Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 11 July 2011

Dema Serxebuna Miletane, Lê serxebuna Kurdistan Kengê ye gelo?

Ma gelo Kurd bo serxwebuna Kurdistan haziriyan dikin? Siyasetvanên buyin xolam û hestîmalên KemalistPkk/BDT/DTK dikarin bêjin em bo doza serxwebuna Kurdistan têkoşeriyê didin? 25-30 Salande ev bo hemu dinyayê işkerenebun ka ev xaînan û dijminan çidikin?

Ax Azadiya dewleta Kurdistan dê kengê bibe rastî? Siyasetvanên dijminên Kurdan dê kengê bizanin qewmiyeta wan Kurde û dewleta wan jî Kurdistane? Bo vê dewletê jî têkoşîna bingehî û rastî û dirusti divêtß dê kendê bizanin azadiya Kurd ne di rêya kemalisma eregenekona terora dewleta talankerdeye?

Silav Komara BaşûrêSûdan ,

Komara Başûrê Sûdan 9.7 2011 de serxebuna xwe bo cîhanê ragihand. Sûdanê jî ew naskir. Duvre dewletên dinyayê weko Emerika û Îsraîl Ew dewlet naskirin.
Komara Basûrê Sûdanê 9. 7. 2011 de Nexseya dinyayê guhart. Serxwebuna xwe ilanklir û bu dewletekî serbixwe. Pîrozbe ji wî miletîre.

Komara Başûrê Sûdanê dikeve Rojhilatê Efrika. 1972 heta 1983 herweha ji Sala 2005 heta 2011 Ototonumiya xwe hebu. Îsal Di hilbijartiena Refereandomêde Miletê wê deng bo serxwebuna dan.

Zimanê resmî jî îgilizîye. Miletên têde zimanên xwe diaxivin , lê weko hatî diyarkirin dibêjin Zimanê resmî Îngilîziye.
Hijmara Komara Başûrê Sûdanê 8.27 milyone.Bakûrê Kurdistan du car û nivê ji Vê komarê mezintire. Lê kemalist û Xaîn û dijminên gelê Kurd Pkk û Öcalan ev 25-30 Salan doza Kurd paştêxin, diherişînin, talandikin wekî dewletên talankaer û ser dejî civaka Kurd ya ji xwere dibêjin Em Kurdin parstina siyaseta vê siyasetê dikin!

Barzanî dibêjit dem dema azadiya miletane. Du di merasina Konsolxane ya Emerika li Hewlêr vê dibêjit. Belê rêzdar Barzanî . Ji cudahî dinava Kurdistan û BakûrêSûdanê de heye? Hijmara wan 8 milyone ya Wejî 4 milyone. Ci sihirbazî nahêle Kurd bibin dewlet? Ev sistî û bê istîkrarî ne ji siyaseta Kurd bi giştî têt?
Sebep çiye Kurd nizanin bibin dewlet?

Nizanin! Jiberku Siyasetekî hi akilane Kurd nikarin rêve bibin jiber hindêye Kurd nikarinKurdistan weko dewlet ilanbikin!
20 milyon Kurd li Bakurê Kurdistan wê buyin xolamên Endamê Ergenekona terora derwletê Öcalan û kemalist Pkk, dê cawa Kurd siyasetekî akil, zana têgeheştî û bi bingeh bajon? Ev jî ne mumkune. Jiberku Kurd di warên sanistiyêde qelsin, di derbarê milliyetêde jî xweperestin.

Dema ev bu berhem û programê rêxistinabe, civaka Kurd nikare pêşiya xwe bibîne. Îro Buyera ku kemalist öcalan û Pkk liser miletê Kurde anî weka nexweşiya kanserêye. Kurdên ku imrali kirîn serê xwede hêdî nizanin kesekedin nasbikin.
Öcalan çi bavêje ber wan wî digirin û dixwin. Ev siyasetekî xweliserî, bêakilî û xolamtiya dijminên gelê Kurd bi xweye. Civak ji rêberekî milli û qewmî bê pişke. Tişta hazir jî desthilat didestên Türkandeye û Kurdan jî didin Kuştin.

Belê Dem dema serxwebuna Miletaye, Lê serxwebuna Miletê Kurd kengêye gelo? Serxwebuna Kurdistan Kengêye gelo?
Hima ez bi vî halê xwe bersivekê jî bi xwe bidim: Eger em Kurd xwediyê van siyastmederan bin, tê wê manê ku, Kurdistan û serxwebuna wê jî hêjî rêyekî dur û dirêj li pêşiya gelê Kurd dixweyê. Ez ne bêhêvûme û bi hêvîme.
Îsmaîl Girikî
11.7.2011

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.