Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 21 October 2008

[b]Hevalên Hêja,[/b]

Silav û serketin.

[center][img]http://www.tempodergisi.com.tr/toplum_politika/09469/imperiaflex_0_0_0…]
[center][b]Î. GUÇLU[/b][/center]

[b]* * *[/b]

Tu jî dê li çiyayê Pîranê bifirî...

Îbrahînm GUÇLU
([email protected])

[b]Kek Wisif Hêlinij, [/b]

Dema ku ji Pîranê tê behs kirin, ez dikevim nav heyecanekê. Lewra bi Pîranê serîhildana neteweyî ya Kurdistanê a 1925-an, serokê wê Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hevalên wan tên bîra min. Serîhildana 1925-an tevgereke gelek sivîl, kîtlewî û rewa bû. Serok û şervanên tevgerê di serîhildanê de lehengiyên mezin kiribûn. Bedela welatparêzî û lehengiya wan îdam û kuştina wan bû.

Ez piştî sala 1974-an li Erganiyê cîwar bûm. Erganî, ji Pîranê re cîran e. Wê demê bi Pîranê re pêwendiyên min gelek zêde çêbûn. Bi malbata Şêx Seîd Êfendî re dostaniyeke me ya baş pêk hat. Şêx Husameddîn serokê şaraderiya Pîranê bû. Hevjîna min jî parêzerê şaredariyê bû.

Lê di sala 2002-an de dema ku ji bona hilbijartina giştî min jî qempenya li Pîranê dimeşand, min Pîran jinûve keşif kir. Rastiyên Pîranê min ji nêzikî de nas kir. Rojekê min gundiyek girte ereba xwe, ew gundiya sofiyek û murîdek bû, ew heta Erganiyê ji bona Şêx Seîd Efendî û hevalên wî digiriya. Dema ku ew digiriya ez û hevjîna min Gulfer jî em bi wî re girîyan. Wê demê min dît ku gel çiqas ji Şêx Seîd Efendî hez dike û birîna Pîranê çiqas teze ye.

Tu jî ji Pîranê bûyî. Min tu li payîtaxta Şoreşa 1789-an Parîsê ji nêzik de nas kir. Pîranîbûna te ji bona min, di pêwendiyê me de taybetiyek çê dikir. Me, li Enstitûya Kurd a Parîsê gelek caran hevûdîtin kir, li ser hesrata welêt, Amed û Pîranê qise kir. Te bi heyecaneke mezin, ji Pîranê û ji hewirdora Pîranê behs dikir. Te digot ku “gelo ev koçberiya me dê kîngê biqede?“. Min jî digot ku “ew roja dê bê“.

Ez di sala 1998-an de vegeriyam Kurdistanê, lê ji bona te derfet nebû ku tu zindî vegerî bajarê dîrokî û dilê kurdan Pîranê.

Dema ku min koçberiya te ya domdar ya ji dinyaya me bihîst, peyva pêşiyên me ku dibêjin "li xeribiyê mirin zor e" hat bîra min. Vê yekê ez gelek xemgîntir kirim. Lewra mirin li te nedihat. Mirina te gelek bê wext bû. Min got ku “mirin tu her demê qeleş î. Lê tu ji bona Kekê Wisif qeleştir î.“ Lewra wê xirabiya xwe li te û li me kir, îzin neda ku em te bi zindî li welêt bibînin.

Lê dema ku rêvitiya te ya Pîranê hat rojevê û ev nûçeya xweş gihîşte Kurdistanê, wê demê ez kêfxweş bûm ku tuyê di hêmbêza Pîranê de beyî veşartin. Lewra tuyê bikevî nav kulîlkên Pîranê yên bînxweş û rengîn. Tuyê bibî cîranê Şêx Seîd Efendî û birayé wî Şêx Evdirehîmê qehreman yê li deşta Bismilê radize û Şêx Mehdiyê fîlozof.

Te perwerdeyeke gelek baş girtibû. Te li xeribiyê zanîngeh qedandibû ku xizmetê gelê xwe bikî.

Tu xebatkarekî çand û zimanê kurdî bûyî. Bi xebata te û hevalên te zarava kurmancî û dimilkî bi hev re geş bûn û gel ji ev xebata we gelek kêxweş bû. Te mîradeke baş li pişt hîşt. Ev riya te ya rasyonal û kurdperwerî dê bê meşandin û tuyê jî bi kêfxweşî vê xebatê temaşe bikî.

Nûha tu û hemû kurdperwerên Kurdistanê yên nemir hûn li dîwanê runiştine, agahdarî didin hevûdu. Bi taybetî jî, bi Şêx Seîd Efendî re di dîwanekê rûniştin divê tiştekî gelek dîrokî û xweş be.

Lê ez baş dizanim ku rewşa me ya li vir, mazûbanên te kêfxweş nake. Lewra di sedsala 21-an de jî em wek netewe hîn azad û serbixwe nînin. Em wek netew, ji darveyî Başurê Kurdistanê ji hemû mafên xwe yê rewa û neteweyî bê par in.

Ez baş dizanim ku te li pişt xwe valayiyek çêkir û agirek di dilê xwişk û birayên xwe û hevalên xwe de dada. Bi vî agirî şewat jî xweş e. Lewra ev agira ji bona pişandinê rolekî dilîze.

Silav ji te re û ji wan mazûbanên te yên nemir re.

Bila serê gelê kurd, malbat û hevalên te sax be.

Amed, 2. 10. 2008

[b]Têbinî:[/b] Ez ê nivîsa xwe ya di derheqê serpêhatiyên xwe yên rêxistinî de piştî vê nivîsê binivîsim.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.