Birayên delal,Ez jî wek hemî kurdperweran li ser kurdayetî û rêya azadiya Kurdistanê gelek mijûl dibim û difikirim,dû re jî dipirsim,Gelo kêmasiya me ji gel û neteweyên din çi ne?
Heke hûn li mêrxasî û egîtî binêrin,bi zêdanî di xwezayiya kurdan de heye û hemî cîhan jî ji vî hayîdar e.Egîtên kurdan çi jin çi mêr,hertim bi fedakirina jiyana xwe vê yekê îspat kirine.
Heke hûn li parastina ziman,çand û kevneşopiyên xwe binêrin di vî warî de jî kurd di radeyek gelek baş de ne.Kurdên ku beriya sedan salan bi destê dijmin ve hatine koçberkirin(wek kurdên xeymane,cîhanbeylî û qirşehir)hê jî hemî xwedî ziman û edetên xwe ne.
Dîsa kurd,di warê çand û hunerê de jî pir pîşketî ne.Bi vê rewşa neperwerdeyiya bi zimanê xwe,gelek roman û çîrok bi zimanê kurdî nivisîne û zimaneke dewlemend afirandine.
Herwiha milleta kurd di her warî de xwedî rengeke baş e.
Wê çaxê bê hemdê xwe mirov dipirse, gelo ji bo çi em wek neteweyên din, yên azad tevnagerin û yekîtîyek zexm dernaynin holê ?Herekes dizane ku hemî neteweyên cîhanê di demên xerab de û herweha di baş de piştgirtî didin hevûdû û ji hev hesdikin.Ez dibêjim ku kêmasiya me ya herî mezin ev e.Em ji cudatî direvin.Em ji hatin rexnekirinê ditirsin.Em ji yekrengiyê û wekhevîyê hesdikin.Di malpera Newroz de jî hin hevalên wisa mixabin hene.Ez bawer im ku herkes dizane,ji wekhevî û yekrengîyê pêşveçûn çênabe.Sîstem û jiyana Gerdûnê li ser pevçûn û hemberiyê ava bûye.Bê fikr û ramanên hember rastî dernakeve holê.
Heke ev rastî tên qebûl kirin,Ez ji we dipirsim,"Hin beşdarvan çima ji cudatî re tehemmul nakin?"Gelo ew dixwazin ka herkes wek wan bifikire û wek wan tevgere ?Wê çaxê ne hewce ye ku di malperên Înternetê de forumên înteraktîf werin meşandin.Di sîstema jiyanê de bersîva tevgera mirovatî jî heye.Ev Qanuna gerdûnê ye,divê hemberî hebe,an na jiyan nadome,pêşveçûn çênabe.
Berî hertiştî,di nav xwe de heskirin û dilfirehî ava bikin ji fikr û ramanên cuda re vekirî bin,bi zanahî û bawerî tekoşîna xwe bimşînin.
Çawa dema mirov ji keçikek hesdike ji derdorên wê jî hesdike,Yên ku Kurdistana delal hesbike divê ji hemî kurdan jî hesbike.Azadiya me bi vî şertî girêdayi ye.
Bimînin di xêr ş xweşîyê de!
Ki ji ki HesbikeGelo ?