Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 6 August 2008

BEYANNAMEYA KOMÎTEYA HEVBEŞ

Komîteya Hevbeş (Komîteya Hevkarî Ya Hêzên Siyasî Yên Kurd û Kurdistanî Li Swêdê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê û Însiyatîva Kurd Li Ewrûpayê) dengdana li ser reşnivîsa qanûna helbijartina encumenên parêzgeyan ku ji aliyê Parlamena Îraqê ve rûdaye û xwekujiya terorîstî ya li dijî xwepêşanderên meşa 28.07.2008 an, li şarê Kerkûkê bi tundî mahkûm û şermezar dike.

Em helwesta Encûmena Serokayetiya Îraqê, Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Parlamen û Hikûmeta Kurdistanê bi berzî dinirxînin. Em piştevaniya helwest û xebata serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê dikin.

Gelê Kurdistanê di rizgarkirina Îraqê de û di pêvjoya cîbicîkirina demokarasiyê de roleke sereke girtiye û di vê dozê de gelekî şehîd û qurbanî dane. Serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê di pêvajoja aştî û aramiyê de û di pêkanîna yekitiya grûbên siyasî yên îraqî de jî hêzeke bingehîn e.

Lê mixabin, hîn ku birênên kîmyabaran û enfalan demûş negirtine hinek alî bi çandeke şovenîst li hember doza neteweyê kurd ya rewa helwestê digrin.

Komîteya Hevbeş (Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî Yên Kurd û Kurdistanî Li Swêdê ku nûnerayetiya 22 partî û hêzên siyasî yên ji her çar beşên Kurdistanê dike, Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê û Însiyatîva Kurd Li Ewrûpayê) vê dengdana Parlamena Îraqê ya bi şêweyek neyasayî ku li ser reşnivîsa qanûna parêzgeyan e û bi zorê Kerkûk ji ser Herêma Kurdistan dûr dixe, bi tundî mahkûm û şermezar dike. Leystik û binpêkirina Zagona Bingehîn ya Îraqê û hewildanên jiholêrakirina mada 140 î armanc û rûyê rasteqîn yê wan kesên ku deng dane qanûna 24 an, derdixe hole.

Cîbicîkirina vê qanûnê hewildana bi qanûnûnî pêkanîna siyaseta qirkirina nîjadî ye; hewildana helandina gelan, zindîkirin û bipaşveanîna rejîma Baas e û kontrolkirina şarê Kerkûk e. Li xwegorîkirina rizgariya Îraqê û xebat cîbicîkirina demokrasiyê rêz nayê girtin, pêkvejiyana ku pêkhatiye nayê daxwazkirin.

Hevkariya digel bermayên siyaseta Baasê û şovenîstiya neteweyê serdest niha di kirasekî nû de, bi navû daxwazeke nû mafê gelê neteweyê kurd yê rewa red dike.

Di hêlek din de, em êrîşa teroristî ya xwekuşiyê û gulebarankirina xwepêşenderên bajarê Kerkûkê bi tundî mahkûm û şermezar dikin.

Em xemgînî û sersaxiya xwe bo malbatên şehîdên serbilind diyar dikin û ji birîndaran re saxiyê dixwazin.

Em ji hemû grûbên siyasî yên Kerkûka xoşewîst ( bi kurd, ereb, aşûr, tirkman û kildan ve) daxwaz dikin ku ew giyanê aştî, birayetî, hevkarî û ewlehiyê biparêzin. Em ji wan daxwaz dikin ku bi yekdengî û bi yek helwestê hemî bi hev re, li hemberî hemî karên teroristî û helwestên têkbirina rewşê rawestin. Ew li dijî hemî karên dijminane yên terororê berxwe bidin û li hember hemî hewildanên têkbirina rewşê, li hemberî leystikên siysî û li hemberî helwestên têkbirina birayetiya grûban û yekîtiya xelkê bajarê Kerkûkê yekdeng û xwedîhelwest bin.

Yekîtiya gelên Kurdistanê bigiştî û bi taybetî yekîtiya grûbên siyasî girîng e. Em jiber vê helwestê, ji xelkê bajarê Kerkûkê re spas dikin, piştgirî û hevdengiya xwe bo wan diyar dikin.

Careka din em ji Encûmena Serokayetiya Îraqê daxwaz dikin ku bala xwe bikîşnin ser yasayên nedestûrî, ji bo ku êdî helbijartinên Civata Parêzgehan neyê bi paş xistin, îradeya xelkê û dengdêran û prosa demokratiyetê li Îraqa Federal bê bicîhanîn.

Bijî kurd

Bijî Kurdistan

Komîteya Hevbeş

(Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî Yên Kurd û Kurdistanî Li Swêdê,

Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê,

Însiyatîva Kurd Li Ewrûpayê)

Stockholm

2008.07.29

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.