Skip to main content

HÊSIRBARANDINA JI BO NEYAR

Hesta (duygu) hêsirbarandina ji bo neyar hestek chawa ye ez pê ni zanim, ji ber ku ev hest li nik min nîn e. Min derdek welê jî nîn e. Divê em vê pirsê ji wan rewshenbîr û ramyarvanên (siyasetchî) kurdan bikin, ku ew bi karê hêsirbarandina ji bo neyaran mijûl in. Min bawerî heye, ku ew hîna ni zanin, ku ji bo kî û ji bo chi ew van firmêskan dibarînin. Min wisan bawerî heye, ku ew li jêr kargêrî(tesîr) û bangêshiya neyaran mane. Ji bo veshartina rimê têr jî ji xwe re peyda kirine. Ew bi hestek pirr mirovane nêzîkê pirsê dibin, lê belê bi van xêzik û nivîsên xwe xebatê ji neyarên mirovayetiyê re dikin. Ji vê jî wê de, min wisan bawerî heye, ku ev rewshenbîr û ramyarvanên kurd ni zanin ku xebatê ji bo kî bikin. Niyeta van kurdan chi dibe bila bibe, ew bêyî ku bizanibin Hizbullah chi ye ne chi ye, di encama vî sherê li Lubnanê, li ser rewsha mirina kesên sîvîl feh dikin û dixwazin li qada mirovane xwe nêzîkê pirsê bikin. Lê belê di encama herî dawî de jî ew dibin alav û navgînên li nav destê neyarên me kurdan.Hizbullah kî ne? Ma em ne hevhizir in ku ev rêxistin, rexistinek têrorîst a li jêr destê Îran û Sûriyê ye? Heger em li ser vê pirsê hevhizir bin, hingê pirsa me chi ye gelo? Gelo sedema barandina van hêsrên me chi ye? Hizbullah peyayê Îran û Sûriyê ne. Bizirkirina (tasfiye) van peyayên neyaran, li gor berjewendên milletë kurd e. Kî dixwaze wan bizir bike, bila bike. Gava xelk van peyayën neyaran bizir dike, azîneya (metoda) wan chi dibe bila bibe ew serbest in. Mafê kesî nîn e, ku li ser navê berjewendê gelê kurd, li dij bizirkirina van peyayên neyaran derkeve. Chi ye ku kesên sîvîl dimirin. Ma ew ê di vî sherî de qet kesên sîvîl ne hatana kushtinê? Ev sherek e li holê ye. Ma di kîjan sherî de kesên sîvîl ne hatine kushtin, ku di vî sherî de wê ne yêne kushtinê? Her chend mirov vê rewshê ne pejirîne jî, dîsan ev li gor xwezaya (tebîeta/natûra) sherî ye. Em ni karin vê rastiyê ne pejirînin. Em ramyarvan in. Ez li vë temashe dikim: Gelo ev sher ji berjewendên me yên millî re kêrhatî ye yan na? Em li vê feh dikin. Min chi xwastina hêsirbarandinê ji kesî re nîn e, ku gava ev kes neyarê milletê kurd be, min dilopek jî hêsir nîn e ji bo wî bibarînim. Bi rastî min pir ecêb e, ku van rewshenbîr û ramyarvanën me ev chend hësir ji neyarên xwe re dibarînin. Gelo hûn ji bo kî van hêsiran dibarînin? Ev kesên ku hësir ji bo wan dibarînin, neyarê milletê kurd in. Divê hûn vê bizanibin. Divê we bi vê jî bawerî hebe, ku van ên ku hûn li pey wan hësiran dibarînin, heger ji destë wan were, wê di keys û derfeta pêshî de chavê we birjînin. Gerek hûn van hov û barbararn binasin. Hema tenê wan chalakî û kirinên wan ên sala 1991'ê yën li dij brayên me yên Bashûrî Kurdistanê bihênin bîra xwe bes e.Yën ku malên van brayên me li ser serê wan hilweshandin, yên ku dest avêtin namûsa kech û jinên me, yên ku mirovên me yên bêhejmar ên bêguneh gulebaran kirin ne ew kes bin ku hûn ji bo wan wisan hêsiran dibarînin? Ma dîsan ne ev in ku her roj fitwa derdixînin û kushtina kurdan xêr û helal dikin? Ma ne ev in ku bi qêrînên "Allahû Ekber" kër diavêjin qirikên brayên me? Ma dîsan ne ev in ku bombe bi lashë xwe ve dikin û li nav civatên mirovên me yën bêguneh diteqînin?Hîna em berdewam bikin: Ma ne ev in ku dibêjin "hela em pêshî karê Amerîkayê hew bikin, pashê dora we ye"? Hîna hew ne bûye: ma sosyalîst yan musulmanên wan ên herî pêshde na bêjine me, ku "hûn sebra me ji ser dibin."? Wek alman dibëjin “Na Und?”. Ma gelo ev hestewariya belayë serê me kurdan wê kengî dawî were? Gelo hûn li dunyayê milletek ji bilî me kurdan ku li ser kushtina neyarê xwe bigrî, nas dikin? Bash e, ma gelo ev hesta ku li nik kurdan peyda dibe, gelo ev hestek mirovane ye? Na xêr! Pëwendiya vê bi hesta mirovane nîn e. Ev tenê ew derd e, ku jê re dibêjin ashiqê serbirê (cellad) xwe..Chë na be ku mirov here shîna neyaran. Gava mirov here shîna dostan jî, dibîne ku her kes ji bo miriyên xwe digirîn. Lê belê van rewshenbîr û ramyarvanên me yên kurd ên bi nav û deng li pey chi ne? Hem diherin shîna neyarî, hem jî li ser miriyên neyaran dikin girî. Ma em ê chi nav li ser van dahênin? Gava ew rewshenbîr û ramyarvanên ku pêwendiya Hizbullah'ê bi Îran û Sûriyê nas ne kin û li ser bûyerên li Lubnanê hêsiran bibarînin, herî sivik ez ji van re dibêjim, ku ew li ser riya shash in. DYA-Îsraîl pêkve bi beshdarî li dij hêzên desthilatdar û statukoparêz sherî dikin. Ma shika kesî heye, ku ev ên ku DYA û Îsraîl li dij wan têdikoshin, ne neyarê kurdan bin? Ev naskirina rewsh û hoyê ye. Ma heger ev wisa ye, hingê hûn chima vë dikin? Pirsek dinê: Ma gelo serkesftina DYA û Îsraîlê ne ji bo berjewendê milletê kurd e? Madem rewsh ev e, hingê hûn ji bo chi vê girîn û hêsirbaranê dikin? Divê kurd dilopek jî hêsir li ser neyarê xwe ne barîne. Xwenêzîkirina chend hevalên me ji kûja mirovayetiyê ya li ber vê pirsê, ne ramyariya gishtî ya welatparêziyê ye. Xwezî îsraîl dawiya Hizbullahê bihêne. Gava Hizbullah bizir bibe, hingê Îran û Sûriye jî derbek mazin dixwin. Ma ev xirab e qey? Ez pir ecêb dimînim gava ku ez dibînim hin ramyarvanën kurd ji vê tê na gihên.Divê em vê bash fam bikin. Serketina ramyariya DYA ya bi navê Projeya Berfirah a Rohilata Navînî - PBR, ji bo berjewendê milletê kurd e. Divê kurd pishtgiriya vë ramyariyê bikin yan jî herî hindik, serketinê jê re bixwazin. Lê belë hin ji ramyarvan û rewshenbîrên me kurdan chi dikin? Ew êdî dest ji parastina ramyariya berjewendê milletê kurd berdane, dest bi karê mijûlbûna barandina firmêskan ji bo neyaran dikin. Wisan diyar e ew bangëshî û propagandayën ku tirk, ereb, fars û berdevkën wan, kargêrî û tesîra xwe ya xirab bash li ser van ên me kiriye. Baweriya ji vê hebe, ku ev kesên ku hêsiran dibarînin, bi zanetî yan nezanî dibin alav û navgînên li nav destê neyaran. Kes bila ji kesekî re dersa mirovayetiyê ne bêje. Shîretên mirovayetiyê ku ji devë tirk, ereb û firsan derkeve nîn e. Di ser de jî kesên kurd bi van hov û barbaran re derkevin bazar û bi hev re shîretên mirovayetiyë bibëjin, ev kêmasiyek pir ê xirab e. Divê rewshenbîr û ramyarvanê kurd xwe ji vê xirabiyê biparêze. Hasan H. YILDIRIM Wergera kurdî: Serbest Azad 06 Ağustos 2006

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.