Çima Aşîtî Pêk Nayê? | İsmail Beşikçi
Nirxandinek bi awayê ku“Serokwezîr xwedî hêzeke mezin e. Kêşeya Kurdan ancax serokwezîrek bihêz dikare çareser bike…” ne nirxandineke rast e. “Rawestina li ser çima heta îro serokwezîrê bihêz bi helwesteke rast nêzîkê vê kêşeyê nebûye gîrîngtir e.” Jiber ku, hikûmetê, serokwezîr, vê hêzê nû bi dest nexistiye. Ji deh salan vir de ye hêzeke wî ya wiha heye. Di hilbijartinên gelemperî î 2002, 2007, 2011an de, her car rayên xwe ji yên berê zêdetir kirine vê hikûmetê û ev serokwezîr.
Divê bi baldarî li ser vegotina ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğanî, ji bo ‘Erebên Filistînî, ji bo Herêma Xwesera Filistînê, ji bo Komara Tirkan a Bakurê Kibrisê, ji bo Misilmanên Bosnayî, pêk anîye bê rawestin. Dema ku serokwezîr, hest û ramanên xwe î bi van mijaran re pêwendîdar diyar dike, biheraret e, bikelecan e, çavên wî diçirisin. Nirxên gerdûnî î hemdemî bi awakî tûndî diparêze. Ji bo Herêma Xwesera Filistînê, Ji bo Komara Tirkan a Bakurê Kibrisê serxwebûnî jî tê de her cure mafî diparêze. Serowezîr, hest û ramanên xwe î di van mijaran de bênavber dibêje. Lê; dema ku Kurd bên rojevê, dema ku pirsên Kurdên li Tirkiyeyê bê rojevê, pir nerhet e, bihêrs e, ji bo sînorkirina azadiyan di nava hewldanan de ye. Lêkolîna van helwestên cihêreng, li dij hev bi tevî piştekên diyardeyî î dewlemend divê girîng be.
Dema li Filistînê pozê Filistîniyek bixwîn dibe, di cih de Serokwezîr bertek nîşan dide, hikûmeta Îsraîlê tewanbar dike. Lê, li hember êşa ku li Roboskiyê tê jiyîn xwe li nezaniyê, nebihîstinê, nedîtinê datîne. Ev, helwesteke erênî ya li hember Kurdan û meseleyên Kurdan nîn e. Ev helwestên ha aşîtîyê naynin.
Di mehên havîna sala 2005an de, Serokwezîr, ji bo Kurdan, ji bo meseleya Kurdan gotineke wiha “ meseleya Kurdan meseleya min e. Di vê mijarê de çewtiyên dewletê jî hene. Em dê bi geşedan û sepandina demokrasiyê vê meseleyê çareser bikin.” Xweş gotibû. Lê; di cih de wek ku dev ji vê helwestê berdabûn, carek din jî helwetek wiha erênî nehatiye nîşandan.
Helbet reformên hikûmetê yên wek TRT-6ê, li hin zanîngehên wek Mêrdîn, Hekkarî vekirina beşên Kurdî ji balan nedûr in. Lê, hewldanên çareserkirina meseleyên civakî û siyasî yên Kurdên ku ji 20 milyonan zêdetir in bi “dersên bijarte” dide xuyakirin ku di mijara mafên Kurdan yên xwezayî de çi qasî di nava helwesteke kêmker, neyînî de ne.
Tê diyarkirin ku li Makedonyaya ku xwedî nifûsa pênc milyonî ye bi qasî 80 hezar tirk dijîn. Tirkiye, ji hikûmeta Makedonyayê dixwaze ku bi zimanê Makedonî û Arnavudî re, zimanê Tirkî jî wek zimanê fermî bê pejirandin. Ev mijareke girîng a polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ye ku li Balkanan dimeşîne. Lê, li Tirkiyeyê meseleyên kurdên ku ji 20 milyonan zêdetir in bi “dersên bijarte” tên sînorkirin. Li ser cot standadiya ku di rêveberiya Tirkan de heye rawestin girîng e.
Ev hemî çîma tên jiyîn? Helwestên bi cot standard, çima bûne helwestên ku siyaseta tirkan nikare dev jê berde? Li gor qen’eta min li ser mijarên wiha fikirîn girîngtir e. Di siyaseta tirkan de, çima cot standardiyek wiha bi berfirehî heye? Di pêknehatina aşîtîyê de helwesteke wiha neyînî li hember Kurdan, meseleyên Kurdan sedemeke pir girîng e. Serowezîr dixebite ku dîtin û xwestinên dewletê bi Kurdan, BDP û PKKê bide qebûlkirinê. Aşîtî bi xweferzkirineke wiha pêk nayê. Rastî ew e ku aşîtî bi muzakerekirina xwestinên kurdan, BDP û PKKê, bi lihevkirina di qadek diyarkirî de pêk tê.
Divê di serî de berî PKKê ji dewlet û hikûmetê re dîtin û ramanên “Ev mesele bi çekan çareser nabe”, “bi çekan encamên hûn dixwazin bidest naxin” bêne gotin. Bikaranîna çekan, bi zêdekirina qedexeyan, bi sepandina terora dewletê encamek erênî bidest nakeve. Bi vê rê kes nikare serê kurdan bitewîne. Divê hikûmet û serokwezîr viya fam bikin. Terora dewletê, qedexe, çewsîn, tûndî dikare Kurdan mexdûr bike. Lê ev, bi demê re encamek ku dewlet û saziyên dewletê jî dê birizîne diafirîne. Ji vê zordestiyê, dewlet û hikûmet pêre cıvata tirk jî zerar dibîne.
Divê neyê jibîrkirin, divê mirov baldar be ku çawa PKK derket holê, çawa bû girseyî. Meseleya Kurdan çi ye? Meseleya Kurdan, meseleyeke bi desteserkirina mafên Kurdan yên ku ji civatbûna kurdan, ji netewebûna kurdan tên ve pêwendîdar e. PKK berxwedaneke ku vê meseleyê wê derxistiye holê. Mafên ku hatine xesbkirin gelo î’adebûne? Wê demê divê berî her tiştî rewşenbîr dewletê û hikûmetê rexne bikin. Tiştê ku Noam Ckomsky birûmet dike, ew e ku herî pêşî hikûmeta xwe rexne dike. Chomsky, DYAyê jiber ku piştevanî dide rejîmên dîktator bi awakî tûndî rexne dike. Divê polîtîkaya ku ji damezrandina komarê vir ve bi awayek sîstematîk li dij kurdan tê sepandin pêşî ji aliyê ronakbîrên tirkan ve bê rexnekirin. Tevî ku dewlet nasnekirina mafên kurdan î xwezayê didomîne; saziyên bingehîn î dewletê wek zanîngeh, darêzan bi awakî tûndî piştevaniya polîtîkaya dij kurdan dikin.
Di salên 1950yan de, 1960an de, 70yan de, 80yan de… Darezana Tirk, cezayê giran dida kesên ku behsa Kurdan, behsa Kurdî, behsa Kurdîstanê bikirana. Îro bi saya tekoşînê jiber destkeftiyên fi’îlî êdî ev înkar nikare bê kirin. Îro jî zarokên ku kevir davêjin tankên ku gundên wan şewitand-hilweşand, malên wan şewitand-hilweşandin tên desteserkirin û di zîndanan de tên bi cih kirin, bi xwestina 15-20 cezakirinê tên darizandin, bi piranî jî mehkûm dibin. Bi hezaran kesên ku ji aliyê gel ve ji bo rêveberiyên herêmê hatine hilbijartin dixin zîndanan... Di wan salên berê de kesên ku behsa Kurdan, Kurdî û Kurdîstanê bikira bi mueyîdeyên îdarî û cezayî re rûbirû dima. Îro jî zarokên ku kevir davêjin tîmên ku bi porên dê û xwehên wan digrin û bi erdêre dikşînin, zarokên kevir davêjin tîmên taybetên ku wan li ber diwaran dikin rêzê bi bav, bira û apên wan êşkence dikin, dayîkên ku pankatên “bila aşîtî bê” hildigrin tên girtin û di zîndanan de tên bi cihkirin. Di vê mijarê de xwerexnenekirina darezanê gelo ne tiştekîbalkêş e?
Li zanîngehan jî hêna azadiya îfadeyê ne tişkî birûmet e. Gelo bêazadiya îfadeyê zanist, bi taybetî jî zanistên civakî dikare pêk bê? Gelo azadiya îfadeyê bes meseleya saziyên mafê mirovan, aktivîstên mafê mirovan û çapemeniyê ye? Gelo meseleyeke unîversîteyê wiha tune ye? Bê rexneya azad, bêgengeşiya azad, sazîbûna azadiya îfadeyê mercên zanistê pêk tên? Di vê mijarê de, “Dosya di Akademiyê de binpêkirina mafan” ku ji aliyê “Grûba Xebatên navnetewî li Tirkiyeyê azadiya lêkolînê û fêrkirinê (GİT) ve hatiye amadekirin” (Stenbol, Hezîran 2012) xebateke girîng e.
Yê ku dê aşîtîyê pêk bîne muzakereyên ku dê dewlet, hikûmet bi kurdan re bike ye.Bêguman Partiya Aştî û Demokrasiyê aktoreke girîng e. Ger bi hindikî be jî bê ku hikûmet têkiliyên germên ku ji Filistînîyan re, ji Misilmanên Bosnayê re, ji Komara Tirk ya Bakurê Kibris re nîşan dide ji kurdan re nîşan nede dê aşîtî pêk bê?
Muzakereyên Kurdan bi îstîxbaratê re, bi MÎTê re çewt in. Divê muzakere bi hikûmetê re bêne kirin.
Meseleya bingehîn,bi red û înkara kurdan re bi xesba mafên xwezayî re tkildar e ku bi avabûna komarê re dest pê dike. Ev mafên xwezayî, mafên bingehîn nikarin bibin mijara bazarê. Dewlet-hikûmet, mecbûre mafên Kurdan î xwezayî î’ade bike. Mesele bi PKKê re bi rewşa PKKê ya çekdarî re têkildar e. Ev jî bi Partiya Aşîtî û Demokrasîyê, bi Qandîlê, bi muzakereyên biAbdullah Ocalan re li Îmraliyê ku bêne kirin dê bikaribe bikeve rêya çareseriyê. Di van muzakereyan de divê BDP bêtir lipêş be, bêtir çalak be.
Divê BDP, li hember dewlet-hikûmetê gotinên xwe nerm bike. Divê dewlet-hikûmet dev ji vê kîbrê berde.
Wergera ji Tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin. [email protected]