B.   Nikitin   di  gotara  xwe de      dibêje      dibe ku,   reşbînîya  Mele  Saîd    a  di  derheqa   Şêxan de      rast be. Şêx      bi  lez      waz  ji  xebatên  xwe  olî  tînin,  destpêdikin    dewlemend  dibin û   ferqa  wan   axayan  namîne.    Şêx   wekî   baron  û   keşîşên   çerxa  navîn  dijîn.
B.  Nikitin    di dewama   gotara xwe de      li  ser    çalakîyên   şoreşger   ên   Şêx  Ubeydullah  Nehrî  (Bavê  senator  Şêx  Abdulkadir)radiweste   û  dibêje    Şêx  ji  bo  Kurdistana  serbixwe    beşek  ji  Azerbeycanê  dagirkir  û  di  dawîyê de  jî  ji   alîyê  hevpeymanîya Tirk û  Persan ve  şikestin  xwar.   Şerên    şêxan  di  nav  xwe  de   û   ligel  Tirkan    gellek  caran   Kurdistan    dikir   gola  xwînê.      B.  Nikitin     bala  xwendekaran    dikêşîne   li  ser  çîrokek   kurdan   bi  nave  “Hikayeta  Çakî   Serê Kurdan  Şikandîye”.   Wisa    dîyare , ku    ev  çîrok  a 
Mele  Saîd e.    Li gor  agahdarîyên  ku    Mele Saîd  dane   B.  Nikitin    beşek  ji  Şêx  û Axa    xelkê  welêt  nînin û  Kurdnijad jî  nînin,     lê    ji   naîftî  û   mêvanperwerîya  xelkê      sûd  werdigirin  û  ji  bo  berjewendîyên  xwe   ên  taybetî  kartînin.
Di destnivîs an jî çîrokek Mele Saîd de qala Şerê Şêxên Nehrîyê û Şêxên Barzan wisa tête kirin : “Alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî roj bi roj zêde dibûn. Hozên Guîrdî, Mizûrî, Şîrwan û Zebarî desthilatê wî nasdikirin. Şêx Ubeydullah Nehrî ji hêzbûna Şêx Abdulselam Barzanî tirsîya. Şêx Ubeydullah Nehrî bi hêzek jî hemû hoz/eşîretan pêk hatibû komkir û êrîş bir li Guîrdîyan. Wî hemû alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî belawkirin û hinek jî ji wan kuştin. Ji wir çû li ser Şirwanîyan û ligel wan jî wekî Guîrdîyan helwest nîşan da û paşê jî çû li ser Mizûrîyan……………”
Di derheqa şerên di navbera Şêxên Nehrîyê û ên Barzan de heta niha min gellek tişt nebihîstibûn. Ligor agahdarîyên Mele Saîd, ku dabûn B. Nikitin şerên xwînavî peydabûne..!!!
Alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî roj bi roj zêdebibin û di dawîyê de Şêx Abdulselam wek Mehdî dibînîn û jê re dibêjin: “Ya Mehdî, rabe em êrîşê bibin li ser Şamê û tu ê li vir gellek alîgiran peydabikî.. Paşê em ê êrîşê bibin li ser Stenbolê û Stenbolê jî dagirbikin. Tu ê bibî Xalîfe!! Sultanên Osmanî mafên wan ên Xalîfetîyê nine û ew zordar û despot in.”
Piştî koça dawîyê a Şêx Abdulselamê Yekem, Şêx Mehemed bû cîgirê wî. Ligor agahdarîyên Mele Saîd Şêx Mehemed pir xwendewar nebû û peltek bû. Li Kurdistanê ji meleyên wisa re digotin “Nîvmele” . Şêx Mehemed jî destpêkir alîgirên xwe perwerde kir. Alîgirên wî jî roj bi roj zêdedibûn. Şêx Mehemed heftê du cara, roja sêşem û înîyê alîgirên xwe(jin û mêr) li gundê Barzanê komdikir û ji wan re tevecuh dikir. Li ba Kurdan ev kevnoşop wisa ye, ku şêx di nav alîgirên xwe de rûdine û destpêdike qala secera malbata xwe û olzaya xwe dike. Hemû alîgirên wî jî dest bi zikrê dikin.
Piştî ku Şêx Ubeydullah Nehrî ji alîyê Rumîyan ve jib o Hîcazê hate sûrgîn kirin, desthilata Şêx Mehemedê Barzanî jî hêzbû. Piranîya axayên hozên deverê desthilata wî naskirin. Alîgirên Şêx Mehemedî destpêkirin Şêx Mehemed wekî Mehdî ditîn. Ligor wan di Hadîsê de jî hatîye navê Mehdî Mehemed e. Ji bo vê yekê jî digotin “Şêxê me Mehdîyê rasteqîn e.” Li wê demê Şerê Pîroz li dijî Musilê destpêkirin û gellek kes jî hatin kuştin.
Di  wextê de   Meleyek  hebû   bi nave Mele Perrîss
ay,  kesekî zana û  têgihîştîbû.  Mele Perrîssay   di nava    hoza  Zebarîyan de  wekî  kesekî  birûmet  dihat nasîn.   Peywandîyên  xizmayetîyê   ên Mele  Perrîssay  ligel Zebarîyan  hebû.
Alîgirên   Şêx  Mehemedî    Mele  Perrîssay girtin  û  bi  şiklekî   hovane  kuştin.
Di vê derê de  B. Nikitin  dibêje   dab û nêrînên Kurdan  ji  sala 1885 ve   heta niha   gellek    guherîn   li  ser da  hatine.
Di navbera Şêxên Barzan û Şêxên Becîl de şerekî xwînavî destpêdike û Şex Mehemed Sidiqî Nehrî dikeve navbera wan ji bo aşitîyê. Wekî tê zanîn Şêx Mehemed Sidiq Kurê Şêx Ubeydullah Nehrî û brayê Şêx Ebdulqadirê şêhîd e..
Dom dike..
        
    
      
      
      
Vîdeo/Muzîk û ricake min ji hemû nivîsarên newroz.com ê..