Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 17 November 2008

yeziden.de News

Single

Xizmetkarê edebyet û çanda Kurdî yê bi nav û deng (Bi mûnesebeta 100-salya ji dayikbûna Casimê Celîl)

Wezîrê Eşo

Casimê Celîl li Ermenîstanê bi Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadirî, Ahmedê Mîrazî ra ber çavkanîya edebyeta Kurdî li wê komara Sovyêtyê rawestya bû, heger em bi awakî

dinê bêjin, bi wan ra hîmê edebyeta Kurdî ne ku bi tenê li wir, lê li temamya Sovyêtistanê danî. Bi serda jî ji ber kêmasya kadrên ronakbîr zemanê Şorişa çanda Kurdî da, ku ji destpêka salên 30-î bingeh girt, ewî

kedeke hêjayî nirxa bilind kir nava warên xwendin, perwerda gelêrî ya bi zimanê Kurdî û her wa çend warên çanda Kurdî yên dinê û bi taybetî nava weşandina pirtûkên Kurdî û weşanên Kurdî yên bi radiyoya Ermenîstanê (Yêrêvanê).

Casimê Celîl weke karkirê civakî yê aktîv, êgin û jêhatî hilperîna çanda Kurdî li Ermenîstanê xurt û geştir kir. Ji ber vê yekê jî ewî ne ku tenê li nava beşên diyaspora Kurdên Sovyêta berê, lê belê di nava diyaspora Kurdên dervayî wî welatî û nemaze li hemû beşên Kurdistana parçekirî deng daye.

Casimê Celîlê Osê di 24 ê cotmehê sala 1908-a li gundekî Kurda – Qizilqulê yê nawça Dîgorê, ku diket nava tixûbê herêma (qeza) Qersê, malbateke Kurdên êzdî da ji dayîka xwe bûye. Ji ber ku dibistan di gundê wî da tunebû, ew mehên bahara û havîna berxvantiya mala bavê xwe dike, lê şevên payîza û zivistana yên dirêj odên Kurdî da dibe guhdarvanê sohbetên mêrên temenê xwe da mezin, ku amadan ra distran jî, lê bi giranî berhemên zargotina Kurdî yên janir û cûrên cuda-cuda digotin, besa bûyerên buhurî wek dîrokê balkês dikirn û bi wê yekê ew ode ji wî û heval-hogirên weke wî ra dibûn weke dibistanekê. Lê Jiyana bi aşîtî ya rûnştevanên gund û zarotiya wî ya zêrîne xweş ya bê xem û xiyalên giran dirêj nakişînin. Gava Casim nû pêyî 10-saliyê kiribû artêş û alayên dagîrkerên Tirkiyayê sala 1918 a êrîşê tînin ser herêma Qersê û pişt ra jî ser Ermenîstana îroyîn. Û ber ku bi ermeniyan ra tevayî leşkerên tirkan zor û zulm li Kurdên êzdî dikirin, ji bona xilazkirina serê xwe rûniştevanên hemu 16 gundên Kurdên êzdî banz didin, koç û bar dikin û berê xwe didin Ermenîstana niha û Gurcistanê. Rêva gelek ji wana, nava wanada usa jî andamên malbata bavê Casimê biçûk nava pêlên çemê Ava Reş da dixeniqin, pişt ra jî ber birçîbunê û nexweşiyên hal û xolorê dimirin. Casimê bêxweyî û bê xudan dikeve sêwîxaneke Ermenîstanê ya Celaloxliyê, ku piştra navê Stêpanavanê hate ser. Li vira ew perwerda seretayî bi zimanê ermenî distîne. Piştî derketina ji sêwîxanê Casimê Celîl xwe li perwerde, telîma leşkeriyê digre. Ji sala 1927 a hetanî ya 1930 î ew xwendinxanên leşkeryê da fêr dibe: destpêkê da li paytextê Azerbeycanê-Bekuyê, pişt ra yê Gurcistanê-Tivlîsê. Sala 1931 ê Casimê Celîl tê paytextê Ermenîstanê-Yêrêvanê û di wir da bi cî dibe. Eva ew zeman bû, gava li wira bingeha edebyet û çanda Kurdî bi awayê nûjen, modêrin nu dihat danînê û zilamê xwenaskirî, êgin û zîrek hewil dide xwe di nava wî karê ji bona gelê wî pir mûhîm da ciyê xwe bibîne û bistîne. Ew zemanekî dibe serok-berpirsiyarê Xwendinxana Pişkavkazê ya Kurdî ya pêdagojiyê, ku li Yêrêvanê hatibû vekirinê ji bona amadekirina kadroyên mamostan, dersdaran yên dibistanên komarên vê rêgiyonê yên Kurdî. Lê gava li Yêrêvanê dest bi weşandina pirtûkên Kurdî dibe: yên edebyeta bedew, yên bi naveroka polîtîkî û zaniyarî, her wa yên fêrên zimanê Kurdî û lîtêratûrayê, yên pirêdmêtbahetên dinê jî, dîsa bi zimanê Kurdî, Casimê Celîl berpirsiyariya bi cîanîna vî karê giring bi destûrdana hukumatê hildigre ser milên xwe. Bi berpirsiyarî rêdaktoriya wî pir pirtûkên Kurdî çap dibin û di nava wan da yên berhemên nivîskarên Kurd yên yekemîn, berevokên zergotina Kurdî. Û ber ku Casimê Celîl bi xwe jî weke şayîr xwe li karê berhemdariyê, efirandinê digre, di wan berevok, antolojiyan da berhemên wî jî cî digrin. Karekî giran û bi berpirsiyarî bû, lê ew weşangehên dewletê da vî karî bi rûspîtî bi cî tîne bi amadebûna xwe ya zemandirêj çapxaneke Yêrêvanê da, ku xwe dabû ber karê çapkirina pirtûkên Kurdî. Em dikarin bi nêt, fikra gotinê, peyîvê ya bingehîn bêjin, ku capxane ji bona wî bibû wek mala duyemîn. Û Casimê Celîl vî karî berdewam dike hetanî rewestandina weşandina pirtûkên Kurdî di sala 1937 a virda, gava rêjima Stalîn ya dîktatoriyê bi motîvên polîtîkî hemû weşandinê bi zimanê Kurdî dan rawestandinê, rasttir-qedexekirinê û bilî pirtûkan ya rojnama Kurdî ya Riya Teze jî. Sala 1938 a Casimê Calîl fakûltêta înstîtûta Yêrêvanê ya pêdagojiyê ya fîlolojiyê da tê qebûlkirinê û piştî çar salan ewê temam dike. Pişt ra ew bi awayê dûreke, ne stasiyonar fakûltêta Zanîngeha Yêrêvanê ya yûstîsiyayê (yûrîstiyê) ji temam dike û çend sala karê mafparêzyê mehkeman da bi cî tîne. Gava 1ê çille sala 1955 a di radiyoya Ermenîstanê da li Yêrêvanê beşa weşanên bi Kurdî tê vekirinê Casimê Celîl dibe serokê wê yê yekemîn û di wê postê da kar dike hetanî nîsana sala 1958 a. Pişt ra ew eyînî rêdaksiyona weşanên Kurdî da dibe berpirsyarê beşa edebiyatê-mûzîkayê û wî karî berdewam dike hetanî kanûna sala 1963 a, gava gorî biriyara seroketiya Radiyoya Ermenîstanê ewî verê dikin hêsabûnê bi hêjakirina wî bi pênsiyona pêrsonaliyê (şexsî), ku weke ya bi rûmeta bilind li Sovyêtistanê dihat dîtinê. Di nava van 8 salên karkirina xwe ya bi heyacan, êntûzîyastî da Casimê Celîl karekî hêjayî nirxa bilind bi cî tîne. Ewî bingeha fonda stran û awazên Kurdî Radiyoya Ermenîstanê da danî bi ser qeyîtanên magnîtiyê qeyîdkirina bi sedan berhemên hunera Kurdî ya stranbêjiyê û mûzîkayê û bi wê yekê ji ber undabûnê xilazkirina dengê gelek stranbêjan û aletên mûzîsiyanan: stranbêjên weke Şeroyê Biro, Ahmedê Mîrazî, Egîtê Têcir, Efoyê Esed, Aşiq Nazûk (Şêx Kamilê Beko), Sûsîka Simo, mûzîsiyênên wek Şamilê Beko, Egîtê Cimo û yên dinê. Her çiqasî jî karê giran yê salên 30 î û 50 î Casimê Calîl westandibûn, her ciqasî ji ber temenê mezin ew çûbû pênsiyonê, lê piştî zemanekî, gava ew têra xwe hêsa bû, dit, ku ew ne ji wan mirovane, ku her bi tenê mal da rûnî, her bi tenê berheman binivîse, bê ku karê piraktîk bi aktîvî bicî bîne. Wek aşiq û maşoqê karê piraktîk û jiyana bi kar û baran va dagirtî ewî demekê tecrûbe kir, ku taba wî mal da nayê û gava sala 1972 a weşangeha Ermenîstanê ya dewletêda ya bi navê ´´Sovêtakan girox´´ (nivîskarê sovyêtiyê) şûna berpirsiyarê wêşandina pirtûkên Kurdî da valayî çê bû-ewî pêşniyara kifşkirina xwe di posta rêdaktorê pirtûkên Kurdî yê berpirsiyar da bi şabûn qebûl kir û bi vî awayî piştî navbirî, rawestandina zemanekî nedirêj vegeriya ser karê xwe yê berê yê hizkirî, ku di nava wî da bibû pispor. Careke dinê ji riya´´Mala duyemîn´´ya çapxana Yêrêvanê ya jimara yekemîn li ber wî vebû, dîsa boxçê pirtûkên bona çapkirinê amade û yên çapbûyî ewî xiste biçenga xwe û navbera waangehê, çapxanê û mala xwe da meşiya. Tişteki wek fênomên, sêyîr û ecêb: Casimê Celîl yê bi temenê mezin li ber çevên hogir û nasan tê dîtinê bi meşandina xwe ya çapik û bi serdajî bi serbilindî û kêfxweşî. Û di nava çend salan da, etanî sala 1980 î ewî çapkirina pir pirtûkên Kurdî yên bi nirx bicîani. Piştra hêja xwe bi temamî û tam pêşkêşî karê berhemdariyê, weke dibêjin, karê rûniştî kir. Casimê Ceîl 24 mijdarê sala 1998 a li Yêrêvanê wefat kir: 90 salîya xwe da. Ciniyazê wî mezelê gundê Baxramiyanê yê nêzîkî Yêrêvanê binax kirin.

Casimê Celîl li Ermenîstanê bi Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadirî, Ahmedê Mîrazî ra ber çavkanîya edebyeta Kurdî li wê komara Sovyêtyê rawestya bû, heger em bi awakî dinê bêjin, bi wan ra hîmê edebyeta Kurdî ne ku bi tenê li wir, lê li temamya Sovyêtistanê danî. Bi serda jî ji ber kêmasya kadrên ronakbîr zemanê Şorişa çanda Kurdî da, ku ji destpêka salên 30-î bingeh girt, ewî kedeke hêjayî nirxa bilind kir nava warên xwendin, perwerda gelêrî ya bi zimanê Kurdî û her wa çend warên çanda Kurdî yên dinê û bi taybetî nava weşandina pirtûkên Kurdî û weşanên Kurdî yên bi radiyoya Ermenîstanê (Yêrêvanê).

Casimê Celîl weke karkirê civakî yê aktîv, êgin û jêhatî hilperîna çanda Kurdî li Ermenîstanê xurt û geştir kir. Ji ber vê yekê jî ewî ne ku tenê li nava beşên diyaspora Kurdên Sovyêta berê, lê belê di nava diyaspora Kurdên dervayî wî welatî û nemaze li hemû beşên Kurdistana parçekirî deng daye.

Casimê Celîlê Osê di 24 ê cotmehê sala 1908-a li gundekî Kurda – Qizilqulê yê nawça Dîgorê, ku diket nava tixûbê herêma (qeza) Qersê, malbateke Kurdên êzdî da ji dayîka xwe bûye. Ji ber ku dibistan di gundê wî da tunebû, ew mehên bahara û havîna berxvantiya mala bavê xwe dike, lê şevên payîza û zivistana yên dirêj odên Kurdî da dibe guhdarvanê sohbetên mêrên temenê xwe da mezin, ku amadan ra distran jî, lê bi giranî berhemên zargotina Kurdî yên janir û cûrên cudacuda digotin, besa bûyerên buhurî wek dîrokê balkês dikirn û bi wê yekê ew ode ji wî û hevalhogirên weke wî ra dibûn weke dibistanekê. Lê Jiyana bi aşîtî ya rûnştevanên gund û zarotiya wî ya zêrîne xweş ya bê xem û xiyalên giran dirêj nakişînin. Gava Casim nû pêyî 10-saliyê kiribû artêş û alayên dagîrkerên Tirkiyayê sala 1918 a êrîşê tînin ser herêma Qersê û pişt ra jî ser Ermenîstana îroyîn. Û ber ku bi ermeniyan ra tevayî leşkerên tirkan zor û zulm li Kurdên êzdî dikirin, ji bona xilazkirina serê xwe rûniştevanên hemu 16 gundên Kurdên êzdî banz didin, koç û bar dikin û berê xwe didin Ermenîstana niha û Gurcistanê. Rêva gelek ji wana, nava wanada usa jî andamên malbata bavê Casimê biçûk nava pêlên çemê Ava Reş da dixeniqin, pişt ra jî ber birçîbunê û nexweşiyên hal û xolorê dimirin. Casimê bêxweyî û bê xudan dikeve sêwîxaneke Ermenîstanê ya Celaloxliyê, ku piştra navê Stêpanavanê hate ser. Li vira ew perwerda seretayî bi zimanê ermenî distîne. Piştî derketina ji sêwîxanê Casimê Celîl xwe li perwerde, telîma leşkeriyê digre. Ji sala 1927 a hetanî ya 1930 î ew xwendinxanên leşkeryê da fêr dibe: destpêkê da li paytextê Azerbeycanê-Bekuyê, pişt ra yê Gurcistanê-Tivlîsê. Sala 1931 ê Casimê Celîl tê paytextê Ermenîstanê-Yêrêvanê û di wir da bi cî dibe. Eva ew zeman bû, gava li wira bingeha edebyet û çanda Kurdî bi awayê nûjen, modêrin nu dihat danînê û zilamê xwenaskirî, êgin û zîrek hewil dide xwe di nava wî karê ji bona gelê wî pir mûhîm da ciyê xwe bibîne û bistîne. Ew zemanekî dibe serok-berpirsiyarê Xwendinxana Pişkavkazê ya Kurdî ya pêdagojiyê, ku li Yêrêvanê hatibû vekirinê ji bona amadekirina kadroyên mamostan, dersdaran yên dibistanên komarên vê rêgiyonê yên Kurdî. Lê gava li Yêrêvanê dest bi weşandina pirtûkên Kurdî dibe: yên edebyeta bedew, yên bi naveroka polîtîkî û zaniyarî, her wa yên fêrên zimanê Kurdî û lîtêratûrayê, yên pirêdmêt-bahetên dinê jî, dîsa bi zimanê Kurdî, Casimê Celîl berpirsiyariya bi cîanîna vî karê giring bi destûrdana hukumatê hildigre ser milên xwe. Bi berpirsiyarî rêdaktoriya wî pir pirtûkên Kurdî çap dibin û di nava wan da yên berhemên nivîskarên Kurd yên yekemîn, berevokên zergotina Kurdî. Û ber ku Casimê Celîl bi xwe jî weke şayîr xwe li karê berhemdariyê, efirandinê digre, di wan berevok, antolojiyan da berhemên wî jî cî digrin. Karekî giran û bi berpirsiyarî bû, lê ew weşangehên dewletê da vî karî bi rûspîtî bi cî tîne bi amadebûna xwe ya zemandirêj çapxaneke Yêrêvanê da, ku xwe dabû ber karê çapkirina pirtûkên Kurdî. Em dikarin bi nêt, fikra gotinê, peyîvê ya bingehîn bêjin, ku capxane ji bona wî bibû wek mala duyemîn. Û Casimê Celîl vî karî berdewam dike hetanî rewestandina weşandina pirtûkên Kurdî di sala 1937 a virda, gava rêjima Stalîn ya dîktatoriyê bi motîvên polîtîkî hemû weşandinê bi zimanê Kurdî dan rawestandinê, rasttir-qedexekirinê û bilî pirtûkan ya rojnama Kurdî ya Riya Teze jî. Sala 1938 a Casimê Calîl fakûltêta înstîtûta Yêrêvanê ya pêdagojiyê ya fîlolojiyê da tê qebûlkirinê û piştî çar salan ewê temam dike. Pişt ra ew bi awayê dûreke, ne stasiyonar fakûltêta Zanîngeha Yêrêvanê ya yûstîsiyayê (yûrîstiyê) ji temam dike û çend sala karê mafparêzyê mehkeman da bi cî tîne. Gava 1ê çille sala 1955 a di radiyoya Ermenîstanê da li Yêrêvanê beşa weşanên bi Kurdî tê vekirinê Casimê Celîl dibe serokê wê yê yekemîn û di wê postê da kar dike hetanî nîsana sala 1958 a. Pişt ra ew eyînî rêdaksiyona weşanên Kurdî da dibe berpirsyarê beşa edebiyatê-mûzîkayê û wî karî berdewam dike hetanî kanûna sala 1963 a, gava gorî biriyara seroketiya Radiyoya Ermenîstanê ewî verê dikin hêsabûnê bi hêjakirina wî bi pênsiyona pêrsonaliyê (şexsî), ku weke ya bi rûmeta bilind li Sovyêtistanê dihat dîtinê. Di nava van 8 salên karkirina xwe ya bi heyacan, êntûzîyastî da Casimê Celîl karekî hêjayî nirxa bilind bi cî tîne. Ewî bingeha fonda stran û awazên Kurdî Radiyoya Ermenîstanê da danî bi ser qeyîtanên magnîtiyê qeyîdkirina bi sedan berhemên hunera Kurdî ya stranbêjiyê û mûzîkayê û bi wê yekê ji ber undabûnê xilazkirina dengê gelek stranbêjan û aletên mûzîsiyanan: stranbêjên weke Şeroyê Biro, Ahmedê Mîrazî, Egîtê Têcir, Efoyê Esed, Aşiq Nazûk (Şêx Kamilê Beko), Sûsîka Simo, mûzîsiyênên wek Şamilê Beko, Egîtê Cimo û yên dinê. Her çiqasî jî karê giran yê salên 30 î û 50 î Casimê Calîl westandibûn, her ciqasî ji ber temenê mezin ew çûbû pênsiyonê, lê piştî zemanekî, gava ew têra xwe hêsa bû, dit, ku ew ne ji wan mirovane, ku her bi tenê mal da rûnî, her bi tenê berheman binivîse, bê ku karê piraktîk bi aktîvî bicî bîne. Wek aşiq û maşoqê karê piraktîk û jiyana bi kar û baran va dagirtî ewî demekê tecrûbe kir, ku taba wî mal da nayê û gava sala 1972 a weşangeha Ermenîstanê ya dewletêda ya bi navê ´´Sovêtakan girox´´ (nivîskarê sovyêtiyê) şûna berpirsiyarê wêşandina pirtûkên Kurdî da valayî çê bû-ewî pêşniyara kifşkirina xwe di posta rêdaktorê pirtûkên Kurdî yê berpirsiyar da bi şabûn qebûl kir û bi vî awayî piştî navbirî, rawestandina zemanekî nedirêj vegeriya ser karê xwe yê berê yê hizkirî, ku di nava wî da bibû pispor.

Careke dinê ji riya´´Mala duyemîn´´ya çapxana Yêrêvanê ya jimara yekemîn li ber wî vebû, dîsa boxçê pirtûkên bona çapkirinê amade û yên çapbûyî ewî xiste biçenga xwe û navbera waangehê, çapxanê û mala xwe da meşiya. Tişteki wek fênomên, sêyîr û ecêb: Casimê Celîl yê bi temenê mezin li ber çevên hogir û nasan tê dîtinê bi meşandina xwe ya çapik û bi serdajî bi serbilindî û kêfxweşî. Û di nava çend salan da, etanî sala 1980 î ewî çapkirina pir pirtûkên Kurdî yên bi nirx bicîani. Piştra hêja xwe bi temamî û tam pêşkêşî karê berhemdariyê, weke dibêjin, karê rûniştî kir. Casimê Ceîl 24 mijdarê sala 1998 a li Yêrêvanê wefat kir: 90 salîya xwe da. Ciniyazê wî mezelê gundê Baxramiyanê yê nêzîkî Yêrêvanê binax kirin.

Helbestên yên Casimê Celîl yekemîn hê di destpêka salên 30 î da ser rûpelên rojnama Kurdî ya Riya Teze dîhar bûn. Pişt ra hetanî wefatkirina wî weşandina helbestên wî di wê rojnamê û gelek rojname û kovarên Ermenîstanê û Yekîtiya Sovêtiyê bi giştî yê ermenî û rûsî da bi wergera ser wan zimanan berdewam kir. Le helbest û destanên wî bi giranî di berevok, antolojyayên berhemên şayîr û pirozaîsên Kurdan da û bi pirtûkên cuda, cihê bi zimanê Kurdî hatine weşandinê. Antolojiya berhemên nivîskaren Ermenîstanê yên Kurd ya sêyemîn da Yêrêvan, 1935) helbestên Casimê Celîl jî hatin bi cîkirinê. Pişt ra hetanî hema rawestandina weşandina pirtûkên Kurdî li Ermenîstanê-destpêka salên 90 î, berhemên wî bi şiklê helbest û destanan (poyêman) di hemû antolojiyayên berhemên nivîskarên Kurd da hatin çapkirinê. Di sala 1960 î da berevoka helbest û destanên Casimê Celîl bi zimanê Kurdî (zimanê şayîr yê berhemdariyê yê eslî û dayîmî) bi sernavê “Rojê min“ li Yêrêvanê hate weşandinê. Pişt ra dîsa bi Kurdî ev pirtûkên berhemên şayîr hatin çapkirinê: “Kilamên çiya“ (Yêrêvan, 1970), “Oda Kurda“ (Yêrêvan, 1975), “Kurdê bengî“ (Yêrêvan, 1980), “Kofiya diya min“ (Yêrêvan, 1984), “Bijare“ (Yêrêvan, 1987). Weke dibêjin, bextê min aniye û ez xwe serbilind û dilbaristan dibînim, ku hê di zêndîbûna wî rîspîyê edebyet û çanda me da min nivisandina pêşgotin û paşgotinên van herdu pirtûkên wî yên dawî bi cî anîne. Li vê tangê em pêwîst dibînin kifş bikin, ku bi helbestan ra tevayî, ku piraniya berhemên Casimê Celîl ji wana pêk tên, ewî çend destanên xwe yên bi nirx jî kirine mal û milkê xwendevanên Kurd, ku bi giranî vecêkirina destanên gelêrî yên ji zargotina Kurdîne. Awa sernavên wan: “ Siyabend û Xecê“,“Memê û Eyîşê“, “Sêvahacê“, “Dewrêşê Evdî“, “Hikiyata Delî Ahmed û Delî Hemze“, “Sindirnevat“, “ Şêx Mîrza“, Dimdim“, “ Kilama Huzbêk“. Eva dawî bêtir berhema şayîr ya xwexwetiyêye, ya ji aliyê wî da sêwirandî, lê her bi tenê bi motîva berhemên gelêrî hatiye nivîsandinê. Pir berhemên Casimê Celîl hatine wergerandinê ser ermenî û bilî rojnaman û kovaran bi pirtûkên cuda jî hatine weşandinê. Evana jî sernavên wan pirtûkane: “ Elegez“ (Yêrêvan, 1954), “ Beyît-serpêhatiyên Kurdî yên evindariyê“ (Yêrêvan, 1955), “ Kaniya welêt“ (Yêrêvan, 1957), “ Ocaxa min“ (Yêrêvan, 1966). Di van da bilî helbestan destanên şayîr jî hatine bi cîkirinê. Berhemên Casimê Celîl yê şayîrtiyê, poyêtîk dervayî sînorên Komara Ermenîstanê jî li navenda Yekîtiya Sovyêtiyê-Moskovayê û derên dinê bi wergera ser rûsî hatine weşandinê, çawa di rojname û kovaran da, her usaji di antolojiyan da. Bi serî weşandina wan berheman ji edebyeta Kurdî bi govekeke berfirehtir deng da, ber ku zimanê rûsî yê temamiya vî welatî yê hemû komarên sovyêtiyê yê dewletê yê duyemîn bû piştî zimanên netewên wan komaran. Awa sernavên wan antolojiyan, di kîjanan da berhemên şayîrê Kurd Casimê Celîl jî hatibûn bi cîkirinê: „ Hesta malbata Yekgirtî“ (Moskova, 1964), „Strana ku bûye pirtûk“ (Moskova, 1967), „ Poyêziya Sovyêtiyê“ (Moskova, 1977), „ Lênîn di nava poyêziya gelên Yekîtiya Sovyêtiyê da“ (Moskova, 1980). Lê bêtir deng da weşandina helbestên şayirê Kurd li ser rûpelên rojnamên Yekîtiya Sovyêtiyê yên navendî, ku bi zimanê rûsî bilî Moskovayê li hemû payîtextên komarên Yekîtiya Sovyêtiyê jî bi tîraj, jimareke pir mezîn dihatina çapkirinê û belavkirinê. Helbesta bi sernavê „ Lênîn“ jimara rojnama „Piravdayê“ya 15 ê nîsanê sala 1957 da hate weşandinê. Lê gava şorişa Kurdî li Kurdistana Başûr bi serokatiya Nemir Barzanî ji nû va geşbû-helbesta Casimê Celîl ya bi sernavê „çiyayên Kurdistanê“ rojnameke Yekîtiya Sovyêtiyê disa ya navendî ya „ Îzvêstiyayê“ da li Moskovayê hate weşandinê. Ev helbesta dawî her wa kovareke bi rûmet, pirêstîj da ji ya edebî ya bajarê Lênîngradê (niha Pêtêrbûrg) ya bi navê „Nêva“ da hate belavkirinê. Bi vê helbesta xwe şayîrê welatparêz eşkere piştigriya têkoşina xûşk û birên xwe dikir li Kurdistana Başûr. Bûyereke kifşnav jiyana Casimê Celîl da hesibî çapbûna berhemên wî bi wergera ser rûsî bi pirtûkeke cihê bi sernavê „ Li ser rêên zemîn“ li payîtextê Sovyêtistanê-Moskovayê. Berhemên Casimê Celîl bi tîpên latînî dervayî Sovyêta berê di berevokên berhemên nivîskarên Kurd da û bi pirtûkên cuda li Bexdadê û Awropayê hatine weşandinê û bûne mal û milkê xwendevanên Kurd li diyaspora Kurdî û li welatê şayîr- Kurdistanê. Pirtûkeke berhemên wî bi sernavê xweşik yê „ Zozan“ bi destî weşanên Roja Nû sala 1982a li Stokholmê hate çapkirinê. Casimê Celîl her wa deng daye weke wergervanê berhemên nivîskarên ermanî û rûs jî li ser Kurdî û weşandina wan di berevokan da û bi pirtûkên cuda. Bi wergerên wî bûne mal û milkê xwendevanên Kurd berhemên şayîrên ermenî yên mezin H. Tûmaniyan, Av. Îsahakiyan, H. Şîraz, şayîr û pirosayîsên rûs yên mezin Al. Pûşkin û A. Gayîdaz.

Keda Casimê Celîl di nava karaê amadekirin û weşandina van antolojiyayên berhemên şayîr û pirosayîsên Kurd da jî bi nirxe: „:Efirandinê nivîskarê kurmancê sovyêtiyê“ (Yêrêvan,1948), „Nivîskarêd Kurdaye Sovyêtiyê“ (tevî Qacaxê Mirad, Yêrêvan, 1961). Ewî her wa berevoka berhemên nivîskarên Kurd bi wergera ser ermenî bi sernavê „Şayîrên Kurd yê Sovyêtiyê“ jî amade kiriye û daye capkirinê (Yêrêvan, 1953). Keda Casimê Celil kifşe her wa di warê amadekirin û weşandina pirtûkên ziman û lîtêratûra Kurdî yên fêran, perwerdekirinê da jî. Avtorekî pirtûka „Zimanê kurmancî“ tevî Emînê Evdal bi xwe bûye, ku hê di saia 1937 da hatiye weşandinê. Ji sala 1955 a hetanî hema dawiya jiyana xwe ya bi rûmet Casimê Celîl pirtûka „ Xwendina litêratûrayê“ bona şagirtên Kurd yên sinifên 5-6 a amade kir û bi çend cara da weşandinê. Casimê Celîl bi aktîvî beşdarî jiyana edebyetê bûye him li Ermenîstanê û him jî li Yekîtiya Sovyêtiyê bi temamî. Wek endamekî Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê û sêksiyona nivîskarên Kurd yê yekemîn, wek nivîskarekî Kurd yê bi nav û deng û xudanê rûmeta bilind ne ku bi tenê nava nivîskarên Kurd da, lê her wa yên ermenî da jî ew hilbijartin û xistin nava wê dêlêgasiyona nivîskarên Ermenîstanê ya ku beşdarî kongira nivîskarên Yekîtiya Sovyêtiyê ya duyemîn bû, ku di sala 1954 a li Moskovayê cê bû. Cesimê Celîl karkirekî civaki yê aktîv bû. Ew dikarin bê Subhe bêjin, ku tu bûyereke usa kifş, berbicev nava jiyana Kurdên Ermenîstanê da cê nebûye, ku Casimê Celîl bi aktîvî beşdarî wê nebûbe: ji civîn, kongirên nivîskarên Kurd û ermenî destpêkirî hetanî civîn, kongire, festîvalên karker û cotkarên Kurd, ku li Yêrêvanê û li wan nawcên Ermenîstanê cê dibûn, li kî derê Kurd diman. Ew bi aktîvî beşdarî konfêransa Kurdzaniyê jî bû, ku sala 1934 a li payîtaxtê Ermenîstanê cê bû û bi goveka cîhanê deng da. Ew organîzatorekî ansambila Kurdîya kilam û regasê bû li nawca Telînê. Ber vî hemûşkî jî Casimê Celîl di nava temamiya Ermenîstanê naskirî bû, him nava ermeniyan da û him ji nemaze-Kurdan da. Li her dera, li kî derê ew kifş dubû rûniştevan bi rêz u hurmeteke mezin berbi wî dihatin, dora wî diciviyan. Gotina me derheqa Casimê Celîl û kar û barê wî yê berhemdariyê û piraktîk da wê nivîşkan, ne temam be, heger em bi kurtayî ser kar û barê neferên malbata wî di warê canda Kurdî da û bi tayîbetî-Kurdzaniyê da ranewestin, ber ku bi giranî wî welatparêzê bi şewat bi şîret, bi weyîsetên xwe ew xistin xizmeta canda Kurdî. Ewî bi pireka xwe-Xanima Rizgo ra tevayî du kur u du kec mezin kirin, dan her xwendinê. Lawên wan Ordîxanê Celîl (sed mixabin, yê îdî gorbuhuşt) û Celîlê Celîl bi lêkolînên xwe yên giranbiha bûn Kurdzanên bi nav û deng: Ordixan bû doktorê zanînên filolojî, pirofêsor, Celîl-doktorê zanînên dîrokî, pirofêsor. Bilî lêkolînên di warê edebyetzaniyê û dîrokzaniyê herdu biran bi hev ra û carna ji bi awakî cuda û serbixwe kedeke mezin û hêjajî nirxa bilind kirin nava warê berevkirin, lêkolîn û weşandina berhemên zergotina Kurdî. Xayînga wan Cemila Celîl cend berevokên têkistên stranên Kurdî bi nota va dane weşandinê, lê Zîna Celîl birek berhrmên zargotina Kurdî wergerandin ser zimanê biyanî. Em pêwîst dibînin wê yekê jî bi ser da binin, ku bilî van kar û barên xwe yên berhemdariyê Casimê Celîl û neferên malbata wî pirtûkxane û arşîveke dewlemend ya lîtêratûra û dokûman, delîl-îzbatên ser Kurdan û canda wan dane ser hev û vî hemûşkî bi hevra, heger em dikarin bi vî awayî jî bêjin, ew malbat kirine weke navendeke canda Kurdî, ber kîjanê ra kes bi xemsarî nikare bibuhure, derbazbe. Ev hemû kar û barên, ku Casimê Celîl bi xwe û bi malbata xwe va di ware pêşxistina çanda gelê xwe da bi cî anîne û dane bi cîanînê, destûrê dide em bêjin, ku her bi tenê ronekbîrên weke wî mezin û dûrdîtî, ronekbîrên miletevîn dikarin karekî wa giran, lê bi rûmet pêk bînin.Û ji ber vê yekê jî navê Casimê Celîl wê neku weke vê gavê bi sedsalekê, lê bi zemanê bê sînor di nava dîroka gelê wî da bi giştî û ya çanda miletê da taybetî bimîne û dervayî hêz û zefta zemane, kuxubarê bîne ser wî navî, ewî betreng bike.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.