Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 13 March 2012

Ji Kurdan deklerasyona hevpar

AMED - Piştî civîna “Civîna Yekitiya Neteweyî ya bi Aqlê Kolektîf” li ser banga Azîz Mahmût Ak, Cebbar Leygara, Fethî Gumuş, Hasan Dagtekîn, Nadir Yektaş, Osman Baydemî û Şah Îsmaîl Bedîrhanoglû li Amedê hate lidarxistin û partî, rêxistin, kesayet û nunerên baweriyên Kurdistanî beşdar bûn, îro bi civînek çapemeniyê deklerasyona vê civînê li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat hate aşkekirin.

Ji Koma Dîcle Firatê Muhyettîn Batmanli, ji TDŞK’ê Halîm Îpek, Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Serokê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Alîkarê Serokê KADEP’ê Lutfî Baksî, rewşembîrê Kurd Selahattîn Çoban beşdar bûn û deklerasyona Kurdî ji aliyê Parlementera Amedê Leyla Zana ve hate xwendin.

Di deklerasyonê de wiha hate gotin; “Em bi tu awayî polîtîkayên pêşîlêgirtina statuya kurdên Suriyê ya ku ji aliyê AKP-ê ve wekî berdewamiya kevneşopî ya polîtîkaya derve ya Tirka tê meşandin, qebûl nakin. Her weha em aşkere dikin ku em ê bi karanîna polîtîkayên bi vî rengî, wekî dijminahiya kurdan binirxînin.”

Di dekerasyona ku kopiyek a wê gehişte destê ANF’ê de wiha hate gotin:

Di civîna "Yekîtiya Neteweyi ya Bi Aqlê Muşterek", ya ku bi beşdariya gelek partî, rêxistin û komên me yên siyasî, sivîl û şexsiyetên navdar yên Kurdistanî, ku di roja 9-ê Adara 2012-an de li Amedê hate lidarxistin de; “Di Rohilata Navîn de Rîsk û Derfetên li Pêşiya Kurdan”, “Prensîbên bi Hev re Xebatê”, “Li Tirkiyeyê Pirsa Makezagona Nû” û “Konferansa Netewî” hatin gotûbêjkirin. Em bi vê deklarasyonê parvekirina helwesta hevbeş a bi raya giştî re ku bi yekdengiyekî piştî gotûbêjên dûr û dirêj hate amadekirin, wekî erkekî dîrokî dibînin.

BÊ STATÛYA LI KURDISTANÊ ÇARESER NABE

Divê em berî her tiştî vê yekê bêjin ku pirsa netewî ya Kurd, her weha pirsa karanîna mafên netewî yên kolektif e. Desthilatdariya niha jî têde, desthilatdariyên van not salên dawî yên ku li Kurdistanê desthilatî kirne û dikin, kurdan wekî gelekî nas nekirine û hê jî nas nakin. Li gorî raya me, pirsa Kurd-Kurdistan, bê ku li erdnîgariya Kurdistanê statuya rêvebirî û siyasî ya kurdan were naskirin, çareser nabe. Dadwerî, azadî, jiyana bi hevre û aştiya bi rûmet, tenê bi pêkanîna van daxwazan mumkun e.

STATÛYA BAŞÛR XELEKA YEKEMÎN E

Pêkanînên ku li Rojhilata Navîn derketine holê, her wiha bi tevî guherînên li cîhanê tê dîtin ji bo gelên ku di bin nîrê zordestiyê de ne jî, derfetên girîng derxistiye pêş. Statuya ku li Başûrê Kurdistanê hatiye bidestxistin, xeleka yekemîn a van derfetan e. Ew pêşveçûyînên dîrokî ku ne mumkun e carekî din bi paşve vegerin, bi me nîşan dide ku êdî polîtîkayên red û înkarê yên rejîmên zordar û dîktatorî, tu encaman nikarin bi dest bixin. Di roja îroyîn de miletekî qedîm ku şêniya xwe di ser 40 mîlyonî de ye, bi darê zorê û bê tu statu bijî ne mumkun e. Divê neyê jibîrkirin ku heta hemû mafên siyasî, îdarî û hiqûqî yên gelê kurd neye naskirin, di serî de li wan dewletên ku kurdab bi dara zorê girtine bin bandora xwe û li tevayî Rojhilata Navîn jî aştiyekî mayînde pêk nayê.

DIVÊ KURD LI ROJAVA BI HEV RE TEVBIGERIN

“Bi taybetî pêkhatinên li Suriyeyê, ango bûyerên ku li kêleka me diqewimin, ji bo Kurdan de derfetên nû derdixe pêşberî me. Em wekî beşdarên vê civînê, carekî din aşkere dikin ku ji bo gelê Kurd, li Suriyeyê dijîn bikaribin van derfetan ji bo pêşvebirina netewî û demokratîk bi serfirazî bi kar bînin, divê hêzên polîtîk yên Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi hevr e tevbigerin. Bi vê yekê ve girêdayî em piştgiriya hewldana yekîtiyê ya hêzên Başûrê Rojavayê Kurdistanê dikin û her weha li hemû dinyayê jî radigîhinin ku azadiya wan azadiya me, êş û jana wan êş û jana me ye.

POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê LI DIJÎ KURDÊN ROJAVA NAYÊ QEBÛLKIRIN

Em bi tu awayî polîtîkayên pêşîlêgirtina statuya kurdên Suriyê ya ku ji aliyê AKP-ê ve wekî berdewamiya kevneşopî ya polîtîkaya derve ya Tirka tê meşandin, qebûl nakin. Her weha em aşkere dikin ku em ê bi karanîna polîtîkayên bi vî rengî, wekî dijminahiya kurdan binirxînin.”

RAMAN CÛDA LI PÊŞIYA YEKITIYÊ NABIN ASTENG

Hemû gelên li Kurdistanê dijîn, ray û ramanên cûda, bawerî û siyasetên ne wekî hev û kesayetiyên heyî, zengîniyên gelên qedîm ên Kurdistanê ne. Partiyên siyasî, kom û rêxistin û kesayetiyên ku ji aliyê ray û ramên xwe ve ji hev cûda ne, li pêşiya yekîtiyê ne asteng in. Em vana ji astengiyê wêdatir, zengîniyên civata xwe yên pirrengî û demokratîk dibînin û rêz û îhtitiramê lê digrin.

Bi vê dîtina xwe ve em carekî din dibêjin ku her partiyên siyasî, kom, rêxistin, bawerî û kesayetiyên ku li erdnîgariya Kurdistanê siyasetê dikin divê hebûna hev dû nas bikin; zimanê ku li hember hev bi kar bînin jî divê di çarçoveya vê naskirinê de, bi rêzdarî û bi rexneyên çêker, were bikaranîn. Kîjan alî dibe bila bibe, heke li hember xebatên doza azadî, wekhevî û demokrasiya kurda zimanekî nebaş bikarbîne, an jî bi kiryar û gotinên xwe ve vîna gelê kurd bişkîne, ew ê neyê qebûlkirin.”

EM Ê LI HEMBERÎ GIRTIN Û ZORDARIYÊ BI HEV RE TEVBIGERIN

Em carekî din aşkere dikin ku li Kurdistanê heta yek kurdekî ji ber sedemên siyasî li zîndanan girtî bimînin, em ê nerazîbûna xwe bêjin. Û her weha heta ku yek kurdek ji ber sedemên siyasî zindankirî bimîne, em ê jî xwe azad nehesibînin. Bi vê yekê ve girêdayî, em carekî din dibêjin ku em dijberî polîtîkayên girtin û zorlêkirina Kurda ne û ji niha pêve jî em ê li hember van polîtîkayên zordar bi hev re tevbigerin.

Em ji raya giştî ya Tirkiyeyê û dinê re bi dengekî bilind aşkere dibêjin ku gelê kurd êdî wekî berê ne bêrêxistin e.Ew polîtîkayên qirêj ku dixwazin kurda li hamberê hev rakin û bidin pevçûnê, an jî wan cûdahiyên ku zengîniya welatê me ye ji bo perçekirina kurda bikarbînin, bila bê zanîn ku polîtîkayên valene û tu carî wê bi ser nekevin.

XEBATÊN DÎPLOMASIYÊ

Di xebatên Kurda yên dîplomatîk de, çi li nav welat û çi jî li derveyî welat, divê tu partiyên me yên siyasî, kom, rêxistin û kesayetiyên me, dijî hev û yekîtiya Kurdan nexebitin û her zimanê nerm yê biratiyê bi kar bînin.”

JI BO YEKITIYÊ HEYET TÊ SAZKIRIN

Di demekî herî kin de em ê heyetekî ku bi beşdariya partiyên me yên siyasî, kom, rêxistin û baweriyên li Kurdistanê yên cudareng pêk tên saz bikin. Ev heyet wê ji bo amadekirina binsaziya mekanizma yekîtiya neteweyî û prensîbên wê yên esasî dest bi kar bike.

JI BO MAKEZAGONÊ DÊ BI MILYONAN ÎMZE BÊNE KOMKIRIN

Şahî, êş û jana gelê kurd, divê her weha bibe şahî, êş û jana siyasetên kurd jî. Yekîtî, ne wekhevbûyîn e. Yekgirtina netewî ew e ku ray û raman û aliyên cûda bi hev re, di xalên muşterek de, bikaribin hewldanên hevbeş pêk bînin. Em bi vê hewldanê ve ji raya giştî re aşkere dikin ku di pêvajoya çêkirina destûra bingehîn ya nû de, me tekoşîneke muşterek ya bi hevre da destpêkirin û ji bo çar xalên ku daxwazên me yên esasî di destûra bingehîn de cîh bigre, em ê hewl bidin ku bi mîlyonan îmzayên piştgiriyê berhev bikin.

Ji bo dadwerî, azadî, statû û aştiyeke bi rûmet li Kurdistanê pêkwere, em ê di hewleke lezûbez de bin ku Konferansa Kurdistanê di zûtirîn dem de bicive.

Bi riya vê civînê em carekî din canfedayên di riya azadiya doza Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, kesayetiyên bedêl dane û nuha jî bedêl didin, bi rêzdarî bibîrtînin, xwedîtî li cenabê wan û keda wan dikin. Her weha em dizanin ku pêşeroja gelê me, aştiyeke bi rûmet û pêşdeçûyîna aborî û civakî, girêdayî tekoşîna bi hevre ye. Em bi vê bîr û baweriyê Cejna Newrozê ya gelê xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku Newroza îsal bibe Newroza yekîtî û azadiya gelê me.”

Li gel rêz û silavan...

1- Adem AVCIKIRAN, Rewşenbîr

2- Ahmet KAN, Zimanzan

3- Ahmet TURK, Heserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)

4- Altan TAN, Parlementer

5- Aysel TUGLUK, Heseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)

6- Azîz Mahmut AK, Cîgirê Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê

7- Bayram BOZYEL, Serokê Giştî ya Partiya Maf û Azadiyan

8- Cebbar LEYGARA, Endamê Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk

9- Ebubekir SAYDAM,

10- Ekrem BİLEK, Rewşembîr

11- Fehmî IŞIK, Rewşembîr

12- Feridun ÇELÎK, Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê

13- Feridun YAZAR, Rewşembîr

14- Fethi GÜMÜŞ, Rewşembîr

15- Filiz BEDİRHANOGLU, karsaz

16- Fuat ONEN, Rewşembîr

17- Gafur TURKAY, Rewşembîr

18- Gultan KIŞANAK, Hevseroka BDP’ê

19- Halim ÎPEK, TDŞK

20- Hasan DAGTEKİN, HAK-PAR

21- Îmam TAŞÇIER, TDŞK

22- Îrfan AÇIKGÖZ, Akademisyen, Rewşembîr

23- Kazım BUDAK, Rewşembîr

24- Kemal PARLAK, Rewşembîr

25- Leyla ZANA, Parlementer

26- Lütfü BAKSİ, Alikarê Serokê KADEP’ê

27- M. Emin EREN, Rewşembîr

28- Mehmet VURAL, Rewşembîr

29- Meral Danış BEŞTAŞ, Alîkara Hevserokên BDP’ê

30- Muhyettin BATMANLI, Koma Diyalogê ya Dicle Firatê

31- Nadir YEKTAŞ, Alîkarê Serokê KADEP’ê

32- Necdet İPEKYÜZ, Rewşembîr

33- Nevin ÎL, karsaz

34- Osman BAYDEMİR, Şaredarê Amedê

35- Raif ÇİÇEK, Kovara Nûbihar

36- Ramazan MORAY, Komeleya Çira ya Çandê

37- Sabahattin KORKMAZ, Rewşembîr

38- Sait AYDOGMUŞ, Rewşembîr

39- Sedat YURTTAŞ, Rewşembîr

40- Selahattin ÇOBAN, Rewşembîr

41- Selahattin DEMİRTAŞ, Hevserokê BDP’ê

42- Selim SADAK, Şaredarê Sêrtê

43- Sertaç BUCAK, Rewşembîr

44- Sıtkı ZİLAN, Rewşembîr

45- Sinan ÇİFTYÜREK, Serokê OSP’ê

46- Şah Îsmail BEDİRHANOĞLU, Serokê GÜNSİADê

47- Şemsettin KOÇ, Serokê Odeya Nojdaran

48- Şerafettin ELÇî, Serokê KADEP’ê

49- Tülay ÖZDEMİR, Endama Meclîsa Daîmî ya KCD’ê

50- Ümit TEKTAŞ, Alîkarê Serokê HAK-PAR

51- Yakup GABRİEL, Rewşembîr

ANF NEWS AGENCY

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.