Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 7 December 2008

Birayên delal,Ez jî wek hemî kurdperweran li ser kurdayetî û rêya azadiya Kurdistanê gelek mijûl dibim û difikirim,dû re jî dipirsim,Gelo kêmasiya me ji gel û neteweyên din çi ne?

Heke hûn li mêrxasî û egîtî binêrin,bi zêdanî di xwezayiya kurdan de heye û hemî cîhan jî ji vî hayîdar e.Egîtên kurdan çi jin çi mêr,hertim bi fedakirina jiyana xwe vê yekê îspat kirine.

Heke hûn li parastina ziman,çand û kevneşopiyên xwe binêrin di vî warî de jî kurd di radeyek gelek baş de ne.Kurdên ku beriya sedan salan bi destê dijmin ve hatine koçberkirin(wek kurdên xeymane,cîhanbeylî û qirşehir)hê jî hemî xwedî ziman û edetên xwe ne.

Dîsa kurd,di warê çand û hunerê de jî pir pîşketî ne.Bi vê rewşa neperwerdeyiya bi zimanê xwe,gelek roman û çîrok bi zimanê kurdî nivisîne û zimaneke dewlemend afirandine.

Herwiha milleta kurd di her warî de xwedî rengeke baş e.

Wê çaxê bê hemdê xwe mirov dipirse, gelo ji bo çi em wek neteweyên din, yên azad tevnagerin û yekîtîyek zexm dernaynin holê ?Herekes dizane ku hemî neteweyên cîhanê di demên xerab de û herweha di baş de piştgirtî didin hevûdû û ji hev hesdikin.Ez dibêjim ku kêmasiya me ya herî mezin ev e.Em ji cudatî direvin.Em ji hatin rexnekirinê ditirsin.Em ji yekrengiyê û wekhevîyê hesdikin.Di malpera Newroz de jî hin hevalên wisa mixabin hene.Ez bawer im ku herkes dizane,ji wekhevî û yekrengîyê pêşveçûn çênabe.Sîstem û jiyana Gerdûnê li ser pevçûn û hemberiyê ava bûye.Bê fikr û ramanên hember rastî dernakeve holê.

Heke ev rastî tên qebûl kirin,Ez ji we dipirsim,"Hin beşdarvan çima ji cudatî re tehemmul nakin?"Gelo ew dixwazin ka herkes wek wan bifikire û wek wan tevgere ?Wê çaxê ne hewce ye ku di malperên Înternetê de forumên înteraktîf werin meşandin.Di sîstema jiyanê de bersîva tevgera mirovatî jî heye.Ev Qanuna gerdûnê ye,divê hemberî hebe,an na jiyan nadome,pêşveçûn çênabe.

Berî hertiştî,di nav xwe de heskirin û dilfirehî ava bikin ji fikr û ramanên cuda re vekirî bin,bi zanahî û bawerî tekoşîna xwe bimşînin.

Çawa dema mirov ji keçikek hesdike ji derdorên wê jî hesdike,Yên ku Kurdistana delal hesbike divê ji hemî kurdan jî hesbike.Azadiya me bi vî şertî girêdayi ye.

Bimînin di xêr ş xweşîyê de!

Naha min féhm nekir ka Yezdan Hat ji bo kijan Kurd re vé rexneyé dike... Yezdan Hat ev gotinén xwe avétiye meydané écar bi aliyé her avayi ve té kisandin... Gelo Di Forimé da ki neheqi li ki kiriye ? Ki li ser navé "kurdeyatiyé" nifiré ku endamén JITEM,a tirk,an Kurdén dahatin bin cavan dikirin u bi Iskence hédi hédi wana dikustin dikin? Ev kine? Geleke Yezdan Hat eskere navé wana bine ziman, ne hemu besdaré Forimé béxe bin süphey.! Ew kine bi ser navé "kurdeyatiyé" dijminiya heri mezin li Kurdan dikin? Ew kiye , bi gotinén xwe, bi xebatén xwe, bi CERDEWANÉN xwe , ji Kurdan ra Dewlet naxwaze, Mirovahi naxwaze, azadi naxwaze,... Serda ji hemu neqenciyén Xirab wek; Ji Kurd a re Li bin Siya dewleta tirk da , bindesti yé, Xulam ti yé dixwaze u li serda ji Dilé Kurdistané MISUL U KERKUK,é ji li Tepsiya "zérin"da péskés ,é dewleta tirka dike...! Gelo naha ki ji ki Hesbike?

Brayê delal,berî her tiştî gelek sipas ji bo bersîv û pirsên te. Tu dixwazî berê em xeta xwe di nav armanc û siyasetên li Kurdistanê tê meşandin bikişînin û wê zelal bikin.Dû re jî dibe ku em vê xetê di nav kurdan bixwe de jî bikişînin. Di vê warê de dîtina min,eger te nivîsandinên min xwendibî gelek zelal e.Xeta sîyaseta min sedî sed azadîya hemî perçeyên Kurdistanê ye.Herwiha avakirina biratîya dijmin an jiyana bi hev re, rîayeta cumhûrîyeta tirkan ji min gelek dûre.Ez di tu ehwalî de bi dijmin re biratî û bihevratî qebul nakim. Li gor vê xeta ku min li jor şîroze kir,Sîyaseta ku Apo û hevalên wî dimeşînin sedî sed şaş e û li gor xeta min li alîyê din e.Herwiha kurdên ku bi zanayî bi van sîyasetên gemarî û xerab bawerîn ew jî li xeta din dihesibin. Îcar birayê ezîz,ez ji te bipirsim,Ka tu dikanî ku ev gerîllayên ku li hember dijmin bi canfidayî şer dikin an bi sed hezaran kurd bi daxweziya azadiya Kurdistanê li dû vê partiyê diherin wek xayîn an dijmin bipejirînî?Gelo tu dikani bi hêsanî van kurdên hanê li alîyê din bihêlî?Ez nikanim. Heke tu jî nikanî,wê çaxê divê tu rêya dil û heskirina xwe ji wan re negirî,vekirî bihêlî. Ez naxwezim li ser nav û şexsîyetan rawestim lê dîtina min ev e ku divê em li hember siyaseta qirêj bê tavîz bin lê ji bo kesên kurd divê xeta me ne ewqas tûj be.Ev rê rêya heskirinê ye ne ya avêtinê ye. Biraye delal,ez nizanim gelo hin tişt zelal bûn an na? Bimîne di xêr û xweşîyê de.

'Li gor vê xeta ku min li jor şîroze kir,Sîyaseta ku Apo û hevalên wî dimeşînin [b]sedî sed şaş e[/b] û li gor xeta min li alîyê din e.Herwiha kurdên ku bi zanayî bi van sîyasetên gemarî û xerab bawerîn ew jî li xeta din dihesibin.' Mamoste Yezdan, min got,ez ji tevli gotubeja we bim. Ev peyive reskiri,hewceyati heye ko ben sirovekirin. Bi ramanamin,ne siyaseta'[b]sedî sed şaş e[/b] 'sedi sed ixanete. Diji Kurd u Kurdistana.Ango,Apo û hevalên wî u gerila,bi calakiyen xwe,diji Kurd u Kurdistan in. Li rubara Kurdistane sere cekdari, ne berjevendiye Kurda ye! Silav u Rez.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.