Em  ji  sala  2008'an   derbasî   sala  2009 an bûn.
Wê  dema  mirov bala  xwe  dide  Foruma  Kurdistanê
piranîya  hevalên ku  di vir de  dinivîsin,  Kurdîzan in..
Lê  sed heyf û   mixabin  nivîsên  Kurdî  li keleka  ên  Tirkî
sevî  mane..
Pewîste  em  îsal Foruma  Kurdistanê   bikin  bi Forumeke  Kurdî..
Dibe  di destpêkê de   ev  yeka  hanê asan  nebe.
Lê  heke  em  hewl bidin, em  dikarin..
Ev yeka  hanê  di destê  me de ye..
Em çawa  fêrî zimanê  neyarên  xwe bûn   û  bi şiklekî
rêk û pêk kar tînin..
Em  dikarin   zimanê  xwe  jî  fÊr bibin û  karbînin..
Tirkan  jî destpêkir  TV'eya  xwe  a bi kUrdî   avakirin  û  bi şiklekî
çalak  ketin  rojevê..
Ez ditirsim   TV'ya  Tirkan,  ên Kurdan serkevtîtir bibe..
Bînerên  Kurdan  biçin  wê derê..
Ev  yeka  hanê  rastîyeke..
Em nikarin  veşêrin..
Tirk bi şiklekî  profesonel   hatin  li nav  gorepana   rageyandina Kurdî..
Gellek  ji  dengbêjên Kurdan  li gel wan kardikin..
Gellek  ji ên din jî  ê biçin..
Ji ber   ku  sazîyên  me  tûnin..
ên   jî    hene  hatine  dagirkirin....
Di dawîyê de   ez  dikarim  bibêjim,  heke em destpê bikin  hemû  tiştên
rojane  li ser  Kurdî derdikevin  wergerinin  û  li ser wan  şîroveyan  bikin
di demeke  kurt de  forum  dibe  sekoyek  Kurdî..
Hûn çi dibêjin?
Silav û rêzên germîn
Ferzende Serhedî
        
    
      
      
      
Re: bila Sala 2009 sala kurdî be.