Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 12 March 2008

Barzanî:"Hêvîdarim serdana Talebanî, bo riyeke aştiyane bibe handanek"

PUKmedia/2008-03-10/14:42:24
Barzanî:“Ez dixwazim îro bal bikşînim ser bûyera vê dawîyê ku berî çend rojan rûda, ew jî destdirêjiya arteşa tirk bû, bo ser serweriya Iraqê û bi taybetî jî Herêma Kurdistanê.Ez hêvîdarim, ku vê carê jî ew bibe dersek ji hemû aliyekê re, ku ev mesele bi şer naqede û divê bi riya aştiyane bê çareserkirin.Hêvîdarim, serdana Talebanî ya bo Tirkiyeyê bo hemû aliyekê handanek be, ku riyeke aştiyane bê dîtin û ew pirsgirêk ji hemû aliyekê vebe.“
Îro Parlementoya Kurdistanê bi serokatiya Serokê Parlementoyê û bi amadebûna serokê Herêmê, Serokê Parlementoya Iraqê, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parlementerên Ereban û hin kesayetiyên din, civiya.

Di rûniştinê de Serokê Herêma Mesud Barzanî, Serokê Parlementoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî, her du cîgirên serokê Parlementoya Iraqê Xalîd Etiye û Arîf Teyfur, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parlementerên Erebab Nuredîn Boşkuç û Parlementera Iraqê Sefiye Suheyîl amade bûn.

Mesûd Barzanî di axaftina xwe de bi nimasebeta salvegera Raperînê pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir û diyar kir, ku Raperîn di dîroka Kurdistanê de guhartineke girîng e.

Barzanî daxwaz ji welatên cîran daxwaz kir ku hemû aliyek destê dosteyatiyê ji hev re dirêj bike û got:“Hemû aliyek, em jî wek xelkê Iraqê li gel cîranên xwe, çi Tirkiye, an Îran, an jî welatên ereb li cihê ku arîşeyan ji hev re çêbikin, alîkariya hevdu bikin.Her çend e ew in ku ji me re arîşeyan çê dikin, ne ku me ji wan re arîşeyek çêkiribe.“
"Di berjiwendiya gelê Kurdistan û Iraqê de ye, ku em bi hev re bin"

Barzanî balkişand, daxwaza wan ew e, ku di çarçoweya Iraqeke federal a firehalî de bijîn û wiha pê de çû:“Hêvîdarin dawî bi vê rewşê bê û ji niha û pê ve bo xelkê xwe mijûlî avadankirin û jiyaneke bextewar bin.Wiha dihat hesibandin, ku arîşeyeke me ya mezin heye û em bi tenê ne.Hinekan wiha nîşan didan, ku kurd ji qalibê xwe derketiye.Bi rastî ya ku destê me ketiye pir kêmtir e ji wan qurbaniyêne ku me dane.Lê belê bi nêrîna me di berjiwendiya gelê Kurdistan û Iraqê de ye, ku em bi hev re bin û ew bihevrejiyan dê serbikeve, ku li ser razîbûna hemû aliyekê be.Tu bihevrebûneke bizorê serneketiye.Dikarin vegerin bo dîrokê jî, li kîjan cihî ji bilî bihevrejiyana bixwestek, sîstemek serketiye?“

Barzanî da zanîn jî li Iraqê Destûr desthilat e û divê arîşe û pirsgirêk li gor wê bên çareserkirin û got:“Niha li Iraqê Destûrek heye.Nabe ji ber mîzaca alîyekê, bê terkandin.Rast e carnan nêrînên cuda hene û hinek caran astengî bêne pêşiyê.Lê ew yêk nê wê wateyê, ku kesek bikare wê hevgirtina bixwestek pixe pêşiya pirsiyaran û an jî lewaz bike.Ne wezîr û ne jî tu berpirsek nikare vê yekê bike.Ew îradeyê gelekê ye.“

Di dawiya axaftina xwe de Barzanî wiha axivî:“Em bi tenê nînin, ku ew destdirêjiya vê dawî ya arteşa Tirkiyeyê selmand, ku hemû dilsozên Iraqê li gel iraqiyanin.Di dawiyê de ez pir sipasiya dikim Kurdistanê dikim ku him xelk û pêşmerge bisebr û tehemmul bûn ,li hemberî wê destdirêjiyê û di heman demê de amadebûneke temam jî hebû li hemberî bo her fedakariyekê ku berevaniyê li serweriya welatê xwe bikin."

Hûn dikarin hemû axaftinên serokê Herêm guhdar bikin:

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.