[b]PIRTÛKA `RÊNÎŞANÊRA VEGOTINA KURDÎ` DERKET![/b]
[img]http://imageupload.com/out.php/i121693_renishanera.jpg[/img]
Pirtûka nivîskar Hesen Huseyîn Denîz a li ser Vegotina Kurdî ya bi navê `Rênîşanêra Vegotina Kurdî-Peyvikî û Nivîskî` derket.
Di pirtûkê de ji ABC ya zimanê kurdî, heta rêzikên rêzimanê kurdî, ji cureyên vegotina peyvikî, heta yên nivîskî û awayê rastnivîsa kurdî gelek mijar hatine bidestgirtin.
Pirtûk bi zimanekî sade û bi mînakên têrkar hatiye amadekirin. Ji bo kesên di warê vegotina kurdî de bingeh bigrin, xwe li pêş bixin û ji bo mamosteyên zimanê kurdî çavkaniyeke dewlemend e. Di warê kompozisyona kurdî de, agahî û zanistiya dixwazin tev dikarin di vê pirtûkê de bibînin.
Pirtûka ji aliyê Weşanxaneya Do ve hatiye weşandin, bi rêka postê ji Weşanxaneya Do dikare were bidestxistin.