Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 10 September 2009

Daxuyaniyeke çapemenî ya Navenda

Şewirdariya Êzîdiyan li Elmaniya di derheqa rewşa Êzîdiyan li Îraqê

Navenda Şewirdariya Êzîdiyan li Elmaniya neguhdan û neheqiya ku niha li ser Êzîdiyan in, rixne dike û ji ber komkujiya têrorê li dijî wan û gelên hajmarkêm pirr reht e. Di bakurrî Îraqê de nêzîkî 550.000 Kurdên-Êzîdî dijîn. Ola wan oleke „ Yekxweda „ û berî zayînê ye. Ew bi hezarên salan bûne cangoriyên talankirin, wêrankirin û komkujiyê.

Teqînên li dijî Êzîdiyan nayêne birrîn.

Li bakurrî Îraqê, di 13.08.2009`an de, du mirovên xwekuştî 18 mirov bi xwe re kişandine mirinê û 32`yên din jî birîndar kirin. Ev teqîn di qehwexaneyeke pirr bi çûn û hatin de, li herêma Şengalê, qewimî. Wisa diyar e, ku ev derb bi teybet li dijî Êzîdiyan bû.

Heme bibêje ku di eynî dem de, di roja 14.08.2007`an de, têroristan girtin ser gundên Til Izêr û Sîba Şex Xedra, li roavayî Îraqê, nedûrî bajarê Şengalê, û çend tirûmbêlên tije TNT teqandin. Di wê buyerê de 350 mirov hatine kuştin û pirr mirovên din jî birîndar bûn. Ev teqîn tijwartirîn yek bû ji piştî dema ketin û helweşandina rêcîma Seddam.

Ev roj kete dîroka Êzîdiyan û di eynî kat de da xuyakirin, bê çiqas zû têrora îslamî dikare gelên barketî û hejmarkêm bide ber xwe.

Li gel ku komarê û organên wê yên berpirsyar soz dan, wan gundan nedereng dîsa ava bikin, heya niha, piştî 2 salan jî, ne ava vexwarinê weke edetê heye, ne dibistan hene û nejî nexweşxane. Bitenê 60% ji wan avaniyên hêrivî ji nû ve hatine avakirin.

Qey nesîbê wan di jiyanê de hebû, ku di tebaxa 2009`an de pêkanîna teqînekê ji hêla têroristan ve di kêlîka dawî de hate rawestandin. Têroristan 1000 kîlo TNT û 20 kîlo C4 xistibûn zikê loriyekê. Lê hêzên parastinê rastî wan hatin û pêşiya wan girtin.

Piştguhavêtina Êzîdiyan ji aliyê ramiyarî ( siyasî ) ve.

Dengdan û hilbijartinên di 25.07.2009`an de ji bo niwênerên parlemêntê kurdî mînakek din e, bê çawa mafên Êzîdiyan têne xwarin. Heke berê 3 niwênerên Êzîdiyan di parlemênt de hebûn, vê carê yek mirov berniwêner di hilbijartinê de bi ser keft û dikarîbû bibe endamê parlemênt. Li vir em dibêjin, ku mafên Êzîdiyan bi tijwarî hate xwarin. Ji bo parastina berjewendiyên Êzîdiyan pêwist bû, ku li gorî hejmara wan di nav gelê herêm de bi kêmasî 6 niwêner werin hilbijartin. Û jiberku Êzîdî l igel xaçperestan, weke gelên kêmketî û barketî, dijwariya komkujiyê û têrora îslamî dibînin, ev kêmkirina niwênerên wan gaveke bi paş ve ye di dîmoqratiya nazik de ya herêm.

Daxwaziyên Navendê ev in:

Em ji komara Îraqê û komara herêm dixwazin, ku newekheviyê ji ser Êzîdiyan rabikin û gelên kêmhejmar û yên olên wan ne îslamî baştir biparêzin.

Êzîdî pêwist e li gorî hejmara xwe niwêner û wezîr ji wan werin hilbijartin, hem di komara herêmê de û hemjî di ya Îraqê de.Li gorî wekheviya civakî mafê wan di avakirina avaniyên komeleyatî û olî de heye, weke bêçawa înstîtusiyonên îslamî têne darayîkirin û piştevaniyê ji hêla deverên fermî dibînin.

Herêmên ku zorbeyî mirovên wan Êzîdî ne, berî her cihî Şengal, Alkoş, Şexan, Başîq û Behzanê, pêwist e Êzîdî serokatiyê li wan bikin. Yasayiya 140`î ya rêbaz û destûra Îraqê pêwist e pêk were.

Em ji Koma Cîhanê (UNO) hêvî dikin, ku yarmetiya herêma Şengalê yekser bike. Wekî din jî em dixwazin, ku Lalişa Nûranî bixe ber himbêza Çanda Cîhanî ( UNESCO ).

Em biryara Bundesamtê ji bo qebûlkirina mafê penaberiyê rixne dikin, ku li gel neguhertina rewşa mirovan li Îraqê ji biryarên xwe yên berî niha hatibûn standin, vedigere û dûr dikeve.

Oldenburg, 2009-09-09

Navenda Şewirdariya Êzîdiyan li Elmaniya

Eidechsenstraße 19, 26133 Oldenburg - www.yeziden.de - [email protected]

Mitgliedsvereine: E-ZI-DI - yezidischer Verein in Ostfriesland e.V. (Leer), Yezidisches Forum e.V. (Oldenburg), Verein der Eziden am unteren Niederrhein e.V. (Kalkar), Plattform Ezidischer Celler e.V., Lalish-Zentrum in Bielefeld

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.