Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 28 March 2009

Ergenekonê plana bidestxistina PKK-ê kiriye

NETKURD

Hedef, kadroyên PKK-ê yên birêvebir bên tasfiyekirin û li ciyê van ji nav mensûbên orduya tirk efserên (subayên) gênc, mucehez û lêhatî bên tayinkirin

Duh îdîanameya dozgêrê Doza Ergenekonê a duyê ji bal dadgehê ve hat qebûlkirin û eşkere bû. Îdîaname generalên berê jî tê de 56 esker, rojnamevan, sermiyangêr, sendîkayî û kesên din jî bi endametiya Rêxistina Terorê ya Ergnekononê tawanbar dike. Dozgêr dixwaze ku ew ji ber çar teşebusên darbeyan li hemberî parlamentoya Tirkiyeyê û li hemberî hukumeta AKP-ê bên berdadkirin.

Lê îdîaname 1909 rûpel e û gelek karûbarên neyasayî, kuştina kesên naskirî (wek Ugur Mumcu), kuştina 33 eskeran, kuştin û şewitandina gundiyên kurd, bi hezaran kuştinên kujernediyar ên li Kurdistanê destnîşan dike.

Di vê naberê de dozgêr îdîa dike ku pêwendiyên Ergenekonê bi PKK-ê , THKP-C-yê, Hizbullahê (îslamî, lê ji bal Ergenekonê ve avakirî), TIT-ê (Turk Intikam Tugayi), Hizbu Tahrîr(îslamî) heye, ew di hin operasyonên cuda de bikaranîne, hettta li dor ramanca xwe ev rêxistin kontrol kirine,

Di vê çarçeweyê de Dozgêr behsa dokumenteka taybetî ya Ergenekonê dike ku wê plan kiriye berpirsên PKK-ê û yên HADEP-ê tasfiye bike, efserên orduya tirk têxe şûna wan û bi vî awayî PKK û HADEP-ê têxe bin kontrola xwe.

Li gor dozgêr, dokumentê rêxistina Ergenekonê li mala tuxgeneral Veli Kuçuk hatiye girtin ku navê wê : “Panzehir, Etnik/Bölücü Operasyonların Tasfiyesi, Kürt Hareketi ve Türk-Kürt Kardeşliği / İstanbul– 27 Mart 2000“ (Panzehïr, tasfiyekirina operasyonên etnîk/cudaxwaz, tevgera kurd û biratiya tirk u kurd) e.

Di vê dokumentê de, di bin sernavê “faktora Abdullah Öcalan“ de daxwaz tê kirin ku “ji prosesa zindanîtiya Abdullah Öcalan bê îstîfade kirin, kadroyên Konseya Serokatiya PKK bi lezûbez bên tasfiyekirin û ciyê wan bê dagirtin. Îmkan heye ku ev bê kirin û Abdullah Öcalan dikare vê cîbicî bike...., .... Abdullah Öcalan, di daxwiyaniyên xwe de îfade kiriye ku ew xebatên HADEP-ê têrkirî nabîne. Ew dikare ji vê helwestê tevbigere, Konseya serokatiya PKK-ê tasfiye bike û bike ku di şuna wan de kesên ku ew pêşniyar dike bên berpirskirin. Ev ji bo kadroyên HADEP-ê jî derbaz dibe. Çimkî ew hê xwe wek take serokê PKK-ê ê bêbedêl dibîne. Ev hest û fikir li ba cemawerê PKK-ê û yê HADEP-ê jî hene. Xulase Abdullah Öcalan hê xanenişîn nebuye û xwe amadeyî xanenişîniyê hest nake.“

Di beşa “operasyon“ê a vê dokumentê de tê diyarkirin ku: “Bi egera bêkêriyê kadroyên PKK-ê yên birêvebir bên tasfiyekirin û li ciyê van ji nav mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirk (orduya tirk) efserên (subayên) gênc, mucehez û lêhatî bên hilbijartin û tayinkirin. Bi vî awayî ê rêxistina Terorê a PKK-ê a bi desteka Yekîtiya Ewropayê ya ku navenda wê Pentagon e ji destê navendên hêzên derve bê safîkirin. Li gel vê rêxistina terorê a PKK-ê ê her eynî kar ji bo kadroyên HADEP-ê jî bê kirin.... Wê gavê ew HADEP-a berdewama PKK-ê ya ku di bin kontrola YE ya xwedan navenda Pentagonê têkeve Parlamentoyê ji dêlva wê ve ê bi destê Hêzên Çekdar ên Tirk (orduya tirk) têkeve parlamentoyê. Ji alî serwerî û berjewendiyên neteweyî ve fêde di vê de heye.“

Di wê dokumentê de her wiha hatiye destnîşankirin ku organên ragihandinê ên PKK-ê (rojame, MEDYA TV/MED TV û hd) jî divê bên bidestxistin û kontrolkirin ku tevgera cudaxwaz a etnîkî gava mihawele dike dengê xwe derxe derva nikaribe li gor talîmatên Pentagonê siyaseteka weşangêriyê bimeşîne.“

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.