Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 20 February 2011

Rûdaw.net

Silêmanî:Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî, bi rêya peyamekê ku îro hat belavkirin, daxwaza aramkirina rewşa bajarê Silêmaniyê kir û got: ‘’Hemû hêzên Zêrevanî yên ku hatibûn Silêmaniyê vedigerin cihên xwe.’’Kosret Resul, di peyama xwe de daxwaz ji hemû aliyan kir bi awayekî berpirsyar ligel rewşa bajarê Silêmaniyê tevbigerin û wiha dibêje: ‘’Pêwist e hemû aliyên siyasî û xelkê qahreman ê Kurdistanê di parastina vî bajarê xweştivî de hest bi perpirsyariya ser milê xwe bikin, ku ev demeke rewşa ewlekariyê ya bajêr têk çûye û em hemû nîgeran in ku tiştekî wiha çêbû.’’
Derbarê vekişîna wan hêzên ku anîne nav bajarê Silêmaniyê de jî Kosret Resul wiha axifî: ‘’Em hemû aliyekî agahdar dikin, ew hêzên ku anîne sînorê bajêra Silêmaniyê vedigerin cihên xwe.’’ Resûl dibêje: ‘’Biryar e hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî YNK, PDK, Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî li ser yek maseya gotûbêjê bicivin û bi rêya diyalogê pirsgirêkên hilawestî çareser bikin.’’
Di heman demê de Kosret Resûl destxweşiyê li gelên Tunis û Misrê jî dike û dibêje: ‘’Bi helkefta serkeftina şoreşên wan, em destxweşiyê li gelên Misir û Tûnisê dikin û pîrozbahiyê jî li hemû azadîxwazên cîhanê dikin. Em hêvîdar in bibe palderek da ezmûna demokrasiyê li Kurdistanê jî ber bi qonaxeke din here û pêşve biçe, ji bo xizmeta gelê me hemû aliyê siyasî desthilat û opozîsyon bi rihê lêborînê û hevqebûlkirinê pêngavên zêdetir bavêjin.’’

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/5872.html

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.