Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 27 June 2009

HEWLÊR, 26/6 2009 — Dezgeha Rayê ya bo pirsên neteweyî di rojên 22–23-yê vê mehê de di heqê hilbijartinên parlamento û serokê Kurdistanê de rapirsiyek li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê pêk anî û derket ko xelkê Kurdistanê dê ji bo serokatiyê dengên xwe bidin Mesûd Barzanî.

Li gor vê rapirsiyê ji bo Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê ji % 42.75, li Silêmaniyê % 37.05 û li Dihokê % 81.18 dê dengên xwe bidin Lîsteya Kurdistanî.

Her li gor vê rapirsiyê:

Li Hewlêrê ji % 21.85, li Silêmaniyê % 32.3 û li Dihokê jî kêmtir ji % 1-ê dê dengên xwe bidin Lîsteya Goranê.

Li Hewlêr % 4.75, li Silêmaniyê % 17.1 û li Dihokê jî % 4.95 dê dengên xwe bidin Lîsteya Xizmetguzarî û Reformê.

Herweha qewareyên din jî li Dihokê % 3.96, li Silêmaniyê % 3.8 û li Hewlêrê jî % 5.7-ê dengan dê wergirin..

Li ser pirsa “eger wekî welatiyekî tu beşdarî hilbijartinên serokatiya herêmê bibî dê dengê xwe bidî kê?“ bersiv wiha ne:

Mesûd Barzanî: Silêmanî: % 33.25, Hewlêr: % 62.7, Dihok: % 95.04

Helo Îbrahîm Ehmed: Hewlêr: % 4.75, Silêmanî: % 19, lê li Dihokê sifir e

Kemal Mîrawdelî: Hewlêr: % 8.55, Silêmanî: % 3.8 lê li Dihokê sifir e

Sefîn Şêx Mihemed: Hewlêr: % 3.8, Silêmanî: % 3.8, Dihok: % 0. 99

Hisên Germiyanî: Hewlêr: sifir, Silêmanî: % 7.6, Dihok: % 0. 99

Pukmedia

-----------------------------------

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.