Ana içeriğe atla

Nefel: Sûriye dixwaze PYD-ya apociyan li dijî kurdan çekdar bike

QAMIŞLO, 15/5 2011 — Serkaniyeka ji rewşa Kurdistana binxetê û dewleta Sûriyeyê agahdar îro ji Nefelê re got rejîma Beşar Esedê lêdixebite ko endamên PYD-ya ko girêdayî PKK-ê ye çekdar bike û bi rêya PYD-ê rê li ber serhildana kurdan li dijî rejîmê bigire.

Li gor heman serkaniyê kurdên Kurdistana binxetê bûne du teref: Hinek ji wan dixwazin ko rejîma Sûriyeyê bêt hilweşandin û piştgiriya serhildanê dikin. Hinek ji wan jî xwe ”pêgirên nîştimana Sûriyeyê” dihesibînin û dixwazin digel rejîma heyî bi hinek reforman li hev bên.

Serkaniya Nefelê got heger hat û serhildanên li dijî rejîmê berdewam bûn û bi reforman mesele safî nebû hingê Sûriye dê çekdarên PYD-ê li hemberî rêxistin û kesên serbixwe yên kurd bi kar bîne.

Trikiye jî ji aliyê xwe ve hesabekî li ser têkçûna rejîma Beşar Esedî dike û di rewşeka wisa de heger valahiyek li Kurdistana binxetê çêbe Tirkiye dixwaze wê valahiyê bi rêya PYD-ê û apociyan bêxe kontrola xwe de da li Kurdistana binxetê herêmeka federal wekî ya li başûrê Kurdistanê çênebe.

Cavkanî: http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=5…

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.