Skip to main content

Fakat Nefel kendi isminide Rudaw'in yanına yazmış, o kadar. Encamên dawiyê: PDK 33, YNK 13, Goran 11, Yekgirtû 5, Komel 2 » Mesrûr Barzanî dengê xwe dide HEWLÊR, 9/3 2010 — Li gor encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ko ji serkaniyên PDK, YNK û Goranê hatine wergirtin Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi 33 kursiyan dibe yekem hêza bê rikeber di nêv partiyên siyasî yên Kurdistanê de. Li gor amarên ko gihane destê Rûdawnetê kurdan ji xeynî dengên derve, 63 kursî garantî kirine. Kursiyên ko kurdan bi dest xistine wiha ne: Mûsil 10, Kerkûk 8, Diyale 3, Silêmanî 17, Hewlêr 14, Dihok 10, Bexda 1. Li gor serkaniyên PDK-ê, di nêv partiyên kurdan de PDK bûye yekemîn û jimara kursiyan wiha ye: Dihok 9 kursî, Hewlêr 9, Mûsil 9 (Digel kotaya kurdên şebek ko Mihemed Cemşîd e û rêveberê Şaxê 14-hê yê PDK-ê ye), Kerkûk 2, Silêmanî 1 (ku berendamê PDK-ê li Silêmanî Lane Mihemed Elî bû, di nêv beremdaman de herî zêde deng wergirtiye, herwiha dibe ko PDK li Silêmaniyê kursiyekî dî jî bi dest bixe), Bexda 1. Li gor serkaniyên Goranê kursiyên ko wê bi dest xistine wiha ne: Silêmanî 6 yan 7, Kerkûk 1, Hewlêr 2 yan 3, Mûsil 1. Goran li gor egera herî baş 11 kursiyan bi dest dixe. Li gor serkaniyên YNK-ê jî kursiyên ko bi dest xistine wiha ne: "Diyale 2, Silêmanî 5, Kerkûk 4 yan 5, Hewlêr 1, Mûsil 1 yan 2. Kursiyên ko Yekgirtoyê bi dest xistine wiha ne: Silêmanî 2, Hewlêr 1, Dihok 1, Kerkûk 1. Li gor hilbijartina berê Yekgirtû dengê xwe li Dihokê pir zêde kirine. Kursiyên ko Komela Îslamî jî wergirtine wiha ne: Hewlêr 1, Silêmanî 1. Kurdan bi giştî 64 kursî garantî kirine, lê kurd bendewar in ko ev hejmar bibe 66. Ji ber li seranserê Iraqê 15 kursî kota ne. Ji bilî kursiyêkî bo êzidiyan wek kota hatiye veqetandin, egera kursiyekî ji kotayan wergire heye. Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê ji 11 partiyan pêk dihat ji wan tenê PDK-ê û YNK-ê karî kursiyan bi dest bixin. Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî 46 kursî bi dest xistine. Rêvebirê bajarokê Enkaweyê Fehmî Metî ko ser bi Lîsta Civata Millî Kildanî, Sûryanî û Aşûrî ye bo got: — Ji xeynî garantîkirina kursiyê kota yê Hewlêrê, egera 4 kursiyên dî jî heye ko em li Dihok, Mûsil û Bexdayê wergirin. ----------------------------------- Nivîskar: Nefel-Rûdaw

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.