Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 7 October 2008

Êvarê dîsan dereng bû..
Pêwîste sibê biçim ji bo kar..
Bê kar jiyan nameşe.. Ji bo ku mirov serbixwe
û azadbe.. Pêwîste kar bike..
Çi dike bila bike..
Lê divê tiştekî bike.
Jiyan wisaye..
Çivat wisaye.
Ev mesela karî wekî kurdayetîyê ye..
Çawa bê Kurdî Kurdewarî nebe, bê kar jî jiyan
nabe..

Wê dema mirovek di nav civakekê de dijî
Hem mafên wî hene hem jî erkê wî hene..

Wê dema mirov xwe bi endamê komelekê an neteweyekê di
hesibîne, divê ew mirov zimanê wê komelê an jî çivakê bizane an jî fêrbibe.
Heke ew mirov endamê neteweyek bindest wekî Kurdan be..
FÊrbûn, nivîsîn û belavbûna wî zimanî gellek giring e..

Wê dema ez bala xwe didim Foruma Kurdistanê, beşdarên
Forumê li ser gellek tiştên bi nirx, tiştên hêjan dibêjin..
Mirov gellek tiştan fêrdibe..
Lê sed heyf û mixabin her tişt bi zimanê neyarên me ne, ango zimanê Tirkî ye..
Ez gellek aciz dibim, turedibim..
Ji bo çi heta niha em wisa zimanê cellatê xwe kartînin
Şerm dikim!!!
Bi zimanê celatê xwe nivîsandin tiştekî hêha ye..

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.