Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 7 July 2009

Hevpeyvîna rojnamevan Karîna Fetî bi sazbendê bi nav û deng Mîroyê Qanat ra

Jêder: avestakurd

Karîna Fetî: Nivîskarekî gotîye, ku meya lêxistin ne lîstikek e, lê duakirin e. Meya sazekî biçûk e, lê dengekî nazik û xweş jê derdikeve. Lê bingehvanê edebîyeta kurdî Erebê Şemo gotîye, ku gava dengê miqamên meyê û bilûrê tê, mar jî ji kêleka te ra derbaz be, li te naxe.Bona meriv texmîn bike ka meya çi ye, bi kêmanî gerekê carekê guh bide wê. Lê gava meriv guh didê, dixweze lezeta ji dengê meyê sitendî ji wan kesan ra parveke, ku haya wan ji meyê tune. Gava dengê meyê dibihêyî, tu dibêjî qey çiya distirên an jî dar û hêşinayî dipeyîvin, ew mîna dengê girîna merivên sere û şabûna zaran e, ew dengê leşkerên di şêr da û dengê dewata kurdî ya bi hezar reng û awazî ye.

Karîna Fetî: Xwendevanên delal, sazbendê gelêrîyê yê bi nav û deng Mîroyê Qanat him li bilûrê dixe, him li meyê, him li fîqê, him jî li zurnê.

Karîna Fetî: Gava guh didî dengê batinî yê meyayê, wisa texmîn dikî, ku tenê merivê dilpaqij, berbihêr û gelekî qenc dikare li meyê xe. Eyan e, ku sazbendên Hindistanê gava hînî lêxistina ser hacetên sazbendîyê dibin, gelek sal ser wê yekê xerc dikin, ku cihanê nas bikin û di nav ulmê fîlosofîyayê da kûr bibin. Lê gelo ya meya lêxistinê çawan e?

Mîroyê Qanat: Ezê ha bêjim: tenê ew kes dikarin bi hostatî li saz xin, ku dayîna Xwedê bi wan ra heye. Gotina min ne derheqa têknîka lêxistinê da ne, lê ez behsa ruh dikim. Sazbendîya rasteqîn li cihaneke din tê sazkirin. Gelek caran wisa dibe, ku guh didî sazbendekî, lê roja dinê îdî di bîra te da namîne, ka ewî çi miqam lê xistibû. Xênji têknîkayê, bi karanîna tilîyan û pêçîyan, lazim e hiş û sewda jî bi kar bînî, ruhê xwe bikî nava wê sazbendîyê. Mixabin, bona gelekan sazbendî – ew xebateke û ji wê zêdetir ne tiştekî din e. Bona min sazbendî xebatek e, ku ruhê min pê baristan dibe.

Karîna Fetî: Lê niha xwendevanên delal, ezê we bi Mîroyê Qanat ra bidime naskirin, wek ku min ew nas kirîye:

Karîna Fetî -Mîroyê Qanat sala 1973an, li devera Proşyanê, li Ermenîstanê, di mala sazbendekî bi nav û deng da hatîye dinyayê. Bavê Mîro – Qanatê Kakêyê rehmetî sazbendekî kurdayî bi nav û deng bû.

Mîro piştî kutakirina dibistanê çû paytextê Ermensîtanê – Yêrêvanê û kete fakûltêta kurdzanîyê ya Înstîtûta ser navê Davîd Anhaxt, ku serokê wê dayîreyê nivîskarê kurdayî mezin, helbestvan Çerkezê Reşê rehmetî bû. Piştî temamkirina kûrsa dudan Mîro bi şêwra mamostayê xwe – Çerkezê Reş bar kire Moskvayê û kete Ûnîvêrsîtêta Rûsîyayê ya Dostîya Gelan, fakûltêta rojnamevanîya navnetewî. Çend salan li kovara "Dostanî" da wek wergervan kar kir. Lê paşê jîyana wî bi carekê va guhêrî – ew bû sazbendê eyan.

Mîro dibêje: Gava ez 6 salî bûm, min cara pêşin meya hilda destê xwe. Xwendina min ya sazbendîyê tunebû, ez her tişt ji bavê xwe hîn bûm. Ewî bi hostatîyake gelekî mezin va li meyê û zurnê dixist. Û ez gelek tişt ji wî hîn bûm. Xênji wê, dora min dinyayeke sazbendîyê ya mezin hebû: şahî, dewat, erefatên şînê, sitiranên lûrîkirinê û nivatinê û, hilbet, êvarîyên sazbendîyê di şevên zivistanê yên dirêj da û herwisa di heyteholên dema "Bindarûk"an da. Hela di zarotîyê da me gelek guh dida ser bernameyên radyoya kurdî ya Rewanê, wek ku niha em radyoya kurdî ya "Dengê Rûsîyayê" dibihên. Dema weşanên radyoyê destpê dibûn, em dora radîohildanokê berev dibûn, û me guh dida sazbendî û sitiranên kurdî. Û paşê me bi xwe distira, wek dibêjin, me sitiranên bihîstî yên bi dilê me li hev vedigerand. Ewê radyoyê tesîreke mezin li ser min kir. Em diketine nava dinyayeke pirawazî û pirnexşî. Me heta ji dengê baranê, gurre-gurra ewran, dengê birûskê, beza bayê awazên sazbendîyê dibihîst, heta wî çaxî jî gava me derdana şîr ji xwe ra dikir def û li binê wê dixist.

Karîna Fetî: Meya sazekî kevinare ye. Lê wetenê wê kêderê ye?

Mîroyê Qanat: Niha meriv nikare bêje, ka ew cara pêşin li ku xuliqîye. Lê dixwezim bêjim, ku di nav miletên welatên Asîya Pêş, Asîya Navîn û ya Navbendî da gelek miletan meya lê dixist. Îzbateke wê jî ew e, ku bal gelek miletan navên wan sazan gelekî nêzîkî hev in: wek meya, bilûr, dûdûk, zurne, beleban, balaman, balabon.

Karîna Fetî: Lê ew saz ji çi çê dikin?

Mîroyê Qanat: Sazên kevinare, wek meya, piranî ji hestuyê heywanan û ji qamîş dihatine çêkirin. Niha meya tenê ji dar çê dikin, piranî jî ji darê zerdelan, lê miletên mayîn ji darên hulîyan û gûzan çê dikin. Lê firqî di nava awazên dengderxistinê da ne. Dengê meya me nerm û xweş e, bihîstina wê lezetê dide merivan. Dema du meya bi hev ra tê lêxistin, ku yek ji wana meya bona demgirtinê ye, meriv dilrehet dibe, bi awayekî hêsa dibe û demekê kul û derdên xwe ji bîr dike.

Karîna Fetî: Îro em dikarin dengê meyayê di gelek fîlman da bibhên. Ew bûye sazekî navdar. Dibêjin, ku meya ji hemû sazan baştir dikare ruhê milet bîne ber çavan. Dibêjin, ku emirkan û yaponî hewil dane dengê meyayê bi aparata nûjen bidine derxistin, lê her caran jî ew yek ji wan ra li hev nehatîye, nikaribûne. Ew tê wê maneyê, ku meya ji Xwedê da gihîştîye me? Û bilûr, fîq û zurne jî.

Mîroyê Qanat: Kurdistan welatekî cinetî ye. Bi saya serê wan sazên me sitiran û miqamên me wisa xweş û cûrbicûr in. Di sitiran û miqamên me da xuya dibe, ku em miletê çiayî ne û jîyana me bi bilindayê va girêdayî ye. Derheqa vê yekê da lêgêndeke derheqa Evdalê Zeynikê da heye, ku dema qulingên di ezmanan da dengê wî dibihîstin, xwe li wî dengî digirtin, ser serê dengbêj ra difirîyan, heta ewî sitirana xwe kuta dikir. Ji ber ku dengê wî gelek bilind, qube û xweş bû. Ez dikarim bêjim, ku bextê min di hêla sazbendîyê da lê xistîye, ez herdem di bin hukumê cihana dora xwe ya sazbendîyê bûme.

Em fêm dikin, ku te ji bo çi xwe bi temamî daye folklora kurdî, çimkî tu di maleke wisa da hatî dinyayê, ku bavê te – Qanatê Kakê sazbendekî bi nav û deng bû. Û te xênji karê sazbendîyê, fakûltêta rojnamegerîyê xilaz kirîye, bûyî rojnameger.

Karîna Fetî: Gelo ew bi xwe wisa derket yan we bi xwe riya xwe hilbijart?

Mîroyê Qanat: Gotineke pêşîyan heye, dibê: "Gîha ser koka xwe şîn dibe". Zargotina wî miletî, ku tê parastinê, ew milet pêş dikeve û winda nabe. Û demekê min û hevalên, ku em wek hev difikirin, me texmîn kir, ku tirsa windabûnê heye, folklora me dikare winda bibe. Û min fem kir, ku ez gerekê çi bikim. Eger ne ez, lê kê?

Berê, gava têlêvîzyon tunebû, kurd êvaran berevî odeyeke mezin dibûn û guh didane kilaman, miqaman, direqisîn, çîrokên cûre-cûre digotin, serhatî û metelok ji hev ra digotin, an jî derheqa jîyanê da xeber didan. Bal gelê me sitiranên evînîyê yên wisa hene, ku êvarek têrê nake bona wana bistirên û şirove bikin. Hinek sitiran di nava sê rojan da jî xilaz nabin û herdem jî di cîyê herî hewaskar da navbirî didane wan û hemû jî bê sebir hîvîya dûmayîka wê bûn bona sibê guh bidinê, wek dema mêzekirina fîlmên demdirêj.

Karîna Fetî: Gelo ew ne bangawazî ye ber bi salên buhurî, ber bi wê, ku em dest ji pêşketinê û medenîyetê bikişînin?

Karîna Fetî: Na. Ew dîroka me ye, û em gerekê wêya bizanibin. Dibe hinek min rast fêm nekin, lê gelek miletên cînarên me dîrok, çanda me şêlandin, di nav wan da sitiran û miqamên me jî. Ji bo nimûne, miqam, sitiran û awazên, ku li wana xweş dihat, hildidan, veçê dikirin, werdigerandin, hinek diguhartin an jî gotinên zimanê xwe datanîn ser awazên me û bi cûrê hinekî guhartî distiran.

Mîroyê Qanat: Taybetmendîya sitiranên me di wê yekê da ne, ku ew hemû sitiran jîyana kurdan tînine ber çavan. Kilamên me yên govendê bi awayên xwe ji wan kilaman têne cudakirinê, ku dema xebatê têne sitiranê, wek di dema çandinîyê, dirûnê, dotinê, çêkirina xalîçeyên, ristinê û badana teşîyê têne sitiran.

Karîna Fetî: Wek nimûne:

Sitiranên lûrîkirinê, bûyerên derheqa mêrxasîya dîroka kurdan da, yên mêranîyê û mêrxasîyê, evîntîyê, derheqa bûkê, şaristanîyê, ruhanîyê û gelekên din û ev hemû di folklora me da cîyê xwe yê layîq digirin. Bi sedan destanên me, yên wek "Mem û Zîn", "Kerr û Kulik", "Xecê û Sîabend", "Dewrêşê Evdî", "Memê û Eyşê", "Memê Alan" sertacên efrandarîya kurdan in.

Karîna Fetî: Lê gelo sureke we ya parastina folklorê heye?

Mîroyê Qanat: Eger meriv bixweze, dikare kûltûra xwe biparêze, xwey bike û pêş bixe. Di vê Karîna Fetîê da mecalên kurdên Hevalbendîya Welatên Serbixwe pir in: dengbêj, sazbend, artîst, wênekêş û heykelterêşên me hene. Ronakbîrên me jî gelek in, gerekê jêhatina wana bi kar bînin bona welêt. Li welatên Hevalbendîya Welatên Serbixwe gelek navbendên kurdan yên kûltûrî hene, wek Otonomîya kurdan ya kûltûrîyê-miletîyê ya Rûsîya Fêdêral û yên din. Rûsîya welatekî mezin e û ser temamîya axa wê gelek kurd dijîn û hema bêje li her deran jî navbendên çandî hene. Vekirina beşa kurdî ya radyoya "Dengê Rûsîyayê" ji bo gelê kurd pêşkêşeke mezin bû. Gava gilî hatîye, ez dixwezim vê firsendê bi kar bînim û sipasîya xwe ji bo wan hemû kesan ra bêjim, ku di wî karî da keda wan heye. Qesta min serokatîya radyoya "Dengê Rûsîyayê" û hemû xebatkarên we ne. Hûn zanin, Karîna xanim, ez di nava milet da gelek digerim, karê min wisan e, û ewana bi hewaseke mezin va guh didine radyoya Moskow, tê da gelek bernameyên balkêş hene, hevpeyvînên bi merivên bi nav û deng ra, rêportaj, deng û behs û ev hemû bi zimanê me. Sipas ji we hemûyan ra. Komeleyên kurdan yên kûltûrî li komarên Ermenîstanê, Gurcistanê, Qazaxistanê Qirgizistanê û cîyên din hene û gerekê karebûna wana bi kar bînin. Lê kinc, cil û bergên kurdî, ku di nav kurdên Dewletên Hevalbendîya Serbixwe da mane? Gerekê vê dewlemendtîya miletîyê bona nisiletên pey me ra tên biparêzin. Lazime pêwendîyên ruhanî di nav gelê me da bêne xurtkirinê, em gerekê hev dewlemend bikin, di hêla kînoyê, şanoyê, sazbendîyê, di çiqilê civakî-sîyasî da. Mixabin, ev hemû ne teşkîlkirî ye. Lazim e, ku komên me yên folklorê pêş bikevin.

Karîna Fetî: Hûn li ser çend cûrê aletên sazbendîya me lê dixin, ser meyê, fîqê, bilûrê û zurneyê. Gelo ji vana kîjan ber dilê we ezîz e, an jî ji alîyê milet da baştir tê qebûlkirinê?

Mîroyê Qanat: Bilûr, meya, fîq û zurne aletên sazbendîyê yên hêna pûtperestîyê ne. Gişk jî li min xweş tên, ew hemû jî bi dilê miletê me ne. Dengê van aletên sazbendîyê dewatan û şahîyan dixemilînin. Di rojên şînê û şayê da ewana ber dilê milet diha ezîz dibin. Lê ez dixwezim meyayê ji yên din cuda bikim. Awazên wê bi perwazîya xwe va nazik in.

Wek edet, du kes li meyê dixin. Yek solîst e, ew li ser meyê miqamên sitiranê û reqasê lê dixe, lê yê dinê demê digire. Wergera gotina "dem"ê dide kivşê bînkişandin, pê ra lêxistin; di sazbendîya Rohilatê da navê wê "hinkûfkirina miqamê" ye. Demkêş, gava bi cûrê bê navbirî miqamê yekawazî lê dixe, bi wê yekê va fonekê dide solîstê, ku li meyê dixe. Dema meriv wê sazbendîyê dibihê, dilrehet dibe, dikeve nava rewşeke batinî, dilrehm û dilbaristan dibe.

Mîroyê Qanat: Bona miqamê reqasê, def jî gerekê bi meyê ra bê lêxistin. Dengê wê sazbendîyê wisa bi hesîn û xurt e, ku heta dengekî nimiz jî tesîreke xirab li ser guhdarvanan û sazbendan dihêle. Niha heta bizîşkên psîkotêrapêvt wê sazbnedîyê bi kar tînin, ji ber ku ew alî wê yekê dike, ku strêssê û westandinê bidine hilanînê, ku ji tevlihevîyê bi lez derbazî cihana rasteqîn bibin û heta terka hinek tiştên ziyandar jî bidin...

Karîna Fetî: Gelo rasthatinên we yên bi kîjan sazbendan ra ji bo we giring bûn û di bîra we da mane û dibe di jîyan û efrandarîya we da hinek guhêrandin kirine?

Mîroyê Qanat: Berî gişkî ez dixwezim bavê xwe – Qanatê Kakê destnîşan bikim. Ew sazbendekî Xwedêdayî bû û merivekî bi zên û aqilmend bû. Ezê tu caran Xelîlê Evdileyê rehmetî ji bîr nekim, ew sazbendekî aqilmend bû û hevalê bavê min bû. Ewî li meyê û zurnê dixist. Gelek miqamên wî di radyoya kurdî ya Rewanê da hene. Ez heta niha jî guh didime miqamên wî û lezeteke mezin jê dibînim. Ewî hukumekî mezin li ser min hîşt. Bi gotinekê, ew sazbendekî aqilmend bû.

Karîna Fetî: Lê ji sazbend û dengbêjên gelêrîyê û yên sitiranên nûjen kî bi dilê we ye?

Mîroyê Qanat: Ez dixwezim keda Egîtê Cimo qîmet bikim. Ew lêgênda zindî ye, ew li ser hemû aletên sazbendîyê lê dixe, xwesma ser meyayê û bilûrê. Derheqa wî da dibêjin "Mîrê bilûrê". Lê kesên çaxê me ra ez qîmetekî mezin didime Tîtalê Tajdîn, ku miqamên kurdî bi hostatî diqedîne. Ez wê jî bêjim, ku ew jî mînanî min, şagirtê bavê min bû. Ji dengbêjan ez dixwezim bi taybetî navên Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Efoyê Esed bidim. Ji dengbêjên vê demê Delîl Dîlaner û gelekên dinê bi dilê min in.

Karîna Fetî: Di hemû deman da di nav kurdan da qîmetîyên malbetê xwedî kemaleke mezin bûne. Gelo ew tesîreke çawa li ser perwerdeya kesan hîştîye? Dê û bavê we kê bûne? Wana dixwest, ku hûn yekî çawa bin? Çi ji we ra li hev hat û çi li hev nehat? Hûn zarên xwe çawa perwerde dikin. Gelo di mala we da erf-edet û rabûn-rûniştina milet tê parastinê? Ji kerema xwe hinekî behsa malbeta xwe, dînê xwe û xem û xîyalên xwe bikin.

Mîroyê Qanat: Ezê hertim bi serbilindî û razîbûn bavê xwe – Qanatê Kakê bi bîr bînim. Bira rehmeta Xwedê li wî be û Xwedê sehet û qewatê bide diya min – Kulîlka Cindî, yên ku hizkirin û hesîna kubarîyê kirine nava ruh û dilê min û bona wê yekê, ku ez îro xwe pirtikeke gelê kurd dihesibînim, ku xweyê dîrokeke dewlemend e û mezinaya miletê min wê di paşdemê da geş xuya bibe û ez ji wê yekê lezetê dibînim. Ez zewicîme, sê zarên min hene. Em li malê bi kurdî dipeyîvin, em erf-edetên xwe diparêzin, eyd û erefatên xwe didinê kivşê. Ez bi dînê xwe va êzdî me, pîr im.

Karîna Fetî: Kî di kar û barên we yên sazbendîyê da alî we dike, gelo albom, dîsk û vîdêoklîpên we derdikevin?

Mîroyê Qanat: Di efrandarîya min da tu kes alî min nake. Lê derheqa albomê da, ez dikarin bêjim, ku di van demên nêzîk da wê alboma min ya pêşin derkeve. Min ew kar îdî destpê kirîye û ew di stûdîoyeke Moskow da tê qeydkirinê. Di albomê da miqamên kurdî yên cûre-cûre hene, yên demên başqe-başqe, him yên kevinare, him jî yên dema me. Çiqasî ez zanim, heta niha albomeke wisa derneketîye, ku bi awayekî paqij, bê êlêmêntên der deng û rengê miqamên kurdî bînine ber çavan. Pey derxistina albomê ra ezê dest pê bikim ser vîdêoklîpan kar bikim û ssênaryoya wê îdî serhevda tê. Ew xebateke mezin e, di wê vîdêoklîpê da wê miqamên ji her çar perçên Kurdistanê hebin.

Karîna Fetî: Efrandarîya we tenê ji bo maşoqên sazbendîyê yên kurd in?

Mîroyê Qanat: Ez piranî miqamên kurdî lê dixim. Lê miqamên miletên Rohilatê yên mayîn jî lê dixim: yên farizî, tirkî, aşûrî, erebî, azirî, ermenî; ango kesên ku guhdarîya berhemên min bikin, pir in.

Karîna Fetî: Gelo hûn çi dixwezin ji xwendevanên me ra bêjin? Û bi edetê bernameya me, Hûn dikarin silaveke sazbendîyê bi sitirana we ya here hizkirî va û bi sitirana dengbêjê weyî herî hizkirî va ji xwendevanên me ra bişînin.

Mîroyê Qanat: Ya pêşin, gelek sipas, ku we ez teglîfî beşa kurdî ya radyoya "Dengê Rûsîyayê" kirim, ew bona min şerefeke mezin e. Ez dixwezim razîbûna xwe bidime hemû karmendên radîoya kurdî ya "Dengê Rûsîyayê" bona xebata we ya bona gelê meyî kurd, ez ji we ra serketinên efrandarîyê dixwezim, lê ji guhdaran ra aştîyê, saxlemîyê, halxweşîyê dixwezim. Gelek kilam û dengbêj li min xweş tên, yek ji dengbêjên here hizkirî Karapêtê Xaço ye. Sitiraneke wî bidin, bira hema kilama "Filîtê Quto" be.

Karîna Fetî: Birêz Mîro, bala me wê li ser efrandarîya te be û emê gelek caran we teglîfî radyoya xwe bikin. Sipas ji bo sohbeta we ya hewaskar, bona karên we, bona sazbendîya we.

Jêder: avestakurd

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.