Aşağıdaki haberdir. Ve bu haber Netkurd'da değildir. Bu haber Rudaw gazetesinden alınmıştır. Rudaw KDP tarafından finanse ediliyor. Bu haber ise tek taraflı bir tahminden ibarettir.
Haberi okuyabilirsin:
PDK 33, YNK 13, Goran 11, Yekgirtû 5, Komel 2 kursî
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-03-09 19:57:06
Kurdan 64 kursî misoger Kirine û lı benda 2 kursiyên din in. Bi giştî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 33 kursiyan dibe yekem qewareya bê rikaber di nav qewareyên Kurdistanê de.
Kurdan 64 kursî misoger kirine û li benda 2 kursiyên din in. Li gor encamên dawî yên hilbijartinan ku ji çavkaniyên PDK, YNK û Goranê gihiştine Rûdawnetê; bi giştî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 33 kursiyan dibe yekem qewareya bê rikeber di nav qewareyên Kurdistanê de.
Li gor amarên ku gihane destê Rûdawnetê kurdan ji xeynî dengên derve, 63 kursî misoger kirine. Kursiyên ku kurdan bi dest xistine wiha ne: Mûsil 10, Kerkûk 8, Diyale 3, Silêmanî 17, Hewlêr 14, Dihok 10, Bexda 1.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
Li gor çavkaniyên PDK-ê, di nav partiyên kurdan de PDK bûye yekemîn û jimara kursiyên wê wiha ne: Dihok 9 kursî, Hewlêr 9, Mûsil 9 (Digel kotaya kurdên Şebek ku Mihemed Cemşîd e û rêveberê Şaxê 14 yê PDKê ye), Kerkûk 2, Silêmanî 1 (ku berendama PDKê li Silêmanîyê Lane Mihemed Elî bû, di nav berendaman de herî zêde deng wergirtiye, herwiha dibe ku PDK li Silêmaniyê kursiyeka din jî bi dest bixe), Bexda 1.
Tevgera Goran
Li gor çavkaniyên Goranê kursiyên ku wê bi dest xistine wiha ne: Silêmanî 6 yan 7, Kerkûk 1, Hewlêr 2 yan 3, Mûsil 1. Goran li gor alternatîfa herî baş 11 kursiyan bi dest dixe.
Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Li gor çavkaniyên YNKê jî kursiyên ku wê bi dest xistine wiha ne: "Diyale 2, Silêmanî 5, Kerkûk 4 yan 5, Hewlêr 1, Mûsil 1 yan 2.
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
Li gor amarên ketine ber dest kursiyên ku Yekgirtûyê bi dest xistine, wiha ne: Silêmanî 2, Hewlêr 1, Dihok 1, Kerkûk 1. Li gor hilbijartina berê Yekgirtû dengê xwe li Dihokê pir zêde kirine.
Komela Îslamî
Kursiyên ku Komela Îslamî jî wergirtine wiha ne: Hewlêr 1, Silêmanî 1.
Kurdan bi giştî 64 kursî misoger kirine, lê ew li bendê ne ku ev jimar bibe 66. Ji ber li seranserê Iraqê 15 kursî kota ne. Ji bilî kursiyêk ji bo êzidiyan wek kota hatiye veqetandin, îhtîmala kursiyeka ji kotayan wergire heye.
Wek tê zanîn Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê ji 11 partiyan pêk tê, ji wan tenê PDK û YNKê karibûye ew kursiyan bi dest bixin. Lîsta Hevpeymanî 46 kursî bi dest xistine.
Kotaya Xirîstiyanan
Rêvebirê bajarokê Enkaweyê Fehmî Metî ku ser bi Lîsta Civata Millî Kildanî, Sûryanî û Aşûrî ye bo Rûdawnetê ragehand: "Ji xeynî mîsogerkirina kursiyê kota yê Hewlêrê, egera 4 kursiyên din jî heye, em li Dihok, Mûsil û Bexdayê wergirin."
Netkurd'un en önemli haberi