Wekî  dizanin   ev  demeke   ez li  ser  kurtejiyan  û berhemên   rewşenbîrê  Kurd   şêhîd  Mele  Saîd dinivîsim..   Ezê  hewl bidim     hertiştên  ku   peywendî  ligel  wî  hene    biweşînim.
Li sala 1910´an de li Parîsê ji alîyê M. Dufresne ve çîrokek Kurdî bi Elifbeya Latînê hat weşandin. Çîrok bi navê „Un Conte Kurde De La Region de Sö’örd” hatîye weşandin.( Çîrokek Kurd a devera Sîîrtê)
Ezê hewl bidim û heta bi destê min jî tê çîroka navbirî wekî xwe belavbikim.
Tişta balkêş ew e ku, M. Dufresne di pêşgotina çapa çîrokê de dibêje “Saîd Hekkarî Efendî ev çîrok ji devê çîrokbêjekî wergirtibû û nivîsîbû”. Ez ji xwe dipirsim, gelo Saîd Hekkarî Efendîyê M. Dufresne, Şêhîd Mele Saîd nine? Herdu jî ji deveran Hekkarîyan tên? M. Dufresne di pêşgotina xwe de dewam dike û dibêje: “Saîd Hekkarî Efendî pisporê zimanê deverê bû”. Em dizanin ku Mele Saîd pisporê zimanê Kurdî bû. Şehîd Mele Saîd zivistana sala 1914-15 ji destê Tirkên Kurdkuj direve diçe Rojhilatê Kurdistanê li bajêrê Mehabadê niştecî dibe. Ev çîrok jî li sala 1909-10 hatîye nivîsandin. Wisa bawer dikim , ku herdu Saîd her yek kesin. Lê asan nîne di welatekî dîroka wî talankirî û windakirî de li ser babetek wisa sedan sed mîsoger bibin. Ji ber vê yekê jî ez naxwazim dûr û dirêj li ser vê mijarê rawestim.
Niha ez çîroka navbirî belavdikim.. Lê pêwîste dubare li ser vê çîrokê rawestim.
Silav û rêz
Aso
Kejê û Saleho
Kejê xwestîya Mîrê Paloî bû. Saleh dilê wî ketibû li Kejê û Kejê jî Saleh divabû. Dilê wan eba hev kettibû. Rojek hev dîtin qala wan kirin. Kejê wê êvarê herrî(çû) gundekî dî. Û Saleh serê sibê wê herrî bigihîje Kejê û herrin bi dinêva. Xêra li vê gundî? Ji tirsa Mîr ne dikarin şerela wan bikin û bizewicin.(yanî av û du bistînin)
Serê sibê Saleh û vê Gundî. Bi hevra derketin, destê av û du girtin û bi rewa çûn. Vê gavê du brayê Kejê hebû, yek Abo, yek Bekir bûn, hesîyan. Penç jî pismamên wan hebû. Pêy Saleh û Kejê ketin, gihîştin Kejê û Saleh. Gazî Saleh kirin: Eva em hatin pêy te bêbextî emê te bikujin. Saleh dest de şûrê zirav çû serê her hefta jêkir.
STRAN
Abo,  Bekir,  Abo Bekir,  
Saleh  tu şîrînî   nola şekir.
Vê êvarê  hevalê me rabûn
 berî  xwe  dane  kurta  gedîya   qoka  Dîyarbekir.
Çûn  Dîyarbekir  ,  li  wê  derê jî  keskî newerî  mehrê  Kejê  li Saleh bikra
Ji tirsa  Mîrê Paloîyê.  Kejê  jinek  bedew bû,   li  kuder  diçûbûm,  xelk çavê xwe didabûn  Kejê.    Li  Dîyarbekirê  jî  îpsiz   hebû,  çavê  xwe  dan Kejê..  Kejê  jî   hîleyê  wan  hesîya,  gote    li Saleh:    rabe   emê  ji vî  bajarî biçin.  Ne  xwe  divin  ku te  bikujin  û   min  jî  xwe re  bibin.
STRAN
Kejê serê min bigorîo, Dîyarbekir çendî pehne. Tê digeran eskeran û Romîyan û aytan û nîzam û Qewazan. Vê êvarê hevalê me rabûna berê xwe dane Kêrhakîkana.
De lê lê Kejê (dubare) cigera dilê Saleh.
Çûne Kerhakîkan, çûn gundekî navê wî Awena bû. Ne Kejê jinekî bedew wa, maaluma. Li kuderê diçûn, çavê didabûn Kejê. Saleh jî hezara zêde nekim, lawekî baş bû, ser hesî bû. Li vî gundê jî şora xwe kirin; gotin: „Emê Saleh bikujin û Kejê jê bistînîn“. Ewê dî gotin „li nava gund em bikujin ne minasaba, bila çar zilam li pêy bikevin, Saleh bikujin û Kejê vegerin bînin. Û serê vê qalê sekînin. Kejê bi hîleyê wan hesîya, jê ra hal û hewalê gundîyan qesed kir. Taştê wan anîn, nîvxwarina wan ne xwarin û rabûn rîa....
Sa´atekî ji vê gundî dûr bûn, çar zilam li pêy wan ketin, sê û çar tifeng bo wan teqandin. Saleh tirsya sa´u lê ket. Çûn Kêje girtin ji Saleh anîn. Kejê jinek bedew ba, dema xeber bida keyfa wan her çar zilama de hat. Dilê Kejê bi Saleh zehf dişewîtî, usa bawerîê wî heya li kuder biketa qey tengavîya wî xelas bikra. Û paşî tiştek jê derneket û mayî û li wê sekinî. Kejê gote wan çar zilama. Belkî xudê min ne kiribû qismeta Saleh, belkî xudê kiribû qismeta yek ji wan her çara.. Hun îznê min bidin yek kilamek li Saleh bêjim. Yek ji wan go: ne hêlin xeberek li Saleh bêjit: Her sê maî gotin: Bêje em çarin ew yeke , emê serî wî bavejin.
STRAN
Kejê  go:  Saleh    serê  min bigorîo,  newala  Baqistana  şewîtî bi  gez û bîa.   Çar peyayê   Awenî  jê  wêva   ten bi edîa,
Saleh   aceb û aceb  Kejê   ji  Saleh   standîa..
AXIVTIN
Dîsa Saleh ew Saleha rehnek pêy nekira: carek dî Kejê gota wan her çar Zilama: Hun îznekê bidna min, ezê xeberek dî lê bêjim. Ewê Kerpoz gote wan: Ne helin bêjit, ew .......... wê bi me bikujit û Kejê biba. Her sê mayîn îzîn danî û gotin: „Bêja: wê çibikara bika“
STRAN
Kejê  go:   Saleh   serê min  bigorî:   Newala  Baqistana   şewîtî  bi dar  Şeqoka,
Çar peyayê Awenî,  ji  wêva tên  bi gurî  loq,
Yek  Hessen,   yek Bakkoîya, yek çaroqa,   ê  dî   senbêl  boqa.
AXIVTIN
Dî sal  Saleh,  ew  Salehîa  qet  ne   lebottî  û  Kejê dilê  wî zehf pê disota,
Kejê  jî   jinekî bedewe  dema   bo  wan  xeberdida  zehf pê şa dibûn.  Gota  wan:  Hûne  îznekî  bidina min   kelamek    dî  li  bêjim.  Dî sal   e wê  Qarpuz  qebul nekir,    Her  çar  zilamê  dî  gotin:  Keja     bêja....
STRAN
Kejê go: Saleh serê min bigorî: Hîna sed car bi min hîna. Tu rabe enîşkê xwe liqewekebê mirtel lêxê rîşîa li bejna zirav wergerîna. Saleh te digo: ezê Kejê xwe xo birevînim bibim mala Qewl Şemdîna
Kejê go: Saleh serê min bigorî: Te digo: Ez Salehim, Salehê bila dînim, Xwedîyê şûre zirav şamî şîhanî devê hezin. Te digo ezê Kejê xo ji nav Gawur û Ecema bi şûrê zirav biderînim.
AXIVTIN
Ji vê xeberê mûyê Saleh rabû weî şûjin bikiras û hemî cillê wî derket û her çar zilam û Kejê nêzîkî gund bûbûn. Yek erwaz mabû liber gund; carek dî îzîn ji wan xwast û got.
STRAN:
Kejê  got:   Saleho  çav direşî,   çav bellekî,  xwudanê mertelê  sor  bixelekî,
wekî ji te ne dihat,  cira  te  destê  min da berrî  ji  Birca   Bellek û  bab û kekî..
AXIVTIN:
Saleho dest da şûrê zirav û baz da , çû serê sisê wan jêkir û ewê qarpuz (Kerpoz) seqet kir û gota wî: Herra bêje mezin û maqulê gundê we, ewan ku rêkirin, terê karatunê min nekirin, bila terê taştikê ji mera rêkin. Saleh destê Kejê girt, çûn li serê gund û gazî li wan kir. Got: Werrin , gelî serî Mîrê ewan!! Hin gotin emê herrin pêy wî, hin dî gotin: Welle em nikarin wî, elbet ew merê ku ev jin revandîye, ev î ji xo hayaye, mêrekî baş e, ser hatîya. Bû şev li ser van.
STRAN
Saleho go: waye sed car bi min waye, dar û dêrî li me cevîan sor çilloîya... Ezê destê Kejê ya xo bigirim, bibim cem Mîrê Paloîa
AXIVTIN
Bû şev. Bi rê de çûn, heta bu sibe li ser wan. Gundek rastî wan hat, bi vî gundî çûn dergeyek mezin li ber wan hat. Ew derga xanîyê mala axê bû. Pişt derga du dêk hebû Kejê alîyek xunişt û Saleho alîyek xunişt. Axa jî jor hat. Biçî dest avê mezin bidest. Dît Saleho û Kejê li vê der xuniştin: Ji wan pirskir: Hûn biçi şuxil hatine la me. Ji serî heta paşî qesat kir û gotin jê ra: Meqseda xudê û te kêrîa. Vê sa´atê Mîr gazîya Qerwaş û Xulama kir, got Qerwaş : Kejê bibe nav pîreka û Saleho bibe Dîwanê. Mîr çû destava xo kir û hat li dîwanê û go: Welle ezê îro nikaha wan bikim.
AXA DISTIRÊ
Gazîya  Hoho bikin,  gazîya  Lolo bikin
Bila   Hoho   bi def  lêxe  û bila    Lolo   li zirnexe,
Gazîya  Mele  bikin,   bila  mehrê    Saleho  û  Kejê  bi hev bixe..
De lele Kejê cigera dilê Saleho(bis)
        
    
      
      
      
VîDEO û MUZîK...