Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 22 November 2008

Herêma Rojhilata navîn tê bêjî milkê babê Ereban, Tirk û Farisan ne.
Gelê Kurd di sedsalên 6 û 7de, heta îro liser axa Kurdistan mêhvandariya van cîranên ji medeniyetê dur dike. Mêhvandarî jî heta radeyekê û divê dawî lê werekirin. 70 Salin rejîmên Iraka dîktator û tawanbar petrola Kurdistan jixwere difiroşe û dide çek û Kurdan jî pê dikuştin. Ev cîhana bêbext û aşiqê menfîetan jî bêdeng diman yanjî bi hesabên wan nedihat qêrîn û têkoşîna gelê Kurd bibîsin.

Serokwezîrên Iraqa federal ku heta duhîbu, duvên xwe dikirin nav lingên xwede û dibinê xewa girandebun. Lê îrojî dibêjit Kurd peymanan ligel şîrketên biyanî liser petrolê îmzedikin. Tê bêjî petrola Kurdistan heta dinya heye divê dagirkerên Kurdistan bixwin? Di cihanê de şertekî holê nîne ku heta heta hon bikarin dewlemendiya gelê Kurdistan bixwin û talanbikin. Tansiyon welê dixweyêt bilindibe û li vêderê hêza siyasiya Kurd û endamên peywendîdarên Kurd, divê zor bi akilane meselê liber çavan bigirin û çarçûva têkiliyên navdewletî bêxin destê xwe liser rêya dîplomasiyê, bi ahengiya serokê Kurdistan bêguman.

16.11.2008 Serok Barzanî bo kanalê El Hurre axaft.Serok Barzanî liser buyerên burî û êşa gelê Kurdistanê dubare nebe careke dî, huşariyek da û got: „Divê diktatorîyet carek din li Iraqê nevegere. Weha jî da nîşandan ku, dema Malikî dixwaze destûr ji nû ve bihê nivîsandin da ku desthilatdariya xwe xurttir bike, hewildanê ji bo ewê dike daku bi serê xwe hukum bike. Serokê Kurdistan barzanî got: „Ew kurdên ku dê bikevin nava encûmenên piştevanîyê de xayinin û ew Erebên ku dê di nava wan encûmenan de cihdigirin jî dijminên mene“. Barzanî got: Em qebul nakin ku Caşayetî vegere. Em evê yekê bi xiyanet dibînin. Em nahêlin ku hoz û eşîretên kurdan bikevin nava evan encûmenan de û heger ew biçin, em dê wan bi xayin bidin naskirin û dê wek xayin jî bihên dadgehkirin.“

Barzanî da xuyakirin, ku hukûmeta Iraqa federal kurdan li pişt guhê xwe dihêle û şîretê bi wan nakin û holê jî da zanîn ku, serrastkirina destûrê mafên gelê kurd binpê dike. Daxwaz kir ku, gerek di desthilatdariyê de hevpişkî hebe“.

Barzanî got: Em nahêlin ti serrastkirin bêneçêkirin ku, ew serrastkirin mafên demokratîkên gelê kurd û gelên Iraqê binpê bikin. Berfirehkirina desthilatdariyên navendê û kêmkirina desthilatdariyên herêman gotina wê ewe, ku dê dîsan diktatorîyet çêbibe. Destûr bi xwe desthilatdarîyên navenda federal û herêman destnîşan dike û divê em xwe bi destûrê ve bigirin û pêk bihînin. Çi guhartineka ku divê bête çêkirin, divê bi rêya parliyamentuyê bibe“.

Barzanî di derbarê nerastkirina destûrêde got: Hemî alî kurdan bi hemî tiştî gunehbar dikin û neserkevtina xwe diêxin stûyên kurdan de. Her aliyên ku dixwaze niştimanperweriya xwe nîşan bide, li dijî kurdan dirawestên. Rastî jî ewe ku, Kurdan bi xwe Iraq paraztin û her dîsa Kurd bi xwe ne ku, xwe girêdayî destûrê dibînin û xwe girêdayî yekbûna Iraqa federal jî de dibînin û dê her weha jî bimînin. Lêbelê em dê heta hetayê li dijî diktatorîyê bin û rawestên“.

Serok Barzanî liser bicihkirina hêzên Emerîka li herêma kurdistanê bi cih bibin got: Erê, belê dê ev pirsa heye li parlementuya herêma kurdistanê bihête gengeşekirin û paşê biryar bihê dan û ez bawer dikim ku, dê parlementuya herêma kurdistanê û gelê kurd jî evê yekê qebûl bikin. Belê heger ev bingehana li herêma kurdistanê bihên danîn, dê li gora rêkevtinekê bi hukûmeta Iraqê re be“.

20.11.2008 Serokê wezîrên Iraqê di kongreyeka rojnamevanîde ti kes bi nav nekir lê rexneyek dijwar li serokatiya Kurd girt. Bigorî Nûrî Malikî Serokatiya Kurdistan yasaya Iraqa federal binpêdike û dibêjit: „Serokatya kurdan nivîsingehên diplomasî vedike ku bi taybetî ji bo nûneriyê ne û şandegehên diplomasî vekirine û ji bo şerrê bi hêzên hukûmetê jî re hêzên xwe anîne pêş. Di ewan cihan ku ew wedî desthilatdarin têde, mal û milkên dewletê ji bo berjewendiyên xwe yên partayetî û şexsî bi kar tînin û harikariya encûmenên eşîretan jî kirîne. Niha hatine li dijî encûmenên piştevaniyê (meclisên isnadê“ ne.

Nûrî Malikî serok wezîrên Iraqa Federal bixwe destûrê nasnake û bipê dike.

21.11.2008 Serokê dîwana serokatiya Kurdistan Fuad Hisên da zanîn ku serokatiya Herêmê dê daxuyaniyên Malikî gotûbêj bike û dê helwesta xwe nîşan bide.
Hisên di daxuyaniyekê de ku di malpera serokatiya Herêmê de hatiye weşandin de, ragihand ku serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ên ku tê de Herêma Kurdistanê rexne kiribû, dê gotûbêj bike.
Hisên her wiha da zanîn ku piştî gotûbêjkirina daxuyaniyên Malikî, helwesta Herêma Kurdistanê dê bê ragihandin. Pukmedia Ev gotinên Nûrî El Malikî holê binavkirîbu.

Dduhî(20.11.08) di civîneke çapemeniyê de li Bexdayê, Malikî amaje bi wê yekê kiribû ku Meclîsên Îsnadê bi awayekî destûrî hatine damezrandin û endamên wê jî ne çekdar in û mûçe jî wernagirin û gotibû:“ Eger kurd qala binpêkirinên(îhlal) destûrî dikin,wê çaxê min lîsteyeke dirêj heye li ser binpêkirinên wan wek girêbestên petrolê yên ku kurdan digel şîrketên biyanî mor kirine.“
Malikî her wiha di civîna çapemeniyê de gotibû:“ Rêkeftîna mucamele(ji ber xatir) bi ser çûye,hevpeymanî û berjeweniya hevbeş birêz in lê bivê destûr hikûmê bike di navbera me de.“ Li ser guhertina destûrê jî got:“ Eger qiseyên min ên di heqê guherîna destûrê de bûne sedema acizbûnê, wê demê çima li parlamentoya Iraqê lijneya guhertina destûrê hate pêkanîn? Me çima wexta pêkanîna hikûmeta yekîtiya niştîmanî, di madeya 142-ê de cîgir kir?“
Di berdewamiya axivtina xwe de Malikî gotibû:“ Ew esasa ku dibêje “ Ya ku li ber destê min e ya min e û ji bo ya te jî digel te şirîk im“ em red dikin, vêca çi bo herêma Kurdistanê yan her parêzgehek û damezraweyeke destûrî.“

Di heqê bersiva nameya serokatiya komara Iraqê ya li ser Meslîsên Îsnadê de Malikî wiha axivîbû:“Di van nêzîkan de ezê bersiva wê nameyê bidim.Bersivên min dê realîst bin û daxwaz ji civata serokatiyê dikim berpirsiyariya xwe ya temam bigire stûyê xwe ji bo meseleyên ku binpêkirina destûrî tê de ne, bo nimûne herêma Kurdistanê baregeha nûneriya dîplomatîk vedike.Kîjan destûr rê bi vê çendê dide? Her weha girêbestên petrolê û ew daxuyaniyên ku dibêjin em amade ne binkeya leşkerî ya Amerîkayê li axa Kurdistanê bigirin stûyê xwe. Çima civata serokatiyê li hember vê çendê ne liviya? Çawa hêzên herêmê li navçeyê ji bo rûbirûbûna artêşa federal tevdigerin, ku li jêr desthilata hikûmeta federal e? Her weha zincîreyek mijarên din, bila serokatiyê bersivên min bide liser van binpêkirinan.“

20.11.2008 Civata serokatiya komarê helwesta xwe li hemberî daxuyaniyên Malikî diyarkir.

Civata serokatiya komara Iraqafederal di mesajek - beyannameyekê de ku ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re rêkiriye, helwesta serokatiya komarê ya di heqê daxuyaniyên Malikî de, aşkere kir.

Him di beyanname û him jî di mesajê de, civata serokatiya komarê anî bîra Malikî ku tu yek ji civata wezîran, civatên parêzgehan û dameziraweyên bicîhanînên ên dewleta Iraqê nikarin bi riya çapemenî û daxuyaniyên çapemeniyê ve rastî, siyasetên pratîkî û heta avakirina dameziraweyên siyasî, yasayî û îdarî, aşker bikin.

Civata serokatiya komarê her wiha di mesaj û beyannameyê de ragihand ku ezmûnan vê yekê aşkere kiriye ku ev rewşa wekû ya nihya ya Iraqê prosesa aştbûnê ber bi nearamiyê ve dibe.

Civata serokatiya komarê amaje bi wê yekê jî kir ku nabe Civatên Îsnadê bi Civatên Rabûnê ku di destpêkê de li parêzgeha Enbarê ji bo rasthatina terorîst û çekdarên ji yasayê çerçûyî re hatibûn avakirin, bên şubhandin.

Di beyannameyê de hate hate xuyakirin ku Civatên Rabûnê sedeke girîng bûn ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê li Iraqê û ev yek jî bûye sedem ku di dameziraweyên dewletê de cihê xwe bigirin. Lê belê îro bi avakirina Civatên Îsnadê, nayê zanîn cihê wan di kuderê dameziraweyên dewletê de ye û di heman demê de jî divê budceyeke taybet ji budceya dewletê ji bo avakirina wan civatan bê terxankirin. Pêwîstiya van hemûyan bi sekinîn û hizirînê heye.

Civata serokatiya komarê di mesaj û beyannameyê de avakirina Civatên Îsnadê ji aliyê Malikî ve di demeke wiha aloz û nearam de, bi pêngaveke bêesan û bê sebeb anî ziman û da xuyakirin ku eger li çend deverên ku di bin tehdîdan de ne pêwîst be ku ew civat bên avakirin, divê hemû aliyek li ser danîna planeke hevbeş rê bikevin bo ku hemû bi hev re bikarin parêzvaniyê bikin.

Di dawiya beyannameyê de civata serokatiya komarê daxwaz ji Malikî kir ku avakirina Civatên Îsnadê bide rawestandin, heta dema ku hemû aliyek li ser avakirina wan bigêhin rêketineke hevbeş.
Berpirsê fermangeha peymwendiyên derveyên hukûmeta herêma kurdistanê Felah Mistefa jî bersiva Nûrî Malikî da.

21.11.2008 Felah Mustefa got: hukûmeta herêma kurdistanê xwe girêdayî destûra Iraqê dibîne û kurd beşekî serekî yê Iraqa federale. Em di warê avakirina Iraqê de xizmetek mezin dikin û ji ber evê yekê jî, nabe ku desthilatdariya me bê rêdan bimîn. Ev bersiva Felah Mustefa jî, ajansa Eswatul iraqê jî belavkirin. Felah Mustefa holê jî got: „Nûrî Malikî bi xwe destûrê binpê dike. Em weha bawer dikin ku, ev gotinên Malikî xizmeta Iraqê û prosesa aştiyê nakin. Divê Malikî biryaran li encûmena wezîran derbixe, ne ku bi serê xwe tinê derbixe“.

Belê serokatiya Kurdistan sibe yanjî duzbe dê bersiva serokwezîrên Iraq Federal Nûrî El Malikî bididit.

Îsmaîl Girikî

Îsmaîl Girikî (not verified)

Sat, 11/22/2008 - 11:56

Wezîrê Kar û Barên herên derveyê Kurdistan Mihemed Ihsan ji radiyoya Sewa re got, ku gotinên serokwezîrên Iraqa Federal Nûrî El Malikî yên di derbarên itifaqên petrolê yên herêma kurdistanê de ne rastin û got: Nûrî Malikî ketiye bin kontrola desteyeka terorîst de û ev desteya heye pêzanînên şaş jê re dibêjin. Muhemmed Ihsan holê berdewam kir û got: Em daxwaz dikin ku Malikî û hukûmeta federal ji nû ve li rewşa niha binerin, da ku rastiyan bibînin. Divê em hemû li rastîyê bigerin û xwe ji daxwazên yekalî dûr bixin. Em hemî di evî welatî de beşdar in û em dê ji bo nehiştina diktatoryetê qurbaniyan bidin û me qurbanî jî dane. Muhemmed Ihsan di dawî de daxwaz ji Nûrî Malikî kirku, ji bo çareserkirina giriftariyên navbera Hewlêrê û Baxdayê gerek ew xwe li dadgeha federal bigire. Bêguman ew protokolên liser mesela Petrolê bigorî yasaya federale û bi teybetî yasaya Kurdistan.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.