Skip to main content

Aktarma (not verified)

Wed, 03/24/2010 - 01:17

LHK'ê li Kerkûkê li pêş El Iraqiyê ye PUKmedia/2010-03-23/01:27:46 Li gor amara dawîn ya jimartina dengên li parêzgeha Kerkûkê, Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li pêş lîsteyên din yên li bajêr e. Piştî cihêkirina ji %91'ê dengên li Kerkûkê, Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li pêş e ku hê jî sandiqên çend navçeyên kurdnişîn ên li Kerkûkê nehatine jimartin. Çavkaniyeke taybet ji binkeya jimartin û cihêkirina dengan li Kerkûkê ji malpera me re got:“ Ji 18 hezar formên dengdana taybet û Iraqiyên li derveyî Iraqê ku heta nuha hatine jimartin, Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê 7967 deng, El Iraqiye jî 6331 deng bi dest xistine. Ji aliyekî din ve birêveberê ofîsa Kerkûkê ya komîsyona bilind Ferhad Talebanî ji malpera me re got:“ Biryar e îro jimartin û cihêkirina dengan biqede lê jimartin û cihêkirina dengan proseseke aloz e û wext divê nemaze cihên ku gilî li ser hatiye tomarkirin. Ji bo van giliyan 3 tîm hatine pêkanîn. Tîmek ser bi UNAMI'yê ye, tîmê din ji binkeya niştîmanî ya komîsyona bilind hatiye Kerkûkê. Her weha me jî ji bo vî karî tîmek pêk aniye.“

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.