Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 3 December 2008

silav

me diasporayek û tanzîma wê li kevnesovyetê hebû.Hêvîdarim tuyê jî qayîl be ku ez bêjim radyoya Yerivanê bi tena xwe roleka mezin bona kurdi û kurdîtiyê bi serkeftî bi cîh anî.

Raste zemîn,zeman,rewsha siyasî,ekonomîk û ya dunyayê cuda bû.Belê numûneyeka xurte bo me!
Iroj paralêl bi pêshvecuna teknolojiyê,bona me tishtek pir girînge!

Profesyonalî,profesyonalî,profesyonalî!
Doktor be yan mekanîk be,bazirgan be yan polîtîvan be,fabrîkator be yan nivîskar be,ressam be yan edebvan be,journalîst be yan musikant be

êdî gerek expert hebin
bê expert nabe
ne sînema dibe sînema,ne mûzîk dibe mûzîk ne jî ziman dibe ziman

Bi gotineka kurt bona kurdan girîng ewe,ku xwe di teknolojiyê û zanistê de bigihînin radeya expertan.
Wê gavê psikologên me yên expert li ser nexweshiyên serokên me jî binivîsînin û bêjin,linguistikên me jî wê li ser zimanê me binivîsînin.Wê gavê abdolla ocalan li ser her tishtî nikare baxive,kî ji cem abbas û hempayên wî hatibe nikare bibe dîplomat,li ser kursiyên instîtuyên kurdî wê ne kesên bê titel û ne pispor rûnên,rejisorên me yên profesyonel heger wek bahman gobadî bigihên,wê chaxê herkesekî vido kamêra têxe destê xe,nikare ji mere fîlman chêke.Hegr journalistên me bigihên wê chaxê rojnameyên me yên profesyonel wê hebin.

Yanî li jêr siya partiyan tishtek chênabe li awrûpa!Heger ew bixwazin bila alikariyê bidin.Yan na ew tenê astengin.

expert,expert,expert
profesyonalî,profesyonalî,profesyonalî
kurdî-kurdperwerî û helbet zimanên biyanî

Rêzdari kek srg. Ew ti$te kü tü dibejê! Timam di cih denê , ü herwaha divê ji ew ti$t benê $öpandin. le pirsgirek ji evê! Pewiste hinek bibin pe$eng ji kesê kü bi ti$te vaha re alakadar dibin ! Ji ber kü em li netewê dinê meyzedikin ew ti$tê visa !! pewistê bingah hebê ü liser vi bingehi ji nif$e ciwan perwerdebibê!! yani ez dixwezim bejim. disê rexistinek pewiste! ( ew ne hewce ye kü partibê) te minak ji radyo yê eriwan da! ere ez zaro büm haya bawemin ew program didit em bi xew ve dücün ;) ji xwe faqiro nizanibü röje saatike ji. Le gawa kü tesedüfi ji didit ! behwerke mina röj di nawa $ewedê webê, wilqasi ji em keyf xwe$dibün. ji xwe gawa kü meyrem xan di strand ü digo WELATEMIN KÜRDISTANÊ CIH MESKENÊ ME KÜRDANÊ..... icar rastê radiyo ya eriwan geleki mezin rolê xwe leyist ü he ji didileminde yê. ez bahwerim kürd millet ki wisayê. di xwezê her dêm hinik derkewin pe$ ü di paydê ji ew bime$in ! pewistê em Kürd xwe bi rexistin bikin... na ye ve wateye kü em bejin bila parti awabibê, mirow di karê ji "office" destpebikê.. an ji malperê mina Newroz di karin bibin "office raman" ji hindikayive gelek kürt ü pücik ji be !! gelek di xwazin pe$engiyê... ez bahwerim ti$te wisa ji nê xeyalê mezinin ü tü kesi ji naxe bin bareki giran ! ez bahwerim kü biladeren mê ê we malperê tewli Güftü go ya bibin dibe kü em hebek ti$tna derin holê ! gelo hun diben ci? rezdari ü spas ji bo te kek. mamostê Diyar aydin ü memyan. spas ji bo vê ü pi$tgiri ye wê. Ez xülame mina xosewiste wê me hün her biji ü herhebin. icar pewistê em di warê zimanê kürdidê di vê malperedê bibin pe$eng?!ü ji xwe mamoste smail giriki ü mamostê Yezdan hat henê... gelek biraderê me di zanin bi kürdi biniwisin le. zexeliyan dikin ü fermi hesani yê büinê.. icar ez ricadikim bi Kürdi biniwisin!! zimanê xwe wisa arzan nê binin!! kesê kü diben em netewparezin !! beri herkesi pe$i pewistê ew bi Kürdi biniwisin. Rêzdari ji tew Kürdanrê. Nemirdani

Deme we xweş be brano Hêjayen, Mixabin u sad mixabin kû em Kûrd bi teybetî şoreşgerên Kûrd ango piranîye me bi zimanê Tiirrkî di peyîvin, ev jî kêmasiyek jiyame ye. Eger mirov bixwezê mirov dikarê gelek tiştan pêkbîne? Ez divê îtîraf bikim kû heye berî salekê min bi xwe nikarî bu, bi Kûrdî binivîsim lê min hinek xwe êşand u êdî ez dikarim çend gotina berbihev bînim, ev jî serbilindiyeke mazina ji bo min.. Gava min di Forum´a Kûrdistan´da çend Mamoste dîtin edî min cesaret girt u min bîryar de kû ez bi zimanê xwe binivîsînim. Di serîde ez spasîye mamoste Nemirdanî, mamoste srg, Mamoste Îsmail Girikî, Mamoste Berwarto, u Mamoste Yêzdan Hat dikim kû bi vî zimanê şêrîn dinivîsînin. Brano ! çend meh berî birêz mamoste Berwarto kampanîyek ji bo zimanê Kûrdî destpêkir lê neçu seri u bi serneket. Lê ez hevîdarim kû vêcarê emê dest bidin hevdu bi Kûrdî binivîsînin. Mamoste srg rodyoye yêrîvanê ji bo çand, huner, ziman u edebiyate Kûrdî xizmetek gelek girîng kirîye u em deyindarên wan şaxsane.(Mirov) Lê ji dervî rodyoye yêrîvane jî gelek şaxsîyetên wek Qanadê Kurdo, wekî prof DR ordîxanê celîl, Prof DR: Celîlê Celîl,wekî Erebê Şemo u gelek rewşenbîr u ronakbir ên din.Xizmetek mezin ji bo zimanê Kûrdî kirina. Em deyîndarên van kesane. Ez îro Di huzure wede carak din spasî van rewşenbîr u zanyare dikim. Hun bimînin di xweşîye de. Bigel rêz u silavên Kûrdewarî. Diyar Aydin

Piraniya pîlot û generalên cengî yên USA,pishtî ku teqawit dibin,yan di cengê de birîndar dibin û hew dikarin karê xwe bikin,dichin û tahsîla teolojiyê dikin.Ji van kesan yê herî em bash nas dikin John Mc Cain e,ku berya demeka nêzîk berendamê serokatiya America bû. Piraniya bêshdarên cenga Wietnamê pishtî cengê berê xwe danin fakulteya Teolojiyê û pishtî wê tahsîlê îcar bi awakî din jiyanin.Pir kesê wan dûvre bûnin kongresman,senator û berendamê "president"iyê. Ji bo ku mirov bêje ev yek spontane chêbûye divê mirov naiv be,lê herchendê ji destpêke plankirîbe jî,pishtî wextekê êdî li halê xwe pêshdikeve û dibe spontane. Bi pêshvechûna futbolê li dunyayê,futbolîstên kû pishtî emrekî hew dikarîbûn bilîstana îcar xwe wek traîner amade dikirin û emrê xwe yê din bi vê mesleka duyem dibuhirand û ev yek spontane her berdewame! Bi hezaran mînakên din yên civakî henin ku mirov nikare di virde bicîhbike wahajî bê hêjmae mînakên pêshdechûna spontanê yên natural û individuel. Helbet em ne amerikînin û ne jî awrûpî,em Kurdin! Tevî ku em kurdin,ji serê dused salan û virve raperîn û serhildanên bona azadiya welatê me bê guman tevî shkestinên xwe destkevtî jî bi xwe re afirandiye. Chinin ev deskevtî? Zindîhishtina ruh û zimanê millî,chand û wêjeya kurdî û bi awakî konkret destgehên kurdî ku înstîtû,chapxane,pirtûkxane,muzîkxane û TV ,radio û heya malperên kurdî,encam û rûdanên ew raperînanin,her chendê îroj li jêr baskê hizban û kesan ew destgeh pûchkirî û rizyayî be jî. Na xwe Me li awrûpa destgeh henin,expert jî henin! Bashe chira karên me amator dimeshînin? Pirs du aliye,ne destgeh ne expert konsesûkê nabînin.Berya her tishtî em tespîta xwe li ser vê yekê bikin,expertên me yên bakurî-chi professor be,chi sosyolog,chi journalîst be- 99 % tirkîaxêv û tirkînivîsarin. Naxwe me expertên tirkîaxêv û tirkînivîsar navên!Girêdayî bi vê yekê me pirtûk û berhemên wan jî bi tirkî navên. Heman ji ber vê yekê ye ,teknokratên me yên kurd,akademîsyenên me yên kurd pishtî ku teqawit dibin ji ber ku li awrûpa niveau ya maddî jî ne hindike pêwîstî bi serêshandinê jî nabînin,yan jî li cem kurdan naxwazin ji ber kû destgehên kurdî ketiye mista amatoran. Naxwe berya hemû karân divê destgehên kurdan ji destên amator û ji ruhên malbatî û partiyetî rizgar bibin.Ev yek dihêle ku destgehên kurd ji productiviteta xwe dûr bikeve,bê berhembe û birize. Bona chi civîn û mîtîngên li ser genosîda dêrsimê divê bi tirkî be? Kiyê vî tishtî ciddî bigire. Divê ev qaîde rûnê,kesê ku xwest kurdîtiya xwe pêsh bike,"kerema xwe herî fêrî zimanê xwe bibe" Kî xeyidî bela bixeyide. Na xwe bira, em rast rûnên û rast baxivin ne ku em xwar rûnên û rast baxivin Me têra xwe rêxistin û destgeh henin Ji bo em bigihên niveau ya ermenî û cihûyên li USA û awrûpa berya her tishtî divê em mala xwe paqij kin,yanî ew destgehan ji dest amatoran derxin û bixin mista profesyonelan.herkes bila di besha xwe de bixebite! Bê gûman kurdî heya nebe serdest,tishtên mayî gishk wê detail bimîne. Binêrin li duhokê zanko heye,li silêmanî heye û li hewlêr heye!Li parîs instîtû heye lê di malperande bang bo barzanî û talabanî tê kirin "Pirsa kurdî careser bikin." Naxwe heger akademisyenên me bi kêr nayên divê em sherm nekin bona ku em ji derve akademisyenên biyanî bînin ser universîte û destgehên xwe.Bila bi kurdî be,lê ne sherte kurd be! Wextê min ewqas mecal da min ku ez li ser vê babetê binivîsim. Bimînin di xweshiyê!

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.