Em ji sala 2008'an derbasî sala 2009 an bûn.
Wê dema mirov bala xwe dide Foruma Kurdistanê
piranîya hevalên ku di vir de dinivîsin, Kurdîzan in..
Lê sed heyf û mixabin nivîsên Kurdî li keleka ên Tirkî
sevî mane..
Pewîste em îsal Foruma Kurdistanê bikin bi Forumeke Kurdî..
Dibe di destpêkê de ev yeka hanê asan nebe.
Lê heke em hewl bidin, em dikarin..
Ev yeka hanê di destê me de ye..
Em çawa fêrî zimanê neyarên xwe bûn û bi şiklekî
rêk û pêk kar tînin..
Em dikarin zimanê xwe jî fÊr bibin û karbînin..
Tirkan jî destpêkir TV'eya xwe a bi kUrdî avakirin û bi şiklekî
çalak ketin rojevê..
Ez ditirsim TV'ya Tirkan, ên Kurdan serkevtîtir bibe..
Bînerên Kurdan biçin wê derê..
Ev yeka hanê rastîyeke..
Em nikarin veşêrin..
Tirk bi şiklekî profesonel hatin li nav gorepana rageyandina Kurdî..
Gellek ji dengbêjên Kurdan li gel wan kardikin..
Gellek ji ên din jî ê biçin..
Ji ber ku sazîyên me tûnin..
ên jî hene hatine dagirkirin....
Di dawîyê de ez dikarim bibêjim, heke em destpê bikin hemû tiştên
rojane li ser Kurdî derdikevin wergerinin û li ser wan şîroveyan bikin
di demeke kurt de forum dibe sekoyek Kurdî..
Hûn çi dibêjin?
Silav û rêzên germîn
Ferzende Serhedî
Re: bila Sala 2009 sala kurdî be.