Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 22 May 2011

Li Koln’ê nîqaşa hilbijartin û rêxistinên civaka sivîl

Koln – Li Almanya li bajarê Koln’ê bi navê ‘’Hilbijartinên Tirkiye’yê, hêz û daxwazên rêxistinên civaka sivîl’’ panelekî tê lidarxistin. Di panelê de mijarên wek pêşkeftinên çavlirê yê pişt hilbijartinên Tirkiye’yê, nîqaşên destûra nû, li Tirkiye û Kurdistan’ê rêxistinbûna civaka sivîl, hêza tevgera civaka sivîl, daxwazên wan, li Kurdistan’ê bê îtîaatiya sivîl, merhaleya dawîn ya nakokiya Kurd-Tirk û lêgerînên çareseriyê wê bên guftûgokirin.
Panel ji aliyê înîsiyatîfa European Kurdish Cultur Bridge-Pira Çandî ya Kurd û Ewrûpa tê lidarxistin û Weqfa Heinrich Böll NRW û BAGİV jî hevpariya vê xebatê dike. Saziyên bi navê İnternational e.V, VHS Stadt Köln ve Nikolaus-Gülich-Fonds jî piştgiriya panêlê dikin.
Panel di 27’ê Gulana 2011’an de li salona navdar ya Reutenstrauch-Joest-Museum’ê bê lidarxistin. Ji Stenbol’ê nûnera Weqfa Heinrich Böll Dr. Ulrike Dufner, hîndekarê Zanîngeha Enqere’yê Prof. Dr. Mithat Sancar û ji Amed’ê Cîhgira Hevseroka Giştî ya DP’yê Parêzer Meral Danış Beştaş tevlî panelê dibe.
Panela ku wê ji alî Berivan Aymaz û Albrecht Kieser bê moderekirin di demjimêr 19.00’an de destpêdike.
Salona panelê ku li navnîşana Cӓcilienstr. 29-33, 50676 tê kirin, li kêleka U-bahn Neumarkt’ê cîh digre.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.