Dema te xweş, birayê Berwarto.
Ji xwe pirs û pirgirêk di wir de ye. Bindestîya maddî bi xwe re bindestîya ruh û hestan jî tîne. Û îro di vê serdemê de ya ku me li bin destan dihêle, têkçûnan li me dide ferzkirin, di eslê xwe de bindestîya mejî ye, birayê min.
Mejî rizgar nabe ku his û heş rizgar bibin, da ku rê li ber xwe veke ku xwe bigihîne rizgarîyê, serbilindîyê, rûmetê.
Îro gava yekemîn a rizgarbûna mejî jî di şiûra aîdîyet û mensûbîyetê re derbas dibe. Piranîya pirsigirêkan tenê di wê rê de dikanin bên çareserkirin, an jî têkevin rêya çareserîyê.
Aîdîyet û mensûbîyeta çi? Ma çi û ne çi? A alemê hemû çi be, ya me jî ew: aîdbûn û mensûbbûna miletekî, netewekê.
Ew tiştên ku tu dibêjî, ji ber nebûn an kêmbûna vê pir derdikevin pêş. Ma ku ev hebe, rûniştî be, cudatîya ol û mezheb, zarav û tiştên din ewqas derdikeve pêş. Nuha elfabe bi xwe jî pirsgirêkek e.
Dîsa pirsgirêkên pev re jîyan û xebatê, piştguhkirina zimên, guhnedana çandê, nebûn an kêmbûna şiûra dîrokê, pir bi vê ve girêdayî ne.
Me pir got, em dibêjin, lê ka qey em nikanin xwe baş bidin fahmkirin.
Ma ku ne weha bûya, jahro ji bavê wî zêde bû ku devdirêjîya Şêx Seîdê me yî kal, lehengê mezin ê dîroka me bikira. Gel ê ew di tûka xwe de bifetisanda, bixeniqanda. Lê wa ye dike û jê re dimîne, ez û tu û çend hebên wek me jî kezebreşî dibin.
Lê bê guman, bê hêvî nabin û heta bi heta dibêjin û rast li ser xeta vê aîdîyet û mensûbbûna miletê Kurd, netewa Kurd dimînin
Rêz û silav
Mancel
Kaaa, heke me wanî his bikira, ji xwe em rizgar bûn..