Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 20 September 2008

[b]Roj baş...[/b]

Xebata konsolosê Swêd li Stenbolê Ingmar Karlsson \\\"Kurdistan\\\" bi taybetî li derveyî welêt dibe cihê niqaşê. Rojnamevan Gabar Çiyan pirtûk xwend û dîtina xwe anî zimên. Fermo analîza Çiyan.

Bi silavên gurr û ji dil

[b]Zarathustra News[/b]

[center][b]* * * [/b][/center]

[img]http://www.proxy247.com/index.php?q=aHR0cDovL2ltZzM2Mi5pbWFnZXNoYWNrLnV…]
[b]Ingmar Karlsson û pirtûka wî “Kurdistan“[/b]

[i]Gabar Çiyan[/i]

Karlsson 1942 an de, li Burseyda Swêdê hate dinyê. Aborînas, olnas, dîplomat û rojhilatnas e. Di 69 an de dest bi xebatên dîplomasiyê li Bogotayê dike. Paşê li Wîyana, Şam, Aman, Pekin, Pragê dixebite. Karlsson, ji 2001 û vir de Konsolosê giştî yê Stenbolê ye.

Taybetiya konsolosxaneya Swêdê li Stenbolê ew e ku, giraniya xwe ji bo têkiliyên Tirkiyê û EU, têkiliya aborî, pirsa mafê mirovan û perwerdê bêhtir e. Karlsson ne tenê konsolos e. Her wisa rêvebirê “Şaxê Hevkarî û Têkiliyên Swêdê û Tirkiyê“ ye. Mirov dikare bêje ku, avabûna vê şaxê bi hatina Karlsson bo Stenbolê, 2001 î de dest pê dike. Armanca şaxê wisa ye:

- Piştgiriya Tirkiyê bo endametiya Yekîtiya Ewropayê- EU
- Çareserkirina pirsên giring yên polîtîk, aborî û civakî li Tirkiyê û li ser van pirsan danûstandin bi Tirkiyê re
- Li ser pirsên çandî, adet û tore û olî hevdu fêmkirin û gavavêtinên nêzîkbûna li hev
- Raçavkirina pirsên li başûrê Ewropa, Kafkasya û Asia navîn...

Xebatên wan gelek caran li “Enstîtuya Swêdê ji bo Lêkolînê li Stebolê“ pêk tên. Enstîtu di 1962 an de ava bûye. Ji bo niqaşên cewaz, pir caran pisporên herdu welatan li wir dicivin, xebata xwe dikin. Endamên wan bêhtir ji kesên bijarte, dîplomat û akademisyenan pêk tê...

Çareserkirina pirsan bi rêya diyalogê slogana dîplomasiyê ye. Dîplomat statukoya ku heye dibînin. Bi pîvan gavan dihavêjin. Ji awira dîtin, pêşniyar, raçavkirina berjewendî, peyman û pirsên stratejîk ve lîstikvanên xurt in. Zîrek in.

Rola Ingmarî li Stenbolê diyar e. Ew konsolos e. Ew jî mîna niwênerên welatên din, gelek caran di danûstandina bi Tirkiyê re, ji bo parastin û pêşxistina berjewendiyên Swêdê, û li ser bingeha têkilî û peymanan gavan dihavêje.

Xebata Karlsson ya “Kurdistan“, ne berhema wî ya pêşî ye. Hejmarek pirtûk nivîsîne. Pirtûka wî, bi navê “Kurdistan“ ku rengên tîpên xwe ji “Al a Rengîn“ pêk hatine, lê bi pêveka “Landet som icke är“ bi realîteya îro û mesajdayîna derve ve girêdayî tê dîtin, dê bibe cihê gelek niqaşan. Lewma dîtina min jî, mîna xebata Karlssonî, dikare ji hinek aliyan bi erênî û beşek jê jî neyênî bê pejirandin.

Weke ku li jor jî hate qalkirin, Karlsson ji çend aliyan ve pispor e. Pirtûka wî, bi aliyên wî yên xurt, di gel hîsên însanî û bi zimanek dîplomatîk hatiye hunandin.

Awira Karlssonî li ser doza Kurdî bêhna “Rojhilatnas Karlsson“ û “Dîplomat Karlsson“ jê difûre. Çarçevoya mafê mirovan jî di xebata wî de heye. “Mirov Karlsson“ di gelek deveran bi cesaret derdikeve pêşberî mirov. Anku helwêsta “Svenssonê mirovhez“ yê ku toreyî û mafparêz e, divê li ber çavan bê girtin.
Dîtina wî ji bo parastina peymanên fermî û statukoyê jî dikare di çarçoveya “Şaxê Hevkarî û Têkiliya Swêdê û Tirkiyê“ bê nirxandin.

[b]Kurteanalîzek li ser xebata wî[/b]

Di pêşgotina wî de, armanca wî wisa hatiye formulekirin. Ew, li ser pêkhatina pirsgirêka Doza Kurda û nakokiyên îro kur dibe. Ji dewletek serbixwe bêhtir, pirsê herêmî dibîne. Li mafê Kurdan yê mirovahî, çandî û hevwelatiyê erênî dinêre û dê wisa nêzî pirsê bibe...

Di detpêkê de, li ser pirsa coxrafya, ziman û olên li Kurdistanê bi dirêjî radiwetse. Li ser pirgirêkên standartnebûna zimanê kurdî dîtinên balkêş pêşkêş dike. Pirsên diyalektan, karanîna tîpên cewaz ji xwe re dike bingeh û hinek ji şêweyên kurdî, ne weke dewlemendî, lê mîna zimanên cewaz nîşan dide...
Dîtina Karlssonî li ser standekirina zimanê kurdî dikare were fêmkirin. Lê nîşandana diyalektan weke zimanên cewaz, fantazî ye...

Dema mirov bixwaze, Destana Kawa bi zimanek ji derveyî Kurdî bixwîne, divê bi xebata Karlssonî dest pê bike. Zimanek kêşer û edebî rengek xweş daye destanê.

Mem û Zîn û bilindkirina Ehmedê Xanî jî beşek lê hêja ye. Karlsson ne yekser be jî, mesajên Xanî dighêjîne neslên îro:

“Mem û Zîn ji gelê Kurd û herêmên Kurdan re ku perçe bûye û nikare bighêje hev, bûye sembol. Ehmedî Xanî ku weke Şekspîrê Kurdan tê nasîn, banga xwe dighêjîne Kurdan ku, yekbûna xwe xurt bikin û dijîtiya hev nekin. Ew dixwaze ku, kurd di bin pêşengiya reveberekî ji bin zilma faris û tirkan rizgar bibin...“ .
Kesên bixwazin vê mesaja Karlsson ya erênî binirxînin, dikarin bi gelek wateyan bar bikin.

Di çavkaniyên Ewropiyan de Kurdistan, xalek balkêş e. Ji hejmarek kesên li ser Kurd û Kurdistanê nivîsîne, beşan dide. Ew kesên di Kurdistanê re derbas bûne û bi kurdan re bûne dost û anjî hatine dijî hev, di vê xalê de xwedî cihek rengîn e. Ji awira wan ve nerîna li Kurdan û Kurdistanê xalek giring e.

Pêşketina neteweperestiya Kurdan, beşek lê hêja ye. Piştî salên 1800 î û serîhildanên Mîrê Kurdan li gelek aliyên Kurdistanê tê de cî digire. Avakirina alayên Hemîdiye pêlkirina mafên neteweyên din, bi rêya vê hêzê rêlêgirtina netewîbûna kurdan, eşkere dihêt zimên. Dîtina Karlsson li ser mijarê dikare wisa bê formulekirin:

Rêvebirên alayên Hemîdiye di perwerdeya taybetî re derbas bûn. Beşek ji eşîrên ereban jî tê de cî girtin. Alayên Hemîdîye, ji aliyekî di navbêra Kurdan de (eşîr) hevkarî xurtir, li aliyê din rêvebiriya wê, bi rêya talan û hovîtiyê jiyana xwe didomand...
Mîna alayên Hemîdiye, parêzgerên gundan (Koy Korucusu) yên îro, piştî sed salî, ji bo ku li dijî PKK ê bikar bihênîn, hatin organîzekirin. Parêzger, ji aliyekî hevkariya nav eşîreta xwe xurt dikin, lê li aliyê din jî, rê li ber hereketa Kurdî ya neteweperest digirin...

Karlsson di hinek beşên xebatê de PKK ê rexne dike. Lê awira wî li jor dê bibe cihê niqaşê.

[b]Hereketa Kurdî: Duhî asî îro terorîst[/b]

Karlsson ji serîhildana Koçgîrî, ya Şêx Seîd tê hetanî roja me. Di beşek rexneyên xwe li aliyê rastiyê be jî, ji bandora yekalî ya dîtina fermî rizgar nebûye.

Di arşîva dewleta Swêdê de, ji bo lêkolîna serîhildanên kurdan xebata min çêbû. Xebatên konsolosên wê demê, giraniya zimanê xwe fransî ye. Beşek bi swêdî jî heye.
Karlsson bi xwe di dema xwendina destpêkê ya zaniyariya dewletî de, giraniya xwe dabû fransî. Tayînkirina wî bo Stenbolê şensek mezin dayê de ku ji nêz ve li ser raporên konsolê berî xwe, yên li ser kurdan nivîsîne, kur bibe.
Dema mirov bi dirêjî li raporên Konsolosên Swêdê “Legation De Suede“ yên piştî salên 1900 î binêre, raporên li ser serîhildanên Kurdan analîz bike, bi taybetî li ser serîhildana Şêx Seîd û yên din kur bibe, dinêre ku, Karlsson gelek caran bi durbîna konsolosên berê nêzî pirsê dibe. Dîtina wan dikare bi kurtasî wisa bê nîşandan:

Hereketa Kurdan wek xeterek li dijî sekularîzmê hatiye pejirandin. Serîhildanên kurdan weke mafê her miletekî ji bo azadiya xwe bêhtir, bi asîbûna li dijî sîstemê, statukoyê tê dîtin. Asîbûna duhî, mixabine ku îro bi cil û bergên nû, navê modern girtiye û bûye terorîst.

Karlsson, her çiqasî qala hişkiya dewletê dike jî, gelek caran rexneyên xwe bi zimanek dîplomatîk û bi hosteyî nerm kiriye.

Dewleta kur li Tirkiyê û mîsalên mîna “Susurluk“, “bombekirina pirtûkxaneya li Şemdinliyê“ û “Ergenekonê“, helwesta Tirkiyê ku “qanûnek ne demokratîk radike û yekî din dixe şûna wê“, Karlssonî jî hêrs dike. Li ser pirsê dîtinên xwe dihêne zimên, û ji bo Kurdan nerîna, “dana mafê çandî û karanîna zimanê kurdî di resmiyetê de\\\" erênî ye.

Karlsson, berê xwe dide Serokomarê Iraqê û Rêvebirê PUK ê Celal Talebanî, Serokê KDPI û Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. Şer û nakokiyên di naw wan de çêbûne nîşan dide. Herêmê wek “federasyona di nava yekî din de“ de binav dike, anku herêmê di bin rêvebiriya “du şîrketên malbatî“ de dibîne. Sermayeya Talebanî û Barzaniyan bi dest xistine bi qasî “400 milyon dolaran e“, dibêje. Li gorî wî, “tevayê dezgehên dewletî, di navbêra endamên herdu malbatan de hatiye parkirin. Sîstem li ser bingeha eşîrtiyê ava bûye, kopiyek ji ya Saddam e. Kontrola li ser hemu karan didome, bertîl bi destê hardu aliyan tê xwarin“.
Karlsson, di gel van rexneyên xwe tê ser pirsa bingehîn, û tirsa xwe ya avabûna dewletek kurdî li herêmê dihêne zimên. Paykirina dewlemendiya başûr, bi perçeyên din re bêmecal dibîne. Tirkiyê, ji bo girêdana Herêmê û Kurdên parçên din bi Europayê re, weke pirekê dibîne. Lewma çareseriya pirsgirêkên perçeyên din, li wan welatan, rastir dibîne.

Rêvebiriya herî xirab ya Kurdan ji ya romiya baştir e

Pir eşkereye ku, li ser pirsên demokrasiyê, mafê mirovan, bertîl û talana li herêmê, weke Karlsson, gazinên me jî ji rêvebirên PUK û PDKI ê hene. Gelek caran qala vê awira neyênî li herêmê tê kirin. Em ê bikin.

Lê ji nimunên dîrokî pir eşkereye xuyanî dike ku, rêvebiriya herî xirab ya kurdan, ji ya romî, ereb û farisan pir baştir e.
Talabenî piştî qonaxek dirêj, tecrûbe û sebirê hate cihekî. Îro ew Serokomarê Iraqê ye. Barzanî jî wisa. Herdu rêvebirên Kurdan li hemberî tehdît, operasyonên dewleta Tirkiyê û zoriya dewletên din, şerê Kurdan nekirin. Bi vê helwêsta xwe gavek e dîrokî avêtin. Rawestandina li dijî helwestên şerê birakûjiyê, delîla herî mezin ya bicîhiştina berjewendiyên eşîrtiyê ye. Xurtbûna helwestên netewî ye. Êdî peyva Karlssonî qal kirî, ya Nurî al Seid nema suda xwe heye. “Kisîkên zêra“ jî nema dikarin berê hêzên kurdan zûbizû bide hev.

[b]PKK[/b]
Gazinên me jî PKK ê hene. Bi taybetî israr û eksa wan bi zimanê tirkî hinekî nerm bûbe jî, organên wan bi tirkî ne. PKK jî di nav de, mirov li benda hêzên Kurdan e ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî gavan bavêjin.

Divê hêzên Kurdan nekevin hemberî hev. Mîna PUK û KDPI ê xwedî helwest bin, ji dijberiya hev dur bikevin.

Cesareta Karlsson û qalkirina efûyekê, baş e û dikare bibe çirûskek ji bo destpêka qonaxek nû ya aşitiyê.

Pir eşkereye ku şer û operasyonên Tirkiyê li derveyî sînorên xwe, baş nehatiye nirxandin. Operasyonên Tirkiyê û Îranê, tenê weke şerê li dijî PKK ê nikare bê pejirandin.
Herdu welat bi balafirên şer, malê tevayê mirovahiyê têk dibin, anku xwezaya Kurdistanê, jehr didin. Agir bi dar hêşiyanî û heywanan dixînin. Xweza Kurdistanê li ber çavê însanetiyê tê qetilkirin. Îro jî daristanên Kurdistanê dişewitin.
Divê qetla xwezayê bê rawestandin. Êrîşên militerî xwezayê qetil dike, her wisa stabilîzasyona li aliyê Herêma Kurdistanê qels dike, têk dibe.
Dil dixwaze ku Karlsson vê awirê jî bibîne û bişopîne.

Karlsson ber bi dawiya xebata xwe, rewşa Kurdan li her çar aliyê Kurdistanê, Lubnan û Kafkasyayê dinirxîne. Di bin sernivîsa “Utopiya Kurdistana Mezin“ de dîtina xwe li ser çareserkirina Doza Kurdan dihêne zimên. Li ser pêşketina Herêma Kurdistanê û tevayê welêt dîtinên Karlssonî Balkêş in. Mirov dikare wisa formule bike:

Serxwebûna Kosova, jihevcudabûna li Çekoslovakya û welatên din rewşa xwe cuda ye, mirov nikare ji bo çareserkirina Doza Kurdan weke mîsal nîşan bide. Kurd nebûne xwedî sembolek netewî mîna Garibaldi û Bismark ku dest bavêjin pirsê û rêvebiriya wê bikin. Ji bo neteweperestiya kurda rêve bibe çi Atakurdek (!) ji nav rêvebirên wan peyde nebûye.
90 sal in ji ber cudabûna wan ji hev, di wan de cudahiyên çandî, zanîna neteweperestî û polîtîk pêk hatiye. Cewazî di karanîna zimên, alfabeyan de jî çebûye.
Welatên cînar û yên li dijî avabûna welatek wisa, ji bo berê hêzên kurdan bidine hev û têkçûna wan bidest bixînin, çi pêwîst be dikin û dê bikin. Weke mîsal şerê li bakur di navbêra PKK û dewletê de çêbûye, nikare tenê weke şerê Tirkiyê û gerîla bê dîtin. Şer her wisa navxweyî ye û berê PKK û parêzgerên gundan jî ketiye hemberî hev. Fersendên wisa gelek caran hatine karanîn ku, rêvebirên dewletê, wir wêran bikin.
Suriye, Tirkiye, Iraq û Îran dabeşkirina sînorên xwe napejirîne. Lewma pêwîstiya Kurdan pêşî bi mafên mirovan û yên hevwelatiyê heye.

Dema qonaxa demokrasiyê bi erenî li herêmê dest pê bike, ev yek dê bandora xwe li hişkiya neteweperestiya kurdan jî bike. Pêşketina sosyoekonomik dê ber bi başiyê ve here.

Li Ewropayê hizirkirina dewleta netewî cihê xwe dide yê herêmî û sînorê dewletên netewî derbas dike. Em ê binêrin, ev pêşketina li Ewropa dê bandorek çawa li Tirkiyê û Rojhilata navîn bike.

Ji bo çareseriya pirsê, rola kurdên li derveyî welat mezin e. Ew dikarin bi dîtinên dewlemend û demokratîk piştgiriya pêşketina welatê xwe bikin.

Li başûrê Kurdistanê bingeha xwendina bilind bi herdu zimanên kurdî (!) tê danîn. Zanîngehên li wir dikarin bibin navend ji bo tevayê xwendevanên kurdan ji her çar aliyê welêt. Çanda kurdî û edebiyata kurdî li wir pêş dikeve. Herêm herku diçe dibe navendek ji bo çanda kurdî û zaniyariya polîtîk. Gelek pisporên Kurdan têne wir. Emerîka û Ewropa beşdarî pêşketina civatê dibe. Dema qonax wisa berdewam bike, Kurdên li derveyî welêt dê ji welatên cînar re nabin tehdît. Ew ê bibin sedem ku, demokrasiya li welatên cînar pêş bikeve.

Pêşketina giloverî sudên xwe dighêjine kurdan. Kurd ji rêvebiriya şêx û axa derbasî qonaxek nû dibin. 5 kanalên tv kurdî ku weşanê dikin hene. Ew bi Kurmancî û Soranî weşana xwe dikin. Têkiliyan kurdan li welêt û derveyî welêt bi rêya telefon û internetê xurt dibe. Êdî çi kes nema dikare rê li ber zimanê kurdî ji awira ragihandinê bigire. Buyerên li Kurdistanê dibin hayê kurdên din yekser jê çêdibe. Êdî bi metodên hişk û militerî nema dikarin rê li ber xwestina kurdan ji bo mafê polîtîk û çandî bigirin.

[b]Çend peyvên dawî[/b]

Bi kinahî,
- dema mirov “binavê“ pirtûka Karlssonî “landet som icke är“ bi sedema meslekî ve girê bide,
- muhtaciya kurdan li bajaran bi girêdana desthilatdariya faris, tirk û ereban ve girê nede,
- dîtina Kurdistana Mezin bi statukovaniya mesleka dîplomasiyê ve girê bide,
mirov dikare bi gelek aliyan re bi Karlsson re li hev bike.

Pirtûk bi zaniyariyên eşkere û sergirtî barkirî ye. Têra xwe fermî ye û mesajên xwe dighêjîne gelek deveran.

Nêrîna niwênerên EU li Doza Kurdî û fêmkirina wan giring e. Karlsson ji vê awirê ve şensek mezin dide mirovî.

Weke gelek berhemên ji çapê derketî, ev berhem jî û nirxandinên li ser bên kirin jî dê bibe cihê niqaşê. Bi rêya niqaş û rexneyên erênî, encamên erênî bi dest dikevin. Mirov hêvî dike ku, rexne û analîzên nû rê ji bo qonaxekî nû û çareseriyek demokratîk veke.

Em jî pê bawer in ku, neteweperestiyek li ser zanabûn û tecrûbeyan ava bûyî, ji birakûjiyê dûr, ji mer e pêwîst e. Di gel wan, parastin û pêşxistina zimanê kurdî dê me bighêjîne armanca dawî.

Em bi vê peyva dawî bi te re ne Karlsson:

Dema Yezdan deriyekî digire li aliyê din bi hezaran vedike.

Berê me li Lalêşa Pîroz e, û bi rêya Zerdeştê kal ji Yezdan dixwazin ku wan deriya zû veke.

Navê Pirtûkê: Kurdistan – landet som icke är
Çap: 2008, Falun Swêd
Weşanxane: Wahlström & Widstrand
Rûpel: 240
Ziman: Swêdî

[b]Zarathustra News – [email protected][/b]

Anonymous (not verified)

Sun, 09/21/2008 - 00:54

Kurtleri daha da bolmek icin ellerinden gelen herseyi yapiyorlar dogrusu. Sanki bu kadar bolunmusluk yetmezmis gibi. Iste KURTLERIN BIRLIGINDEN bu kadar korkuyorlar! Eger biz Kurtlerin siyasi liderlerinde birazcik milli suur varsa, hemen ULUSAL MUTABAKATIMIZI saglayip birligimizi gerceklestirmeliyiz. Cunku Kurt birligi Kurdistan Devletinin basarili ilani demektir. Iste onlar bundan korkmaktalar ve bunu engellemek icin Zaza lehcesi Kurtce degildir (Karl Hadank), bilmem Kurt Lehceleri baslibasina birer dildir (Ingmar Karlsson) diye Kurtlerin arasina nifak tohumlari ekiyorlar habire. Tuh!!! Xeyredin

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.