[center][img]http://img362.imageshack.us/img362/6351/pirtukakurdistanxg9.jpg[/img][/…]
[b]Rojbas..[/b]
- Dîplomatê Swêdê Ingmar karlsson bi pirtûka Kurdistanê derket pêsberî xwendevanan
- Mêrdîn dibe Hollywooda herêmê
- Qatilên enfalê derdikvin dadgehê
Silav u rez
[b]Zarathustra News[/b] Stockholm
[center]* * *[/center]
[i]Ji dîplomatê Swêdî Karlsson gavek bi wate:[/i]
[b]“Kurdistan“ê dihêne qada navnetewî[/b]
Dîplomatê Swêdê li Stenbolê nivîskar Ingmar Karlsson bi pirtûka xwe ya nû gavek e bi wate dihavêje. Navê xebata Karlsson jî têra xwe bi wate ye. Navê wê, “Kurdistan“ e.
Gelek rojnameyên swêdî li ser berhema Karlsson dîtinên xwe anîne zimên. Bi tevayî bi erênî nêzî xebata wî bûn. Bi giştî dîtina wan dikare wisa bê formulekirin:
Ma qedera Doza Kurdî bûye pirsek wisa ku tevayê cîhanê eleqedar dike. Bi qasî 30 milyon Kurd li cîhanê hene. Li hemberî ku bi sedan salan li ser xaka xwe jiyana xwe domandine, welatek wan tune ye, nebûne xwedî dewlet. Qet çareseriyek aşitiyane ji bo pirsa wan peyde nabe?
Ingmar Karlsson pirsa Kurdistanê, welatê bê welat dihêne rojeva cîhanê û di qada navnetewî de dike pirsa niqaşê.
Tirkiye, Surî, Îran û Iraqê li dijî avakirina dewleta kurdî ne. Ji xwestina kurdan bêhtir, cewaziya ziman, adet û toreyan heye. Yê herî xirab şer heye. Karlsson pirsa ku naxwaze bê dîtin, dihêne rojevê.
Ingmar Karlsson ji sala 1967 an û virve li Wezareta Karê Derve ya Swêdê de dixebite. Ew niha li Balyozxaneya Stenbolê ya Swêdê de Konsolos e. Wî li ser pirsgirêkên Rojhilata navîn hejmarek pirtûkên din jî nivîsî ye. Mirov bi saya xebatên wî, ji awira dîplomatek pispor ve li ser pirsgirêkên Rojhilata navîn dibe xwedî dîtin û zaniyarî.
Ingmar Karlsson bergê pirtûkê bi rengên KESK, SOR û ZER xemilandiye. Bi tîpên mezin, navê Kurdistan, bi rengên netewî yê kurdan xemilandiye. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Wahlstrom & Widstrand ve hatiye çapkirin.
Xebata Karlsson ji 239 rûpelan pêk tê. Pirtûk bi swêdî ye û di meha tebaxê de ji çapê derketiye. Kesên bixwazin dikarin berhema wî bi rêya internetê bi dest bixwînin. Navnîşan wisa ye: www.adlibris.com.
[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]
[center]* * *[/center]
[center][img]http://www.guzelresim.info/Turkiye-Resimleri/mardin-resimleri/mardin.jp…]
[b]Mêrdîn dibe Hollywooda herêmê[/b]
Berî nuha mankêna navdar ya Brazîlî Herîka Fernanda li Mêrdînê derketibû pêşberî kamerayê. Reklama wê li cîhanê deng da. Piştre şîrketa cilan ya nasdar Garize ji bo pêkanîna kolekisyona xwe ya çile Mêrdînê hilbijart.
Mirov dikare bêje ku, Mêrdînê ji bilî fîlm û xebatên reklamî, di warê sînemayê de jî populer dibe.
Rêzefîlma Sila bi tevayî li Mêrdîn û derûdora Mêrdîn hate kişandin. Niha jî hunermendê nasdar Yilmaz Erdogan bi senaryoya xwe ya nû dixwaze fîlmê xwe li Mêrdînê bide kişandin. Polat Alemdarê ku ji rêzefîlmê Kurtlar Vadisi tê nasîn ji bo fîlmek nû bi navê “Dendika hejîrê“ xwe amade dike ku were bajêr.
Li Mêrdînê berî niha fîlmê Hulya Avşar “Salkim hanimin Taneleri“, Osman Sinav “Deli Yurek“, Sibel Can “Berivan“, Mahsun Kirmizigul “Aşk surgunu“, Kadir Inanir “Azap yolu“, Levent Kirca “Aga“ û gelekên din hatibû kişandin.
Bi tevayî yên ku dikare were bîra mirovî, Li Mêrdînê di 7 salan de 12 rêzefîlm û 3 fîlmên sînemayî hatin kişandin.
Gelek kesên lîstikvan ku nijada xwe kurd in, lê li di sînema tirkî de dilîzin, bêhtir Mêrdînê ji xwe re hildibêjêrin.
Rûniştvanên Mêrdînê bi çavê Hollywooda herêmê li bajêr dinêrin. Ew pê bawer in ku, bajêr herku diçe bala cîhanê dikşîne ser xwe û di demek nêz de dê têra xwe navdar bibe.
[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]
Somurgecilerden Kendimizi Kurtaramayisimizin En Ilk Nedeni Biz K