Derbarê pêşniyaza nûnerê NY-yê a ji bo çareserkirina deverên cudabûyî, hin parlementerên iraqî nerazîbûna xwe li hembnerî pêşniyazê nîşan dan. Di vî warî de parlementerê Iraqê Mehmûd Osman got: “Pêşniyaza Di Mestura di ciyê xwe de nîne û ji bo çareserikirina arîşeya deverên cûdabûyî, bi tu awayî tu cure pêngaveke erênî tê de nîne.“
Parlementerê Iraqê yê ser bi Lîsteya Hevpêniya Kurdistanê Dr.Mehmûd Osman ji ajansa Dengên Iraqê re got: “Pêşniyaza Di Mestura di ciyê xwe de nîne û ji bo çareserkirina arîşeya deverên cûdabûyî, bi tu awayî tu cure pêngaveke erênî tê de nîne.“
Her wiha Osman got: “Şîrove wê ratastiyê aşkere dikin ku Di Mistura û rayedarên Neteweyên Yekbûyî yên li Iraqê, ji bo çareserkirina arîşeyan têgihêştineke temem a wan nîne. Bervajiya wê yekê, pêwendiyên navbera aliyên siyasî ên Iraqê dê aloztir dike.“
Osman ev yek jî bi dûr zanî ku serkirdeyên siyasî ên Iraqê bi awayekê erênî pêşwaziyê li wê pêşniyazê bikin.
Hevdem endamê Kutleya Iraqiye Osame Nuceyfî jî di daxuyaniyekê de ji radyoya Sewayê re, nerazîbûna xwe li hemberî pêşniyazê nîşan da û got: “Hejmarek ji parlementeran dil hene îmzayan kom bikin û bi armanca redkirina pêşniyazê, ji NY-yê re bişînin.“
Li aliyekê din endamê Eniya Tewafuqê Ebdulkerîm Samerayî jî ji çapemeniyê re got: “Divê dosyeya Kerkûkê di navbera iraqiyan de bê çareserkirin û hêj dema wê yekê nahatiye ku NY pêşniyazên vî awayî pêşkêş bike.“
Hêjayê gotinê ye biryar e sibê Lîsteya Hevpêmaniyê Kurdistanê civîneke taybet saz bike û pêşniyaza navborî gotûbêj bike.
Osman: Pêşniyaza NY-yê tu çareseriyê ji bo deverên cudabûyî nayî