Birêz kak solaxî
Bawerbike neshêm tishtekî bêjim, wexta ku min serbesh a te ya "foruma yazmayi bu andan itibaren biraktim" xwend..Eve ne sernivîs a me kudên bakure ,lê nîshan û qeware û pileya zalbûna bikujên ( kujerên) netewey kurd li nav meda rûdaye.
Birêz solaxî
Bavû bapîrên me wer betalî negotine " kurmê darê ne ji darêbe, zewal ji darê nabe"
Liber hindê bi hezaran heyf û mixabîn îro ji navika milletî kurdî mirovperest berdevk û dûvikên neyarên me nahêlên hêja,zanîyar, kurdperwer,rewshenbîr û jîyangîrên wekî cenabê te nêzîkî yek û dî bibin,bûyer û rûdawên li weletê mey jêrdestên segên tirk ,erb û farisên xaîn shîrovekin,kurdistanîyan shîyar bikin,doza gelî mey rewa li nav nezan û dostên me belavbikin. Lewma ew kurdên xwe nenas û belkû xêrnexaz bi her sivikayetîyê hewl didin, barehê navbera kurdistanîyanbishêlînin.
Birêz kak solaxî
Ez wek birayekî dildar ji cenabê te bipirsim, ger tu dest ji "foruma kurdistan "berdî, wê kêfî kê xwesh bibe?, ma gelo keko ew mirovên dilresh wê ji
xêrnexazîya bo kurdan pîshman bibin, ma Barê welatparêzan bivî awayî siviktir dibe?,Ma dîsa ramana neyaran "du kurd nikarin werin ba hev" bicî nabe..û h.t.d.
Kak Solaxî
Her pirsekê bersivek divê, her kêsheyek chreserîyek dibêt.Bawerim serpêhatîên cenabê te, ji yên min pitirin,Berdana dest li nivîsînê bo "foruma Kurdistan"
armanca dilresh û dilreqan asantir dike. Lê xweragirtin û helwesta sorishgêrîya cenabê te wê berdevkên neyaran bicemîne. Bo helweswta berpirsîyarên "foruma kurdistan" dîsa bi gotineke dapîr û bapîrên me bikutyî bînim. "Lêv û didan her hinde caran bi hevjî nekin,lê yên yek devîne.bi hêvî û bawerîya biratîyeke polayî
silav û rêzên xwe bo cenabê tey xwoshewist araste dikim,tendurustî, bextewarî.
peskeftin û doza rewaya Gelî kurdistanda serkrftinên domdar arezû dikim. Birayê te
Re: Foruma yazmayı bu andan itibaren bıraktım.