Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 28 July 2008

[center][size=large][color=#990000][b]PIRS Û GELŞÊN ZIMAN PIRSEKE REWŞENBÎRÎ YE[/b][/color][/size][/center]

[center][img]http://img95.imageshack.us/img95/2541/zimanekurdiwi0.jpg[/img][/center]

[b]Li ser Gelşên Zimanê Kurdî û Guftûgoyên Heman Mijarî[/b]

Kurd ku ji van doman û qonaxên serûbinbûnî ya civakî derbas bûne, dîsan zimanê xwe winda ne kirine. Her çend ku li warê serbestiya bi karhanîna zimên, em kurd ji tevaya gel û milletên dinê, bi çendî çar-pênc nifş jî li pey mane, dîsan zimanê me, zimanê kurdî jiyaye. Em dikarin her wisan bibêjin, ku ta zimanê kurdî ber bi pêş ve jî çûye. Zimanê Înternet'ê ya kurdî ji bo vê nimûneyek balkêş û berçavî ye.

Ango heger em bi kurtî bihênin ser zimên; di warê zimanî de, em kurd, me tiştek winda ne kiriye. Tiştê ku me winda kiriye, çend qonax û derfetên bi karhanîna zimanî ya çend salan bûne û hew. Ev jî, bi tundî li bakurê welêt, li vî perçeyê ku tirk li ser desthilatdar bûne, rû daye.

Her kes dizane ku heger kêm û bi sînor be jî, hem li rohilata Kurdistanê (Îran) û hem jî li başûrê Kurdistanê (Iraq) serbestiya zimanê zikmakî ya perwerdeyî her û her hebûye. Her çend li perçeyê roavayê Kurdistanê (Sûrî) wek li bakurê Kurdistanê ev maf tune bû jî, dîsan zext û zora dewleta Beesî ya li ser kurdên roavê, ne wek zext û zora tund û bi sîstematîkî ya wek li ser kurdên bakurê welêt bû.

Encama van gotinan ev e, ku ji bilî bakurê Kurdistanê, li deverên mayî yên Kurdistanê, kurd ji binî mafê bi karhanîna zimanê xwe ji dest ne dane. Sivikkirina tawanên dagîrkerên Kurdistanê ne mebesta me ye, lê heger kesek ji me heye, ku li hevberî van gotinan derdikeve, bila biferme were ber bi pêş ve. Ma ne welê bû ku Seddamê dîktator jî, rê dida derxistina govar, rojname û weşandina radyoya kurdî? Ma ne welê bû ku wan melleyên orangûtang ên ku Îranê bi rê ve dibirin, rê didan heman serbestiyê û li roavayê Kurdistanê jî serbestiyek bi karhanîna zimanê rojane ya kurdî li wir hebû?

Vêca me naskirina serencama vê biwarê gerek e. Ev jî bi kurtî ew e ku bizava rewşenbîriya kurdî rola xwe tam cî bi cî ne kiriye. Bêguman sedemên vê jî astengên ramyarî bûn. Mirov dikare rûber û muqayesekirinek welê bike. Heger lokomotîf ne be, vagonên trênê bi rê na kevin ji xwe ber. Derfet ji serkêşî û birêvebirinek bi zanetî re çi car ne hatiye dayin. Ji lew re ev gelş û pirsên ku em tê de ne pirr suruştî û normal in.

Ji ber ku van sih (30) salên dawî, bizava rewşenbîriya kurdî, bi tundî li nav liv û tevgerê ye, loma î roj em li ser pirsên zimanê kurdî hûr bûne û em li ser mijarê guftûgoyên tund dikin.

Pêşemîn gelş û pirsên zimanê kurdî, ku î roj ji hêla ronakbîriya kurdî ve dihêne destnîşankirinê ev in:

[b]A - Pirsa bi Karhanîna alfabeyekê
B - Pirsa Zaravayên kurdî
C - Pirsa Yekkirina zimanê kurdî[/b]

Bi ya me ev her sê xal jî tek û yek xal e: ango pirsa [b]Pêşveçûna Zimanê Kurdî[/b] ye.

Her bi çi awayî dibe bila bibe, gava ku li ser van xalên A,B,C pêşketin hat dîtin, hingê zimanê kurdî jî bi şêweyek ji xwe ber (otomatîkî) hildipişke ber bi pêş ve.

Pêşketina zimanê kurdî jî bi şêweyek suruştî çareserkirina pirsgirêkên li pêş pêşketina zimanê kurdî yên wek li jêr (A,B,C) nimandî ye. Loma ev çareserî bi riya xebatên rewşenbîrî dibin.

Loma ji ber vê yekê pirsa zimanê kurdî pirsek rewşenbîrî ye. Çi hêz ni kare rê li ber zimanê kurdî bigire, heger em bi xwe riya pêşveçûna zimanê xwe dûr û dirêj û bi asteng ne kin!

Heger em bi şêweyek aşkere û vekirî bibêjin, rastî ev e, ku çi pirsên dinê li pêş zimanê kurdî nîn in ji bilî vê pirsa rewşenbîriyê.

Gava bizava reşenbîriya kurdî rê û azîneyek (metod) ji bo çareserkirina gelşên pêşketina zimanê kurdî peyda kir, ew roj bizava rewşenbîriya kurdî rola xwe leyistiye.

[b]Encam[/b]

[b][i]A - Pirsa bi karhanîna alfabeyekê :[/i][/b]
Ev pirs jî pirsek rewşenbîrî ye bêguman. Li nav rojekê çareser na be. Jê re dem divêt. Me welê bawerî heye, ku bi karhanîna alfabeyê ne gerek e jî. Rewşenbîr ji xwe her du alfebayan (erebî, latînî) dizanin. Rewşenbîrê ni zane, ev li gor bîr û baweriya me kêmasiyek kesane ye. Divêt ew kes (rewşenbîr) xwe fêrî alfabeya erebî/latînî bike.

Lê heger xebatek zanistî ya ji bo yekkirinekê ya li pêşerojê dest pê bike, ev bêguman baş e. Me bawerî heye, ku çi car alfabe na be sedem ku du ziman derkeve holê. Ev kêmasiya kesane ye. Ev biwêj û vegotinek pirr bêwate ye. Zimanê kurdî çawa dibe du ziman? Lê gava kes (rewşenbîr) xwe baş fêrî zaravayê xwe û her du alfabeyan bike, wê gavê ew kes dibîne ku cewhera hemû zaravayan ji kok û binyad ve yek e. Ango bila devê xwe bigehînin sêva ser darê, bila ne bêjin ku sêv tahl e.

[b][i]B - Pirsên Zaravayî:[/i][/b]
Ev jî dihêt vê wateyê ku, ew kesên (rewşenbîr) kesên ku bi gelşên zimanî ve mijûl dibin, gerek e devoka (zimanê) xwe bi firehî û kûrahî baş nas bikin. Ji bo nimûne, ez vê encamê ji pêzanîn û tecrubeyên xwe yên kesane jî dinasim. Gava ku kurdek (rewşenbîrek) baş bi devoka (zimanê) xwe bizanibe, hingê (ev garantî ye ku) ew kes (rewşenbîr) ji têgehîştin û ta jî ku ji axiftina zaravayên dinê jî baş serwext dibe. Gava ez Goran Candan,kurdê Amedê bi soranî dixwînim û bi soranî bi alfabeya erebî dinivisînim, piraniya kurdên başûr dibêjin qey Goran kurdê Hewlêrê ye û ne ji Amedê ye! Carinan pêwîstî dibe ku ez bi tirkî bipeyivim ta ku kurdên başûr hîna bawerî dihênin ez kurdê bakur im. Ji ber vê destkeftinê ez ji zaravayê dimilkî (zaza) jî serwext im.

[b][i]B - Pirsa Yekkirina zimanê kurdî:[/i][/b]
Em ji binî vê pirsê pirr bêwate dibînin ji lewre zimanê kurdî ji xwe yek e. Pirsek yekkirinê nîn e. Kî bixwaze jî ni kare zimanê kurdî parçe bike. Her ziman jîndar e û xwedî giyanekê (dînamîk) ye. Loma ziman her dem xwe diguherîne û li gor demê dinexşîne, xwe adapte dike. Zimanê kurdî zimanê kurdan e û zimanê kurdî pirr û pirr dewlemend e. Dewlemendiya zimanê kurdî ya bê ser û ber ji pirrbûna zarava û devokên herêmî ve baş dixuye.

[b]Têbînî/ Jêrenot/ Serinc:[/b] Li ser wan lînkên jêrê bitikînin da ku bi firehî li ser avahiya zimanê kurdî bêhtir bixwînin.

[center][color=#990000][b]* * *[/b][/color][/center]

[color=#990000][i]ÇEND GOTAR Û BERHEVKIRINÊN KURT LI SER ZIMANÊ KURDÎ:[/i][/color]

LI SER PIRS Û GELŞÊN ZIMANÊ KURDÎ:
http://www.kurdishbookbank.org/pirsa_zimani.htm

ZIMANÊ KURDÎ:
http://www.kurdishbookbank.org/ziman.htm

QEDEXE Û PÊŞVEÇÛNA ZIMAN Û WÊJEYÊ:
http://www.kurdishbookbank.org/qedexeWejeZiman.htm

WELÊ YAN WILO? WEHA YAN WERKÎNO?
http://www.kurdishbookbank.org/wilo.htm

WÊNE: Ji pirtûka Evdıla DIRÊJ/ Pirtûka Kurmancî

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.