Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 21 May 2008

[b][i]Pirtûka Frîda Cewarî:[/i][/b]
[color=#CC0000][b]HECIYÊ CINDÎ - JIYAN Û KAR[/b][/color]

[img]http://imageupload.com/out.php/i119920_heciyeCindi.jpg[/img]

[b]Goran Candan[/b]

Eta (xwunga mazin) me [b]Frîda Hecî Cewarî[/b] qîza navîn a kurdê navdar, qîza pêşengek ji civaka kurdên Qefqazê, qîza nivîsevan û zimannasê (fîlolog) naskirî, qîza hêja [b]Heciyê Cindî[/b] (1908-1990) ye.

Frîda Cewarî sala 1934'ân Li [b]Rewan[/b]'ê (Erîvan) hatiye dunyayê. Frîda Hecî Cewarî li zankoya (unîvêrsîteya) Moskovayê beşê pêdagogîyê û fakûltêta fîzîk-matêmatîkê biriye serî.

Ji hingê ve, li Rewanê ev e 50 sal e ku mamostetiya matêmatîkê ya Kolêca Rewanê dike. Hozanê navdar ê kurdê Qefqazê, Fêrikê Ûsiv (1934- 1997) ku ji vê çend salan berê çû ber dilovaniya Xwedê mêrê Xatûn Frîda Hecî Cewarî bû.

Frîda Cewarî ji bo yadgariya sedsaliya bûyina bavê xwe (2008) Heciyê Cindî, pirtûka bi navê [b]Heciye Cindî - Jiyan û Kar[/b] derhaniye. Vê berhemê du caran jî daye weşandinê. Çapa duduyan bi alîkariya Înstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye derxistin.

Jiyana Heciyê Cindî, ji hêla her kurdekî kurdhez û wêjehez ve baş dihêt naskirinê. Hecî li saxiya xwe ji ser 80 sernav (title) pirtûk derhanî û pirtûkxaneya kurdî pê dewlemendtir kir. Ev berhem xwedî babetên zaniyarî, wêjeyî yên cihêreng bûn. Hem berhemên ji ber pênûsa Hecî û hem jî berhemên wek karê wî yê wergêrvaniyê ên wek gelêrî (folklorî), perwerdeyî (pedagogî) bûn. Li pey koçkirina wî, li gor Eta Frîda, pênc (5) berhemên wî yên destnivîskî yên çapnebûyî jê mane. Bi xebat û lebata xwe ya xwandina zanistiyê, Heciyê Cindî hilkişiya qada profêsoriyê.

Heciyê Cindî di sala 1908'ê de, li gundê [b]Amançayirê[/b], girêdayê Qersê ji dayîk bûye. Di salên 1918'an de, ji ber komkujî û hêrîşên leşkerên tirkan, ew koçber dibin û derbasî aliyê Sovyetê dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, dikeve sêwîxaneyê.

Li sêwîxaneyê bi sedan zarokên bêxwedî re perwerdeyên sereke û yên navînê wergirtiye. Sala 1929'an, derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê bûye. Di sala 1930'an de, ketiye Fakulteya Rewanê (Erîvan) a zimannasiyê. Her wisan jî ew dibe xwendevanê kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de xwandin kiriye.

Heciyê Cindî gorbuhuşt, di sala 1932'an de, li nav civaka kurdî ya li Qefqazê, dest bi berhevkirina materyalên zargotina (folklora) Kurdî dike. Her wiha jî ji sala 1930'an de, di rojnameya Riya Teze û di Radoya Kurdî de (ku tenê nûçe diweşandin) dixebite.

Di sala 1938'an de, ji aliyê rêvebiriya [b]Stalîn û KGB'ê[/b] ve, li ser gelek rewşenbîrên kurd û li ser Heciyê Cindî, tawanbariya neteweperestî (nasyonalîstî) û ajaniya mîretiyên (dewlet) împeryalîstan li ser wî hatin kirin. Ew têt girtin û zindankirin.

Heciyê Cindî piştî azadbûna xwe, dîsan dest bi afirandin û xebata xwe kir. Gelek pirtûkên dersan ji bona dibistanan nivîsandin, gelek pirtûk ji zimanên din wergerandin ser zimanê kurdî, gelek pirtûkên berhevkariyê çap kirin.

Çend ji nav wan berhemên wî yên herî pêşde, berhemên wek [b]Alfabeya Kurdî[/b] û pirtûka [b]Hikayetêd Cimeta kurda[/b] ne.

Li hêlek din jî, li nav [b]Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd[/b], li nav [b]Yekîtiya Nivîskarên Kurd[/b], li nav [b]Akademyia Kurdzaniyê[/b], di rojname û komîsyonên zimanî de roleke pêşengî leyistiye.

Heciyê Cindî ji aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêşketî bû. Li nav yekemîn refên kurdên Qefqazê ye ku keçên xwe dide ber xwandinê û ewna dişîne dibistanên bilind. Ew li nav refên pêşemîn kurdên Qafqazê ye ku keçên xwe bêyî qelen dide mêr. Dîsan ew bû ku li nava civaka kurdên Sovyetê yek ji yê herî bêhtir berhem afrandine. Prof. Heciyê Cindî, di 1-ê Gulana sala 1990'î de, çavên xwe li cîhanê girt û çû ber dilovaniya Xwedê.

Berhema nivîsevana hêja Frîda Hecî Cewarî ya bi navê [b]Heciyê Cindî - Jiyan û Kar[/b], li tenişta bîranînên nemir Heciyê Cindî, bîrhanîn û wêneyên tev malbata Cindî û wêneya yek ji yekemîn axêvera (speaker) Radyoya Rewanê, Xatûn [b]Zeyneva Îbo[/b] (1914 - 2007) jî heye.

Her wisan jî di berhemê de, agehiyên berfireh yên li ser jiyan û xebatên nemir Heciyê Cindî hene. Ji bo jiyana kar û xebata nemir Hecî gerek temenê wî du caran dirêj bûya, anku 164 sal bûya. Ji lew re ji bo afirandina ev çend kar û xebatên wek deryayê kûr û berfireh, 82 sal pirr kêm in. Hecî çalakvanekî bêwestan ê şev û rojan bû. Bê guman ciyê wî li gulistana buhuştê ye.

Karek Heciyê Cindî yê pirr înteresant ew e ku Heciyê Cindî li ser destanek kurdî yê pirr navdar a bi navê [b]“Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî“[/b] sala 1940'î ew doktoreya xwe ya pêşîn kiriye.

Qîzek din a mamoste Heciyê Cindî ya bi navê [b]Frîca Cewarî[/b] (1932-1993) hebû ku hevsera mêjûnas û dîrokzanê navdar [b]Şêkroyê Xido Mihoyî[/b] (1930 - 2007) bû. Mixabin ku hem xanima wî Frîca û hem jî dostê min ê hêja Şêkroyê Mihoyî ji dewrana dunyayê, ji nav me bar kirin û çûn.

Min Şêkroyê Xudo li dawiya sala 1980'yî cara yekê li mala akademîsyenê kurd hêja [b]Elî Kemal[/b] li Swêdê dît, dostaniya me ji hingê ve hebû. Sala 2006'an gava ez piştî 25 salan vegeriyam Amedê, ez li firokxaneya Stanbolê rast li mamoste Şêkroyê Mihoyî hatim. Ew ji Hewlêrê dihat û gerek çûba Moskovayê. Zû hatibû û firoka wî, wê hîn roja dinê çûba. Min ew dît ku ji kurdek rê dipirsî. Min xwe nêzîkê wî kir û jê pirsî 'çûkê xerîb tu û van deran?' Wî jî heman pirsî li min kir. Me hev hembêz kir. Xanima min Karîn jî li nik min bû. Lê mixabin ku em li ser rê bûn û diçûn nav firoka Stockholmê. Dilê min qet ne li cî bû ku mamoste Şêkro li wir bi tenê bihêlim. Min kurdek dilsoz, Serwet biraziyê mamoste [b]Rohat Alakom[/b]'î dinasî, ku mala wî nêzîkê firokxaneyê bû. Telefona wî li nik min hebû. Min jê tika kir ku ne hêle mamoste rojek be jî, li hotêla firokxanê razê. Hêja Serwet hatibû ew biribû malê û ew şev mamoste Şêkro û Rohat Alakom her du jî bûbûn mêvanê li malekê.

Li jêrê çend guhestin ji gotarek hêja mamoste Şêkroyê Mihoyî dikim ku li ser xebat û jiyana nemir Heciyê Cindî nivîsiye ku li salroja 90-saliya jidayikbûna nemir Heciyê Cindî (1998) amade kiriye:

[b]''MEZINAYÎ Û ŞÎRHELALIYA ZANYAR[/b]

Hecîyê Cindî navekî meşûr e li nava Kurda û Kurdistanê da.
(...)

Gava dîna xwe didî emirjiyîn û karê Hecîyê Cindî, tiştê pêşin, ku bala meriva dikişîne, ev e: emrê wî, weke yê gelê wî bûye: telî-tengasî, êtîmî, şer û şerkarî û wêra tevayî nesikeştin, xerîbdostî û merivhizî. Merivê ku Hecîyê Cindî ji nêzîk va nas ne kira, ni karibû texmîn bikira, wekî nava wî mêrê rûnerm, pir kûltûrî-edebî da hawqas mêranî, berktî, zorayî û neşikestin hebû.
(...)

Hecî û birê wî Xaço sala 1919'aa ketin sêwîxana (êtîmxana) Amêrîkayê. Hecîyê Cindî lezeta zarotîyê ne dît. Sêwîxanê da ewî zimanê xweyî dê-kurmancî ji bîr kir... Hecî wek “Sonda mêre berê“ biryar da, wekî gotî zimanê dê-bavê xwe hîn bibe. Kê ku Hecîyê Cindî nas dikir, zanibû, wekî tiştê ku ewî danî pêşîya xwe, eseyî wê bîne serî. Awa, xortê 21 salî sala 1929-30'î li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze) û Elegezê dersên kurmancîyê dida zarê kurda. Axirîyê da em ê bibînin, wekî kurmanciya Hecîyê Cindî bi rastî paqij û bêqusûr bû.
(...)

Li Ermenîstanê bi rastî karekî mezin û bihagiran hat kirinê bona çanda Kurda û Kurdzaniyê. Bingeha gelek ocaxên çanda kurda bi destê ermeniya bi xwe dihat danînê. Navê Rojhilatzanê mezin Hovsêp Orbêlî, professor Asatûr Xaçaturyan, nivîskarê meshûr Hraçîya Koçar, kompozîtorê eyan Karo Zakaryan, nûnerên rewşenbîrîya ermenîya yê navdar Hakob Xazaryan (Lazo), Rûbên Drampyan, Harûtyûn Mikirtçiyan, Samson Gasparyan û gelekên mayîn cîyê wanî herî hurmetî di nava dîroka çanda me da heye. Hecîyê Cindî bi wan rewşenbirên Ermenî ra hevaltî û dostaniya mezin va girêdayî bû.
(...)

Sala 1930'î Hecîyê Cindî tê Yêrêvanê û li Xwendinxana kurdî, ku teze vedibû, dersên kurdî dide. Wê demê kadirên kurda pir kêm bûn û merivên jêhatî li çend cîya kar dikirin. Bi vî teherî, H.Cindî usa jî li rojnama “Riya teze“ da kar dike, wek serokê beşê çandê û edebyatê. Bi wê ra tevayî ji sala 1930'î tevî kevanîya xwe - Zeyneva Îvo çawa redaktor û sipîkêrê radyoya Yêrêvanê kar dike. Pey kutakirina Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê ra, sala 1933'a ew li aspîrantûrayê tê qebûlkirinê alîyê kurdzanîyê da. Xwestina hînbûnê, zanebûnên piralî, rûnermî û merîfeta pêwendiyên tevî der-dorê xwe ji bo Hecî rêke fireh û seref vekirin. Îdî cahiltîya xwe da Hecîyê Cindî bû merivekî navdar û qedirbilind. Sala 1934'a ew dibe endam û hîmdarekî Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê. Sala 1934'a li Moskvayê Kongrêya Nivîskarên Yekîtîya Sovyetî derbaz bû. Hecîyê Cindî tevî vê kongrê bû û rastî mezinên edebyeta rûsî Maksîm Gorkî û yêd mayîn hat.

Kurdzan û nivîskarê bi merîfet tevî tivdarek dîtina konfêransa Kurdzanîyê ya temamîya Yekîtîya sovêtîyê bû. Ew sala 1934'a li Yêrêvanê derbaz bû. Tiştekî balkêş e, wekî li vê konfêransê gelek daklad bi zimanê başqe-başqe hatin xwendin. Dakladek bi Kurdî hat xwendinê. Ew ya Hecîyê Cindî bû.

34 sala, ji sala 1934 heta sala 1968'a Hecîyê Cindî endamê Serokatîya Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê bû û serokê para nivîskarêd kurda.

Dawîya salên 1930'î li Yekîtîya sovêtê dest bi pêla rêprêsîya (peyketin) bû. Ew pêl gihîşte Ermenîstanê jî. Meseleke me Kurda dibêje: “Çîyayê bilind serê wî berf û dûman e“, ya mayîn: “Kurmê dare ne ji dare be, zewala dare tune“. Çevnebarî û hevsûdî di hindava Hecîyê Cindî da gelek bû...
(...)

Sala 1938'a 18-ê adarê şev polîsîya tê û Hecîyê Cindî dibine hepisxanê. Dijî wî ev gunekarî hate karanînê: giva ew serokatîya êzdîyên dijî Sovêtê dike. Gunekarîke dijî wî jî ew bû, wekî “namê wî û Kurdê dereke Celadêt Bedirxan hev ra hene.“ Sed mixabin, ew nameyên Celadêt Bedirxan hatin şewitandin. Hecîyê Cindî tam salekê li hepisxanê ma.
(...)

10-ê hezîranê sala 1941'ê hukumeta Ermenîstanê ser hîmê xwestina sêntirê (Moskvayê) biryar da, wekî çapkirina edebîyeta Kurda derbazî ser tîpên Kîrîlî bikin. Sazkirina elîfba teze dispêrine Hecîyê Cindî. Ew “Elîfba“ Kurdî ya teze bi tîpên kîrîlî hazir dike. Tenê sala 1944'a elîfba teze ji terefê hukumetê tê qebûlkirinê, û sala 1946'a “Elîfba“ Hecîyê Cindî çap dibe. Sala 1982'a bona cara deha derketina wê “Elîfbê“ Hecîyê Cindî ji alîyê hukumetê da tê rewa kirinê.
(...)

Ji nîvê salên 50-î dest bi demeke nû dibe, ya pêsdaçûyîna çanda Kurdî. Li Ermenîstanê dest bi karê xwe kirin rojnama “Rya teze“, xeberdanê Radîoya Kurdîye herrojî, besê Kurdî li Xwendinxana pêdagogîyê û gelek tistên mayîn.Karê xweyî bingehîra tevayî (li Înstîtûta edebîyetê ya Akadêmîya Ermenîstanê yê zanistî) Hecîyê Cindî xwe da ber giranîya van hemû kar-bara.Gava sala 1955-a “Rya teze“ dîsa despê kir derket, ewî tevî hogirê xwe êtnograf û sayîrê kurd Emînê Evdal dersdarîya me - karkirên “Rya teze“ kirin, wekî em zanebûna xwe ya zimanê Kurdî kûr bikin, li rojnamê kar bikin..

kirinê, û sala 1946-a “Elîfba“ Hecîyê Cindî çap dibe. Sala 1982'a bona cara deha derketina wê “Elîfbê“ Hecîyê Cindî ji alîyê hukumetêda tê rewa kirinê.
(...)

Sala 1959'a Akadêmîya Ermenîstanê yê Zanîstî sêktora (beşê) rohilatzanîyê amade dike. Li vir koma Kurdzanîyê jî tê çêkirinê. Hecîyê Cindî 8 sala serokatîya vê komê da karekî mezin dike bona Kurdzanîyê bighîne hêlanên nû. Sala 1964'a Akadêmîya Ermenîstanê da ji bo emekê mezin nava Kurdzanîyê da bê xweykirina dîsêrtasîayê nave doktorê fîlologîyê dereca duda dide wî. Sala 1966'a ew nave profêsorîyê distine.
(...)

Hecîyê Cindî salên 1968-1974'a fakûltêta Rojhilatzanîyê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê beşê Kurdzanîyê da, dersê (lêksîya) ziman û edebîyeta Kurdî dixwîne.
Kar û kirinên zanyarê navdar gelekî bilind hatine qîmetkirinê li Yekîtîya Sovêtê û ji sînorên wê der. Ew yek ji wan zanyarên Ermenîstanê yên qedirbilind û navdar bû, ku layîqî nave “Şuxulkarê Zanîstîyê yê Emekdar“ bû. Ji terefê hukumeta Sovyêtê gelek orden û medal sitand.
(...)

Hecîyê Cindî bê hed û hesab ji gelê xwe hiz dikir, sere xwe dabû rihîna wî, jê ra qullix dikir wekî ewledekîşîrhelal. Femdarîya zanyare miletperestîyê bi fîlosofîya fikir kûr û dûr dîtî va girêdayî bû: kultûra gelê bindest gotî wek ronakiya çava bê xweykirinê û bibe sertekî hebûn, azadî û serxwebûna wî.

(...) ''

Li jêrê lîsteya bê ser û bin a navên berhevdayî (bîbliyografya) yên tevaya xebat û berhemên nemir Heciyê Cindî bi berhevkirina qîza wî yê duwem Nûra Hecî Cewarî (1941), ku hîn li jiyanê ye, hatiye berdestkirinê:

[b]BERHEMÊN PÊDAGOGÎYÊ[/b]
1. Mêtodîka zimanê kurmancî, bona xwendinxanê dereca ewlîn, Yêrêvan, 1932.
2. Xebernama fileyî-kurmancî (tevî hevala), Yêrêvan, 1933.
3. Rêzmana kurmancî, bona mektebê(dibistanê) orte (tevî prof. A. Xaçatryan), Yêrêvan, 1935.
4. Xebernema têrmînologîyê, ermenkî-kurmancî (tevî prof. A. Xaçatryan), Yêrêvan, 1936.
5. Programa zimanê kurmancî. Bona dersxanêd I-IV (tevî E. Evdal), Yêrêvan, 1936.
6. Programa zimanê kurmancî. Bona mektebên ortê (tevî E. Evdal), Yêrêvan, 1936.
7. Programa zimanê kurmancî, bona dersxanêd 5-6 (tevî E. Evdal), Yêrêvan, 1953.
8. Programa zimanê kurmancî, bona dersxanêd 2-4 (tevî E. Evdal), Yêrêvan, 1953.

[b]PIRTÛKEN ZIMAN Û WÊJEYA (edebiyata) KURDÎ YÊN DERSÊ, HER WISA JÎ YÊN ÇEND CÛRE VEÇÊKIRÎ[/b]

1. Beyraqa sor, bona koma ewlin, Yêrêvan, 1932.
2. Emirê teze, bona koma 2, Yêrêvan, 1932.
3. Dinya teze, kitêba zimanê kurmancî bona koma 5-6-7, Yêrêvan, 1932.
4. Beyraqa sor, elîfba bona koma ewlin, Yêrêvan, 1933.
5. Kolxoznîkê derbdar, elîfba bona mezina, Yêrêvan, 1933.
6. Kitêba zimanê kurmancî, elîfba, Yêrêvan, 1934.
7. Elîfba bona koma ewlin, Yêrêvan, 1935.
8. Kitêba zimanê kurmancî bona mezina, Yêrêvan, 1934.
9. Kitêba zimanê kurmancî bona sala 2-a, Yêrêvan, 1934.
10. Kitêba zimanê kurmancî (tevî hevala) bona dersxana 6-a, Yêrêvan, 1935.
11. Elîfba bona mezina, Yêrêvan, 1936.
12. Kitêba zimanê kurmancî, Yêrêvan, 1937.
13. Kitêba zimanê kurmancî bona dersxana 7-a, Yêrêvan, 1937.
14. Elîfbe û kitêba xwendinê bona sala pêsîn, Yêrêvan, 1937.
15. Elîfbe, Yêrêvan, 1946, veçêkirî çap bûye salên 1951, 1954.
16. Elîfbe, tevî Firîda Cewarî, Yêrêvan, veçêkirî çap bûne salên 1957, 1961, 1966, 1974, 1982.
17. Kitêba zimanê kurmancî, bona koma 3-a, Yêrêvan, 1933.
18. Zimanê dê, bona dersxana 3-a, Yêrêvan, veçêkirî çap bûne salên 1948, 1952, 1955, 1958, 1961, 1970, 1976, 1987.

[b]BERHEMÊN ZIMANNASIYÊ (fîlologiyê), BEREVOKÊN ZARGOTINÊ[/b]

1. Kilamê cimeta kurmanca (tekst nivîsîn Hecîyê Cindî, dengnivîsandin û pêsxeber yên K. Zakaryan), Yêrêvan, 1936.
2. Folklora kurmanca, Yêrêvan, 1936.
3. Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî, êposa cimeta kurda, lêgerîn û têkst (lêgerîn bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1941.
4. Weten, 10 kilam bi zimanê kurmancî (tevî S. Gasparyan), rotoprînt,, sala 1942.
5. Ewledêt weten, berevoka kilamê kurdaye sovêtyê (tevî S. Gasparyan), rotoprînt, Yêrêvan, 1943.
6. Folklora kurdî, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1947.
7. Çîrokê cimeta kurda (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1952.
8. Saxêd êposa “Kyoroxlîye“ kurdî, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (pêsxeber, nivîsarnasî bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1953.
9. Edebyeta kurdîye Ermenîstana Sovêtîyê, lêgerîn (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1954.
10. Memê û Zînê, beyt-serhatya cimeta kurda, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1956.
11. Folklora kurmanciyê, Yêrêvan, 1957.
12. Hikyatêd cimeta kurda, Yêrêvan, 1959.
13. Beyt -serhatyê cimeta kurda (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1960.

[b]ÇÎROKÊN CIVATA KURDAN (Hikyatêd cimeta kurda), pêsxeber, pexsan (têkst), nivîsarnasî[/b]

14. Cilda pêsin, Yêrêvan, 1961.
15. Cilda duda,Yêrêvan,1962.
16. Cilda sisya, Yêrêvan,1969.
17. Cilda çara, Yêrêvan, 1980.
18. Cilda pênca, Yêrêvan, 1988.
19. Cilda sesa, Yêrêvan, 2005.
20. Beyt-serhatyê kurdaye êpîkyê, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (pêsxeber, nivîsarnasî bi zimanê rûsî, têkst bi zimanê rûsî, kurdî), Moskova, 1962.
21. Dîharbûna dostîya kurda û ermenîya di nava zargotinê da, lêgerîn (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1965.
22. Kilamêd cimeta kurdaye lîrîkyê, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (pêsxeber bi zimanê kurdî, ermenkî), Yêrêvan, 1972.
23. Gotara edebiyeta kurdaye Ermenîstana Sovêtyê, lêgerîn bi zimanê ermenkî, Yêrêvan, 1970.
24. Saxêd êposa “Rostemê Zale“, kurdî, pêsxeber, têkst, nivîsarnasî (pêsxeber bi zimanê rûsî), Yêrêvan, 1977.
25. Hikyatêd cimeta kurda (bi zimanê rûsî), Yêrêvan, 1985.
26. Meselok û xeberokêd cimeta kurda, pêsxeber, têkst û nivîsarnasî, Yêrêvan, 1985.
27. Bahar, berevoka zargotinê, Yêrêvan, 1988.
28. Hikyatên gelê kurd, Swêd, 1998.
29. Ûsiv û Zelîxe, beyt-serhatî, pêsxeber, nivîsarnasî û bernivîsarên têksta (10 varîyanta-saxa) Yêrêvan, 2003.
30. Dimdim, beyt-serhatî, pêsxeber, nivîsarnasî û bernivîsarên têksta (13 varîyanta-saxa), Yêrêvan, 2005.
31. Saxên destana “Rostemê Zale“ kurdî, bernivîsara 19 saxên nû, pêsxeber, nivîsarnasî, Dûhok, 2006.

[b]PIRTÛKÊN WÊJEYÊ (edebiyatê) Û VEÇÊKIRIN[/b]

1. Qutya dû dermana, Awa, yanê wa, du pîyêsên (sano) yekperdeyî, Yêrêvan, 1932.
2. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1940.
3. Siva teze, berevoka serhatya (çîroka), Yêrêvan, 1947.
4. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1952.
5. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê rûsî), Moskva, 1960.
6. Beyt-serhatyê cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1960.
7. Hewarî, roman, Yêrêvan, 1967
8. Hewarî bi zimanê rûsî, bi sernivîsara “Û bihar hat“, Moskova, welgerand Efanê Emîn, 1978.
9. Hewarî, bi zimanê ermenkî, bi sernivîsara “Û bihar hat“, Yêrêvan, 1985.
10. Hewarî sala 1993-a li Sûrîyayê bi zimanê erebî ji alîyê dokrorê dîrokê Îsmayîl Hesaf hate wergerandinê.
11. Hewarî sala1999-a ji alîyê wesanên “Roja nû“ da bi tîrên latînî cap bû.Roman Salih Omerî ji tîpên kîrîlî welgerandine ser tîpê latînî.
12. Hikyatêd cimeta kurda (veçêkirin bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1973.
13. Karxezal (hikyatêd cimeta kurda, veçêkirin bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1982.

[b]PIRTÛKÊN WÊJEYÊ (edebiyatê) HER WISA JÎ ÇAP BÛNE:[/b]

1. Pirtûkên Hecîyê Cindîye dersada.
2. Berevoka “Efrandina ewlîn“, Yêrêvan, 1932.
3. “Nivîskarêd kurmanca, efrandina duda“, Yêrêvan, 1934.
4. “Nivîskarê kurmanca Sêwirî. Efrandina sisya“, Yêrêvan, 1935.
5. Almanaxên “Nivîskarê kurdên sovêtîyê“ û “Bihara teze“-da, Yêrêvan, s. 1982, 1983,1984, 1985, 1986, 1987, 1988.
6. Antologiya “Nivîskarê kurdên sovêtîyê“-da, Yêrêvan, 1936.
7. Berevoka “Sayîrê kurdên sovêtîyê“ -da, tercime bi zimanê ermenkî, Yêrêvan, 1953.
8. Berevoka “Sayîrê kurdên sovêtîyê“ -da, tercime bi zimanê rûsî, Yêrêvan, 1956.
9. Usa jî di rojnama “Rya teze“ -da û di gelek kovar û rojnamê rûsî û ermenkîda.

[b]BERHEMÊN WERGERANDÎ (tercume) JI ZIMANÊ ERMENKÎ[/b]

1. Lazo (Hakob Gazaryan), Serhatya Casimê kurd, (tevî E. Evdal), Yêrêvan, 1931.
2. H. Tûmanyan, Gîkor, serhatî, Yêrêvan, 1932.
3. A.Xazaryan, Girr, Yêrêvan, 1933.
4. A.Navasardyan,Traxoma, Yêrêvan, 1933.
5. A. Savarsyan, Matêmatîka, bona koma sala ewlin, Yêrêvan, 1933
6. P. Margaryan, Silametiya jina, Yêrêvan, 1934.
7. H. Salcyan, Rîya teze, pîyês (sano), Yêrêvan, 1934.
8. H. Sîras, Memê û Eysê, Yêrêvan, 1935.
9. H. Salcyan, Ser rîya dewlemendîyê, pîyês, Yêrêvan, 1935.
10. H. Koçar, Xecê, serhatî, Yêrêvan, 1935.
11. Nivîskarê ermenîyaye Sovyetîyê, Antologîya, Yêrêvan, 1936.
12. A.Îsahakyan, Emoyê kurd (berevoka serhatîya),Yêrêvan, 1955.
13. Destegul (nivîskarê ermenîya derheqa kurdada), Yêrêvan, 1963.
14. Sayat-Nova (berevoka wergera, tevî Fêrîkê Ûsiv), Yêrêvan, 1963.
15. Bihara dila (ji berhemên nivîskarên basqe-basqe), Yêrêvan, 1978.
Salên 1940-da jî bona Têatroya Kurda ya gundê Elegezê, li navça Ermenîstanê ya Axbaranê, 15 pîyêsên (sano) nivîskarên ermenîya wergerandîye ser zimanê kurdî.

[b]TENÊ ÇEND GOTARÊN ZANISTÎ Û PUBLÎSÎSTÎ[/b]

1. Guhdarya mezin li ser xebatê kûltûryê û xwendinê, rojnama “Xorhirdayîn Hayastan“ (Ermenistana sovyetîyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 27.03.1932.
2. Edebyeta kurdaye sovêtîyê, rojnama “Girakan Têrt“ (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 20.10. 1933.
3. Pîonêrê sazbendya kurdaye sovêtîyê (derheqa S. Gasparyanda), kovara “Sovêtakan arvêst“ (Hunermendya Sovêtîyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hijmara.3, 1935.
4. Sitranê kurdaye mektebiyê, rojnama “Girakan Têrt“ (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1.11.1936.
5. Derheqa asiqê kurdada, rojnama “Grakan Têrt“ (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 18.2.1937.
6. Daûdê Sasûnê (derheqa mêrxasê êposa ermeniyada), rojnama “Grakan Têrt“ (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 30. 8.1939.
7. Motîvê mêrxasîyê û wetenhizyê di nava zargotina kurdada, kovara “Têxêkagîr“ ya Armfanê (Elamnivîsya Akadêmîya zanyarîyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 5, 1942.
8. N. Marr û kurdzanî, kovara “Xebatêd kabînêta ser navê Marr ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê“, Yêrêvan, hij. 3, 1948.
9. Abovyan û cimeta kurda, kovara “Sovêtakan grakanûtyûn yêv arvêst“ (Edebyet û hunermandiya Sovetîyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 9, 1948.
10. Abovyan derheqa zargotina kurdada, rojnama “Sovêt Ermenîstanî“ (Ermenistana Sovêtyê, bi zimanê azerî), Yêrêvan, 23. 7. 1948.
11. Pûskîn di nava edebiyeta kurdîda, rojnama “Grakan Têrt“ (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 31.5.1949.
12. Komîtas û sazbendiya kurda, rojnama “Grakan Têrt“ (Rojnema edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 2.10.1949.
13. Cimeta hisyarbûyî, rojnama “Izvêstîa“ (Bes, bi zimanê rûsî), Moskva, 5.12.1950.
14. Pesdacûyîna kurda li Ermenîstana Sovêtîyê, rojnama “Sovêtakan Hayastan“ (Ermenîstana Sovêtîyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 7.12.1950.
15. Edebyeta kurdaye Sovêtîyê, kovara “Sovêtakan girakanûtyûn yêv arvêst“ (Edebîyet û hunermendiya Sovêtiyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 12, 1950.
16. Tûmanyanê me (derheqa nivîskarê ermeniyayî navdar Hov. Tûmanyanda), rojnama “Sovyêt Ermenîstanî“ (Ermenîstana Sovyêtiyê, bi zimanê azerî), Yêrêvan, 11.4.1953.
17. Edebyeta kurdaye tercima (wergerandina) Sovêtîyê, kovara “Sovêtakan grakanûtyûn“ (Edebyeta Sovêtîyê, bi zimanê ermenkî) hij.11, Yêrêvan, 1951.
18. Folklora kurdaye Sovyêtîyê, kovara “Lirabêr, zanistîyên civakî ya Akadêmîya Ermenistanêye zanîarîyê“ (Bes, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 10, 1951.
19. L.N. Tolstoy derheqa kurdada û di nava edebiyeta kurdîda, kovara “Têxêkagîr ya Akademîya Ermenistanêye zanîaryê (Elamnivîs, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 10,1953.
20. Ji dîroka mektebê kurdî, kovara “Sovêtakan mankavarj“ (Mamostayê Sovêtiyê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 3, 1953.
21. Derheqa edebyeta kurdîda, kovara “Lîtêratûrnaya Amênîya“ (Ermenîstana edebyetyê, bi zimanê rûsî), Yêrêvan, hij. 6,1960.
22. Kurdzanî li Ermenîstana Sovêtîyê, kovara “Patmabanasîrakan handês“ ya Akademya Ermenîstanêye zanîaryê (kovara Dîrok-fîlolojî, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 2, 1960.
23. Tûmanyan derheqa kurdada û di nava edebyeta kurdîda, rojnama “Girakan Têrt“ (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 31.4,1961.
24. Herfê mêsropî û kûltûra gelê kurd, kovara “Têxêkagîr, ya Akademîya Ermenîstanêye zanîaryê (Elamnivîs, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, hij. 5, 1962.
25. Efrandinên Sayat-Nova bi zimanê kurdî, kovara “Sovêtakan grakanûtyûn“ (Edebyeta Sovêtîyê, bi zimanê ermenkî) Yêrêvan, hij. 10, 1963.
26. Yêrêvan- merkeza çanda kurdî, rojnama “Yêrêkoyan Yêrêvan“, (Yêrêvana êvarê, bi zimanê ermenkî),Yêrêvan, 22.4.1970.
27. Temîyê Gorkî (xebera dêlêgatê kongirêya Yekîtîya nivîskarên Sovêtiyê ya sala 1934-a), rojnama “Komûnîst“ (Komûnîst, bi zimanê rûsî), Yêrêvan, 28.8.1974.
28. Derheqa saxêd “Rostemê Zale kurdî“-da, berevoka “Kurdzaniyê“, ya akadêmya Ermenîstanêye zanîaryê, Yêrêvan, 1975.
29. Sêkspîr û kurdayetî, berevoka “Sêkspîrakan“ ya Akademîya Ermenîstanêye zanîaryê (Sêkspîrî, bi zimane ermenkî), Yêrêvan, cild 5, 1975.
30. Dostê çanda kurda (sedsalîya bûyîna nivîskarê ermenyayî navdar Av. Îsahakyan), rojnama “Grakan têrt“ (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 28.2.1975.
31. Emirê mezin (70- salîya bûyîna E. Evdal), rojnama “Komûnîst“ (Komûnîst, bi zimanê rûsî), Yêrêvan, 16.10.1976.
32. Emekdarê mezin (80- salîya bûyîna E. Samîlov), rojnama “Grakan tert“, (rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 28.3.1980.
33. Rîya pêsdahatinê (70- salîya nivîskar Baxçoyê Îsko), rojnama “Lîtêratûralî Sakartvêlo“, (Edebyeta gûrca, bi zimane gûrckî), Tibîlîsî, 4.3.1983.
34. Rûpelek ji emrê Zaryan (nivîskarê ermenîya), rojnama “Grakan tert“ (Rojnama edebyetê, bi zimanê ermenkî), Yêrêvan,26.8.1983.
35. Saxêd êposa kurdaye “Dim-dim“, berevoka “Kurdzaniyê“ ya 2-a ya Akadêmiya Ermenîstanêye zanîaryê (bi zimanê ermenkî), Yêrêvan, 1985.
Her wisa jî gelek û gelek gotarên din di rojnama û kovarên bi zimanê kurdî, ermenkî, rûsî û bi zimanên din hatine wesandinê.

[b]MALBATA HECİYÊ CINDÎ[/b]

[b]HECIYÊ CINDÎ[/b] (1908-1990) Profêsor, nivîsan.

[b]XANIMA HECÎ ZEYNEVA ÎBO[/b] (1914 - 2007), yekemîn axêver (speaker/dîktor) a Radyoya Rewanê.

“Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî...“
-ev risteya kurdî sala 1930'yî cara pêşîn ji devê xanima Hecîyê Cindî - Zeyneva Îvo bi radîoya Ermenistanê belavê çar aliyê dunyayê bû.

[b]FRÎCA CEWARÎ[/b] (1932-1993) qîza mazin a Hecî ye û bi xwe doktor bû.

[b]FRÎDA CEWARÎ[/b] (1934- ) qîza navîn a Hecî ye û bi xwe mamosteyê kolejê ye. Nuha (2008) li Rewanê dijî.

[b]NÛRA CEWARÎ[/b] (1941- ) qîza Hecî a biçûk e û nivîsevan û lêkolîner e. Nuha li Aûstralyayê dijî.

[b]ZAVAYÊ HECÎ: FÊRÎKÊ ÛSIV[/b] ( 1934- 1997), zavayê Hecî ku mêrê Frîda Cewarî bû yek ji hozanê herî bi nav û deng ê kurdê Qefqazê ye.

[b]ZAVAYÊ HECÎ: ŞÊKROYÊ XUDO MIHOYÎ[/b] (1930 - 2007), ku mêrê Frîca Cewarî bû yek ji dîrokzanê navdar ê kurdê Qefqazê ye.

[color=#CC3333][b]Zarathustra News & Sazendeya (weqfa) Kurdî[/b][/color]

[b][color=#CC3300][i]Dumahîk:[/i][/color][/b]

http://www.serbesti.net/showentry.php?sNo=76

نەناسراو (not verified)

Wed, 05/21/2008 - 19:42

[b]Roj baş...[/b] - Nivîskarê hêja Goran Candan pirtûka Heciyê Cindî dide danasîn û li ser malbata wî zaniyariyên hêja dide. - Rêzeanalîza "Pirtûkên bijarte" didome. Fermo beşa 2:ê... Silav û rêz [i]Zarathustra News[/i] [size=large][b][center]* * *[/center][/b][/size] [img]http://imageupload.com/out.php/i119950_besikci.aydin.jpg[/img] [i]Pirtûkên bijarte -2-[/i] Xwendina pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweşî ye. Ez evîndarê xwendina pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne. Hejmarek pirtûkên hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez hemalê wan, ew jî derdê min dikşînin. Ez dixwazim di vê rêzenivîsê de, li ser wan pirtûkan kûr bibim. [color=#990000][b][i]Berhema sedsala me ya Dr. Beşikçî:[/i][/b] [b]Çend dîtin li ser rewşenbîrên Kurdan[/b][/color] [b]Gabar Çiyan[/b] Berhema “Kürt Aydını Üzerinde Düşünceler“, ji Dîtinên Dr. Ismail Beşikçî li ser ronakbîrên Kurdan pêk tê. Xebata wî ji ronakbîrên kurdan re kitêbek pîroz e. Neynik e. Lewma divê eşkere bê zimên ku, kurteanalîzek wisa têr nake ku mezinbûna xebata Dr. Beşikçi derxîne holê. Beşîkçî di vê xebatê de, li ser nexweşiyên ronakbîrên kurdan kur dibe. Wan eşkere dike. Dermanê wê nîşanî mirov dide. Dr. Beşikçi şoreşgeriya me rexne dike. Şoreşgeriya ronakbîrên bê welat. Ronakbîrên ku xwedî li zimanê xwe dernakevin. Ji xwe re nakin pirsek giring. Dr. Beşikçi berxwedana rehmetiyê Edîp Karahan ji bo parastina zimanê kurdî û nasnameya kurdî û şerê wî li dijî neyaran di girtîgeha leşkerî de, weke nimuneyek erênî nîşan dide. Rewşenbîrê hêja û nemir Karahan jibo parastina nasnameya kurdî û zimanê kurdî çi tehdît û tirsê nas nake. Li girtîgehê, bi girtiyan û kesên têne ziyareta wan re kurdî qise dike. Jibo bi hizirkirina bi kurdî dibe nimuneyek eşkere. Helwesta wî, bala neyaran dikşîne. Dixwazin wî rawestînin. Lê ne tehdît ne jî biryarên rêvebirên dewletê çi bandore li rehmetiyê Edîp Karahan nake. Nikare bike! Lê helwêsta beşek ji ronakbîrên kurdan, li dijî biryara rêvebirên dewletê ku zimanê kurdî qedexe dikin, ne cidî ye. Wezîfeya xwe bi cî nahênin!.. Dr. Beşikçi welatên misilman û polîtîka wan ji nêz ve û bi nimuneyên eşkere analîz dike. Mirov li ser siyaseta wan ya qirêj ku çawa îslamê ji xwe re dikine navgîn ronî dike. Siyaseta wan ya li dijî kurdan eşkere dike. Beşikçi li ser helwesta rêvebiriya Filistiniyan kur dibe. Wan ji awira polîtîk ve ku çavên xwe ji rewşa kurdan re digirin, naxwazin bibînin, rexne dike. Kêm têkiliyên kurdan bi dezgehên cuhuyan re weke kêmasiyek mezin dibîne. Bi dengekî bilind ji kurdan dixwaze ku têkiliyên xwe bi dezgehên wan re xurt bikin. Dewleta Tirkiyê ji bo ku rê li ber çêbûn û pêşketina bûrjuwaziya kurdan bigire, dewlemendên kurdan ji Kurdistanê dur dixîne. Sermayeya wan dibe aliyê Tirkiyê. Wan bi rêya teşwîkê dixe bin kontrola xwe. Dike mirîdên xwe. Dr. Beşikçi vê pirsê jî ji xwe re dike mijar. Li ser hur dibe. Bi rêz Dr. Beşikçi bala mirov dikşîne ser civata kurdan ku bi destê faris, tirk û ereban hatiye perçekirin, rizandin û kolekirin. Tekoşîn dikare kurdan rizgar bike, dibêje Beşikçi. Têkoşîn bê zanabûn nabe. Divê kurd li ser sedemên koletiya xwe rawestin, xwe bi netewên din re muqayese bikin, li dijî rizandina xwe derkevin. Parçebûna xwe nepejirînin. Ne ji bo ku weke kurdê Iraqê, yê Îranê, yê Sûrî, Tirkiyê û Rusyayê, lê weke kurdekî ku dixwaze weke kurd bimîne şer bikin. Hêja Dr. Beşikçi di xebata xwe de, li ser aliyê erênî û neyênî yên PKK ê radiweste. Di dawiya xebata xwe dibêje ku, çi civat bê ronakbîr nabe. Kurd jî dê ronabîrên xwe biafirînin. Qonaxa wan dest pê kiriye... “Kürt Aydını Üzerinde Düşünceler“ xebatek pir giring e. Divê di mala her kurdekî de hebe. Li ber çavan be. Da ku salê çend caran bê xwendin. Da ku mirov xwe tê de bibîne. Rastiya xwe bibîne. Ji Kemalîzmê dur bikeve. Ji sloganên sexte yê biratiyê guhdarî neke. Da ku baweriya xwe bi dewletên misilman, yên ereban, bi farisan û tirkan nehênin... “Kürt Aydını Üzerinde Düşünceler“ ji aliyê Dr. Ismail Beşikçi ve di sala 1991 de hatiye nîvîsîn. Doktorê hêja vê berhema xwe, ji bo bîranîna şehîdê nemir Vedat Aydin û tevayê şehîdên Kurdistanê daye ber qelemê, nivîsî ye. Kesê bixwazin dikarin bi vê navnîşanê re têkiliyê deynin: Yurt Kitap-Yayin, Onur sokak, no 26/3, Kizilay/Ankara... - Mamosteyê birêz û hêja Dr. Beşikçi. Çima we pirsa ronakbîrên kurdan ji xwe re kire mijar û li ser wan nîvîsî? Dr.Ismail Beşikçi: Ronakbîr jibo civatên cîhana 3:em û civatên ku tekoşîna rizgariya netewî didin kategoriyek giring e. Ev kategorî gelek caran tê rexnekirin û pir caran tê sucdarîkirin. Lê dîsa jî çi civat bê rewşenbîr nikare bike. Ronakbîr, mifteya civatên zincîrkirî û civatên rê li ber pêşketina wan hatine girtin, in. Lewma hûrbûna li ser ronakbîrên civata kurdan ji vê awirê ve pir giring e. Dewleta Tirkiyê li dijî kurdan du polîtîkayên xwe yên giring hene. Ya pêşî ew e ku, dewlet rê nade ku bûrjuwaziya Kurdan li Kurdistanê çêbibe. Dewlet rê nade çêbûna bûrjuwaziyek wisa ku, li ser erdê xwe hatinê bi dest bixîne, dewlemendiya xwe li ser xaka xwe bikar bihêne û hatina tê li wir belav û raçav bike. Ev xal li cem dewletê pir giring e û jibo pêkanîna polîtîka xwe hişk e û bi biryar e. Dewlet, jibo dewlemendên kurdan, ku dixwazin sermayeya xwe li ser xaka xwe û jibo xaka xwe bikarbihênin dijwariyên mezin peyde dike. Ji wan tê xwestin ku, sermayeya xwe bibin aliyê rojava (Anatolia) û li wir bikarbihênin. Ji sermayedarên kurdan ku sermayeya xwe dibin aliyê tirkan, rêyên pêşketinê tê vekirin. Li bajarên kurdan, pêşketina sermayeya qanûnî û eşkere û bikaranîna wê li wir, qet nayê xwestin. Weke mîsal, rê li ber kaçaxiyê, karkirin û dewlemendiya perên reş nayê girtin. Jibo ku sermayeyên wisa mezintir bibin, dewlet çave xwe digire. Bê şik e ku, ew sermaye diçe aliyê Anatoliayê û dibin cihê kar. Divê bê zanîn ku, ev tev bi siyaseta dewletê ya asimilasyonê û pêkanînên wê ve girêdayî ye. Dewlet li Kurdistanê polîtîka xwe ya duwê û herî giring ev e: Divê em polîtîkayek wisa pêşbixînin, zilmek û hovîtiyek wisa pêk bînin ku ronakbîrên kurdan, li bajarên kurdan rûnenin, wan deveran bi cî bihêlin, terk bikin. Bila li Stenbolê, Enqerê û Izmîrê bi cî bibin, anjî herin Ewropayê... Ev polîtîka û helwesta li ser zilm û hovîtiyê ava bûye, şikandin û tunekirina ronakbîran ji xwe re kiriye armanc. Divê mirov salên 70 î bîne bîra xwe. Di şikenandin û tunekirina ronakbîran de rola dewletê mezin bû. Lê rola hêzên kurdan jî ne hindik bû. Divê mirov li ser van pirsan hur bibe û bike cihê pirsê, lêpirsînê... [b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

[color=#990000][size=x-large][b]Den outtröttliga demokratikämpen: Dr. Ismail Beşikçî[/b][/size][/color] [img]http://www.saradistribution.com/foto2/ismailBesikci_72347211.jpg[/img] [b]Dr Ismail Besikci[/b] är född i 1939 i staden [b]Corum[/b] vid svarta havets södra kust. I 1962 spenderade han 2 Ã¥r av sitt liv i kurdiska delen av Anatolien som turkisk soldat när han gjorde militärtjänst. Han blev intresserad av kurderna och studerade sociologi vid den kurdiska staden Erzeroms Universitet. Besikci blev klar med sin utbildning och han skrev sin doktorsavhandling i 1967. Hans teser handlade om regionens (Kurdistans) socialpolitiska frÃ¥gor: [b]De sociala förändringarna hos de kurdiska stammarna i Östra Anatolien[/b] publicerades i bokform i 1968. Senare i 1969 publicerades hans andra bok: [b]Förändringar i Öst – Strukturella frÃ¥gor hos den kurdiska nomadstammen Alikan.[/b] Dessa böcker kostade honom hans jobb pÃ¥ universitet och dessutom närmare 14-Ã¥rs fängelse. Senast var han Ã¥talad och fängslad i 1993 för en av sina tidigare böcker som han hade skrivit i 1977: [b]Den vetenskapliga metoden 1– Implementationen i Turkiet: tvÃ¥ngsförflytning och assimileringen av kurder[/b]. Besikci har dömts till i över 200 Ã¥rs fängelsestraff och motsvarande miljoner svenska kronors böter för sina böcker. Besikci har bevakats av [b]Amnesti International[/b] och den internationella författarklubben [b]PEN[/b] noggrant. Tack vare dessa intarnationella organisationer har han slutligen blivit frisläppt frÃ¥n turkiskt fängelse efter att ha tillbringat närmare 20 Ã¥r av sitt liv i fängelse. Besikci har inte gett upp. Senast har han i en av sina artiklar i tidskriften [b]Serbesti[/b] (frihet), gett sin syn pÃ¥ anledningen till Kurdistans fördelning och förtrycket av dess nation kurderna. [color=#990000][b]En lista över en del av Dr Ismail Besikcis böcker:[/b][/color] o Dogu Mitinglerinin Analizi 1967 ([b]Analysen av Demonstrationerna i Öst[/b]) o Dogu Anadolu da Göçebe Kürt Asiretlerinde Toplumsal Degisime 1968 ([b]De sociala förändringarna hos de kurdiska stammarna i Östra Anatolien[/b]) o Doguda Degisim ve Yapisal Sorunlar 1969 ([b]Förändringar i Öst och de Strukturella FrÃ¥gorna[/b]) o Dogu Anadolu nun Düzeni, Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller1969 ([b]Ordningen i Östra Anatolien, De socialekonomiska och etniska grunderna[/b]) o Bilim Yöntemi, Türkiye'deki Uygulama 1 Kürtlerin Mecburi Iskani 1977 ([b]Den vetenskapliga metoden – Implementationen i Turkiet 1: tvÃ¥ngsförflytning och assimileringen av kurderna[/b]) o Bilim Yöntemi, Türkiye'deki Uygulama 2 Türk Tarih Tezi, Günes Dil Teorisi ve Kürt Sorunu, 1978 ([b]Den vetenskapliga metoden - Implementationen i Turkiet 2 – Den turkiska historietesen, SolsprÃ¥ksteorin och den kurdiska frÃ¥gan[/b]) o Bilim Yöntemi, Türkiye de ki Uygulama 3 cumhuriyet Halk Firkasinin tüzügü ve Kürt Sorunu 1978 ([b]Den vetenskapliga metoden - Implementationen i Turkiet 3– Stadgarna av det republikanska folkpartiet och den kurdiska frÃ¥gan[/b]) o Devletlerarasi Sömürge Kürdistan 1990 ([b]Kurdisan - en internationell koloni[/b]) o Bilim, Resmi Ideoloji, Devlet, Demokrasi ve Kürt Sorunu 1990 ([b]Vetenskap, den oficiella ideologin, stat, demokrati och den kurdiska frÃ¥gan[/b]) o Bir Aydin Bir Örgüt ve Kürt Sorunu 1990 ([b]En intellektuell, en organisation och den kurdiska frÃ¥gan[/b]) o Tunceli Kanunu ve Dersîm Jenosidi 1990 ([b]Lagen om Tunceli och folkmordet i Dersim[/b]) o Savunmalar 1991 ([b]försvarstal i rättegÃ¥ngar[/b]) Översättn. frÃ¥n turkiska: [b]Goran Candan[/b] [img]http://www.saradistribution.com/foto2/besikcisBooks111.jpg[/img] [img]http://www.saradistribution.com/foto2/besikci222.jpg[/img] [color=#990000][b]Forts.[/b][/color] http://www.kurdishbookbank.org/ismailBesikci_synopsis.htm

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.