêje, Xweda yê me hemû giyanderên li seran serê cîhanê yeke û ew di nava hemû ol û netewên (mîna : Sumerî, Hurrî, Hattî, Hetîta, Gotî, Mîtanî, Arî, Lulî, Marî, Kassitî, Urartî, Medî, Babilî, Keldanî(Asûrî), Kardukî, Kaldahî, Mecûsî, Mazdayî, Sabî, Zerdeştî, Mervanî, Alevî, Manî, Farizî, Yahudî , Xirîstiyan, Musilman, Hinduyan û whd.) di dinya yê de heyî û li gorî bawerî, ziman û zaravên gelan bi gelek navan (mîna: Hurmuz, Aton, Marduk, Şamaş, Bal, El, Hadad, Xuda(xwe dayî), Xwedê, Padişa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî, Adonis, Ez da, Ezdan, Yezdan, Yazad, Yêzad, Yê ez dayî(Êzîd, Yêzîdî, yêzdî), Xaliq, Tanrı, Allah, Gott, Xwudah û whd.) hatiye bi nav kirin.Û lewma jî em Êzdî vêga hêjî di vê sebeqa Qewl de didine xwanê û dibêjin: “Siltan Êzî bi xwe Pedşa ye,Hezar û yek nav li xwe dana ye,Navê mezin her Xweda ye” (Çavkanî 1: Rûpel 38) Li ser giringiya Çarşema serê nîsanê jî, ez dîsa weke bav-kalên xwe dibêjim, yê temam Xwedê ye û heta baweriya me bi Ezdah(Xwedê) û Xwedanê ku Çarşema Sor afirandiye hebe, mîtolojî û diroka me „Kurdên resen“ jî nayê weşartin û wenda na be !„Çarşema Sêre NîsanêŞixadî Şêxalê Şemsa xweste dîwanêDa qayîm bikin dîn û îmanêEv e îda Kurdistanê.“ Berdewam binêren li çakanî 1 Rûpel:133-140Weke ku ez ji peyv û naveroka van mînakên Qewl fahm dikim, xweya dibe ku ji berê ve û heta vêga hêjî, ji xeynî van bermayên ilm(qewl, dua, beyt, rê, resim, symbol, serpêkhatî ûhwd.) û ilimdarên(qewal, feqîr, koçek, pîr, pêşîmam, alim, xas û qelenderên Xwedênas ûhwd.) Ezdayiyan pêve, hîna tu zane, pisporên mîtolojî, dîrokê û arkolojiyê weke vê mîtolojiya me „Kurdên resen“ xwe weha tam bernedane nav mîtolojî, dîrok û şûnwarên li ser erd û bin erdê de hene. Bi dîtina min û gelek kes ji we jî dizanin ku, me Ezdayetiya xwe ne ji ber mîtolojî û dîroka ku hatî nivîsandin naskiriye. Piraniya mîtolojî û dîroka ku hatî nivîsandin timî li goriya dilê desthilatdar, berjiwendiyên nivîskar û kesên ku dibin hukûmdariya desthiladaran de bûne hatiye nivîsandin.Vêca, bila tu kes ji min şaş fahm neke û ji xwe ne hedê mine ku ez şîretan li tu kesî bikim, lê hêvîdrim ku mîtolojî, dîroka gelên Xwedênas(Ezdayî) û bi taybetî jî agehdariyên li ser wêje û şûnwarên civaka me Kurdan ne li goriya wan çavkanî, berhem û dokumentên desthilatdar, mîrek û xanedanên ku Kurdîstan bi darê zorê dagirkirine, bêne ragehandin û nivîsandin. Çarşema serê nîsanê ya ku Xwedê afirandina dinyayê tê de “kir xilase”, li hemû bawermendên Ezdayetiyê û Kurdistaniyan pîroz be !Kemal Tolan11.04.2009Çavkanî:1 Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Perî, Çileyê pêşîn 2006
Re: Mîtolojî û diroka „Kurdên resen“ wenda na be !