Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 8 July 2008

AKP tenê ji bo tolhildanê ser çeteya Ergenekonê diçe û armanc ne ji holê rakirina dewleta kûr e

NÛÇE: RÊVÎN DÊRÎKÎ ŞÎROVE: ÎBRAHÎM ARGON / HAWAR DENGÛBAS

08 Tîrmeh Hezîran (Pûşper), 2008 weşandin:03:23:43 (GDK)

AMED , bakûrê Kurdistanê -- Li Tirkiyeyê hêjîna çeteya terorîst a Ergenekonê berdewam e.

Herî dawî Orgeneral Şener Eruygur û Orgeneral Hurşit Tolon bi tawana “serokatîya rêxistina terorê“ û “teşvîqkirina gel bo serîhildanê“ tên tawanbarkirin.

Di dîroka Tirkiyeyê de ev cara yekem e ku du generalên payebilind bi tawana serokatîya rêxistina terorê hatin girtin.

Serokê Komeleya Ramana Ataturkîtîyê-ADD orgeneral Şener Eruygur û orgeneralê xaneşîn Hurşit Tolon ên ku di çarceweya operasyona Ergenekonê de du roj berê hatibûn binçavkirin, piştî berdadkirinê bi gumana “serokatîya rêxistina terorê“ û “teşvîqkirina gel bo serîhildanê“ hatin girtin û wan xistin girtîgeha Metrîsê.

Weke tê zanîn berîya girtina Eruygur û Tolon, 6 gumanbarên din jî hatibûn berdadkirin û ji wan herşeşan Mustafa Balbay, Ilker Guven û Neriman Aydin hatibûn berdan û Osman Gurbuz, Durmuş Ali Ozoglu û Kemal Aydin jî hatibûn girtin.

Hejmara kesên ku hatine girtin gihêş 60'an. CHP bi vê operasyonê careke din rûyê xwe yê rastî nîşan da û piştgiriya xwe bo wan terorîstan diyar kir.

Ayna: Cihên ku Ergenekon lê xwedî dibin aşkera bikin

Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna ku di civîna koma meclîsê ya partiya xwe de axivî, destnîşan kir ku 11 kesên di çarçoveya lêpirsîna Ergenekonê de hatine girtin, peywirdarên artêşê yên teqawît û xwedî rutbe ne. Ayna, wiha got: "Dema navên leşkeran ev qas derdikeve pêş, mirov dibîne ku çete û birêxistinbûnên ne hiqûqî yên li Tirkiyeyê, ji mekanîzmayên di nav dewletê de xwedî dibin." Ayna, diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, pevçûn ranewestin, wê birêxistinbûnên kûr ên di nav dewletê de, bidomin. Ayna, da zanîn ku tê xwestin di pirsgirêka kurd de konseptek nû ya leşkerî û li ser metoda tunekirinê bê pratîkkirin. Ayna, bang li hêzên demokrasiyê kir ku di vê pêvajoyê de peywira xwe bicih bînin.

Ergenekon û şerê qirêj a li bakûrê Kurdistanê

Orgeneralê teqawît ku di çarçoveya Operasyona Ergenekonê de hate binçavkirin, wekî fermandarê pergala Îmraliyê ya niha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê girtin, tê zanîn. Tolon ji bo bersûcê Skandala Şemzînanê endamê JÎTEM'ê Alî Kaya jî gotibû 'Zarokek baş e ez jî nas dikim. Min di operasona dersînorî de wî naskiribû' û piştgirî dabû bersûc Kaya. Tolon demekê jî Alîkariya Fermandariya Kolordiya 7'emîn a Amedê kiribû.

Operasyona Ergenekonê ku piştî peydakirina bombe û teqemeniyên di encama serdagirtina malek li Taxa Çakmakê ya Navçeya Umraniyeya Stenbolê pêk hatî de derketin holê dest pê kir, bi binçavkirinên nû dom dike. Piştî peydakirina teqemeniyan fermandarê teqawît Velî Kuçuk, Prz. Kemal Kerînçsîz, Serokê Giştî yê ÎP'ê Dogu Perînçek, Berdevka Çapemeniyê ya Partrîkxaneya Ortadok a Tirk Sevgî Erenerol û Doç. Dr. Emîn Gurses jî di nav de 43 kes hatin girtin. Di çarçoveya operasyonê de îro serê sibê Serokê Giştî yê ADD'ê û orgeneralê teqawît Şener Eruygur, generalê teqawît Hurşît Tolon û Nûnerê Rojnameya Cumhuriyetê yê Enqereyê Mustafa Balbay û Serokê ATO'yê Sînan Aygun ligel 16 kesan hatin binçavkirin. Di çarçoveya Operasyona Ergenekonê de heta niha di nav de serok û endamê rêxistinên sûc çetevan, mafyakar û talankerên wekî Alaattîn Çakici jî hatin guhdarkirin. Kesên heta niha hatine binçavkirin bi kirinên xwe yên di demên borî de bûne sedema nefreta civakê derdikevin pêş.

Orgeneralê Teqawît Hurşît Tolon di dema Skandala Şemzînanê de ji bo endamê JÎTEM'ê Alî Kaya îdîa kiribû ku li hemberî wan 'înfazek bêdarizandin' heye û piştgirî dabû gotinên Serfermandarê Giştî Yaşar Buyukanit ên wekî 'Ew zarokên baş in" û wiha axivîbû: "Ez jî wî subayî baş nas dikim. Di sala 1997'an de di dema Operasyona Çelîk de min ew li Bakûrê Iraqê nas kiribû. Kesek girêdayî welatê xwe ye."

Her wiha Tolon ji serî heta niha li hemberî DTP'ê jî her tim şêwazek gefxwar bikar dianî. Tolon ji bo DTP'ê gotinên wiha bikar anîbûn: "Yên alîkariya PKK'ê dikin ku di TBMM'yê de cih digirin, daxuyaniyên bêfîtur didin. Perçekirina laîk-antîlaîk, elewî-sunî, kurd-tirk her tim ji hêlavan ve bi awayek bêperpirsyar tê ziman. Ev di dema hikûmetên bêbandor de tên gotin. Tedbîrên cidî yên li pêşiya vana nayên giran. Ev yek jî pirsgirêkên cidî derdixe holê." Her wiha têkiliya Tolon a bi gelek endamên TÎT'ê re jî di çapemeniyê de derketibû.

Orgeneral Mehmet Şener Eruygur jî di sala 1941'an de li Erziromê ji dayîk bûye. Lîseya Leşkerî ya Kuleliyê qedandiye û di sala 1960'an de Dibistana Şer a Bejayî qedandiye. Eruygur di sala 1961'an de DibistanaTopçiyan qedandiye û di salên 1971-1973'yan de Akademiya Şer a Bejayî ders dîtiye. Eruygur piştî hind perwerdehiyên xwe yên li deverên din jî di nav artêşê de heta sala 2002'yan wezîfe girtin. Eruygur ku bi Velî Kuçukê Ergenekonê re her tim hate rojevê Serokê Komeleya Nêrînên Araturk (ADD) dikir. Eruygur bi Mitîngên Alê û planên darbeyê yên 'Ayişigi' û 'Sari Kiz' hatibû rojevê.

AKP bo berdewamiya desthilatdariya xwe dest bi operasyonê kir

Piştî li dijî AKP doza girtinê hate vekirin û derdorên mîlîtarîst û şoven AKP xistin tengasiyê û îmaja AKP xirab kirin, niha AKP ji nû bi dest xistina hêza û bo çavtirsandina wan dersoran hin beşên çeteya Ergenekonê deşîfre kir.

Lê wisa xuyaye ku AKP vê çeteyê bi temamî ji holê raneke û dewleta kûr a Tirk û çeteyên bi rengî her hebin. Jixwe AKP guhertina helwesta xwe hember Kurdan û êrîşkirina ser gelê kurd dide diyar kirin ku naxwaze şerê li bakûrê Kurdistanê bi dawî be. Li aliyê din de jî gelek eşkereye ku çeteya Ergenekon yek ji bingehÎn hêz e ku şerê qirêş a li bakûrê Kurdistanê li dijî kurdan dimeşîn e ye.

AKP çawa ku di bûyera Şemzînan û kuştina Hirant Dînk de bûyeran bi temamî deşifre nekir û çavkaniya sûcdar dernexit holê wê di mijara Ergenekonê de jî bi îxtîmaleke mezin wisa be.

Yaşar Buykanit bo sûcdarên bûyera Şemzînanê jî gotibû "Kurên baş". Di gelek êrîşên tarî yên ser gelê kurd de jî destê Buyukanit heye. Niha armanca a wan a sereke rûxandina Dewleta Federal ya kurdistana başûr û bi temamî ji qedandina têkoşîna gelê bakurê Kurdistanê ye û di serî de jî niha dixwazin hêza siyaseta Kurdî ya li bakûr pasifize bikin.

Ergenekon encameke şerê li dijî Kurdan e

Piştî darbeya 12'ê Îlonê nakokiyên Tirkiyeyê rû guhertin. Ergenekonê jî li gorî van nakokiyan ango li gorî pêdiviyên dewletê xwe bi navên cur bi cur nixumand. Bû TÎT, JÎTEM, Vatansever Subaylar, Kuvayi Milliye û hwd. Ekîba Cem Ersever hate tasfiyekirin, cihê wê ya Mehmet Agar- Îbrahîm Şahîn hate ser kar, qezaya Susurlukê ew bi tevî Abdullah Çatli têk birin. Piştî wan jî Ergenekonê xwe bi Atabeyan, bi Kuvayi Milliye, bi generalên teqawit li ser kar girt. ji ber ku Ergenekon damareke eslî ya veşartî ya dewlet û artêşê bû.

Her çiqas çapemeniya tirk çete bi navê “rêxistina terorê“ îlan kir û general û payebilindên dewletê yên berê hatin girtin jî, ji ber vê yekê ye, ji binî ve tasfiyekerina Ergenekonê xeyal e. Hikûmet, dewlet û artêş adaptosyona wê li gorî şertên rojane pêk tînin. Ji bo ku çete ji binî ve têk biçe, divê îradeyeke gelekî xurt hebe. AKP û wan hêzan bo berjewendiyên xwe ketin qirika hev û din.

Arteşa Tirk û çeteyên han hevparin bi hev re ne

Ji avabûna heta îro dewleta Tirk di eslê xwe de dewleteke milîtariste ku hemû bingehên wan ser derew,tirs û tehdÎtan hatiye avakirin.Ji ber vê bingeha pûç girseya kemalist û xwedî berjewendî û derdorên birêvebirîya veşartÎ ditirsin ku bi guherandina perçeyeke biçûk ya derewên ku bingeha komara Tirk e wê bibe sedema têkçûna hemû derewan û hilweşîna vê komarê.

Arteşa faşist-kemalist a Tirkan bo parastina vê pergalê gelek caran bi derbeyên vekirî an jî veşartî midaxaleyî demokrasiyê kirin. (HAWAR / Dîha, anf, Pna, Puk media, Cnn, Reuters, Taraf)

http://www.hawarkurdistan.com

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.